Rewşa Ramana Felsefî ya Beriya Yewnana Kevin

Rewşa Ramana Felsefî ya Beriya Yewnana Kevin

Rewşa Ramana Felsefî Ya Beriya yewnana Kevin| Ali Gurdilî

Di olên welatê Çîna Kevin, Hînt û Îranê de û di mîtolojiya wan de, rast e ku li ser xweza û wateya jiyana mirovî gellek ramanên kûr yên felsefî hene. Heta mirov dikare bibêje ku di olên çînî û îranî de heyîn herdem di nav dijayetiyek/dijberiyek û pêvçûnekê de hatine şirovekirin. Ango, mirovî dikare bibêje ku di ramana kevin ya rojhilatê de lewneke seretayî ya nêrîna diyalektîkî jî hebû. Ligel vê yekê, di vê erdnîgariyê de mirovî dikare bibêje ku bandûra ol, herdem zêdetir bû. Bi gotineke din: Di ramana rojhilatî ya kevin de felsefe, di bin bandûra ol de maye û wekî hewldaneke serbixwe ku xwe dispêre hêza aqil, derneketiye holê.

Heta mirov dikare vê yekê jî bibêje ku ramanwerên yewnanî gellek ramanên xwe yên felsefîk, ji rojhilatê wergirtine. Belam ramanên ku ji aliyê ramanwerên yewnan ve ji rojhilatê hatine girtin, bi awayekî gellek cuda/cihê hatine sererastkirin û berfirehkirin.

Mesela geometriya Misrê, jiber ku dixwestin lehiya ava çemê Nîlê asteng bikin, derketibû holê û hatibû berfirehkirin. Ji bo vê yekê jî misriyan gellek bendavan ava kirine û nehiştine ku ava çemê Nîlê wekî lehîyekî erdên wan yên çandiniyê di bin avê de bihêle. Ango, geometrî ji bo armanceka pratîk hatibû berfirehkirin û tu carê jî xwe ji vê armanca pratîk rizgar nekiriye û ne bûye zanayiyek serbixwe û sîstematîk.

Belam, ramanweran yewnanî yên berê bi taybetî jî Eukleîdes, van zanayiyên ku xwediyê taybetmendiyên teknîkî û pratîk bûn, sîstematîze kiriye û wan kiriye weke zanisteka teorîk.

Heman tiştî em ji bo astronomiya Babilliyan jî dikarin bibêjin, ku di vê yekê de tu armanceka wan ya olî tune bû. Ev zanayiya Babilliyan jî di destê ramanwerên yewnaniyên kevin de, gihêjtiye asta zanisteka teorîk ya ku bi tenê ji bo armanca zanînê hatiye berfireh kirin û sîstematîze kirin. Dîsa mirovî dikare bibêje ku ev zanist ji bilî armancên pratîk, ji bo armancên teorîk hatiye bikaranîn. Ramanwerên yewnana kevin heman serkeftinê di warê felsefeyê de jî nîşan dane û felsefeyê, ji bandûra ol rizgar kirine û wê kirine weke zanayiyek serbixwe û teorîk.

Felsefe ji bo wan, di warê bidestxistina heqîqetê de hewldanek girîng e. Ji bo vê yekê jî, fîlozofên ku hez ji zanayiyan dikin û zanyariyê girîngtir dibînin, yekem car di erdnîgeriya yewnanî/Îyonyayê de derketine holê…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

26.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/gelo-beriya-yewnana-kevin-ji-ramana-felsefi-u-zanisti-hebu.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin