Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Immanuel Kant

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Immanuel Kant

Rexneya Feraseta Theodîseyê ya Immanuel Kant

Ji bilî rexneya David Hume’yî, meriv dikare bibêje ku li hemberî feraseta theodîseyê rexneya herî cidî, ya Immanuel Kant e û derbarê vê meseleyê de, Kant gotareke berfireh nivîsandiye. Navê wê gotarê ‘Li Ser Biserneketina Felsefeyên Theodîseyî’ (On The Failure of All Attempted Philosophical Teodicies) ye. Immanuel Kant teoriyên theodîseyî dike du beş: Theodîseyên Teorîk û Teodîseyên Otantîk. Kant theodîseyên di pirtûkên pîroz de, wekî yên otantîk dihesibîne û theodîseyên feylesofan jî, wekî theodîseyên teorîk.

Li gor baweriya wî kesên ku theodîseyê diparêzin, ‘parêzerên Xwedê’ ne û parastina vê yekê jî, ‘doz’ e. Li gor baweriya Kant ev doz, li hemberî ‘dadgeha aqil’ (the tribunal od reason) yan jî ‘dadgeha felsefeyê’ (the tribunal od philosophy) tê meşandin. Kant dibêje, divê ‘parêzerên Xwedê’ hinek xalan zelal bikin û ji bo zelalkirina vê mijarê jî sê xalan destnîşan kiriye:

– Pêwîst e sebebê dijberiya tiştên ku li dijî armanca dinyayî ne (li dinyayê armancek heye), were şirovekirin.

– Yan divê dijberiya wan were pejirandin, yan jî divê werin şirovekirin.

– Pêwîst e were peyîtandin ku Xwedê hêzeke mitleq e û ne çavkaniya xirabiya ye û sebebê xirabiyan yan mirov in, yan jî rihên raserî mirovî ne. 

Li gor baweriya Kant, ‘parêzerên Xwedê’, li ‘dadgeha felsefeyê’ têk diçin.

Di dawiyê de Kant digihêje wê qeneetê, ku hikmeta îlahî û rasteqîniya xirabiyê, ne li hev in. Di vê xalê de Kant girêdayî ramana Xwedê ye, lêbelê di çareserkirina vê meseleyê de aqlê mirovî bêhêz dibîne. 

Li gor bîr û baweriya Kant, pêwîst e meriv xwe radestî hêzeke raser û gewre bike û bizanibe, dê tu carî nikaribe meseleyên li derveyî sînorên aqlî çareser bike. Di dawiyê de kant wiha parastiye ku ev mesele, tu carî çareser nabe.     

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

29.05.2016

Çavkanî: Pirsgirêka Xirabiyê – Gotar / Ali Gurdilî