Rojavahî û Felsefe

Rojavahî û Felsefe

Rojavahî û Felsefe  

Rojavahiyan piştî ku pirsgirêkên xwe yên rojane safî kirine, xwe berdane cîhana pirsên tevahî yên nedîtbar. Bêguman têkiliya vê yekê bi amizgeriya pêrgalê û bi azadiya ramanê re jî heye. Her wiha bi pêşketina zimên re jî. Li rojhilat jî, ji bo fîlozofan babeta sereke ‘têkiliya Xwedê û mirovan’ bû. Pirsên wekî ‘Em çawa dikarin bigihêjine Xwedê? Gelo em dikarin bi Xwedê bizanibin an na?’ cîhekî mezin dagirtine û fîlozof, di kirasekî bi vî rengî ê teng de asê mane. Ev yek jî bûye tesewuf.

Ango, felsefeya îslamê. Dema ku felsefeya rojava wekî ava çemekî ber bi asoyên nenas ve herikiye, felsefeya îslamê di koşeyên teng de asê maye û bûye felsefeyeke qemirî û sekinî. Em dikarin bibêjin ku di felsefeya rojava de navend her dem mirov e (piştî felsefeya serdema navîn) lê di felsefeya îslamê de, Xwedê navenda her tiştî ye. Mirovî li rojava her tişt e, lê li rojhilat per û baskên mirovî hatine şikênandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

19 Sibat 2014  

Bersivekê binivîsin