Rojda Ademhan: Ew felsefe ye û wateya wê ya rengîn ji ber asmin e.

Rojda Ademhan: Ew felsefe ye  û wateya wê ya rengîn ji ber asmin e.

Rojda Ademhan: Ew felsefe ye  û wateya wê ya rengîn ji ber asmin e.  

Ew hemû çand e, ku ji dema borî û heta a niha, ji destê mirovatiyê  herikî ye. Çand, bi derdora xwe re tekilî  û pêwendiya xwe datîne û di nava civakê de, dem bi dem xwe pêk tîne. Ev yek danûsandin e. Ew çi danî be holê, wateya wê ji xwe ye.

Etîk, huner, qanûn, tegîhan… hemû ramankirin ji çavê sujeyê, derbarê objeyê de ye. Suje xwe bi ser objeyê ve diqewimîne û mirov jî, xwe bi vî awayî  digihîne temakirinekî bêdawî. Di navbera ve têkilîye de çi ava bibe, êdî ne bitena xwe obje ye û ne jî bitena xwe suje ye. Ew tişt wekî rastekî razber herdu ramanan (suje û obje) li dû dihêle û ji xwe li ser watekî nû bûyerek diqewimîne. 

Niviskarek dibêje, felsefe li ser asmin e… xeta gihijtina erd û êzman… Em wê dibînin, lê em dizanin tu carÎ erd û êzman nagihêjin hevdu. Ji bo ku em nikarin wekî objeyekî deynin holê û em lê temaşe bikin, şîrovekî pir rast e li ser wê. Li ser tiştekî tune em dipeyivin. Belê em jî baş zanin tiştekî ku bibe heqîqet, felsefe lê namîne û mirov jî mîna wê li pêy rêça temamkirina ya bêdawî ye. Ji ber vê yekê ji pêwendiyeke zêdetir, pêdivîya me pê heye. Ji bo lêgerîna rastîyan, pêdiviya me pê heye. Lebelê, bêyî felsefe jî jiyana mirov disa jî berdewam dike.

Bêgûman beyî felsefeyê, hemû kirina mirov wê di tegîhanekî tengavî de be: Bêdewlemendî, bêafirandin û zêde bêmirovatî. Ser rûyê erdê çiqas mirov hatiye bi tegîhiştinekî mezin yan ji biçuk –lêbelê her wiha li gorî xwe- berî berî hebûna tiştê derdorê xwe dawîya a xwe hewl dide ku fam bike; çimkî armanc watedarkirin e. Wate ji bo meriv re zaruret e. Çimkî mîrov kiryar e û zêde civakî ye. Wekî dem çawa ji me cûda ye û mecbûre ku biherike, pêşve wate jî mîna wê ji me ne cûda be jî herdem bi têkîlîyêkî nû xwe duguherîne û wisa gavekî davêje demkî nû, heya mirov wê bi peywendike nû wê bîne ber çav. Hebûn wisa ye ku divê xwe li wateye kî girê bide. Di vê bergehê de jî, felsefe hemû ramana rengê gerdûna mirov e.

Rojda Ademhan

05.03.2016 

Bersivekê binivîsin