Dawî...

Destpêk > Nivîs > Civaknasî > Rewşa Awarte, Jiyana Uryan û Kurdistan an jî Dawiya Hiqûqê (2)

Rewşa Awarte, Jiyana Uryan û Kurdistan an jî Dawiya Hiqûqê (2)
Parvebike!

REWŞA AWARTE, JIYANA URYAN Û KURDISTAN AN JÎ DAWIYA HIQÛQE 2

DAWIYA HIQÛQÊ Û DERFETA AFIRANDINA “DAD’EKE” XWESER(R) 

Parêzvan Koçer û Kêmzan Bêwar 

Û “…Divê ji bo ku mirov careke din bikare bibêje ‘em cardin destpêbikin’ xweşbîniyeke pir zêde hebe.

Divê cardin destpêkirin pêkan be.” (Foûcaûlt, 2011) 

  Piştî kirinên dewletê yên li bakurê kurdistanê gelek caran reşbîniyek cem me jî peyda dibe lê divê cardin em bikarin dest bi berxwedanekê bikin. Divê em bikarin “bersivên” xwe yên di derbarê komkujî û qirkirinên niha li kurdistanê diqewimin de bidin. Loma em dê di vê gotarê de bixwazin dahûrîna kirinên dewleta tirk û li hemberî vê yekê jî helwesta siyaseta kurd şîrove bikin. Xwe me di gotara yekem de(Felsefevan, 15.12.2015) wêneyekê desthilatdariya tirkiyê kişandibû û me bi riya têgehên “rewşa awarte, jiyana uryan û homo sacer” xwestibû rewşa kurdan a îroyîn şîrove bikin. Wekî me di gotara yekem de anîbû ziman êdî li kurdistanê em nikarin qala hiqûqekê bikin.

Êdî dewleta tirk bakurê kurdistanê raste rast bi riya “rewşa awarte” (ya ku xwe li ser hilawestîbûna/kirina makezagonê/hiqûqê xwe sazkiriye) rêvedibe. Ji ber ku her desthilatdariya ku dikeve vê rêçê “Hîtler, Mousoloni, Stalîn ew ne dîktator bûn ev kes bi riya rewşa awarte bi yen din re jiyane. Ji aliyê hiqûqî ve ew ne dîktatorbûn” (Agamben, 2006: 60-61) xwe li ser afirandina rewşa awarte avakirine. Me di gotara yekem de bi awayekî berfireh qala vê yekê kiribû. Di vê pêvajoyê de li kurdistanê piştî dawî lê anîna hiqûqê me qirkirin û komkujiyên serrhovîre şahidî kir. Li Cizîrê, Farqînê, Sûrê, Dêrikê, Silopya, Geverê, Şirnexê, Nisêbînê û bi giştî li seranserê bakurê kurdistanê me dît ku bîyosiyaset bi riya bîyodesthilatekê ve çewa ji bo wêrankirinê tê bikaranîn. Dîsa me dît ku di nava bajar û navçeyên têne kuştin de kurdên ku êdî bûne “homo sacerên” vê dewletê li ser heyîna rewşa awarte bi çi awayî rastî komkujî û jenosîdê dibin

(ji bo van kirinan bnr. raporên: Tihv)

Di wê gotarê de me gotibû piştî hilawestîbûna hiqûqê dê hiqûqeke nû were. Wekî ku tê zanîn eger dawî ji bo tiştekî were hingê destpêkek jî dê ji bo tiştekî din bê. Ev yek ji bo hiqûqê jî derbasdar e. Loma li vir em dê hewl bidin bingeha vê “hiqûqa nû” ya me gotibû bigerin (ev hiqûq dê ne hiqûq be!) Ji bo vê yekê em dê li vir bi riya çend rêçikan dest bi lêgerînekê bikin(ji bo em xwe bigihîjînin zozanekî herî bilind û herî asê rê nîn in lê rêçik bêjimar in. Loma em dê tenê di vê gotarê de qala rêçikan bikin)

Niha divê em ji bo xwe hin rêçikan kifş bikin. Loma di beşa yekem a vê gotarê de em dê bi taybet berê xwe bidin Walter Benjamîn û Jaqûes Derrîda. Li ser nêrînen wan ên di derbarê “hiqûq” û “dadê” de em dê hewl bidin rewşa kurdistanê şîrove bikin. Em dê li ser têgeha “tundî” (violence) yê vê yekê bikin. Loma em dê li ser van pirsan herin. Têkiliya hiqûq û tundiyê bi çi awayî bi hev re çê dibe? Tundî bi çi awayî hiqûqê diparêze? Ji bo saz/avakirina hiqûqê “tundî” çewa tê bikaranîn? Dewleta tirk niha bi riya vê tundiyê li bakurê kurdistan û tirkiyê li gor kîjan armancê tevdigere? Gelo îro li bakurê kurdistanê gengaz e ev dij-tundiya li hemberî dewlata tirkiyê ji bo pergaleke li ser “dadê” xwe avabike derfetekê biafirîne?

Di gotara yekem de em taybet li ser nêrînên Agamben rawestiyabûn. Agamben ramanên xwe li ser nerînên foûcaûlt û ew dijberîya di navbera Carl Schmîtt û Walter Benjamîn de hebû avakiribû(Schmîtt di serdema Hîtler de alîgir û teorîsyenî polîtîkayên Nazîyan bû). Di beşa duyem a vê gotarê de em dê li vir bixwazin li ser nêrînên Gilles Deleûze û Felîx Gûattarî cudahiya faşîzm û totalîtarîzmê diyar bikin. Bi riya vê yekê jî em dê hewl bidin kirinên dewleta tirk ên ji bo domandina mêtingeriya xwe ya li kurdistanê şîrove bikin.

            Walter Benjamîn û Bi Riya Tundîyê Ji Nû Ve Saz/avakirin û Parastina Hiqûqê

            Ji bo em ev tundiya îro li kurdistanê ji hêla dewleta tirkiyê ve tê kirin fêm bikin divê em berê xwe bidin Walter Benjamîn. Benjamîn di serdema Hîtler de dijiya û beyî ku Hîtler jenosîdê (holucaust) pêk bîne di gotareke ku di sala 1921an de nivîsandî de qala têkiliya hiqûq û tundiyê dike. Di wê gotarê de Benjamîn dijî hiqûqa heyî û hiqûqa ku bi riya tundiyê dixwaze xwe saz/ava bike qala hiqûqêke cuda dike. Bi riya vê hiqûqa nû Benjamîn dixwaze derfeta şoreşekî nîşan bide. Lê 12 sal piştî vê gotara Benjamîn Hîtler faşîzma xwe li ser cihuya disepîne û hemî firerengiya Almanyayê ji bo projeya xwe ber bi jenosîdekê ve dibe. Ev gotar ji bo ku em bûyerên îro li kurdistanê rûdidin û ji bo em ev tundiya ku îro dewleta tirk li ser erdnîgariya kurdistan û tirkiyê dike fêm bikin ji me re rêçikan nîşan dide. Loma jî em dê bi kurt berê xwe bidin benjamîn û em dê bixwazin dahûrîna wî ya li ser tundî û hiqûqê ye şîrove bikin.         

Benjamin bi rexneya tundiyê dest bi gotara xwe dike. Benjamîn dibêje erka rexeneyeke tundiyê ew e ku bikaribe têkiliya tundiyê ya bi hiqûq û dadê re ye derxîne holê û ew çarçoveya têkiliya di navbera tundî û sincê de heye ji hêla têgehên hiqûq û dadê ve tê xêzkirin. Li gor Benjamîn li vir têkiliya di navbera armanc û alavan de heye girîng e. Loma pirsekê dike û dibêje: “heger tundî ji bo armancên dadwer be jî dîsa sincî ye?” (Benjamîn, 2010: 20). Benjamîn diyar dike ku di felsefeya hiqûqê de ev pirs li derve tê hiştin. Angaşta hiqûqa xezayî ew e ku “tundîtî” rewşeke sirûştiye. Ji ber vê yekê “hiqûqa xwezayî” ji bo armancên dadwer bikaranîna tundiyê de pirsgirêkekî nabîne. Lê raste rast berovajî vê yekê angaşta “hîqûqa pozîtîf”  diparêze ku bingeha tundiyê ya dîrokî heye.

            Benjamîn di navbera van her du hiqûqan de cudahiyekê dike. Li gor Benjamîn gihîştina armancên dadwer tenê bi tenê bi riya alavên ku li gor hiqûqêne dikare bibe û alavên ji bo hîqûqê jî tenê dikare xizmetê ji bo armancên dadwer bike. Hiqûqa xwezayî, dadweriya armancan, bi riya mafdarbûna xwe hewl dide wan alavan rewa bike, lê hiqûqa pozîtîf bi riya hevgirtina alavan a bi hiqûqê re dixwaze dadwerî û mafdarbûma alavan mîsoger bike. Li gor Benjamîn rêgezên hiqûqa xwezayî nikare di derbarê alavên ku tundiyê nîşan didin de biryarekî bide. Benjamîn dibêje: “… ji ber ku heger li hemberî devjêneberdana alavan hiqûqa pozîtîf kor be hiqûqa xwezayî jî li hemberî diyarkirina dîrokî ya alavan kor e” (Benjamîn, h.b: 21).

Loma Benjamîn qala du tundiya cuda dike. Ya hatiye erêkirin û ya nehatiyê erekirin. Li gor Benjamîn tundiya ku li ser qadekê tê sepandin tenê dikare li gor çarçoveya nirxa wê de were rexnekirin. Benjamîn dibêje ji bo ku em wê tundiyê fêm bikin divê em dîrokê binêrin.  Ji bo vê yekê jî du cure tundiya dîrokî nîşan dide. Loma qala du armancan dike. Ya yekem wekî armancên xwezayî ya duyem jî wekî armancên hiqûqî bi nav dike. Benjamîn dibêje mêla ku kesayetê wekî kirdeya hiqûqî têdigihîje destûrê nade tundiyê. Ji ber ku hiqûq bi riya tundiya hişk gihîştina armancên xwezayî asteng dike. Lê kesayet dixwazin xwe bigihîjin armancên xwezayî. Hingê nakokî derdikeve. Benjamîn li vir tespîta xwe ya girîng dike. Li gor Benjamîn hiqûq ew tundiya di destê kesan de wekî xetereyeke ku dikare hiqûqê tune bike dibîne. Bi vê yekê Benjamîn qala parastina hiqûqe dike. Li gor Benjamîn ji ber ku tundiya di destê kesan de ji bo hiqûqa heyî xetereyekê çêdike hiqûq dixwaze tundiyê ji destê kesan bistîne.

Li bakurê kurdistanê bûyerên ku ev saleke rûdidin careke din nêrînên Benjamîn erê dikin. Ji ber ku dema siyaseta xendek û xwebxwe rêvebirinê li kurdistanê destpêkir û ji bo vê yekê jî li dijî tundiya dewletê tundiyeke hember derkete holê dewletê jî ji ber ku dizanîbû ev tundî dê hiqûqa heyî ya cih bûyî re xetereyekê çebike bi tundiyeke herî hişk bersiv da. Di dewletên nûjen de hiqûq li ser tundiyê yekdestiyê (monopoly) ava dike. Bi gotineke din li ser qada sepandinê dike şirîkan napejirîne. Loma jî dewlet ew qas êrîşkar îro li kurdistanê tevdigere.

Benjamîn şerê navxweyî nîşan dide û dîbêje di şerê navxweyî de aliyê serdikeve her tim ew rewşa nû dertê wekî hîqûqeke nû tê pênasekirin. Loma jî wiha dibêje: “nexwe di bingeh û nimûneya xwe de em ji tundiya leşkerî destpêbikin hemî tundiya berê xwe daye armancên xwezayî tevahî hiqûqê saz/ava dikin. Xwedî wê çewaniyê ne” (Benjamîn, h.b: 25-26). Benjamîn diyar dike ku hiqûq bi riya tundiyê gefan dixwe. Ji bo vê yekê jî cezayê mirinê mînak dide. Benjamîn diyar dike ku hiqûq bi riya sepandina tundiyê li ser mirin û jiyanê hikim dike, bi vê yekê jî li hemî deran zêdatir xwe erê dike.

            Benjamîn dibêje cezayê mirinê bi şêweyekî xeyaletî di polîsên dewletên nûjen de hene. Loma Benjamîn dibêje hêza ewlehiyê taybet di rewşa awerte de lê bi awayekî giştî jî li her devera ku zagon lê tunebin an jî hatibe hilawestî kirin de xwe wekî zagonsaz bi cih dike. li gor Benjamîn ev sazî cudahiya di navbera hiqûqa parêzkar û hiqûqa saz/avakar de heye ji holê radike. Polîs û Hêza ewlehiyê bi riya vê yekê hem hiqûqê saz/ava dike hem jî di her devera ku valahî/tunetiya zagonan lê hebe hiqûqê li gor xwe diafirîne. Benjamîn li ser vê yekê wisa dibêje: “hêza ewlehiyê li hemî deverên ku yasayên vekirî tunebin li ser navê ewlekariya welêt destdirêjiyê dike”

(Benjamîn, h.b: 29).

Du Tundî: Tundiya Mistîk û Tundiya Pîroz (Yezdanî/Xwerû)

Benjamîn her tim destnîşan dike ku sazkirina hiqûqê ne li derveyî tundiyê ye, ji tundiyê ne serbixwe ye. Û sazkirina hiqûqê jî avakirina desthilatdariyekê ye. Benjamîn li ser vê yekê jî qala du tundiyên(gewalt) dîrokî dike. Tundiya razdar/mistîk (mystic) û tundiya Pîroz/Yezdanî/Xwerû. Li wir Benjamîn ji bo tundiya mistîk berê xwe dide mîtolojiya Yewnana Kevnar û mînaka efsane ya Nîobeyê dide. Di vê tundiya yekem de sûcdar sûcê xwe nakşîne û dad nîne. Ev hiqûq ne hiqûqeke belavker û perûdar e. Benjamîn tundiya mistîk wekî tundiya gefxwar, hiqûq saz, sînordar û bixwîn bi nav dike. Lê hemberî tundiya mistîk Benjamîn dibêje tenê tundiya Pîroz dikare bisekine. Loma Benjamîn wisa dibêje: “…heger tundiya mîtîk hiqûqê saz/ava dike, tundiya pîroz hiqûqê tune dike, ya yekem sînordar e, ya duyem sînoran ji holê radike, tundiya mistîk gefan dixwe, tundiya yezdanî derbdar e, ya yekem bixwîn e, tundiya Yezdanî beyî ku xwîn birjîne dikuje” (Benjamîn, h.b: 38).

Li hemberî efsaneya Nîobeyê Benjamîn kabîleya Koreh nîşan dide. Di van her du tundiya de cudahî wisa tê pênasekirin. Tundiya mistîk li ser jiyana uryan tê avakirin. Tenê ji bo xwe tundiya xwînê ye, Tundiya xwerû ya yezdanî li ser hemî îwerên giyanewe, ji bo jîndar an tundî ye. Tundiya mîtolojîk ya hiqûqê xwînê dirjîne di asta jiyana giyaneweran de xwînê dirjîne. Tundiya yezdanî ji bo giyaneweran li ser hemî jiyanê tê sepandin. Bi gotineke din tundiya mistîk bi qurbankirina giyaneweran di hundirê xwe de tatmîn dibe lê tundiya yezdanî ji bo giyaneweran rizgar bike, ji bo giyaneweran jiyanê dike qurban. Tundiya mistîk qurbana dide lê ya yezdanî dipejirîne. Benjamîn dibêje ji ber ku mîrov mirovan dikujin wê diji vê yekê were derketin lê Benjamîn li ser parastina rewa dijî vê yekê derdikeve û tundiya Pîroz re pîvana parastina rewa datîne.

Benjamîn rexneya tundiyê wekî dîroka tundiyê binav dike. Vê yekê jî wekî felsefeya dîrokê dide xuya. Benjamîn li vir êdî armanca xwe ya sereke tîne ziman. Li gor Benjamîn ev her du tundî bi awayekî dîyalektîk li dijî hev in. e. Û dibêje heya ew çerxa di bin desthilatdariya şêweyên hiqûqa mîtîk were şikandin, digel cureyên tundiyê yên ku hiqûq ji xwe re dike bingeh an jî piştgiriyê dike hiqûq hilawestî dibe. “…Û dawiya dawî dema desthilatdariya dewletê ji holê tê rakirin heyameke nû ya dîrokî destpê dike” (Benjamîn, h.b: 41). Benjamîn li vir hişyariyekê dike û destnîşan dike ku ya girîng ew e ku di rewşeke şênber de biryardayîna wê ye. An jî dibêje ya girîng ew e ku dema vê yekê were zanîn. Ji ber ku dibêje tenê dema bandorên wê bêşib bin tundiya mistîk dikare were nasîn. Tundiya pîroz nayê nasîn.

Rexneya Benjamîn a di derbarê tundiyê de girîng e “…hemî tundiya mistîk ên ku avakar in “pîç” in. Di heman demê de tundiya ku ji bo xizmetê tê kirin û diparêze jî ew, a tê rêvebirin jî “pîç” e. Tundiya Pîroz a ku qet û qet nabe alavek wekî tundiya ku hikm dike tê binavkirin” (Benjamîn, h.b: 41). Demek tê Benjamîn dibêje gelo bilî tundiyê çareseriyeke ji bo pevçûnan gengaz e an na. Benjamîn dibêje her çend di nava civakê de (her devera ku alavên xwerû lê hebin), sempatî, hezkirina aştiyê, bawerî û îwerên bi vî rengî yên alavên derveyî tundiyê pêktînin hebin jî Benjamîn dibêje lê ev yek ji girêdayî zagonên heyî ne. Bi gotinek din vê yekê jî dîsa zagon diyar dike.

Eger “Hemî cureyên tundiyê wekî alavekî an hiqûqê saz/ava dike an jî hiqûqê diparêze” (Benjamîn, H,b: 29) ne xwe em dikarin ev tundiya ku îro li kurdistanê derketiya holê jî şîrove bikin. Îro tundiya ku li tirkiyê û kurdistanê derketiye ne li derveyî destnîşankirinên Benjamîn in. Tişta balkêş ew e ku îro li kurdistan û tirkiyê dewlet rasterast ji bo van her du armancan tundiyê bikartîne. Ji bo parastina hiqûqa heyî (ya darebya 12 Îlonê) û ji bo saz/avakirina hiqûqa pergala seroktiyê. Ji ber ku xwe li ser makezagona darbeya 12 Îlonê avakiriye û heyîna xwe di tê de dibîne diparêze. Lê ji ber ku biryar hatiye standin ji bo bîyodesthilateke bêsînor dixwaze bi riya tundiyeke herî hişk hiqûqeke nû saz/ava bike.

Eger ev tundiya dewletê wekî tundiya mistîk were binav kirin gelo em dikarin ev tundiya dij-dewletê ya ji hêla PKKê ve tê kirin wekî tundiyeke pîroz binav bikin. Li gor pîvanên li jor me qala wê kir ev yek her çend pêkan be jî ji ber ku niha ev derfet nîne em nikarin bêjin ku ev tundî tundiyeke “Pîroz/Yezdanî” ye. Eger ev tundî di rewşeke şereke navxweyî de pêkbihatina û ji bo her du aliyan jî hiqûq û zagonên heyî bi tevahî bihatina hilawestî kirin hingê me yê bikarîbûna qala tundiyeke pîroz jî bikirina(tenê wekî ceribandin em dikarin binav bikin). Ji bo vê mijarê em dikarin mînakan ji başûrê kurdistanê (1991) û rojavayê kurdistanê (2012) bidin. Ji ber ku di van her du mînakan de jî tundiyê jo bo şoreşe derfet dît. Bi awayekî “de facto” kurd li van her du deveran niha dibin xwedî statû. Lê li bakurê kurdistanê ev derfet û rewş bi tevahî derneketiye holê. Loma ev tundî tenê wekî tundiyeke astengker dimîne. Ev tundiya astengker li bakurê kurdistanê tenê dikare ji bo rojavayê kurdistanê were xwendin. Loma her çend li bakurê kurdistanê statûyekê niha neyne jî dê statûya rojavayê kurdistanê mîsoger bike/dike.

                   Hiqûqa “Bê”dad û Hilweşangerî

            Li vir em dê bi awayekî kurt bi mijara me re têkildar li ser “dadê (justice)” bisenin. Loma em dê berê xwe bidin Derrîda û hilweşangeriyê. Hilweşangeri (deconstruction) ji hêla Derrîda ve ji bo hiqûqê jî derdikeve pêşberî me. Derrîda li ser vê pirsê: “gelo dibe ku hilweşangerî bikare şiyana heyînê ya dadê ewle bike. Dikare dadê pêkan bike, dikare vegotineke mercên dadê an jî derfeta dadê derxîne pêkan bike?” (Derrîda, 2010: 44) diçe û derfeta dadekê digere. Derrîda li ser têgeha “dadê” radiweste û bi riya îdyoman dixwaze derfeta dadekê nîşan bide. 

            Derrîda diyar dike ku hiqûqeke ku beyî hêzê bikarbîne derfeta sepandinê dest bixe nîşan bide tune. Loma hemî peymanên hiqûqî li ser tundiyê hatine avakirin. Bi vê yekê re girêdayî jî ji bo Derrîda ya girîng ew e ku dê bi çi awayî hêza zagonê û ew tundiya ku hertim wekî nemafdar tê binavkirin ji hevdû were veqetîn. Li gor Derrîda ev hêz ji aliyekê dibe mafdar be, her tim wek rewa tê dîtin (ne tenê ku di xizmeta hiqûqê de wekî alavekî dimîne, ji bo karîna hiqûqê heta ji bo pêkhatina hiqûqê, ew tişta ku cewhera hiqûqê ye) hêz û aliyê din jî ew tundiya ku her tim wekî neqeh tê binavkirin. Derrîda di nava wan her du tundiyê de cudahiyê li ser bêjeyeke Almanî “gewalt” radiweste. Ji ber ku di almanî de “gewalt” hem li şûna tundîyê hem jî li dewsa desthilata rewa tê bikaranîn. “Nexwe gewalt hem tundî hem jî desthilata rewa ye, otorîteya ku hatiyê mafdarkirin e” (Derrîda, h.b: 48).

            Derrîda li ser nêrînên Pascal xwendinekê dike û destnîşandike ku “dad” heya hêzê bikarneyne nikare pêk were. Ji ber ku li gor Pascal dad bê hêz be bê desthilatdar e jî. Derrîda diyar dike ku ji ber ku her tim kesên nepak dê hebin eger hêz tunebe “dad”ê berovajî bibe û eger dad tunebe hêzê her tim were sûcdarkirin. Loma Derrîda dibêje nexwe divê em hêz û dadê bînim cem hev. Lê dibêje ji bo vê yekê jî an divê ya dadwer hêz be an jî ya bi xwedî hêz dadwer be. “Dad wekî dad daxwaz dike ku divê li ser hêzê were dayîn. Nexwe zora hêzê di dadwerbûna dadê de hatiye avakirin” (Derrîda, h.b: 54-55). Derrîda li ser sazkirina hiqûqê radiweste û dibêje di destpêkê de ev sazkirin bi darbeyeke hêzî, performatîf û tundiyeke şîrovekar divê. Li gor Derrîda ev tundiyê hem ne dadwer hem jî bêdad e. Loma Derrîda li vir digihîşe sînorekî û dibêje vegotin rastî hêza xwe ya performtîf tê. Û wê yekê re jî dibêje mistîk.

Derrîda nêrînên xwe li ser hilweşangeriya hiqûqê dike û dozê dike ku hiqûq di cewhera xwe de dikare rastî hilweşangeriyê were. Li gor Derrîda ji ber ku hiqûq hatiye saz/ava kirin, ji ber ku dikare were şîrovekirin û veguherîn, ji ber ku li ser avahiyan deqan hatiye avakirin an jî ji ber ku di bingeha xwe de li ser pênasê nehatiye bingehkirin dikare rastî hilweşangeriyê were hiştin. Derrîda dibêje eger hiqûq dikare rastî hilweşangeriyê were hiştin ev yek ne felaket e heta Derrîda hilweşangeriya hiqûqê wekî şansê siyasal a pêvçûneke dîrokî jî binav dike. An jî vê demê ji ber ku rê ber bi şoreşan re vedike girîng dibîne. Derrîda qala nakokiyekê dike û dibêje hiqûq dikare rastî hilweşangeriyê bibe lê wekî hiqûq dad nikare rastî hilweşengeriyê bê. “…lê ji xwe de dad li derveyî an jî derbastirê hiqûqê dad nikare rastî hilweşangeriyê were. Hilweşangerî dad e” (Derrîda, h,b: 59). Ji ber ku Derrîda hiqûqê wekî tiştekî ku dikare were avakirin dibîne dibêje dikare rastî hilweşangeriyê jî bibe.

Derrîda diyar dike ku sepandina hilweşangeriyê ya li ser hiqûqê hilweşangeriyê pêkan dike. Ji ber ku dad nikare rastî hilweşangeriyê were hiştin derfetê dide ji bo hilweşangeriyê heta nikare ji wê were veqetandin. Loma hilweşangerî, ji ber ku dad nikarî rastî hilweşangeriyê bibe û rewabûna hiqûqê, otorîteya hatiye rewakirin ji ber ku dikare were hilweşandin hilweşangerî di nava vê navberê de derdikeve holê(Derrîda, h.b: 60).

Derrîda “dad’ê” wekî ceribandina nêpêkaniyê binav dike. Derrîda qala dada ku nabe hiqûq dike û dibêje hilweşangerî dînê wê dadê dibe. Li ser wê arizûyê dîn bûye û dibêje ev tişt jî niha di “…dîroka siyasal de bi kurt rastrerast ew tevgera ku niha dîrokê de karîna hilweşangeriyê dike bi xwe ye” (Derrîda, h.b: 73-74). Li gor Derrîda hiqûq ne dad e. Dad dijî hiqûqê derdikeve. Ji ber ku armanca hiqûqê ew e ku her kesî bixe yek şêweyî.  Hiqûq cihekî hesabê ye û tiştekî wekî hiqûq were nasîn hebe dadwer e. Lê dad nikare were hesabkirin, bi riya tişta ku nayê hesabkirin daxwaza hesabkirinê dike. Li gor Derrîda hilweşangerî bi daxwaza dadeke bêsînor zû de hatiyê girêdan. Lê divê li hemberî dadê dadwer were tevgerîn û ji bo vê yekê jî divê ew were bihîstin, were xwendin, şîrovekirin, em bizanin li ku tê û çi me dixwaze, ev tişta ku ji me dixwaze divê bi riya tekane ew were fêmkirin.

Dewleta tirk di roja ku hatiye damezirandin heya niha ti carî pergala xwe li ser “dadê” ava nekiriye. Hiqûq li şûna dadê bi cih kiriye û her tim xwestiye pê vê hiqûqa “bêdad” kirinên xwe rewa bike. Ji ber vê yekê ye dema AKP hat li ser desthilatdariya tirkiyê di serî de dest avêt hiqûqa “bêdad”. AKPê bi awayekî vekirî dest bi guhertinên hiqûqî kir. Ji ber ku AKPê pergala xwe li ser ji nû ve zindîkirina dewleta Osmanî avakiriye dema bû desthilatdar dest bi avakirina “qesran” kir. Bi vê yekê re girêdayî demek şûnda navên hemî dadgehan veguherand “qesrên dadê”. Niha li kurdistan û tirkiyê ev qesrên (bê)dadiyê ji bo hêza “qesra mezin” bidin nîşandin li ser kar in.

Niha di van qesran de şanoyên qesra mezin têne lîstin. Ji bo biyodesthilateke bi vî rengî hûn dikarin vê yekê biceribînin. Zû bikin û berbanga sibehekî ve herin û xwe bavêjin ber derê qesrekê û bikevin hundirê qesrê (ji bo vê yekê dem ne girînge biyodesthilatan têgeha demê ji bo desthilatdariya xwe rakirine. Herdem ev lîstik heye ev lîstik hertim tê dubarekirin ji ber ku desthilatdariyê avadike û diparêze) herin bikevin rûniştinekê û ji xwe re şanoya desthilatdariyê temaşe bikin. Dibe ku bêhna we teng bibe ji ber ku hûn ê yekem kesê temaşevan bin. Li wir du rolê guherbar hene. Dadger û dozger rolên xwe diguherînin gelek caran. Her çend carna dengê parêzerên ku ji bo muwekîlên xwe “formûlan dibêjin”(foûcaûlt, 2005) were jî lê di dawiya dawi dengê çakûçê biyodesthilatdariyê dengê çakûçên qesra mezin tên guhê we. Pişt re ji ber qerînekê hûn dê xwe bavêjin derveyî qesrê. Dema hûn dûv xwe binêrin tenê bi tenê hûn dê hawara dadê bibihîsîn. Qerîn û hawara dadê dê wê were guhê we tenê.

Li kurdistan niha çendîn tundiya dewletê zêde bibe ew çend jî hebûna dewletê dê qels bibe. Loma her roja din em ber bi hilweşandina van qesran ve diçin. Hilawestîbûna hiqûqê û pêkanbûna hilweşangeriya hiqûqê her roja din li kurdistanê tê rojevê/dê were rojeve. Benjamîn û Derrîda van rêçikan nîşan didin û dema ev derfet bê dîtin dê hingê derfeta “dadeke xweser(r)” jî çêbibe. Dema hilawestîbûna hemî zagonan ji bo bakurê kurdistanê jî were rojevê dê hingê derfetek jî ji bo dadekê were. Dê ev yek li şûna hiqûqeke cihbûyî û navendî dadeke bêwar û xweserr biparêze.

Faşizm, Totalitarîzm û Dewlet

Di rojeva kurdistan û tirkiyê de ev demek dirêje ku faşîzm û totalîtarîzm heye. Kirinên dewleta tirk hin caran wekî faşîzm hin caran ji wekî totalîtarîzm tê binavkirin. Loma di vê beşê de em dê hinek li ser faşîzm û totaliterîzmê rawestin. Ji bo vê yekê jî divê em guhên xwe bidin Deleûze û Gûattarî. Li gor Deleûze û Gûattarî faşîzmê bi xwe re têgeha “dewleta totalîter” aniye. Lê alavên totalîtarîzmê jî bo ravekirina faşîzmê têrê nake. Dewletên totalîter hene. Wek mînak Stalîn, cureyen dîktadoriya leşkerî lê ev ne faşîzm in.  Totalîterzîm yek yek li ser mirovan naçe. Lê di faşîzmê de heya ku mîrov yek yek bi faşîzmê re têkildar nebin nabe. Deleûze û Gûattarî ji bo vê yekê mînakekê didin û dibêjin faşîzma çepgiran an jî ya rastgiran heye, faşîzma bajaran, faşîzma ciwanan, faşîzma dibistanan û hwd. jî heye lê ev yek têra derketina faşîzmê nakin. Ji bo faşîzm derkeve holê divê ev faşîzm hemî di navendekê de kombibin. “ Makîneya şer a faşîzmê dema derbasî her qolarê û her şaneya dibe hingê dertê holê” (Deleûze û Gûattarî, 1987: 214). Loma niha em dikarin bibêjin tirkiye her roja din di destê desthilatdareke sînornenas de ber bi faşîzmê ve diçe. Diyar e biryarek hatiye standin(biryara pergala serokatiyê hatiye dayîn) ji bo bi cih anîna vê biryarê niha dewlet ber bi faşîzmê ve diçe. Lê hêjî ev faşîzm derbasî her kolarê nebûye.

Deleûze û Gûattarî diyar dikin ku ew tişta faşîzmê dixe xetere hêza wê ya molekûler û mîkropolîtîk e. Ji ber ku faşîzm tevgereke girseyî ye. “Loma jî ne organîzmayeke totalîter lê bedena pençeşêrê ketî bi xwe ye(hemî ji bo bedenê bikujin kar dikin)” (Deleûze û Gûattarî h.b, 215). Deleûze û Gûattarî totalîtarîzmê wekî pirsgirêka dewletê dibînin û dibêjin totalîtarîzm wekî artêşa dewletê li ser kar e. Lê ne makîneya şer e. Totalîtarîzm kevneşopîperestiyeke bêhempaye. Lê faşîzm di hundirê xwe de makîneyeke şer dihewîne.  Faşîzm dema ji bo xwe dewleteke totalîter ava dike li wir êdî di destê xwe de ne girtina hêza artêşê lê kontrola makîneya şer a li ser dewletê heye.  “di fazşîzmê de dewlet li şûna totalîterîzmê mêla xwe dide xwekujiyê” (Deleûze û Gûattarî, h.b 230). Dewleta tirkiyê niha ji hêla yek kesî ve tê rêvebirin. Loma êdî ne tenê li ser artêşa tirkiyê lê li ser hemî saziyên dewletê em dikarin qala kontrolekê bikin. Bêguman ev yek dema li her deverê belavbibe dê dewletê jî ber bi xwekujîyê ve bibe.

            Faşîzm xwe li ser xeteke firê (şêweya rêvebirinê) ava dike. Û wê xetê vediguherîne wêrankirin û tunekirineke xwerû. Deleûze Û Gûattarî ji bo vê yekê jî Nazîyên Almanî wek mînak nîşan didin. “Ewil nazîyên almanî zengilên dawetê û mirin bû. Zengilên dawetê û mirineke wisa bû ku hem mirina xwe hem jî mirina almanan di hundirê xwe de dihewand. … lê mirovan çepik lexistin, ne ku ewan fêm nedikir lê ewan bi riya mirina ên din mirin dixwestin. Wekî ku çewa xumarbazek hemî tiştê xwe bi destê xwe razêne xumarê. Mirina xwe ji bo mirina ên din dixe xeterê û wekî ku her tîştî pê wêranpîv (an)ekê bipîvê” Deleûze û Gûatarî, h.b: 230) Piştî komkujiyên li ser kurdan em her tim çav bi nûçeyên bi vî rengî dikevin. Tirkên ji şer dûr ji bo her kurdekî ku tê qetilkirin(zarok, ciwan, pîr, jin) çepikan lê dixin. Ji bo mirina kurdan mirinê dixwazin. Deleûze û Gûattarî veguhastinê ji Klaus Mann dikin û vê yekê diyar dikin: “Di rastiya xwe de em bi pêş ve nediçûn, me çi dikir, em serxweş bûbûn, em ditehîsîn. Fûhlerê me yê xwoşewîst serok, em ber bi siya tariyê û ber bi hîçeke dawî lê ne dihat ve kaşdikir… agirên ku asoyan pêketibû, li nava hemî kuçeyan robarên xwînê û li dor bedenên mirî reksa şêtane a kesên hêjî zindî mayî” (Deleûze û Gûattarî, h.b: 230-231).   

Devereke ku şer lê hebe di heman demê de derfeta aşitiyekê jî li wir heye. Lê dema mijar faşîzm be hingê ev rastî tê guhertin. Ji ber ku di faşîzmê de aşitî derveyî pêvajoyê tê dîtin. Loma Deleûze û Gûattarî diyar dikin ku Hîtler dewlet ber bi kaosê ve bir û bû sedema hilweşîna dewletê. Xeta fira wî(şêweya rêvebirinê) veguherîbû rêvebirina wêrankirinê. Û dema carekê ev yek destpêbike aşîtî nayê. Makîneya şer tê li ser kar. Dewlet û hemî kanalên wê ber bi şereke bera ve diçin û encama wê ya yekane ya pêkan xwekujiya dewletê bi xwe ye. “Dema carekê destpê bike mekanîzmaya wê di aştiyê de ranaweste”(Deleûze û Gûattarî, h.b: 231). Xwe aşitî jî ne bêjeyeke der azadiyê ye. Ew aştiya ku dê pêvajoya faşîzmê de were herî xweş Spînoza aniye ziman. ” …lê eger aşitî li ser navê koletî, hovîtiyê û tenê mayînê were kirin ji bo mirova tişteke aşitiyê ne paktir nîne” (Spînoza, 2012: 42)  Loma gotinên ku li ser riya faşîzmê di derbarê aşitiyê de tê kirin jî bibe bibe tenê dikare xizmetê ji bo faşîzmê bike.

Serrhovitî, Cizîr û Dewlet      

Piştî hatina Dewleta Îslamî ya Rojhilata Navîn em êdî nikarin qala hovîtiyeke dîrokî bikin. Êdî em nikarin kirinên dewleta tirk bi têgeha hovîtiyê rave bikin. Ji ber ku moxolên bavikên wan, tîmûrlengan jî di hovîtiya xwe de pîvanek danîbûn. Lê dewleta tirk di kirinên xwe de asta hovîtiyê zûde derbaskir. Loma ev ne hovîtiye. Ev tiştên niha dibin bi têgeha hovîtiyê nikare were ravekirin. Ev yek li ser hovîtiyê re ye loma ji serrhovîtiyê (post-barbarism) (ji ber ku ev ser li ser e divê “r” ya wê du carî were nivîsîn wekî: serr)         

Ev serrhovitî bi awayekî herî vekirî li Cizîrê hate li ser kar. Loma divê em li vir berê xwe bidin Cizîre û li ser çend sedemên vê komkujiyê rawestin. Stratejiya dewletê ya sî salan hebû. Dewletê kurdên ku pergala siyasî ya heyî re yekgirtinek çênedikir hertim bi girtîgehê terbiye dikir. Kesên bikarîbûn xwe ji gîrtîgehê xilasbikin jî dewletê jiyan wan difetisand. Pişt re jî wan kesan berê xwe didan çiyayên kurdistanê. Ji ber ku dewletê dizanî kêngê bûna jî ew dê li wan çiyayan bihatina tasfîyekirin bilî vê yekê riyeke din nedihişt. Niha êdî ji ber ku şer ketiye bajaran dewlet bi zanebûn dixwaze kurdên ku projeya wan re dibe asteng bixe nava wan bajaran û bi riya komkujiyekê xwe ji wan xilas bike. Loma jî li Cizîre dema her kes kuştin û tenê çend sed kesên sivîl man jî dîsa li ser heyîna rewşa awarte ji ber ku dizanîbûn ew dê her tim ji projeyên wan re bibin asteng ew bi awayekî serrhovî kuştin.

Li Cizîrê ji bo dewlet vê komkujîyê bike sedemeke din jî hebû. Heger ew kesên li jêrzemînan de bi zindî derxistina dê hingê ew li ser qanûna “armanca parçekirina welêt û endamê rexistina çekdarî (made: 302 û 314) di dadgehên xwe de darizandina. Ev yek jî nabû ji ber ku çewa ku piştî 2009’an li ser navê KCKê operasyonan destpêkir û gelek siyasetmedar ketin zindanê lê ji ber ku wan kesan bi biryar parastina doza xwe kirin gelek maf jî destxistin dewlet cardin ji heman tiştî dirsiya. Niha jî eger ew kesên sivîl bihatina darizandin dê wan kesan mafê xwebixwe rêvebirinê ji bo kurdistanê bianîna rojeva tirkiyê û cîhanê. Hem di dadgehên tirkiyê de hem jî di dadgehên navneteweyî de ewan kesan dê parastina xwerêvebirinê bikirina –ji ber ku xwe rêveberin rewa ye- loma dewletê bi komkujiyeke giştî xwe ji wan xilas kir.

Çi bû li Cizîrê niha dibejin delîl ji holê tên rakirin. Ev şaşîyeke din e. Herî vekirî dewletê kir û hemî delîlên ji bo jenosîdekê jî wekî “dane” li ber destan hene (çend wêneyên bajarên hatine kuştin delîlên herî mezin ên van jenosîdan in). Lê li Cizîrê kesen şahîd ji holê rakirin. Kesên ku şahidîyê bikin kuştin li Cizîrê. Di dîroka kurdistanê de herî nêz jenosîdên Dêrsimê, Zîlanê û Helepçeyê hene. Ji bo jenosîdên Dêrsimê, Zîlanê û Helepçeyê niha jî şahîdên ku bûyer bi çavên xwe dîtine hene. Lê li Cizîrê li gor hiqûqê paradoksek mezin heye. Ev jenosîda li Cîzirê pêk hat ber çavên me teva rûda. Bi gotineke din me teva şahîdî ji bo ve jenosîdê kir. Lê li Cizîre kesên ku kuştina sivîlan re şahîdiyê bikin tune. Li Cizîrê dewletê tene yek şahîd pişt xwe nehişt(heya kujerekê tevlî vê jenosîdê bûye neaxivê jî dê şahîd tunebin). Em vê yekê jî dikarin wekî nakokiya jenosîdên serdema serrhovîtiyê binav bikin. 

 Divê li vir em vê yekê destnîşan bikin. Em wisa difikirin ku piştî parlementerên HDP û ev kesên sivîl bi hev re ketin têkiliyê û kordînat dan hingê şervana/ê YPS’î yê dawî fîşeka xwe ya dawî ji bo sivîlên mayî berda xwe û xwe kuşt. Dema parlementerên HDPê kordînat da êdî dewletê ev tişt dizanî, kesên mayî di wan jêrzemînan de sedî sed bê çekin. Loma li ser her du sedemên ku me li jor diyar kir biryara komkujiyekê hate standin. Û pişt re leşker û polîsên “zagonsaz” ketin wan Bodruman, dîtin ku gelek ji wan kesan birîndar bûn lê gelek ji wan jî li ser xwe bûn. Ew kes ber çavên wan “homo sacer’in” serdema serrhovitiyê bûn. Ewan îşkenceyên herî serrhovane li wan kesan kirin. Çixare li ser bedenên wan de defandin. Hêjî zindî bedenên wan kelişandin, tecawîz jî di têde gelek serrhovîtî li wan sivîlan kirin. Xwestin ji wan kesan agahiyan werbigrin (wek mînak têkiliya wan û deverên din ên dest bi berxwedanê dikir an jî dê bikirina û gelek agahiyên din ên bi vî rengî). Û pişt re jî ew kesên sivîl awayekî serrhovî kuştin. Ji bo ku ev yek neyê fêmkirin hin madde li ser wan de rişandin û ew şewitandin. Û ji bo ku ev serrhovitî neyê zanîn bi awayekî serrhovî ew rejî hiştin. Tenê yek şahîd bilî xwe pişt xwe nehiştin.

Di taristanî hiştina Rojhilata Navîn de dewlet ne li ser firerengiya civakê hatine damezirandin. Dewletên Rojhilata Navîn pergala rêvebirinên xwe li ser faşizma neteweyek serdest sazkirine. Bi riya bivêneviya (imposition) li ser civakê dewlet hatine avakirin. Di van dewletan de pergal xwe ne li ser bi hev re jiyîna ”ên din” (others) lê xwe li ser tunetiya heyîna “ên din” avadikin. Lema jî van dewletan di berahiyê de welatên “ne-welat” afirandine. Tenê navên wan welatin. Di Rojhilata Navîn de di van welatên “ne-welat” de di nava bajarên tên kuştin de mirovahî jî di jêrzemînên avahiyan de bi awayekî serrhovana ji hêla serrhovan ve tê kuştin.

DMME û Ji Bo Kurdan Dayîna Berdêla Xwînê

Dî vê pêvajoyê de her çend hiqûqzanan gelek carî serî li DMME û Dadgeha Makezagona dewleta tirkiyê dabin jî bilî çend biryarê bergiriyê encamekî bandor ji wan deran derneket (xwe dernaket jî) Eger ev gotara serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê ya di derbarê biryarên DMME û rewşa awarte de were xwendin dê ev tişt çêtir bê fêm kirin (bnr: Arslan, 2007). Mijareka din jî di derbarê rolên saziyên ewropî de ne. DMME, Bijîşkên Sînor Nenas, Xeca Sor, ev sazî tev girêdayî DYE. Loma ti carî nikarîn bilî şahînşahiya mezin biryarekê ku komkujî û jenosîdên li kurdistanê pêktên asteng bike nikarin bidin. Xwe  DMME ne rizkarker e û ti carî ji ji bo kurdan ne bûye rizgarker.

Eger di salên nodî li ser hezarî re akademîsyen, li ser du hezarî re parêzer, hezar wêjevan, şanoger û xwendavanî dijî polîtikayên jenosîdê derketibûna û 100 şaredariyên kurdan û nêzî 60 parlementerên kurdan hebûna dê ev jenosîd bihatina rawestandin. Lê em di serdema serrhovîtiyê de dijîn. Gelek rêçik hebûn ji bo pêşîgirtina jenosîdan lê kêm rê hebûn riya herî bi bandor jî çûyîna wan kesan a li ber derê NY (Ji ber ku serlêdan ji bo NY. Ji bo dorpêça bajarên kurdistanê hatibû kirin û bê encam mabû). Eger li şûna hezar akademîsyenî 100 akademîsyen, li şûna 2000 hezar parêzerî 200 parêzer û çend rewşenbîran xwe li deriyê BMyê zincîr bikirina an jî li ber derê wê rûniştina hingê dibe ku ev jenosîd nehatina astengkirin lê dibe ku pêşîya vê serrhovîtiya bihatina girtin.  Û di destên wan de argumanên herî xurt jî hebûn/hene li ser vegotina li “dijî teror û ewlehiya welêt” hiqûq û makezagona tirkiyê hatibû/ye hilawestî kirin, parlementoya tirkiyê û jiyan hatibû/ye hilawestî kirin . Lê nekirin û nakin li şûna ku ber bi kelşan ve herin diçin û ji kujerên xwe dilovaniyê hêvî dikin. Li Cizîrê peymana NY madeyên ku jenosîda pênase dike hate binpêkirin (bilî peymana NY 12 cureyên jenosîdê herî kêm 10 ji wan li Cizîrê pêk hatin: Jenosîda çandî, ya siyasî, ya dîrokî, ya civakî, ya xwezayî û hwd).

Mijareke din heye dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa yê ji bo kurdan ti carî dadek pêk na anîye. Heya niha çi biryar hatine dayîn tev berdela xwîna kurdan wirdetir neçûye. Ne dereng dibe ku sibeya din dema konjoktûr biguhere ew ji bo wan jenosîdên kurdistanê biryaran bidin û asteng bikin lê çi bikin dê bikarin jiyana uryan a li kurdistanê ji holê rakin dê bikarin bedenên tazî/uryan, bedenên rejî bûyî vegerînin û jiyaneke bidin wan! Na dê tenê Tirkiyê mehkûm bikin û dê tenê bihayê xwîna kurdan bidin, wekî çend ewroyên bi xwîn ên bihayê berdêla xwînê! Û ev yek ne dad e ne jî tişteke dadwer e. Ev yek rûreşiyeke herî mezin e ji bo siyaseta kurdan. Divê kurd jî vê yekê êdî red bikin. Bihayê xwînê wekî bi cih anîna dadê ne pejirînin. Di serî de şahînşahiya mezin D.Y.E, şahînşahiya duyemîn (F.R) û dewletên hegemonyaya Rojhilata Navîn avakirine biryara mêtingehbûna li ser kurdistanê ranekin mixabin kurdên van êşên giran bikşînin (Her çend ev yek bi berxwedana kurdan ve girêdayîbe jî) Divê ji bo vê yekê jî ne tenê kurd firerengiya civakên kurdistanê  bêhtir ber bi kelşan ve herin(Mebesta me ji kelşan rewşa nû ya NY. Piştî 100 salan ev care yekem e ku Rusya bi awayekî vekirî dijî polîtîkayên dewleta tirkiyê derdikeve. Çûyîna kurdan a NY jî dibe ku wekî xîyaneta welêt were nîşandan lê di van welatên “ne-welat” ên rojhilata navîn de dema kurdek li ser erdnîgariya kurdistanê nemîne, neyê hiştin em dê hingê çi bêjin/bikin. Divê ev yek neyê jibîrkirin gul, çîçek û kulîlkên herî spehî ne di nava bexçeyekî ewle lê di nava kelşên zinarekî, çiyayekî lî ber herîkîna çemekî de vedibin. Loma eger tiştek bibe dê kelşan de bibe.

Li Hemberî Serrhovîtiyê Helwesta Kurdan

Parastina berahî û heqîqetan ti carî ev qas girîng nebûye. Lê di nava rewşenbîrên kurd de kesên ku heqîqetan bikare/dikare biparêze me dît ku nîn in (pir kêm in ). Kurdan nivîskar afirandine, helbestvan afirandine, şanoger afirandine û afirandine û afirandine(bê guman ewan ji egoyeke nedîtî ji bo xwe afirandine. Niha em di wê “lîç”’a egoyê de fetisîna wan temaşe dikin). Lê mixabin kurdan çend “entelektûelên spesifîk” (Foûcaûlt, 2011) û “rewşenbîrên milîtan” (Hartd û Negrî, 2011) ên ku bikare heqîqetan biparêze ne afirandine. Rewşenbîrên kurd her çend ne di “qefesên dewletê (state cage)” (ji ber ku yên tirk di vê qefesê de ne) de bin jî nikarin xwe ji “qefesa gerdûnîbûnê (universal cage)” rizgar bikin. Loma li şûna ku heqîqetên cihwarî (local truth) biparêzin rewşenbîrên kurd ji me re qala heqîqetên gerdûnî (global truth) dikin. Wek mînak nivîskarên kurd dema êrîş herî zêde bûn li şûna ku herî xurt û herî wêrek heqîqetan binivîsînin wek bertekekê pênûsên xwe şikandin û erdê xistin (bnr: bestanuçe, 23.01.2016). Bi vê yekê xwestin bersivê! bidin. (Hewce nake kesek ji bo heqîqetan biparêze xendekan, xweparastinê an ji politikayên Tevgera Azadiya Kurdistanê erê bike lê divê mêtingeriya dewlata tirk hertim were rexne kirin û dahûrîna desthilatê bê kirin) 

Ewan çi zû ji bîrkirin kurd xwedî “berkaniyên” ku dikaribû kevirên herî giran bavêje neyarên herî dûr bûn. Ka berkaniyên wan! kanê kevirên wan!  (na û qet na em ne rewşenbîrin tenê em “dengin”, “dengek” in, em dengê zozanekî ne û ji bo zozanekî din deng derdixînin û dibe ku kes me nebihîse jî ji ber ku dibe ku li zozanên jorî û jerî ti kon/kes tunebin . Û em“dengek bermayî”ne, ji bermayiya wijdaneke li jêrzemînên avahiyên mirovahiyê de hatine kuştin in û em dengek “rejibûyi”ne, “rejîmayî”ne rejî hatine hiştin in û em mirovahiya “reji”bûyî/”mayî”ne).

Di vê pêvajoyê de di serî de parlementerên kurd gelek kesî ji bo em Jenosîd, hovitî û qirkirina dewleta tirk hîn bibin! nûçegihanî kir. Herkesî dev ji karê xwe berda û nûçegihanî kir(her çend niha hemî yek yek tên girtin jî xwe gelek nûçegihanên hêja ew karê xwe bi awayekî herî baş dikirin). Lî şûna ku berxwedanê saz bikin li şûna her rojekî din ji bo pêşîgirtina komkujiyan rêçikekê bibînin/bigerin ji me re li ser twîter û tora civakî ya medyayê karê ragihandinê kirin.  Deleûze di derheqê ragihandin û berxwedanê de li ser serdema Hîtler radiweste  û vê yekê tîne ziman: “di serdema Hîtler de “cihûyên” ku ji Almanyayê dihatin di derheqê hebûna kampên komî de em bi agahdar dikirin, ewan dij-ragihandineke agahiyan dikirin. Lê tişta ku divê em balê bikşînin li ser ew e ku ev dij-ragihandina agahiyan ji bo ku tiştek were kirin têrê nekir. Qet ti dij-ragihandina agahiyan Hîtler bi aciz nekir. Tenê yek rûdan: Çi ye ev? Dema ev dij-ragihandinek agahiya tenê bi tenê dema bibe helwesteke berxwedanê an jî dema rewşa helwesta berxwedanê bigre dikare bi bandor be. Û civaka berxwedêr ne ragihandina agahiyan ne jî dij-ragihandina agahiyan e.  Nexwe dij-ragihandineke agahiyan têne dema bibe helwesteke berxwedanê bi bandor e” (Deleûze, 2011: 333).

            Parlementerê HDPê yê bajarê Sêrtê Prof. Qedrî Yildirim di nava pêvajoyeke wisa de dema ku li Sûr û Cizîrê dorpêça dewletê berdewam bû li meclîsê axaftinek kir û got AKP îro ne li pey şopa bavikên xwe Selçûkî û Osmaniyên lê dûv şopa bavikên xwe ên din Moxolan diçin(bnr: Diha, 08.02.2016) Lê dîrok Qedrî Yildirim piştrast nake. Ji ber ku em dizanin ji salên 1582an bigre heya serkutkirina serhildana Mîr Bedîrxan her tim dewleta Osmaniyan jî heman şêweyî li ser gelê Cizîrê komkujî pêkanîbûn. Li vir wek pêwîstiyekê divê em vê veguhastinê ji M.Î. Şemsî bikin Şemsî Şerefxan Bedlîsî wekî refarans dide û dibêje: “Paşayên Osmanî bi aweyekî hovane nêzî li hemberî kurdên ku mafê xwe dixwestin dibûn. Ji bo ku serhildanên eşîrê yên kurd serkutbikin hovitiyekî bêsînor disepandin” (Şemsî, 1972: 102-103). Niha piştî çend sedsalan Komara Tirkiyê li Cizîra Botan bi tang u topên xwe bajar dorpêç kir û heta digel şervanên YPSê sedan kesên sivîl û bajar kuştin. Pişt re siyasetmedarekî kurd derdikeve ji bo ku tiştekî rast bibêje du gotinên çewt dibêje. Yildirim ji bo kirinên serrhovanê yên dewleta tirk nîşan bide dîroka Selçûkî û Osmanî pakij û pak nîşan dide.

Dîsa parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan dema dorpêça bajarên kurdistanê berdewam bû ji bo vekirina Teke û Zaviyeyan pêşnîyaznameyek da meclîsa tirk(bnr: diken, 24.12.2015) Di wan rojan de Cizîr û zaningeha Meleyê Cizirî û Ehmedê Xanê “Medreseya Sor” di bin dorpêçkirina dewlata tirk dabû. Tan li şûna ku parastina medresaya sor(heger ji bo îslamparêzên kurdan devereke pîroz hebe em dikarin bêjin ew jî Medreseya Sor bû) bike qala vekirina tekke û zaviyeyan dikir. Divê di vê pergalê de ev pirs Tan were kirin: Di vê pergalê xwe niha hemî dibistan, lîse û zaningeh di destê vê desthilatdariyê de veguherîne Tekke û Zaviyeyan. Gelo di vê pergalê de kesên ku tekke û zawîyeyan perwerde bibin wê bibin çi ew ên îslamê rizgar bikin.

Hevseroka partiya HDPê Fîgen Yuksekdag jî li ser bedeneke uryan a jina kurd ku ji hêla dewletê ve hatibû serwîskirin daxuyanîyek da. Di wê daxuyanîye de Yuksekdag bedena uryan a jina kurd û qetilkirina Ozgecanê wek heman tişt binav kir (bnr: etha, 11.02.2015) Divê li vir ev yek were diyar kirin qetilkirina Ozgecanê faşîzm û hovîtiya mêrekî bû (dibe ku bingeha xwe ji faşîzma dewletê jî standibe). Lê bedenên uryan ên jinên kurd ne tenê li ser faşîzma dewletê tê parvekirin. Ji bo mêtingeriya tirk were nîşandan ew wêne têne parvekirin û faşîzma mêrekî, faşîzma dewletê û mêtingerî ne heman tişt in. Dibe ku hin kes rabin û van mînakên em didin wekî “kirina siyastê” ravebikin. Lê ev yek ne siyaset e, kirin û gotinên bi vî rengî ne siyaset e lê di berahiyê de “nesiyasetî” bi xwe ye. Loma jî bi kêrî tiştekî nehat. Li Cizîrê jenosîdên serrhovî qewimîn ji bo derxistina HDPÊ ya ji meclîsê xebat têne kirin û h.w.d(Li vir hewce nîne em qala hin partiyên din ên kurd û serokên wan bikin ji ber ku di ti deverê dinyayê me nedîtiye ku welatek di nava rojekê de avetina sedan twîtan were rizgarkirin).

            Pîvanek An jî Mafê Şîngirtina Malbatan

Pariyê kurdan ne dewletên loma divê mîna dewletê nefikirin û şervanên wan ên di şer de tê kuştin divê navên wan bêne dayîn. Divê di vê serdemê de ti kurd li gorên bêkesan neyên veşartin. Divê mlbatên ku ew anîne wê rojê bikarin şîna zarokên xwe bikin. Bûtler bi awayekî vekirî tîne ziman û dibêje ew kesên şîna wan nayê girtin di kategoriya mirovan de nayên dîtin (Bûtler, 2016) Dewlet bi riya bêgor hiştinê wan kesan wekî mirov nabîne. Li kurdistanê niha ti hêviya kesî li vê dewletê nemaye loma ev bang ji bo tevgera azadiya kurdistanê ye. Ti malbat divê miriyên xwe li ser tora medyayên konrtgerîla û faşîstan teşhîs neke divê di ev teknolojiya pêşketî û serhovîtiya tê kirin ber bi çav were girtin (li mêrdîne niha 16 kes, li erzîromê 58 kes li rihayê 8 kes heya niha gorên bêkesan hatine veşartin) Her çend şerekî herî dijwar were meşandin jî divê hin pîvan her tim werin parastin. Divê nirxên dewletê nebe nirxên rexistinên kurd.

                Ti Der Ne Ti Der e û Her Der Her Der e

            Rexistinên ku xwedî navendeke hişk in (wek mînak dewlet) hem di êrîşê de hem di parastinê de dikarin cihbûnê bipejirînin. Lê rexistinên ne dewlet bin ji bo berxwedanê nikarin warbûnê biparêzin. Heya ku derfeta avakirina pergalake nû nebînin nikarin li deverekê bi cih bibin. Loma her tim koçeriyê dikin û bêwariyê dipejirînin. Eger warbûnê biparêzin nexwe bi destê xwe ji bo têkçûyîna xwe jî biryarê didin. Lê li bakurê kurdistanê beyî ku derfet hebin me dît ku berxwedan xwe dixe waran. Berxwedan bi cih dibe. Xwe rêxistinên hişk her tim tişteke bi vî rengî dixwazin. Loma ci dema ku berxwedan bi warbû beyî ku derfetê bibîne dev ji koçeriyê ber de bi awayekî herî hişk rastî tundiyekê hat û têkçû.

Lê di rastiya xwe de Eger mêtingerî, dagirkerî û dawiya dawiyê hovîtî jî bûbe serr, divê Serrberxwedan (post-resistence) werin honandin. Ev demeke dirêje konên ku bi saya werîsên keskesorî li ser xwe disekînîn û naketin niha li ser me de têne xwar. Eger ev serrhovîtî wisa berdewam bike mixabin em tev dê di bin konên hatine xwar de bifetisin. Loma divê êdî ev werîsên berxwedanê yên konên me saya wan xwe girtine ne tenê rengên keskesorî lê bi rengên hemî cîhane û bi rengên firerengiya civakê werin honandin. Da ku ev kon li ser me de neyên xwar. Ne rengê gumgumakekî (Deleûze û  Gûattarî, 1987) Divê ev werîs mîna rengê teyreke tawusî yê herî spî kifş û diyar be. Çi be ew be kokdar (radical) be. Wek xwe be. Lê divê di heman demê de rengê teyrê tawisekî/e herî rengan di nava xwe de dihewîne jî bigre (Hemî reng çewa wek xwe bin lê bi hev re çewa Teyrekî/e Tawûs pêktînin divê serrberxwedan jî bikare ji bo armancekî tifaqan pêkbîne). Divê hemî firerengiya(multitude) civakê di nava xwe de bihewîne da ku bikare xwe ber bi van erîşên serrhovî bigre. Berxwedanek wisa dê ne berxwedanek nujen be dê ne berxwedaneke cih bûyî be dê berxwedaneke serrnûjen be dê serrberxwedanek be û loma divê çewa bêwar be di heman demê de wisa jî pirwarî bibe. Li virê be li wir be, tune be û hebe çewa ku sibê be divê wisa jî niha û niho be.

Siyasetmedar û rêveberên kurd pişti êrîşên dewletê hertim radibin û rûdinin qala berxwedana Kobanîyê û Serhildanên Kobanîyê dikin. Dema dixwazin civakê mobîlîze bikin serhildanên Kobaniyê mînak didin. Dema qala jenosîda li ser kurdistanê dikin dîsa deverekê din nîşan didin. ji bo ku Nisêbînê biparêzin dibêjin bila Nisêbîn nebe Cizîr. Ji bo ku Geverê biparêzin dibêjin bila Gever neber Sûr û h.w.d. Loma jî ev bang ti car nagihîje armanca xwe. Li ser vê yekê pêwîstê ev tişt werin gotin. Kobanî Kobanî bû û berxwedana Kobanî berxwedana Kobanîyê bû. Serhildanên Kobanî jî Serhildanên Kobanîyê bûn. Loma eger berxwedanek nû çêbibe dê newe berxedana Kobanî. Heger serhildaneke din çêbibe dê bibe serhildana Nisêbînê, Şirnexê û h.w.d. Û heger komkujiyek rûbide dê nebe komkujiya Cizîrê, Sûrê, Hezexe. Sûr ne Cizîr bû çewa ku Cizîr ne Silîva bû. Loma Nisêbîn ne Sûr e, çewa ku Şirnex ne Silopya be. Û Bedlîs ne Qers e, çewa ku Dêrsim ne Amed be, Colemêrg ne Sêrt e çewa ku Êlih ne Mêrdîn e û Wan ne Riha ye çewa ku Stenbol ne Îzmîr be. Dêrsim, Dêrsim e, Êlih, Êlih e Bedlîs, Bedlîs e, Mêrdîn, Mêrdîn e, Wan, Wan e û çewa ku Amed, Amed be. Loma divê her “deverek”(zozanek) li gor taybetiya xwe were nirxandin û berxwedan li gor vê yeke were avakirin.

Kurdistan ne Cezayîra Franz Fanon û Paûl Sartre ya Fransayî ye.  Ne Toledoya Îspanyayê ye, ne Îrlandaya Bakurî ya Brîtanyaya Mezin e, ne Almanyaya serdema Benjamîn e, ne Kongoya Belçikayê ye, ne Wîetnama Emerîkayê ye, ne jî Tamîla Srîlankayê ye. Û ev faşîst û dîktayên vê dewletên û hemî dewletan ne Farankoyên Spanyayê ne, ne De Gaûlleyê Fransizîne, ne Hîtlerê Almanî ne, ne Mousolîniyê Îtalî ne û ne jî Sedamen Iraqê ne. Kurdistan kurdistan e, ji ber ku kurdistan kurdistan e yek e. Bi serê xwe û taybet e. Loma divê berxwedan û têkoşînên werin/têne dayîn rengên hemî berxwedanan bistîne lê nebe yek ji wan, bibe hemî. Divê ji wan jêderên dîrokî were avdan lê ne şibe wan. Divê bibe her yekî ji wan lê nebe tu ji wan.

Îro li kurdistanê li her kolanî, li serê her kuçeyî, di nava her taxekê ji hêla faşîzma bîyodesthilatdarekê ve bedenên ji bo tirsê hatina afirandin diger(e)in. Loma divê li her kolanî, li ser û binê her kuçeyî di nava her taxê de divê bedenên ji hêla “netirsê” û ji bo berxwedan û têkoşînê hatibin afirandin bigerin. Lê divê ew tune bin, divê neyên xuya, tenê divê hebe, li her de(ve)rî lê ne ti de(ve)rî. Divê her kuçe û kolanên kurdistanê ji bo berxwedêran veguhere labîrentên xwedî derîyên bê jimar lê ji bo mêtingervanên kurdistanê veguhere labîrentên bê derî û bê serûbin. Divê kurdistan qet nebe qada ceribandina projeyên wan. Divê ev yek jî neyê jibîrkirin berxwedana kurdistanê têra têkbirina Faşîzmê nake. Û li kurdistanê devereke ku “serrberxwedan” neşterê bavêjê û faşîzmê têk bibe jî tune. Loma heya li gor vê yekê jî “serrberxwedan” ber bi navendê û navendan ber bi şane û sînapsên mêjiyê faşîzmê, ber bi ra û tayê xwîna dilê pergalê digerinê ve neçe û her tim dilên navendan neke imanç ev riya ber bi faşîzmê ve diçe ranaweste(dema me ev beşe dinivîsand dewletê dest bi standina notirvan/sîxûran ji bo gelek bajarên kurdistanê kiribû ( bnr: Diha: 07.04.2016).

Loma eger em wê derfetê bibînin em dê di gotara dawî de qala berxwedaneke bi vî rengî bikin. ji ber ku divê ji bo têkbirîna fazşizmê her tim rêçikên nû yên heyî/neyî werin şopandin (ji ber ku ji bo em xwe bigihînin zozanekê herî bilind û asê rê/riyek nîne lê rêçikên bêjimar hene û eger armanc gihîştîna zozanekî be rêçik tunebin jî divê werin afirandin) em dê bixwazin lêgerînekê li ser serrberxwedanê bikin. Li wir êdî em dê li şûna war an bêwariyê/pirwariyê û li dewsa niştecihbûn û ramananeke niştecihbûyî koçeriyê û ramaneke koçerî biparezin. 

Ü “Xîyaneta herî mezin a dijî “doz”ekê were kirin ew e ku mirov hewl bide bi argumanên çewt wê dozê biparêze” (Nîetzsche).

Û… Ji bo MEM û ZÎN’ên kurdistanê yên herî spehî, herî wêrek, herî dilpak, herî rûken

lê BÊxwedan, BÊxwedî, BÊmiraz û BÊgor (hatine Hiştin)… 

Parêzvan Koçer û Kêmzan Bêwar 

16.06.2016 

ÇAVKANÎ

Agamben, Gîorgîo, Rewşa Awarte (İstisna Hali, Wer:Kemal Atakay), Weşanên Otonom, Stenbol, 2006            

Agamben, Gîorgîo, Pîroz Mirov/ Desthilatdariya Serwer û Jiyana Uryan (Kutsal İnsan/Egemen İktidar ve Çıplak Hayat, Wer: İsmail Turkmen) Weşanên Ayrıntı, Stenbol, 2013

Arendt, Hannah, Li ser Tundiyê (Şiddet Üzerine, Wer: Bülent Peker), Weşanên İletişim, Stenbol, 2014

Benjamîn, Walter, Li Ser Rexneya Tundiyê (Şiddetin Eleştirisi Üzerine, Wer: Ece Göztepe) Weşanên Metis, Stenbol, 2010

Bûtler, Jûdîth, Jiyana Şikestbar, Hêza Şîn û Tundiyê (Kırılgan Hayat, Yasın ve Şiddetin Gücü, Wer: Başak Ertür), Weşanên Metis, Stenbol, 2016

Balibar, Êtîenne, Tundî û Şarezayî( Şiddet ve Medenilik, Violence et civilité The Welleck Library Lectures et autres essais de philosophie politique Wer: Sevgi Tamgüç) Weşanên iletişim Stenbol, 2004

Baûman, Zygmûnt, Danerên Zagonan û Şîrovekar, (Yasa Koyucular ve Yorumcular, Wer: Kemal Atakay), Weşanên Metis, Stenbol, 2014

Chatterjee, Partha, Siyaseta Bindestan (Mağdurların Siyaseti, Wer: Veysel Fırat Bozçalı), Weşanên İletişim, Stenbol, 2006

Derrîda, jaccaûs, Hêza Zagonê Bingeha Mîstîk a Otorîteyê(Yasanın Gücü, Otoritenin Mistik Temeli, Wer: ) Weşanên Metis, Stenbol, 2010

Deleûze, Gilles, Du rejîmên Dînîtiyê, Amadekar: Davîd Lapoujade (İki Delilik Rejimi, Wer: Mahir Ender Keskin) Weşanên Bağlam, Stenbol, 2009

Deleûze, Gilles û Gûattarî Felîx, Hezar Zozan, Sermayedarî û Şizofrenî (A Thousand Plateaus, Capitalism and Schizophrenia) Weşanên University of Minnesota Press Minneapolis, London, 1987

Fanon, Frantz, Çermê Reş, Rûpoşa Spî (Siyah Deri, Beyaz Maske, Wer: Cahit Koytak), Weşanên Versûs, Stenbol, 2014

Fanon, Frantz, Lanetiyên Serzemînê (Yeryüzünün Lanetlileri, Wer: Şen Süer), Weşanên Versûs, Stenbol, 2014

Foûcaûlt, Mîchel, Karîna Siyasî yên Rewşenbîran (Entelektüelin Siyasi İşlevi, Wer: Işık Ergüden, Osman Akınbay, Ferda Keskin) Weşanên Ayrinti, Stenbol, 2011

Foûcaûlt, Mîchel, Dîroka Zayendîtiyê (Cinselliğin Tarihi, Wer: Hülya Tanrıöver) Weşanên Ayrinti, Stanbol, 2007

Foûcaûlt, Mîchel, Girtîbûna Mezin (Büyük Kapatılma, Wer: Işık Ergüden, Ferda Keskin), Weşanên Ayrinti, Stenbol, 2005

Foûcaûlt, Mîchel, Hatina Girtigehê (Hapishanenin Doğuşu, Wer: M.Ali Kiliçbay) Weşanên Îmge, Enqere, 2015

Hardt, Mîchael û Negrî, Antonîo, Dewlemendiya Hevpar(Ortak Zenginlik, Wer: Eflâ- Barış Yıldırım), Weşanên Ayrıntı, Stenbol, 2011

Lemke Thomas, Biyopolîtîka (Biyopolitika, Wer: Utku Özmakas) Weşanên Îletîşîm, Stenbol, 2014

Schmîtt, Carl, Xwedênasiya Siyasal (Siyasal Teoloji, Wer: Emre Zeybekoğlu), Weşanên, Dost, 1996

Spînoza, Benedictûs, Lêkolîna Polîtîk (Tractus Polittıcus/Politik İnceleme, Wer: Murat Erşen), Weşanên Dost, Enqere, 2012

Şemsî, M.Î, Berhema Şerefxan Bedlîsî “Şerefname” Wekî Çavkaniyeke Dîrokî ya Gelê Kurd e (Şerefxan Bidlisinin Şerefname Eseri Kürd Xalqının Tarixi Menbeyi Kimi), Weşanên Elm, Baki, 1972

Gotar

Arslan, Zuhtu, Li Tirkiyê Rewşa Awarte, Teror û Azadiya Derbirînê

(Tûrkiye’de      İstisna Hâlî, Terör ve İfade Özgürlüğü), Kovara TBB, h. 71, 2007

Doûzînas, Costas, Tundî, Dad û Hilweşengerî (Şiddet, Adalet ve Yapıbozum, Wer: Rabia Sağlam û Kasım Akbaş) Kovara Küresel Bakış, S. 2, H. 5, 2012

Rosenfeld, Mîchel, Derrîda, Hiqûq, Tundî û Nakokiya Dadê( Derrida, Hukuk, Şiddet ve Adalet Paradoksu, Wer: R. Saglam û K. Akbaş), Hukuk Kurami, B. 1, H. 1

Malper: 

http://www.bestanûçe.com

www.diha.com

www.diken.com

www.etha.com

www.felsefevan.org

www.ihd.org

www.tihv.org  


Nûkirina Dawî : 16 Jun 2016 2:34

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)