Rexnekirina Raman û Doktrîna Xellac

Rexnekirina Raman û Doktrîna Xellac

Rexnekirina Raman û Doktrîna Xellac    

Di bingeha rexneyên muteziliyan de devjêberdana wî ya eqil û pejirandina wî ya dengê dil heye. Lewra li gorî rasyonalîzma muteziliyan: di riya Xwedê û zanist de, ji bilî rêbaza eqil tu rêbaz nayê pejirandin.

Eqil; ji bona têgihêjtina gerdûnê, ji aliyê Xwedê ve, ji bona insanan hatiye bexşkirin. Encamên eqil, wanekî û bi giştî derbazî ne. Belam, riya dil û dilînê subjektîf e. Ango, li gorî mirovan diguhere û ne encamekê hevpar e.

Gihêjtina heqîqetê jî, li derveyê hestên şexsî ye. Bûyêrên xwezayê, mirov ancax bieqil fêm dike û ew zanayiyên ku mirov bidestdixe, li gorî mirovan naguher in. Lewra, ew ji bona hemû insanan derbazî ne.

Angaştên mirovan ku, dibêjin me bi hêza îlahî re têkilî daniye, der zanist e. Li vê dinyayê; dilêrîna “ Min Xwedê dît! ” dilêrîneka subjektif e û xewnek e.

Li gorî muteziliyan: Angaştên bi vî rengî, ji gelaciyê pêve, ne tu tişt e.

Li gorî dilêrîna wan: “Gerdûn ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin. Ancax, Xwedê di pêşiyê de sînor û zagonên gerdûnê kifş kiriye û êdî destê xwe nade gerdûnê. Ji derveyê gerdûnê, lê temaşe dike. Lewra Xwedê, eqil daye mirov û bi alikariya eqil, mirov gerdûnê nasdike û digihêje zanistê. Herwiha eqil, mirovan digihêjîne têgehên rewiştî jî û jixwe danasîna wan, di pirtûkên pîroz de hene.

Bi alikariya eqil, gihêjtina tevgerên rewiştî, azmûneke jî. Xwedê bihûştê nîşanê yên bieqil dide û yên bêeqil jî, di agirê dojehê de dişewitîne.”

Hasilê li gorî baweriyên wan, Xwedê xwe têkilî bandêra gerdûnê nake. Ji ber vê yekê, bi Xwedê re yekbûn ne gengaz e.   

Îmamiyên aligirên Ehlî Beytê jî, Hallac  rexne kirine: Lewra li gorî nêrîna wan: ji bilî “ Ehlî Beyt ” kesekî pîroz tune û ev yek nabe jî.

Ji ber vê yekê, Hallac ne pîroz e. Muhîdînî Arabî jî mîna wan mîstîkên din, ji ber diyarkirina xefiyan, Hallac rexne kiriye. Mudîdînî Arabî wiha bawer dikir ku, giyana şexsî tu carî nikare bigihêje Xwedê û ev yek ne gengaz e. Tevgerên Hallac jî, hatiye rexnekirin.

Destkişandina wî ya ji dinyayê, hatiye rexnekirin. Hatiye gotin ku rêbazên wî yên bikardianî, anarşîst bûn. Dilêrîna wî ya tesewufî jî, hatiye rexnekirin. Lewra Hallac  wiha bawer dikir ku mirov, bi alikariya dilekî pakij dikare bigihêje Xwedê û wî binase. Ev dîtina wî hatiye rexnekirin. Lewra ew dîtin, neafirandiyan dike tiştekî daringî.   

Wisa hatiye rexnekirin ku, Hallac di bin bandûra felsefe û çandên cihêreng de maye û ji wan, gellekî ketumet bûye. Di bin bandûra Îran û Mazdeîsmê de maye. Lewra ew ji malbateka mazdeîst bû û ku ev malbat piştra, bibû misilman.

Di bin bandûra Yewnan û Hînd de maye. Bi Nesturiyên fileh re maye, danûstandina wî bi Keldaniyan re hebû û ew di bin bandûra, ola fileh de mabû.    

Di bin ronahiya van hemû rexneyan de mirov dikare bibêje ku, Hallac bi temamî lihevhatinî bû û riya dil vekiribû. Lewra di wê dem û erdnîgariyê de naskirina felsefe, ol û çandeyên cihêreng, rê li lihevhatiniya wî vekiriye û ev yek tiştekî siruştî ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Ökten. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 95- 96- 97 

Ev nîvîsar, beşa 19 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Wanekî: Nesnel.

Derbazî: Geçerli. Yürürlükte olan.

Hevpar: Ortak.

Xweza: Doğa.

Gelacî: Şarlatanlık.

Têge: Kavram.

Rewiştî: Ahlaki.

Azmûn: Sınav.

Xefî: Giz. Varlığı veya olduğu açığa vurulmak istenmeyen, gizli tutulan.

Tevger: Davranış.

Daringî: Maddi

Lihevhatinî: Bağdaşımcı.

Erdnîgarî: Coğrafya.

Siruştî : Doğal, natürel.

Bersivekê binivîsin