Rewşenbîr û Daneheva Zanayiyan

Rewşenbîr û Daneheva Zanayiyan

REWŞENBÎR Û DANEHEVA ZANAYIYÊ/Prof. Onal Sayın

      Di vê nivîsarê de wê em ê behsa komnetewokeke civakî bikin, ku her diçe, di civakên hemdem de girîngiya wê zêdetir  tê bihîstin. Ev komnetewoka civakî, rewşenbîr in. Bê guman, gelekî dijwar e ku mirov bikaribe danasînek gerdûnî a rewşenbîran bide û heta mirov dikare bibêje ku, ev yek ne gengaz e jî. 

Pênasa têgeha rewşenbîriyê û naveroka wê, li gor dem û civakan cihêrengiyekê mezin nîşan dide. Ligel vê yekê, heta ku ji destê me bê wê em ê hewl bidin, da ku em bikaribin pênaseke giştî ya rewşenbîriyê raberê we bikin. 

REWŞENBÎR ew kes in ku, ji wê daneheva zanayiyê pareka mezin werdigrin, ku di rastiyê de ev daneheva zanayiyê, malê mirovahiyê a hevpar e û vê zanayiyê, di bin venêrîna ( kontrola ) xwe de dihêlin. Ji ber ku ji daneheva zanayiyê para mezin rewşenbîr werdigrin, li gor pîvana zêdebûna vê zanayiyê, hêza wan jî zêdetir dibe. 

Rewşenbîr ne tenê malê sedsala 20- ê ye, ji beldên seratayî ya jiyana civakî û heta roja me, di hemû qonaxên civakî de hebûna rewşenbîran, hatiye dîtin. Di her qonaxa civakî de, asûn û rola wan jî, cihêrengiyek nîşan daye. 

Li gorî bîr û baweriya min: Mirov dikare radeya girîngiya rola komek an komnetewokeke civakî, li gor pîvana beşdarbûna rêveberiyê bipeyîtîne. 

Hege em li gor vê pîvanê li babetê mêze bikin; em dikarin bibêjin ku, di hemû dîrokê de bedla ku rewşenbîr herî zêde bihêz in, sedsala 20- ê ye û qonaxa civakî jî, civakên wê de yê pîşesaziyê (senayî) ye. Li gor baweriya gelek ramanweran, ku wê emê di pêş de li ser ramanên wan jî rawestin; yên ku di rêvebiriya civakên wê de yê pîşesaziyê de aqtîv in, rewşenbîr in. 

Niha, em jî beşdarê vê ramanê dibin. Encax, pêwîst e em li ser wan guhartinên ku di encama pêşveçûn û berfirehbûna teknolojiyê de dertên holê rawestin û dahûrînin. Ji ber ku, di pêşerojeke nêzîk de wê destê mirovan ji pêvajoya hilberandinê were kişandin; tişt wê tiştan hilberînin. 

Di rewşeke wiha de wê mirov, ber bi daneheva zanayiyê ve biqesidin, ku ev danehev çavkaniya xebatên afiraner in. Di encama van pêşveçûn û berfirehbûnan de wê mirov, ji wê daneheva zanayiyê pareke nêzîkê hev bistînin. Di encama van guhertinan de mirovê pêşerojê, (diwarojê, siberojê) wê rewşenbîr bin. 

Di dewra pîşesaziya pêşketî de sedemê herî girîng ya cudatiya di navbera mirovan de, radeya xwedîtiya wan a daneheva zanayiyê ye. Di vê dewrê de rewşenbîr, wek komnetewokeke biîmtiyaz dertêne pêşiya me, ku xwediyê radeya herî bilind a zanayiyê ne. 

Piştî ku mirovên civaka pêşerojê dibin rewşenbîr, (ronakbîr) îmtîyazên reşenbîran jî, ji holê radibin. Ev daneheva zanayiyê ku, malê hemû mirovahiyê tê hesibandin; di civaka pêşerojê de wê bibe çavkaniyeke wiha ku, hemû mirov bikaribin jê para xwe bigirin. Wê emê jî hewl bidin da ku, em van dîtinên xwe bi daneyên zanistî bipeyîtînin. 

Bi vê armancê wê emê bi pênasên têgeha rewşenbîriyê yên cihêreng, dest bi karê xwe bikin, ku ji aliyê ramanwerên cuda ve hatine nasandin. 

Li gor nêrîna C. ZİMMERMAN:   “Peyva komnetewoka rewşenbîr, (ıntelligentsia) di wateyeke nûjen de yekemîn car di sedsala borî de li Rusyayê hatiye bikar anîn û ji wê rojê ve jî, wateyên cihêreng sitandiye. 

Yekemîn car, ev peyv ji bo derbirîna çîna xwendewanan hatiye bikaranîn. Ferdên vê çînê herçiqas di nav vê sazûmanê de bin jî, ew ne endamê vê sazûmanê bûn. 

Herwiha ev peyv, ji bo nîşandana wan kesên ku ji gel sar bibûn, hatiye bikaranîn. 

Di vê dewra pêşîn de çîna rewşenbîr, ji girseyên civakî; bi temamî cuda dihate dîtin û di nirxandinan de jî, ev yek derdikete pêş. Ev ew mirov bûn ku, dixwestin hemû rê û rêzikên civakî ji binî ve hilweşin. ” (C. C. ZİMMERMAN. 1964. Rp: 77) 

Pirsgirêka cudatiya rewşenbîran û gel, gelekî kevin e. Mesela Herakleîtos, berhemên xwe bi zimanekî tevlîhev û dadayî dinivîsand û digot ku; “ ez berhemên xwe ne ji bo ku hemû kes fêhm bikin dinivîsînim. ” 

Di vê xalê de wek tê dîtin; wiha tê bawerkirin ku, çalakiya ronîkirinê ( serwextkerî ) bi tenê di bin yekdestiya rewşenbîran de ye. Lê piştra, derbirîna biwêja rewşenbîr wateya xwe ya berê winda kir, ku li gorî vê wateyê rewşenbîr, wek piştgirê hilweşandina sazûmana civakî dihatin hesibandin. Herweha li gorî vê nêrînê rewşenbîr, ji civakê jî dûr dihatin dîtin. 

Piştî vê guherînê ji bo derbirîna biwêja rewşenbîr, wateyekê nû hate pejirandin, ku li gorî vê wateya nû jî rewşenbîr, rasterast ne bi destê xwe be jî; di esasê de bi zêhna xwe, karekî giran tîne cîh. Piştî vê rewşê, di civakê de biwêja rewşenbîr ji bo wan kesên ku di warê teknolojî û îdarî de dixebitin û bi navê “ pêsariyên spî- white collared ” têne naskirin, hate bikar anîn. Peyva çîna rewşenbîr, ji peyvên ilm û pîşeyê, şumûldartir e. (C. C. ZİMMERMAN. 1964. Rp: 77) 

Di civakê de bi giştî, hebûna du celeb karên mirovî tê pejirandin: 

1- Karên bedenî

2- Karên zîhnî 

Li gorî angaşteke kevin jî tiştê ku, wesfa bingehîn a rewşenbîriyê destnîşan dike, karê zîhnî ye. Li gor vê angaştê rewşenbîr, di civakê de komnetewok in (tebeqe) û bi karên zîhnî mijûl in. Li gorî nêzîkayîtêdaneke duyemîn jî; rewşenbîrî, li gorî pîvana erk û asûna rewşenbîran tê nirxandin. 

Di vê mijarê de sê (3) dahûranî dertên pêş. Dahûraniya yekemîn ji aliyê KAUTSKY ve hatiye pêşkêş kirin ku, li gorî vê angaştê rewşenbîr kapîtalîst nayê dîtin. Asta wî ya jiyanê, wek burjûvayan e û ew bêgav e ku, demeke dirêj xwe di heman astê de bihêle. Lê rewşenbîr di heman demê de bêgav e ku, hilberîn û hêza keda xwe bifroşe jî… 

Rewşenbîr, li hemberî karkeran nakeve tu rewşên  dijber jî. Belam, rewşa wî ya di jiyanê de û şert û mercên wî yên jiyanî, naşibin yên karkeran û ne mîna rewşa wan e.

Di vê xalê de dijberiyeka ku ji vê rewşa mentalîteyê û di şeklê ramanê de, dijberiyek vekirî (kifş, diyar) dertê holê. 

Di dahûraniya duyemîn de jî, rewşenbîr wek grubekî têne dîtin û ji wan re “ rewşenbîrên îdeolog ” tê gotin. Wezîfeya rewşenbîrên îdeolog; meşrûkirin û peyitandina gruba çalak e. Ev rewşenbîr ew kes in ku, hemû qabiliyeta xwe arasteyî sazûmana bicîhbûyî dikin. 

Ev rewşenbîrên ku vî karî pêk tînin, gerubekî biçûk in û hemû rewşenbîr, karekî bi vî rengî pêk naynin. Di dahûraniya sêyemîn de jî; gelek rewşenbîr, li cem hêza çalak cîh digrin û ramanên wan diperêzin. Çawa ku beriya şoreşa burjûva li cem aderan (esîlzadeyan) cîh digirtin; piştî şoreşê jî, li cem burjûvaziyê cîh girtin. (F. Bon, M. A. Burnier 1971. Rp: 11) 

Ramanwerê GRAMCİ, li ser kar an ramanan, damezrandina danasîna (pênasa) rewşenbîran red kiriye. 

Li gor nêrîna GRAMCİ: Di hemû çalakiyên mirovî de hêleka ku bi zekayê re têkildar e heye; lê hemû kes, di civakê de wezîfeya rewşenbîran pêk naynin. 

Gramci, vê wezîfeyê wiha diwesfîne: Her grûbeka civakî ku di cîhana hilberî de dertê holê; ne tenê di qada aborîyê de, herweha di qada siyasî û civakî de jî çend komnetewokên civakî tîne holê. 

Kapîtalîst bi xwe re; teknîsyenên sanayiyê, zanyarên siyasî û aboriyê û rêxistinkarên hiqûq û kulturekê nû jî, diafirînin. Erka rewşenbîran; pêşnûmakirina rêkûpêkiya zanayî û teknîkên zanistî û ezmûnî ye û bo berhemekî, veguherandina wan e. 

Ya herî kêm hemû serkarên kargehan peywist e, ku xwediyê kapasîteya rêxistinkariya civakê bin. Ev rêxistîbûn, dewletê jî diguncîne. Rewşenbîr bi awayekî organîk, bi wê grûba civakî ku girêdayê wê ne; dertên holê.  (F. Bon. M.A. Burnier 1971. Rp: 14) 

Her grubeka civakî, dikare rê ji derketina rewşenbîran re veke. Gelek grubên civakî, di derketina holê a rewşenbîran de ne xwediyê berjewendiyekî ne. Lê di civakê de grubên herî girîng; ku di civakê de komnetewokên desthilat in an jî wê bibin desthilat, pêdiviyeka wan a mezin bi rewşenbîran heye. 

Komnetewoka rawşenbîr a organîk di gruba desthilat de, ( li civakên rojava, burjûvazî ) navenda dahûrînê pêk tîne û seranserê welêt berpirsiyariya serwextbûn, rêxistîbûn û hayîdarbûnê, digre ser milê xwe. Komnetewoka rewşenbîr bi awayekî organîk berjewendiyên wê gruba kup ê girêdayî ye dide nasandin û wiha dike kul i desthilatê (îktîdarê) bimînin. 

Komnetewoka rewşenbîrên serwer, du fonksiyonên civakî tînin cîh: 

1- Erka desthilatiyê. ( Di hemû astên civakê de rê li gruba çalak vedikin. )

2- Erka zanayiyê. 

Lewra, ji bo ku civak di rêyeka baş de be û wiha jî bimîne; peywist e, ku zanayiyê di destê xwe de bigrin. Ev komnetewok ne li desthilatê ye; lê derbirîna, desthilatiya beşa çalak e. Komnetewoka rewşenbîr hewl dide da ku, ji hêla nêrîna gerdûnî ve têbigihêje cîhana civakî. Komnetewoka rewşenbîr ya serwer, wesfên gerdûnî dide ramanên xwe û wan; wek ramanên aqilane û gerdûnî, yên yekta nîşan dide. (F. Bon.  M. A. Burnier 1971. Rp: 18- 19) 

Di serdema  navîn de celebek komnetewoka civakî a ku, bi awayekî organîk  girêdayê gruba çalak bû; dêra serdema navîn bû. GRAMCİ dibêje çavkaniya vê kategoriya rewşenbîran, “ arîstokrasiya axê (erd, zêvî) ” ye. Di babeta pesndana saziya feodal de dêrê, piraniya erkên rewşenbîriyê di destê xwe de digirt. Dêr ew sazî bû ku, saziya feodal şirove dikir, meşrû dikir û tegehên xwe yên resen yên derbarê mirov û dinyayê de, dikire malê hemû civakê. 

Dêr dibû mêzêna civakê û kartekêra avabûnê. A ku zanayiyê di destê xwe de digirt, dewlemend dikir, sansûr û belav dikir; dêr bû. Di heman demê de dêr, navenda jiyana artîstîk û kulturî bû. Gurza ku dêrê bi arîstokrasiya axê ve girê dide, nîşana têkiliya tebeqeya organîk û wê  grubê ye, ku rê li zayîna wê vedike. 

Rahîb di wateyeke rasteqîn de, ne arîstokrat in. Lê dêr, rasterast girêdayê saziya feodal e. Dêr roleka din jî, ku di esasê de rola tabeqeya organîk e; dilîze:

Dêr, erka asîmîlasyon û şêwegirtina bijarteyan (elîtan) jî tîne cîh. 

Ader, xwediyê bunyeyeka dadayî ne. Li hemberê vê yekê; bunyeya dêrê, ji wan kesên ku jêdera wan gundîtî û burjûvazî ye û xwedîwesf in re, vekirî ye. Di vê bandêrê (rejîmê) de dêr, ji bo serkeftina civakî wê bibûya bingeh. (F. Bon. M. A. Burnier: Rp: 18- 19) 

Li gor nêrîna LİBSET jî; rewşenbîr, lodeka civakî ye û ev loda civakî, ji afiraner û pêkhenerên çandeka nû pêk tê, ku ew jî ji mirovên wek zanyar, hunermend, nivîskar, mamoste û rojnamegeran pêk tê. Her weha mirovên wek hiqûqzan, doqtor û yên ku di karê serbest de ne jî, ew di loda rewşenbîran de cîh digrin. Çimku ew jî, pêkhenerên vê çanda nû ne. 

Bi gotineka kurt; ji afiraner, belavker û pêkhenerê kulturê re, rewşenbîr tê gotin. 

Li gor LİBSET; rewşenbîr xwe wek rexnekerê civakê dibînin, meyla guhartina civakê nîşan didin û gelek caran, dibine biyaniyê bandêra civakî. 

Niha jî ez dixwazim wek beşa dawî, ramanên RAYMOND ARON vebiguhezînim we: 

Danasîneke misoger a rewşenbîran, gelekî dijwar e. Çimku ev danasîn, li her welatî û di her bandêrî de wateyên cihêreng werdigre.  Ez ji we re pêşniyar dikim ku, hûn ji têgehekê şêweyî û raser- dîrokî (supra- historique) dest pê bikin. Li her derê û demê de rewşenbîr ew kes in ku, kulturê di destê xwe de digrin û dewlemend dikin. Ev kultur jî, wek zanist, wêje û hunerê, tê aqilê mirovan. Ji van kesan re, rewşenbîr tê gotin. Wê ezê ji vê danasîna (pênasa) şîlo dest pê bikim û çend teybetmendiyên dema me, aresteyî we bikim: 

1- Civakên sanayiyê, ji hemû kesan re wesfeka rewşenbîriyê mecbûr dikin û ev civak, bi awayekî misoger bi zêdebûna pîşeyên “ karên ne bi desta ” tê wesfandin. Mirov dikare hemû kesên ku bi wan pîşeyan mijûl in, tevlî vê qategoriyê bike. 

2- Rewşenbîrên ku ji bo karên pevrayî ( kolektîf ) rasterast xwediyê wesfeke sûdewar in, di civakê de her diçe di rêza yekemîn de cîh digrin. Civakên nûjen rewşenbîr û teknîsyenan, wek mirovên herî sûdewar dinirxînin. Di vê meylê de mirovên beyî ku, li benda hatiniyeke bin çalakiyên xwe pêk tînin û bi afirandin û vekolanên xwe; zêde balê nakşînin ser xwe ku mirovên xwedîkultur in, wek rewşenbîr nayêtin danasîn. Lê berevajiya vê yekê, mirovên ku ji bo birêveçûna ekonomiyê xwediyê zanayiyeke jêneger in, wek rewşenbîr an entelîjansiya (intelligentsia) têne danasîn. 

Li Yekîtiya Sovyetê entelîjansiya, hemû rêveberan (les cadres) diguncîne. 

3- Hejmara belavkarên kulturê, bi awayekî bêpîvan zêde dibe. Ji ber zêdebûna xwendekaran, hejmara profesoran jî bivênevê zêde dibe. Ji ber ku hejmara xwendevanên rojnameyan zêde dibe, hejmara rojnamevanan jî zêde dibe. 

Di civakên wek yê me de ( Tirkiye- A. Y. ) rewşenbîr, profesyonel in. Vekolan an raman, êdî wek erkekî an jî wek karekî xweşik nayê dîtin, zêdetirê vê yekê; wek rêya (şiklê) serkeftina jiyanê tê dîtin. 

Di roja me ya îroyîn de bivênevê, hemû fîlozof profesor in; lê em nikarin bibêjin ku, ev bûyer gerdûnî ye. Her diçe rewşenbîr, zêdetir dikevin rewşa teknîsyenan; bivênevê xwediyê zanayiyeke qismî ne, ku mirov dikare vê zanayiyê bikar bîne û vebiguhêzîne… 

Li hemû welatan wêjezan wiha têne nîrxandin ku, ew xwediyê teknîka ji nû ve nivîsandinê ne. Wêjezan bi rêya vê teknîkê, tiştên ku berê ji aliyê kesên din ve hatine nivîsandin; wan ji nû ve dinivîsîne. 

ji nû ve afirandin (le rewriting) wek karekî baş tê dîtin û pereyekî baş jî tîne… 

Di kovarên Emerîqî de anonîmtiya gotaran û nivîsandina wan ya ji aliyên ekîban (tîm) ve, wan meşrû dike. TİME bi rastî jî, berhemeke hevpar e. Çend nivîsevan têne cem hevdu û gotaran dinivîsînin.

(R. Aron, 1964, Rp: 297- 300)

Li hemberê vê peresanê (evrîmê) rewşenbîrên kevneşoperest, bi awayekî ji ber xwe ve; li ber xwe didin. Dema ku rewşenbîr tê gotin ne tenê doqtor, mihendîz an jî parêzer têne bîra mirov. Di heman demê de alimên olî, ku carinan wek pêxemberan têne dîtin; tê bîra mirovan. Sedemê vê yekê jî ew e ku, ev mirov ne tenê ji ber zanyarî an pîşeyê (meslekê) xwe; lê ji ber ku ew xwedîerdem û xwedîkultur in, mafê wan ê gotinê heye û ji ber ku xwediyê kapasîteyeke wiha ne, ew rewşenbîr têne dîtin. (R. Aron, 1964, Rp: 300) 

Em ji van daneyan dest pê bikin û hewl bidin da ku çend danasînên rewşenbîran bidin: 

Ya yekemîn ku wê ez ê navê “ rast ” lê bikim, rewşenbîran (intellectuels) bi entellijansiya (intellgentsia) re yek (wekhev) dibîne. Li gor vê danasînê rewşenbîr, di civaka sanayiyê de wezîfeya berhêlîkirinê tînin cîh û xwediyê kapasîteyekê teknîkî ne. 

Danasîna duyemîn ew danasîn e ku, di dewra yekemîn ya destpêka endustrîbûnê de hatiye pejirandin. Di dewra belavbûna şarîstaniya rojava de meyleka wiha hebû, ku hemû mirovên zaningehê diqedandin; bi navê rewşenbîr dihatin wesfandin. Li bakûra Afrîkayê hege mirovek du- sê salan biçûya zaningehê; rewşenbîr dihate dîtin. 

Li gor danasîna (pênasa) sêyemîn jî rewşenbîr ew kes in ku, xwediyê pisporiyeke taybet a disiplînekê ne û di heman demê de jî; ji bilî pîşeya (meslekê) xwe, xwediyê desthilatiyeke exlaqî û siyasî ne jî. Li Fransayê baweriya giştî, ev tîpa sêyemîn e. 

Ji bilî çalakiyên xwe yên pîşeyî, yên ku heta ji dest tê wek rewşenbîran dijîn û difikirin; rewşenbîr têne dîtin. ( R. Aron, 1964, Rp: 301) 

Me li jorê hewl da ku li gor nêrîna çend ramanwerên cuda, danasîna rewşenbîran bidin. Niha jî em ê hewl bidin ku bikaribin di perspektîfeke dîrokî de li ser rola rewşenbîran ku di qonaxên cihêreng yên civakî de leyîstine, rawestin û van babetan şirove bikin. 

Di qonaxa pêşîn ya civakî de ku, di vê qonaxê de civakê xwe wek eşîret an jî qebîleyan birêxistî dikir; hat dîtin ku rewşenbîr, efsûnbaz û mirovên kal (pîr) in.Girîngiya rol û asûna wan li gor pîvana alîkariya serpereştê qebîleyê, kêm an jî zêde dibû. 

Di dema Antîk Yewnanê de rewşenbîr bi zanist, felsefe û hunerê mijûl dibûn û şêwirdarî û dersdariya mirovên desthilatdar dikirin. Berî Zayînê di sedsala V. û IV. – an de ramanwerên sofîst, hunera “ axaftina xweşik ”  (rethorîque) fêrî mirovan dikirin, ku ev yek di wê demê de bo serkeftinekê siyasî bêgav dihate dîtin. Sofîstan debara xwe, bi hatiniya dersdariyê pêk dianîn û bi piranî, ders didan zarokên Arîstokratan. (A. Şenel, 1968. Rp: 29-30) 

Di qonaxa feodal a civakî de zanist, felsefe, olzanist û çalakiyên zîhnî; ên wek hunerê, di destê zilamên olî de bû. Dêra ku bi xêra bexşan bibû xwediyê erdên (zêvîyên) mezin, di dewra dawîn ya feodalîzmê de di qadên civakî, ekonomîk û siyasî de serwer bû. Bi vî awayî zilamên olî, bi begên feodal re bûne şîrîkê îktîdarê. 

Di dewra Antîk Yewnan û Romayê û li Ewropaya serdema navîn di dema derbegîtîyê de şuxlên bo hilberandinê, bêrûmet û wek şuxlên kolê û serfan, hatine dîtin. Di pergala feodal de bi pêvajoya endustrîbûnê re, berevajiya begên feodal; muteşebîs bêgav bû ku, bi awayekî çalak hilberandinê bike. Peywistbû ku şuxl di civakên sanayiyê de wateyeke nû bistîne; nexwe, wê tu rûmeta çalakbûna muteşebîsan tune bûya. 

Luther û Calvîn, vê rûmetê dane kar û şuxlên bo hilberandinê. Nemaze, Calvîn çalakiyên bo dinyaya din û çalakiyên bo hilberandinê ji hevdu cuda kir, pêşiyê da şuxlên hilberandinê û ew rûmeta ku ji bo muteşebîsan peywist dihate dîtin, da wan. Di destpêka endustrîbûnê de li welatên rojava, hem sermiyan û hem jî rêvebirina sermiyanê, di destê muteşebîsan de bû. 

Di hemû veberhênanên xwe de muteşebîsan, bi serê xwe biryaran didan. Pêşveçûna teknîkî hewqas zû bi zû bi pêş ve diçû ku, kargehên mezin û organîzebûna wan wek dêw û muteşebîs jî, wek qambostan (acûcan) man. 

Hasilê mirov dikare bibêje ku, bi berfirehbûna avahiya teknolojîk û organîzebûna wê ya civakî re kar, (şuxl) ji pêkanîn û birêvebirina şexs û malbatekî derketiye. 

Pêdiviya sermiyanê ya vê avahiya mezin a teknolojîk, bi awayekî bêsînor zêde dibû. Hêza muteşebîs û şîrîkatiyên malbatî ne bes bû ku, bo vê avahiya teknikî – rêxistînî têra xwe fînansmanê peyda bikin. 

Beramberê vê pêşveçûn û guherîna civakî, bo veberhênanên nû; peywist bû hemû çavkaniyên diravî werin bikar anîn. 

Ji ber vê sedemê bi rêya senedên pişkî (hisse senedi) hewl dan, ku vê fînansmanê peyda bikin. Di encamê de şîrîkatiyên (şirketên) mezin, ku girseyên gel têde xwedîsermiyan in, hatin damezrandin; sermiyan û rêvabirina sermiyanê, ji hevdu veqetiya. Yên ku sermiyanê bi rê ve dibin rewşenbîr in; lewra, ew di civakê de zanayiyên ku hene, di destê xwe de digrin. 

Di bin ronahiya zanayiyên li jor de; gelek ramanwer wiha bawer dikin ku, di civakên wê de yê sanayiyê de wê rêveberî bikeve destê rewşenbîran. 

Ji bo danasîna rewşenbîrên vê dewrê de têgehên wek teknokrat, burokrat, tekno- burokrat, entelijensiya, (intelligentsia) û merîtokrat, hatin bikar anîn. 

Em hinekî behsa van ramanweran bikin: 

Wright Mills di vê babetê de wiha dibêje: “Di şanogeha (dika) kapîtalîzmê ya pêş de, yên ku maqamên sanayiyê vegirtine; rêveberên kargehên mezin in. Ew nûneriya elîtên civaka nû ya ekonomîk dikin, tiştên ku herî zêde têne xwestin wan di destê xwe digrin, mirovan behrêlî dikin û projeyên mezin diafirînin… 

Ji demeka kevin ve tê zanîn ku, xwediyê malên bazarê û rêveberên wê; ji hevdu veqetiya ne û ê yekemîn, xwediyê hêzeka nerasterast e. Lê bi awayekî giştî, ji destpêka serdema me ve û heta roja me ya îroyîn, şoreşeka rêveberiyê tê dîtin û wiha tê fikirîn ku, wê ev rêveber dewsa (şûna) xwediyê milkên mezin bigrin û wê bibin çîna rêveber ya siberojê. (pêşerojê, diwarojê) (C. W. Mills, 1966. Rp: 122- 123) 

Li gor nêrîna Alaîn Touraine: “Grûba çalak a nû, nikare berpirsiyariya veberhênanan hilgire ser xwe û xwedî li kezencê derkeve. Ev grûb ji wan kesan pêk tê ku, ew bi tenê veberhênanên nû pêşnûma dikin.  

Îdeolojî û xizmeta wan, îdeolojiya dewlet û ekonomiyê ye; ya wê partiya ku li îktîdarê ye, exlaqê wan exlaqê sedemîtiyê ye, vebizava wan jî; ji fermankirinê zêdetir, berhêlîkirinek e… 

Prensîba beşa rêveber ya berê, xwedanî (mulkiyet) ye. Lê prensîba beşa rêveber a nû, alîkariya zanayiyê ye. Ango, bi asta perwerdeyê tê destnîşankirin… 

Teknokrasî, di heman demê de merîtokrasî ye jî. (Meritocratie) Merîtokrasî, çavdêriya mirovên xwedîdiplome dike û kesên ku nû beşdarê berokê dibin, wan dide bijartin. (A. Touraine, 1975. Rp: 9) 

Dahrendorf û Galbraith jî, heman ramanê parve dikin. Di bin ronahiya van zanayiyan de mirov dikare bibêje ku, wê rêveberiya civakên wê de yê sanayiyê di destê tekno- burokratan de be; an jî dertê holê ku, wê bikeve destê wan. 

Em jî beşdarê vê ramanê dibin. Lê em dibêjin ku, wê ev dewr gelekî kurt be. Teqla (rîtma) pêşveçûna teknolojîk, wê di kurtedemekê de rê li guherîna sîstema civakî û avahiyên wê veke û wê di demekê kurt de guherînên mezin pêk werin. 

Ji ber ku heta roja me ya îroyîn daneheva zanayiyê di bin kontrola beşeke civakî de bû, vê yekê; asûneke biîmtîyaz dabû wan. Em ji vê beşê re bi kurtî, dibêjin rewşenbîr. Heta roja me ya îroyîn mirovan hewl dane ku, ji bo pêdiviyên xwe yên hovane; wek xwarin, vexwarin, wergirtin û vehewînê, (sitariyê) hilberînin. 

Bi destê tiştan hilberandina tiştan jî, ku di serdema me de dest pê kiriye û her diçe belavtir dibe; mizgîniya qonaxeka nû a civakî dide me. 

Niha jî bo peyitandina ramanên xwe, ez ê hewl bidim da ku bikaribim çend zanayiyan vebiguhezînim we: Di qonaxa otomasyonê de em dibînin ku hêza kedê, di pêvajoya sanayiya çêkirinê (îmalatê) de li derve tê hiştin. Di vê dewrê de makîne, bo hilberandinê êdî xwe bi xwe; xwe amade dikin, kontrolê dikin, hildibirînin û xwe kontrol dikin. 

M. Gardellînî: “Hege makîneyek pêdiviya hêza mirovî îfade bike, wê demê ev yek; mekanîzasyon e. Lê hege makîne beyî ku pêdivî bi hêza mirovî bibîne; xwe bi xwe hilberandinê bike û xwe kontrol bike, wê demê di vir de otomasyon heye.” 

M. Chevillotte jî wiha dibêje: “Di otomasyonê de têkilîpêanîna mirovan, ji holê radibe.” (O. Tuna. N. Ekin. Rp: 16) 

Bi hatin û bikaranîna otomatîzasyon, sibernetizasyon, şimîzasyon (chimisation) û hwd re, êdî karên (şuxlên) hêsan ji holê rabûne. Ev teknîkên navborî, rasterast hemû kirarîyên (îşlemên) teknîkê tevlî sîstema hilberandinê dikin û mirovan, dahf didin derveyê hilberandinê. 

Tê dîtin ku şuxlên mirovî, ber bi çalakiyên afirandêr ve têne guherîn. Çalakiya zanistî, teknîkî û afirandêrî, bi temamî karekî cuda ê mirovî ye û ne karekî basîd ê sanayiyê ye. Lewra, ew qutbûniya ku di navbera derfet û armancên mirovî de hebûn; ew ji holê rabû ne. (Richta, 1974. Rp: 130) 

Şoreşa zanistî û teknîkî, li ser hêza mirovî ya afirandêr hate damezrandin… 

Di bin ronahiya van zanayiyan de dema ku mirov li bûyerê mêze dike, bi awayekî vekirî tê dîtin ku wê di dinya pêşerojê (siberoj, diwaroj) de hemû mirov bibin rewşenbîr. 

Çalakiyên afirandêr, wê ji layê rewşenbîran ve werin afirandin. Heta roja me ya îroyîn ji ber ku ew xwediyê daneheva zanayiyê bûn, ew wek mirovên biîmtîyaz derketibûn pêşiya me. Ger di pêşerojê de rewşenbîrbûna hemû mirovan were pejirandin, wê demê wê di civakê de komnetewoka rewşenbîran jî ji holê rabe. 

Daneheva zanayiyê ku mîrata hemû mirovahiyê ye, wê bibe malê hemû mirovan. 

Prof. Dr. ONAL SAYIN

 Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.com 

ÇAVKANÎ: 

1)  ARON R: La Lutte de Classe, Parîs, 1964, Gallimard 

2)  BON, F.., BURNÎER, M: Les Neuveaux Intellectuels, Parîs, 1974, Seuil. 

3)  MILLS, C.W. : Les Cols Blancs, Parîs, 1966, Peints. 

4)  RİCHTA, R : La Civilisation au Carrefour, Parîs, 1974, Seuil. 

5)  TOURAİNE, A: Anciennes et Neouvelles Classes Sociales, Nanterre, 1975, Faculte des Letteres. 

6)  TUNA, O.- EKİN, N. : Otomasyon, Stenbol 1970, weşanên Fakulteya Îktîsadê. 

7)  Zimmerman, C. Wergêr: KURTKAN, A: Dersên Sosyolojiya Nû. Stenbol, 1966. Weşanên Fakulteya Îktîsadê. 

Serf: Di dema pergala derebegîtiyê de koleyê ku bi erd û zêviyan re hatine kirîn û firotin. 

Civakên wê de yê sanayiyê: Civakên ku ji dewra sanayiyê derbas bûne. 

Çavkaniya Gotarê: Semîner 2/3. Pirtûka vekolanên felsefe, perwerde, psîkolojî, civaknasî û Antropolojiyê. Weşanên Zaningeha Egeyê. Berfenbar 1983- Çileyapaşîn 1984. Çapxaneya Tîcaretê/Îzmîr. Rp: 121- 128.

Bersivekê binivîsin