Roger Garaudy – 1913-2012

Roger Garaudy – 1913-2012

Ramanwerê fransî. Di sala 1913 an de li Marsîlyayê hatiye dinyayê. Perwerdehîya felsefeyê sitand. Yek ji wan rewşenbîrên girîng yê sedsala 21. ê ye. Li Zanîngeha Faransî mamostetiyê kiriye. Wextekî bi siyasetê re mijûl bû û bû mebûs. Ji rêveberên sereke yê Partîya Qomûnîst bû. Ji ber ramanên xwe yên cihêreng, navbera wî û partiya wî vebû û ji partîyê dûrbû. Piştî demekî hêvîya xwe ji Marksîzmê birî û di sala 1982 an de bû misilman. Di warê felsefe, sosyolojî, huner û wêjeyê de xwediyê gelek berhema ye. Berhemên wî, li gelek zimanan hatine wergerandin.

Berhemên Wî

1- Le Terrorisme Occidental (Terorizma Rojava) (2004)

2- Mythes fondateurs de la politique israélienne (Mîtên di damezrandina Îsraîlê de) (1995)

3- Avons-nous besoin de Dieu? (Gelo Xwedê Pêdivîyek e?) (1993)

4- Karl Marx (1972 ve 1977) Li yazdeh zimana hatiye wergerandin.

5- Pour un Modele français de socialisme (Li ser modela fransî ya sosyalîzmê) (1968)

6– Lenin (1968)

7- La pensee de Hegel (Ramana Hegel) (1966)

8-Marxisme du XX siecle (Marksîzma sedsala 20.) (1961)

9– Dieu est Mort (Xwedê Mir) (1962) Li ser Hegel Lêkolînek

10-Perspectives de l’homme (Asoyên Mirov) (1955)

11– Theorie materialiste de la connaissance (Teorîya Zanayîyê ya MateryalÎst) (1953)

12– Les sources françaises du socialisme scientifique (1949) (Çavkanîyên Sosyalîzma Zanistî ya Fransî)

13- Dosyeya Sîyonizmê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin