Romana Joseph Roth Hîob bi wergera Husên Duzen Derket

Romana Joseph Roth Hîob bi wergera Husên Duzen Derket

Weşanxaneya Rûpel, vê Gulanê romana nivîskarê cihû-alman Joseph Roth, Hîob bi wergera Husên Duzen a ji alamnî weşand.

Li ji jêr hin agahdarî di derbarê romanê, nivîskarê wê û wergêr hene:  

HÎOB, romana Joseph Roth î herî naskirî ye. Dema die sala 1930  de Hîob derket, hîn ne Hitler hatibû ser desthilatdariyê, ne jî rûxandina dunyayê ya tê de tê vegotin dest pêkiribû. Bi zimanekî helbestî, behsa ҫarenûsa Mendel Singerê cihû yî di hedê xwe de dibe. Beşek ji bûyerê li gundekî ji yê Galîҫya rojhilat li ser sînorê Rûsya û Avusturya di destpêka sedasala 20an de derbas dibe. Li gund Mendel Singer, debara zarokên xwe bi mamostetiya gund dike, dersên Tewratê dide zarokên gund. Piştî karesat tên serê wî û maliyên wî, neҫar dimîne ku kurê xwe yî nexweş li dû xwe bihêle û bi malbatî koҫberî Amerîkayê bibe. Bê ҫawa karesat dev ji Hîob, Eyûbê  di ҫîrokeke Tewratê  de bernadin, wisa jî gelek serêş û dijwarî li Amerîka jî tên serê Mendel Singer û zarokên wî. Di rewşeke mîna ya Eyûbê kurmaxawarî de ҫarenûsa Mendel ji nişkê ve tê guhertin û ҫîrok bi başî bi dawî tê. 

“Hîob, ji roman û efsaneyekê bêtir e, wêjeyeke têkûz î mayinde ye ku dê hemû tiştên me hemdemên wê afirandine û nivîsandine derbas bike. Bi avahiya hevgirtî, bi kûrahiya hestan, bi zalalî û mûzîka zimanê xwe hema hema bê emsal e.” (Stefan Zweig) 

“Hîob, yek ji xweşitirîn pirtûkên ku di dema nav herdu şerên cihanê de hatine nivîsin e.  Tomarkirina jiyana rojane ya cihûyên rojhilat e ku mirov kêm caran bi vî şêweyî dibîne“(Heinrich Böll) 

“Pirtûka ku ez herî jê hez dikim, Hîob a Joseph Roth e.” (Marlene Dietrich) 

JOSEHP ROTH2ê Îlona1894, li nêzîkî Lembergê, li Brody, Galîçya Rojhilat hatiye dunyayê. Berî ҫêbibe, bavê wî wenda bûye. Bajarokê Brody-niha li Ukraynayê ye-hingê wek nevendeke cihûyan bi ser împaratoriya Awusturya- Macaristanê ve bû. Li Lembergê û piştre li Vîyanayê beşê wêje û felsefeyê xwendiye. Di destpêka şerê cîhanê yî yekemîn de, berovajî gelek hevalên xwe, pasîf maye, lê piştre wek leşkerê artêşa Awusturya-Macaristanê  beşdarî şer bûye. Li leşkeriyê dest bi nivîsandina nûҫeyan û gotarên ҫandî kiriye. Piştî şer  li Vîyana, Berlîn û Pragê rojnamegerî kiriye. Di nîvê salên 1920an de dev ji hizrên sosyalîzmê berdaye, monarşizmê wateyeke girîng ji bo wî wergirtiye. Wî têkҫûna Awusturyayê, wek windabûna welatê bav û kalan nirxandiye û girîngiya wê ya di afrîneriya Roth de, bi wendebûna bavê wî yî zû re têkildar xuya dike. Bêwelatbûn, gelek caran li ba wî wek rewşa cihuyan î heyî derdikeve pêş. Roja desthilatdarî ket destê Hitler, 30.01.1933, Roth koҫ kir Fransayê. Li Almanyayê pirtûkên wî hatin şewitandin. Di destpêka dema surguna xwe de gelek caran diҫû Awusturya, Hollada û Polonyayê, lê ji sala 1935 pê ve li Parîsê jiyaye. 15 roman, kurteҫîrok  û essay nivîsandine. Yek ji dijberê berbiҫav î Naziyan li surgunê bûye. Kêliya nûҫeya întixara hevalê xwe Ernst Tollers bihîstiye, bêhiş ketiye û piştî ҫend rojan 27ê Gulana 1939 xizanî û hoyên surgunê yî dijwar li dû xwe hiştne û koҫa dawî kiriye. 

‘Pisporekî mirovên wendabûyî.’ (Hermann Kesten) 

‘Ne hizran, lê takekesan, ne pirsgirêkan, lê derdoran, ne dîtina dunyayê, lê gerdîşan, nivîskar Joseph Roth ji dil mijûl dikirin. Nîşaneke bi ҫav û destan, ji tezekê giringtir bû, atmosfêrek, ji argûmanekê balkêştir bû, dekorasyona odeyekê, ji programekê girîngtir bû ji bo wî.’ (Marcel Reich-Ranicki) 

HUSÊN DUZEN, li gundekî beriya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seratayê li gund, a navendî li nava Mêrdînê, lîse li Savaştepeya Balikesirê xwendiye. Berî ku sala 1979an derkeve derveyî welêt, li Qosera Mêrdînê maye û tev li ҫalakiyên ciwanan ên hingê bûye. Li Hamburgê beşê aboriyê qedandiye. Li zanîngehên Frankfurt û Hamburgê, bijîșkî, heta pola dawî xwendiye.

Wergerên ji kurdî bo almanî: Zehn Kurdische Erzähler (Deh Vebêjerên Kurd, Antoloji, 1996, wek berhevkerê pirtûkê û yek ji wegêrên wê); Im Schatten der verlorenen Liebe (Siya Evînê, Mehmed Uzun, roman 1998). Wergerên ji almanî bo kurdî: Sê Cowboy li Kurdistanê, Nezîf Telek, ҫîrok, 2000; Li Welatê Sînoran, Sherko Fatah, roman 2015; Bingehên Dramatûrjiyê, Werner von Appeldorn (li ber ҫapê ye).Werger ji tirkî bo kurdî: Nameya Ku Hate Gund (Köye Gelen Mektup, Esma Ocak, 1991).

Dersdariya kurmancî (Hamburg, 1996-2001).

Amadekarî û pêşkêşvaniya programa Vegotinê-Kurd1 Tv (2009-2010).

Gotarên li ser babetên ҫandî di malper û kovarên cuda de.

Niha li gel wergerên wêjeyî, wek wergêrê sûndxwarî ji bo kurdî, turkî û almanî li Hamburgê dijî.

Bersivekê binivîsin