Roja Evîndaran

Roja Evîndaran

Di mîtolojiya yewnanî de, li ser evîndariyê çîrokek tê gotin. Li gor vê çîrokê (mîtosê) tê gotin ku berê zayenda mêr û jinan, di yek laşekê de bûye. Piştre, Zeusê Xwedayê wan ku mîna bavxweda tê hesibandin, bi asayê xwe laşê mirove pêşîn kiriye du perçe; perçeyê mêraniyê li aliyekî û perçeyê jinaniyê jî li aliyê din maye. Ji wê rojê ve jî, ev du perçeyên ku berê yek bûne, dixwazin ku dîsa werin cem hev û bi hev şabibin.

Roja evîndaran, bila li hemû evîndaran pîroz be!

Bersivekê binivîsin