Rêwitiyên Xellacê Mensûr

Rêwitiyên Xellacê Mensûr

Rêwitiyên Xellacê Mensûr   

Hallacî di navbera salên 272 û 288- an de (hîcrî) sê cara çûye hicê û di vê navberê de jî geştên mezin yên olî bicihanî ye. Di navbera van salan de pêşî, di salên 272- 281- an de, li Ahvaz û li Tustarê bûye niştecî.

Piştra, di navbera salên 281- 296- an de jî, li Bexdayê jiyayê. Piştî hica dawî; Hallac  li mala xwe ya Bexdayê, bi mêvanên xwe re her dem li ser felsefe û babatên ramanî civînan çêkiriye û bi mêvanên xwe re ketiye minaqeşeyan.

Hallac di rêwingiyên xwe de, dev ji cilên xwe yên sûfîtiyê berdaye û cilên leşkerî, ku jêre “ Kabâ ” dihate gotin, an cilên parsekan ku ji wan re jî “ Murakka ” dihat gotin, li xwe kiriye.

Dema ku pêwîst bû, diçû serdana sûfîyan. Lê bi giştî li wan mizgeftên ku herdem ji feqîran re vekirî bûn, dima. Ji bilî van deran; carina li “ Ribâtan ” jî dima, ku ev der jî warên derwêşan bûn. Herdem çûye ziyareta qazî, mîr û destûrmendên dewletê û bi wan re bi tinaz, xeber daye û ji vê yekê jî gellek hez kiriye.

Hallac di vê navberê de bi mezheba “karmatî” (ku ev mezheb, mezhebekê heteredoks bû) û bi mezinên wan re, bi cihûyan re û bi keşeyên fileh re têkiliyên xwe xurt kiribû.   

Hallac rêwingiyên xwe, bi giştî li pey kerwanekî û bi mirîdê xwe re peya pêk aniye. Carina jî, li ser pişta devihekî siwar bûye. Axlebî çûye taxên Ereban, an wan taxên ku bi Erebî diaxifiyan. Wisa xwiya dike ku; Hallac ji bilî Erebî, bi zimanekî din nizanibû.

Weazên wî, her dem ji aliyê “Tilmizekî” ve hatiye wergerandin. Li Bexdayê, axaftinên xwe herdem li kolanan daye û li wan derên din, axaftinên xwe li mizgeft û “tekke” yan daye.     

Warên ku Hallac lê jiyaye an maye, gişkên wan koloniyên Ereban bûn. Beyzâ, li Ahvazê Tustar, li Horasanê Nîşapur, koloniyên Ereban bûn. Hallac, li wan derên ku koçer diçûnê jî demekî maye. Ev cîh; bajarên mîna Kirman, Sijîstan, Cûcan, Talakan bûn û ev der jî bibûn Ereb. Beguman, li van deran Koçerên Tirk jî hebûn. Hallac bi alikariya Tirkên misilman, xwe gihandiye Tirkên “şaman” û “Manîkheen” yên li ku Bakûr û Rojhilatê dijiyan.     

Di şarsaniyeta îslamî de, rola çîna “kâtiban” pirr girîng e. Yên ku ji dewletê re nivîsevaniyê  dikirin û îdareya peran di destê  wan de bû û ji mîrên xwe re şêwirmendiyê dikirin, kâtib bûn. Jixwe ev kâtib, ji eslê xwe ve “Aramî” , “Manikheen” û “Nesturî” bûn.

Mîr û mezinên civakê, herçiqasê wan bi navê “kafir û zındık” bi nav bikin jî, dîsa beyî wan nedikirin. Hallac herdem hewl daye ku, têkiliyên xwe bi van kâtiban re xurt bike û zindî bigire. Di îdareya sûnniyan de, pirraniya “kâtiban” şîî bûn û Hallac bi alikariya van pêwendiyan ketiye pergaleka nû ya şîîyan.     

Di rêxistina dewletê nemaze di babetên mâlî de, cihû jî dihatin ser karê dewletê û Hallac bûye dostên wan, da ku têkiliyên wan binase.

Nemaze zanayiyên kâtibên Ahvazê gellekî bilind bûn. Lewra e wan rewşenbîran, bi hemû cûrên zanistê; mîna ezmannasî, vac, metafizîk, arîtmetîk, sîmya û kîmyayê baş dizanibûn. Wisa xwiya dike ku, ramanên Hallac ji wan gellekî ketumet bûye.    

Dema ku  Hallac li Bexdayê niştecî bûye, xwe di nav rewşenbîran de dîtiye. Ev rewşenbîr, ji çanda şîî ketumet bibûn û bi felsefeya antîq yewnan jî baş dizanibûn. Ji xeynî vê, li sarayê ilmên sîmya û bijîşkê li pêş bû û Hallac li vê derê fêrî “tıb” û sîmyayê bûye.

Hallac dîsa li Ahvazê, carina çûye nexweşxana “cundîsâbur” û li wê derê ketiye dersên wan û li bicîanînên wan mêze kiriye. Destûrmendê nexweşxanê bi navê Galîp zilamekî “Nesturî- Fileh” bû û di eynê demê de jî, bijîşkê mîr “Muaffak” yê taybet bû.  

Bijîşkên nexweşxanê, pirraniya wan Nesturî bûn û têkiliyên wan yên nêzîk bi Hallac  re hebû. Van bijîşkan bi felsefeya antîq Yewnan baş dizanibûn û bi van zanayiyên xwe re, li ser lênêrîna Hallac ya felsefî, bûne xwedî rolekî girîng.   

Hallac di rêwingiyên xwe de cihê ku çûyê, li wir bang li xelkê kiriye û wan gazî dilîna xwedê kiriye. Li gorî çend rîwayetan, li wan deran mucîzeyan jî nîşan da ye.

Li hember vê asûna Hallac, aligirên xwendegeha (ekol) mutezîle, (ku rasyonalîstên îslamê dihatin hesibandin) ya Hallac bi gelaciyê tawanbar kirine.

Lewra aligir û beşdarên vê xwendegehê, hemû tiştî bi eqil şirove dikirin û li gorî wan mucîze tiştekî der eqil û derew bû. Herwiha çêbûna tiştekî wiha, ne gengaz bû.

Li gorî hêla bawerhişkan jî; Hallac sêhirkar bû…   

Li gorî vegotinekê jî; di navbera Hallac û Ebu Alî Cubbaî de, li Ahvazê pevketinek derketibû û ji ber vî sedemî, Hallac ji Ahvazê çûbû. Xwedêgiravê; Hallac hinek cûrên mêweyan ku ne di demsala xwe de bûn, nîşanê mirîdên xwe daye û Ebu Alî jî li hember vê yekê rabû ye û gotiye ku, tiştekî wiha ne gengaz e.

Lewra li gorî wî: “hebe hebe ew mêwe di berê de, li mala Hallac hebûn û ew hatibûn meregkirin. Hege ev mucîze rast be, bila were û li hemberê me hemûyan wan mêweyan biafirîne.”

Rîwayet ew e ku, piştî vê bangewaza Ebu Alî, Hallac Ahvazê terk kiriye.    

Dîsa li gorî yek an du anekdotan, Hallac çûye Nîhavend û Dînavârê jî. Ev herdû bajêr, ji aliyê yên ji Kûfeyê ve hatine hatiye misilmankirin. Ev herdû bajêr; (Nîhavend û Dînavâr) xwediyê asûnekê stratejîk bûn û rêyên di navbera Horasan û Bexdadê de hebûn jî, di bin venêrîna wan de bû.

Kurd û Kızılbaşên (Şîî yên beşa ekstremîst, ku Massıgnon ji wan re gotiye Kızılbaş) li vê herêmê, hê jî di derheqê Hallac de çîrokan dibêjin.     

Li gorî vegotina mirîdekî Hallacvan; ku navê wî Ehmed  bûye, di Newroza sala 281- an de (hîcrî) Hallac li Nîhavendê ye. Dema ku dahol ji bona pîrozkirina Newrozê lê dixin, Hallac dipirse, dibê; “gelo ev pirozkirina çiye? ”

Ehmed bersiva wî dide û dibêje: “Newroz tê pîrozkirin.”

Li ser vê bersivê, Hallac jî dibê; “Newroza min, wê li dara sêpê bêtî pîrozkirin. Wê ezê li wê derê, xelata xwe bistînim.”

Tê gotin ku dema derketiye ser dara sêpê, vê gotina xwe aniye bîra Ehmed. 

Wisa tê hizirkirin ku Hallac, di sala 282- an de (hîcrî) çûye Îsfahan û Kumê. Di wê dewrê de, li Îsfahanê pîşesaziya cumkeriyê gellekî xurt bibû û bajarekî kozmopolît bû.

Di bazirganiyê de jî, cihûyan rolekî girîng dilîstin. Bajêr ji aliyê Êleka Ereban ve dihate kargerandin. Belam, rûbariya Kurd û Sasaniyan gellekî xurt bû.   

Li bajarê Kumê jî, baweriya şîî serwer bû. Hallac dema ku tê Îsfahanê; diçe serdana Alî Bin Sahl. Li mala  Alî Bin Sahl ; li ser zanyariyê gotûgo hebûye û Hallac li wê derê ji şaredarê Îsfahan yên kevin, Alî Bin Sahl re dibêje ku; “Ezbenî! Tu ji zanyariyê qet fêm nakî! Ya baş ew e ku tu bi bazirganiyê bixebitî.”

Li ser vê gotina Hallacvan; gellek kes jê diqehirin û dostên wî, jê pêşniyaza revê dikin. Lê, Hallac dibêje ku; “Li hemberî xwedê reva ji xwedê, jê şikkirin e.”      

Hallac, ji wir diçe Şîrazê. Tê gotin ku Hallac, bi dizî hatiye bajarê Mervê. Ancax, sedema vê yekê ne hatiye şirovekirin. Hallac, piştre xwe digihîne bajarê Belhê. Herçixas xelkê vî bajarî misilman bûn jî, hê di bin bandûra çanda xwe ya kevin, ango di bin bandûra çanda “Buda” û çanda Yewnan de bûn.

Ji ber vê yekê jî; di ola wan ya nû de, hêjî bandûra “Buda” û xwedayên Yewnanan hebû.

Dawî; qazîyên wî bajarî di berbiçûnekê rasyonalîst ya mutezile û hanefî de bûn. Belam, zilamên olî yên bawerhişkên şafîyan jî; ji bona ku bajêr bixin bin desthilatdariya xwe, dixebitiyan.

Hallac; dilêrîna xwe ya olî (dînî) li vî bajarî, di nava bajariyên ciwan yên Tirk de belav kiriye.     

Di wan demên ku Bexda li paş maye; Nîşapur bûye metropolekê girîng ya cîhana îslamê. “Gazneliyan” û “Samanoğulları” girîngiyekê mezin, dane vî bajarî. Hallac, kurê xwe Sileyman li vî bajarî bicîh kiriye (li Nîşapurê) û di salên 275- 284- û 285- an de sê caran, hatiye ziyareta vî bajarî.

Kargêra Nîşapur ya siyasî, herdem dest diguherand. Lêbelê, girîngiya vî bajarî, ya çandî, civakî û ekonomîk ji vê tevlîhebûnê ketumet nebûye. Pirraniya xelkê bajêr, hanefî û sûnnî bûn. Bi vê yekê re jî; “karmayîyên” mîstîk û mutezîlî jî hebûn. Wisa dixweyî ku, ramanên Hallac di vê pergalê de şîn bûne. (1)

Li gorî lêgerê olzanistê Prof.Dr.Yaşar Nuri Öztürtk jî: “Tevgera Karmatî, tevgerekê sosyalîst ya Quranî ye. Bi dazanîna Hz. Muhammed dest pê kiriye û cih daye felsefeya Yewnan ya kevin. Em dikarin bibêjin ku di ramana karmatî de sê regez cih digrin. Wehiya Quranê, sineta pêxember û felsefeya Yewnan.” (2)

Rewşenbîrên (ronakbîr) misilman, bi têgihiştina piştgiriyê her sal rêwîngiyên hicê bi rê dixistin.

Mîsyoneran dişandin Asya navîn, misilmanên zana yên pispor dişandin welatên filehan û bi vê yekê re jî, xelkê gazî “riya heq” dikirin.    

Zilamên şafî yên bawerhişk jî, li Nîşapurê xebata olî dikirin û Nîşapur bibû hola şer, ya raveyên misilmaniyê û  têkoşîna ramanî. Pergalekê wiha; ji bona belavbûna doktrîna Hallac, warekî baş bû.    

Li Horasanê li bajarê Talakanê jî, ramanên Hallac belav bûne. Hallac, di salên 274 û 283- an de du cara vê derê ziyaret kiriye û “waazên” xwe daye. Ev bajar, nêzîkê sînorên kevin yê dewleta Sasanî bû.

Pirraniya bajariyan sûnnî bûn û li vî bajarî, herdem gelek gotûgoyên felsefî çêdibûn. Îdareya leşkerî ya bajêr, di destê Tirkan de bû. Tirk, nêzîkê xelîfeyê Abbasiyan bûn. Lêbelê hemû mîrên li Îranê, desthilatdariya Abbasiyan ne dixwestin û her car, rûbariya wan dikirin.    

Hallac, paşî derbasê bajarê Maveraûnehir dibe. Ev der, ji aliyê “Samanoğullarıyan ” ve seranser hatibû vegirtin. Hallac bajarên Buhara, Semerkant û Uşê jî ziyaret dike, raman û dîtinên xwe yên olî û felsefî, li wan deran jî belav dike.

Hallac, li Uşê dibe mêvanê Farghaniyê Tirk, ku ev zilam mîrekî wir bûye. Ramanên Hallac, li vê derê di nava Tirkan de jî, bi dilxweşî hatiye pejirandin.

Piştra, li heman deverê Ahmed Yesewî gotiye ku: “Hallac, xoşewîstê (ezîzê) îslamê yê herî mezin e.”

Wek tê zanîn, bingeha Bekteşitiyê ya ramanî, heta digihêjî Ahmed Yesewî.

Di dêlîndêzên Bektaşiyan de; (Yên ku ji bona beşdarbûna vê rêzê tên çêkirin) dara sêpê ya Hallacê Mansûr tê sembolîze kirin. Dibe ku bingeha vê dêlîndêzê, xwe digihîne Yusuf Hamadanî, ku ew bi xwe jî piştgirekî Ahmed Yesevî bû û ramanên wî li Maveraûnehirê belav kiribû.

Di vê niqtê de nakokiyek dixweyî…?

Lewra li gorî Yunus Emre; dilêrîna “Enel Heq” beriya Hallacê Mansûr jî hebû.

Dema ku di helbestekê xwe de dibêje:                           

“ Ezelde benim fikrûm/Enel Heq idi zikrûm          

                              Henüz dahı toğmadım/Ol Mansur- i Bağdadi ” 

Ango dibêje: “Hê ku Hallacvan ji diya xwe nebibû jî, min digot Xwedê ez im.”

Bi vê baweriyê jî, mirovan pîroz dibîne û mirovan, mîna Xwedê dibîne.

Û dîsa dibêje ku: “Külümü göke savurup ben/Ene- l Hak oldum ahı ”

Ango dibêje ku: “Min xweliya xwe li ezmana belav kir/Ez bûme Xwedê.”

Di rastiyê de ramana yekbûna Xwedê û mirov, ne li derê ramana Xwedebûna mirov e. Yên diguhere, bitenê rave ne. Nêrîna ji bilî Xwedê tu tişt tune û yên hene bi tenê Xwedê ne, mirovan jî diguncîne. Ev ramana ku di tesewufê de bi Wahdet- î Vûcud tê binavkirin, di hemû helbestên Mewlana de jî tê xwiya kirin.” (3)          

      Tê zanîn ku Hallac, di sala 283- an de (hîcrî)ç ûye Kaşmîrê. Hallac, bi riya behrê hatiye vê derê. Ya, ji Daykul ku ev der jî nêzîkê Karaçî bû, an jî, ji Kanbayayê derbasê Hîndîstanê bûye û bi misilman, budîst û bawerên pirr xweda re rûbirû bûye. Bawerên pirrxweda, li wê dera ku jêre “Dudvalas” dihate gotin dijiyan û îro li wê derê, navê bajarê herî girîng “Mansûrî” ye.

Wisa tê zanîn ku ev nav ji bona bîranîna Hallacê Mansûr, li vî bajarî hatiye danîn û dîsa wisa tê bawerkirin ku navê vê derê, bi bandûra ramanên Hallac hatiye guherandin. Navê bajar yê kevin jî, “Mansura” bûye.

Di derheqê gerra Hallac ,ya Hîndîstanê de dîsa çend çîrok têtin vegotin.

Dibêjin dema ku keştî nêzîkê peravê bûye, yên li ba Hallac, mebesta wî ya vê gerrê jê dipirsin. Ew jî dibê: “Ez dixwazim ku xwe fêrî sehrê bikim û ji bilî vê yekê jî, xelkê vêderê vexwînim riya heq ya xwedê.” 

Piştî derketina ser axê, zilamekî kal jêre dibêje; “Malava, bi min re were ku ez sehrê nîşanê te bidim.”

Zilamê kal piştî gotina xwe, werîsekî diavêjî  asîman ve û bi werîs derdikeve jorê.  Dema ku tê jêrê, dîsa ji Hallac re dibêje: “Li vê derê ev sehr gellek hêsan e, wê tu ê li wê derê gellekan bibînî!”

Wisa xwiya dike ku li Hîndîstanê, sehra werîs gellekî kevin e…    

Daxwaza Hallacvan  ya herî mezin misilmankirina Tirkên li herêma Turfan û Koço bû.  “Koço Paien” paytextê Tirkên Uygur, yên bawerên pirrxwedan bû. Ew herêma ku bi navê Tirkistan hatiye binavkirin, warê çanda baweriya pirrxwedan bû.

Ji demekê dirêj ve bû ku bala Hallacvan, li ser Tirkan bû. Li Basrayê û Vâsîtê, Tirkên misilman hebûn. Hallac di gerra Horasanê de jî, mîrên Tirkan yên misilman naskiribû. Belam, pirraniya wan hêjî çanda “Paien” didomandin, ku pirraniya wan jî, li Asya navîn bûn. Alaya xelîfe “Mutasım” jî, ji Tirkên misilman pêk hatibû.

Li welatên Tirkan; alfabe bi qarektera “sîryak” bû û nivîsevanî bi destên  katîbên “Manikheen” bi rê ve diçû. Pirraniya Tirkên Uygur, baweriya xwe bi dînê manîkheîzmê anîbûn û ev dîn bibû dînê wan.

Herwiha, “nesturîlîk” jî gellek fireh bû. Wek tê zanîn; nesturîtî raveyekê filehtiyê ye, lê nêzîkê misilmaniyê ye.

Manîkheîzm; ji aliyê zilamekî olî bi nave “Manî” ku li Mêrdînê hatiye dinyayê di sedsala 3- an de (piştî zayînê) hatiye damezrandin. Manî; ji eslê xwe ve “Mazdeîst” bû û “manîkheîzm” lihevhatina fileh- mazdeîzmê ye.

Manîkheîn; alfabeya “sîryak” ji aliyê Moğolan ve jî hatiye pejirandin û bikaranîn.

Tirkên Uygur bi armanca bazirganiyê, diçûn wan herêmên ku îslamîyet lê belav bibû.  

Hallac; di dema gerra Maveraûnehir de wan naskiriye û ji wan mirekeba çînîyan û kaxiz sitandiye.   

Ji sala 762- an ve ( mîladî- ango, piştî zayîna Îsa nebî ) Çînîyan, bacê didan Tirkên Uygur û ev Tirkên Uygur “manikheen” bûn.

Zanayekî Tirkan bi navê  “Alp Kutlug Külüg bilge” (mîladî- ? – 780 ) bi bandûra Manikheên Îraqî, dînê Manî pejirandiye û nasnavê “Rihê Manî” li xwe kiriye.

Ji ber têkiliyên Tirkan ku bi Çînîyan re ava dikirin, berbiçûnekê “Budîst” jî di nav Tirkên Uygur de xwe nîşan dida. Belam; bi awayekî bêdro tê zanîn ku ev Tirkên Uygur, di sala 1252- an de (mîladî) bi pirranî bûne misilman.

Di vê tarîxê de navê bajarê Koço hatiye guherandin û bûyê Apsûs. Lê piştî misilmaniyê jî, di herêmê de Tirkên Uygur yên fileh jiyana xwe didomînin.

Herwekî; êla “öngüt” fileh bûn.  

Ew dema ku Hallac li Tirkistanê digeriya, Tirkên wê derê girse girse beşdarê ola misilmaniyê bûne…

Gelo mirov dikare bibêje ku ev bûyerekê pîsadî/tesadufî ye û bikaranîna vê peyvê, gelo wê çixasî rast be? 

Tê zanîn ku Tirkan, rûmetekê mezin dane Hallacvan. Ahmet Gazalî, ku ev zilam piştgirekî Hallacê Mansûr bû, ji aliyê mîrên “Îlhanlı” ve hatiye parastin.

Ne tenê di nav Tirkan de, herwiha di nav Kurdan de jî, dîtin û ramanên Hallac gellekî belav bûye. Hallac piştî ku têkiliyên xwe li Ahvazê, bi sûfiyan re dibirre (sala 272- hicrî ) bi insanên nû, yên beşdarên ol û mezhebên cihêreng re têkiliyên xurt ava dike.

Herwiha, bi vî awayî hemû biserveçûnên Rojhilata Navîn û kortala Behrasipî bi serketinên dîrokî naskirî ye.

Felsefeya antîk Yewnan, zanayên fileh, kelamnêrên misilman û fekîh, di xezîneya wî ya ramanî de cewahîrên bingehîn in. Û dîsa bi saya naskirina çand, ol û şarsaniyetên cuda, yên cihêreng ramanên wî, êdî kûr bûne.

Mebesta veqetina wî ya ji sûfiyan, ji kotîbûna wan dihat.

Ew bi xwe jî; ji rih û eslê xwe ve sûfî bû. Belam, sûfitiya wî, mîstîsîzmekê rasteqîn û lêgerînekê riya Xwedê bû. (4)

Lêgerê olzanistê Prof. Dr. Yaşar Nuri Öztürk jî li ser baweriya Hallac dibêje ku: “Ew ne şîî û ne jî sûnnî bû. Herwiha, ew ne ji tu mezhebê bû jî. Hallac, ji Quran û pêxeber dest pê kiriye û xwe gihandiye îmajekê mirov, îmajekê nû.” (5) 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanîyên Vê Beşê

1) Louis Massıgnon. Yen vediguhêzîne. Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar- ı Mansur- Weşanên Ant. Rûpel- 21- 26

2) Prof. Dr.Yaşar Nuri Öztürk. Hallacê Mansûr û berhema wî. Şehîdê eşq û heqê. Weşanên Yeni Boyut. Çapa çaremîn. Stenbol 1997. Rûpel: 44

3) İsmet Zeki Eyüboğlu. Elewîtî- Sûnnîtî û ramana Îslamê. Weşanên Der- 1989. Rûpel: 75- 76.

4) Louis Massıgnon. Yên vediguhêzîne. Prof. Dr. Niyazi Öktem.    Dar- ı Mansur Rûpel: 27- 30

5) Prof. Dr. Yaşar Nuri Öztürk. Hallacê Mansûr û berhema wî. Şehîdê eşq û heqê. Weşanên Yeni Boyut. Rûpel: 56.

Hege çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Ev nîvîsar, beşa duyemîn ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî )

Cihû : Yahudi. Musa dîninden olan.

Keşe : Keşiş. Hiristiyan din adamı.

Devih : Deve. Deve hayvanı.

Axlebî : Genellikle, çoğunlukla.

Tax : Mahalle, semt

Şarsaniyet : Uygarlık.

Şêwirmendî : Danışmanlık.

Rewşenbîr : Aydın kişi.

Vac : Mantık. Mantık bilimi.

Bicîanîn : Yerine getirmek. Uygulama.

Lênêrîn : Bakmak, bakış açısı.

Dilîn : Sevgi. İnsanı yüksek özverilere götüren ilgi.

Gelacî : Şarlatanlık. Şarlatan olma hali veya şarlatanca davranış.

Dereaqil : Akıl dışı.

Sêhirkar : Büyücü. Büyü yapan kimse.

Vegotin : Anlatım

Xwedêgiravî : Sözde. Sözüm ona.

Meregkirin : Depolamak. Bir şeyi korumak vaya saklamak amacıyla depolamak.

Bangewaz : Çağrı.

Venêrîn : Denetim. Kontrol.

Xelat : Armağan, ödül.

Pîşesaziya Cumkeriyê : Dokumacılık endrüstrisi.

Bazirganî : Ticaret

Êl : Kabile.

Rûbarî : Muhalefet, karşıt olma hali.

Şaredar : Belediye başkanı veya belediye yöneticisi.

Kargêr : Yönetim, idare.

Dêlîndêz : Tören.

Wexwendin : Davet etmek, çağırmak.

Keştî : Gemi

Perav : Sahil, kıyı.

Mebest : Sebep. Bir olayı veya durumu gerektiren yahut doğuran başka bir olay.

Nivîsevanî : Yazmanlık, yazıcılık.

Bac : Vergi

Bêdro : Kesin.

Girse, girse : Öbek öbek, yığın halinde.

Pîsadî : Tesadüfen. Rastlantı sonucu olarak.

Kortal: Havza. Az çok belli bir dağ veya tepeler çevresiyle sınırlanmış olan kara bölgesi.

Cewahîr : Madeni, kıymetli taş. Öz.

Kotî : Mîskîn. İnsanı sinirlendirecek derecede uyuşuk.

Paytext : Merkez kent. Başkent.

Bawer : İnanlı. İnanan kimse.

Dazanîn: Öğreti. Bilimde düzenli bir görüşü oluşturan ilke ve doğmaların bütünü.                                       

Guncîn : Kapsamak, içine almak. Sınırları içine almak.

Bersivekê binivîsin