Rene Descartes – 1596-1650

Rene Descartes – 1596-1650

Renê Descartesê fîlozof, zanyar û matematîzan, di 31 Adara 1596 an de li navçeya Tourainê, li La Haye’yê hatiye dinyayê. Babê wî hiqûqzanek bû û Descartes di malbatê de wek zarokê çaremîn hatibû dinyayê. Rene Descartes ji zayîna xwe ve zarokekî narîn û şikestok bû. Di dema zayînê de hindik maye ku bimire. Piştra bi xêra dêşîra xwe, xwe bi ser hev ve daye û jiyana xwe domandiye.

Lê narîntîya laşê wî, carinan bi kêrî jî dihat. Mesela li dibistanê roja lehdê hemû zarok serê sibê zû radibûn, lê ew heta wextê nîvro radiza. Di demeka kurt de, pêderxistin ku Descartes zarokekî aqilraser e. Heta heşt saliya xwe, ji aliyê mamosteyên taybet ve hatiye perwerdekirin. Di sala 1604 an de, ji bo xwendinê wî dane dibistaneka cizwîtan. Ev dibistana ku bi navê ‘La Fieche’ dihat nasîn, di wê demê de yek ji wan dibistanên herî baş yê Ewrûpayê bû.

Descartes di vê dibistanê de deh salan hatiye perwerdekirin û di nav van deh salan de dersên qlasîkên yewnan û romayê, zimanê fransî, mûzîk, şano, siwarî û eskrîmê sitandiye. Dibistana La Fieche di warê felsefeyê de girêdayê dazanîna Arîstoteles bû û perwerdeyeka skolastîk dida xwendevanên xwe. Descartes dibêje Şika Metodîk ya ku min bingeha wê avêt, di demên vê dibistanê de ku wek barekî giran bû li ser pişta min, hatiye hilberandin.

Piştî qedandina La Fiecheyê, Descartes dikeve Zaningeha Poitiers û piştî du salan dîplomeya hiqûqê wergirtiye. Lê wî hiqûqzanîyê an jî ev bibêjin parêzerîyê nekir û di dewsa vê yekê de bi armanca xwendina pirtûka dinyayê’ û vekolandina kesayetîya (xwebûna, benlîka) xwe dest bi nivîskariyê kiriye.

Di vê dewrê de Descartes xwe hê jî xwe nezan dihesibîne û dibêje ku ji bo zanîna tiştekî, an jî cudakirina başî û xirabiyê, ez hê ne xwediyê tu pîvanekî me û dikeve nav lêgerîneka bi vî rengî. Di sala 1618 an de Descartes diçe Felemenkê û bi dilê xwe, xwe li Artêşa Orangê dinivîsîne, beşdarê Şerên Sih Salan dibe, lê di dema şer de tu carê yekser nakeve pêvçûnan.

Leşkerîyê derfeta fikirîna kûr daye wî. Di sala 1619 an de xewnekî dibîne û wiha difikire ku di dawîya vê xewnê de cogito ergo sum; ango, bingeha zanistek nû avêtiye. Di navbera salên 1621 û 1628 an de piştî geştên xwe yên Macarîstan, Fransa û Îtalyayê, li Felemenkê bi cîh dibe. Bi taybetî jî pirtûkên xwe yên bi navê Axaftinên Li Ser Rêbazê, Medîtsayon û Hêmanên (Prensîbên) Felsefeyê dinivîsîne û bi nivîsandina van pirtûkan re jî bi bêolîtîyê (dînsizîyê) hatiye tawanbar kirin û jêre kartezyen-bêol hatiye gotin.

Pirtûkên wî, dikevin nav lîsteya pirtûkên qedexe.

Hê di dema dibistana Cizwîtan de jî, xebatên Galileî, Kepler û astronomîyê dişopand û di dibistanê de jî beşdarê komên ku xebatên bi vî dişopandin, dibû. Di vê dewrê de bala xwe dide geometrî, fizîk û optîkê û ev baldarî, wiha demekî din dom dike. Di vê dewrê de pirtûkên wî yên Diyoptri (bi mercekê re têkildar e) û Meteors (kevirên esmanî re têkildar e) têne weşandin. Lê bi taybetî Descartes bi dîtina Analîtîk Geometrîyê re navdar bûye.

Denklema Kartezyen: x3 + y3 = 3axy

Denklema Parametrik: x = 3at/(1 + t3), y = 3at2/(1 + t3)

‘Tiştekî ku misoger e, heye.

Ji rastbûna tiştekî şikkirin.

Şikkirin, fikirîn e.

Fikirîn jî, hebûn e.

Nexwe, hebûna min bêşik e.

Difikirim, nexwe ez heme.

Zanayîya yekemîn, ev zanayîya zexim e.

Niha jî ez dikarim hemû zanayiyan ji vê zanayîyê derbixim.’ (Descartes)

Erdem, tekane rêya bextewarîyê ye. Mirovê ku koleyê navajoya xwe ye, dikare encax bigihêje xweşiyên demî. Dawiya vê yekê, êş û kerx e…

Sê rêyên gihêjtina bextewarîyê hene:

1– Bi awayekî rast, zanîna rastiyê.

2– Xwestina rastiyê.

3- Devjêberdana xwestekên ne gengaz.

Di Reşemîya 1650 an de li Stockholmê ku li ser vexwendina şahbanûya Swêd çûbû wê derê, bi nexweşiya zatûreyê dikeve û dawî li imrê wî berhemdar tê.

Felsefeya Zanayîyê ya Rene Descartes

Descartes navekî girîng ya ramana nûjen e û teorîya wî ya zanayîyê, ya ku wî pêşkêş kiriye û dilêrîna wî ya matafizîkê, ne tenê di dewra xwe de, piştî mirina wî jî gelekî hatiye nîqaşkirin.

Em pê dizanin ku wî gumanê wek rêbazekî bikar anîye. Guman (şik) ji bo Descartes bi tenê rêbazek bû û bi vê rêyê Descartes dixwest ku xwe bigihîne bingehekê misoger û xupxuya, ya ku êdî tu kes nikaribe jê gumanê bike.

Taybetmendiyên Felsefeya Zanayîyê Ya Descartes

1- Descartes beyî ku dest bi rêya hilberandina zanayîyê bike, hêmanên rêbaza ku wê wî bigihêjîne vê zanayîyê destnîşan dike. Li gor bîr û bawerîya wî: tu zanayî hege wekî ku di matematîk û geometrîyê de bi awayekî eşkere ne hatibin destnîşankirin, wê neyête pejirandin û di destpêkê de bi awayekî deduksîyonî (ji hêmaneke giştî, ber bi tekanê (tekîlê) ve divê pêşnîyara tevayî were pêşkêşkirin û piştra jî bi rêya dahûranê (analîzê), divê ji bo rewşên tekan (yekhejmar) zanayî werin hilberandin û divê yên tevlîhev, werin hêsankirin. Piştra ev zanayîyên ku ji bo rewşên tekan têne hilberandin, bi rêbaza enduksîyonê divê cardin werin qontrolkirin û zeximkirin.

2- Descartes pirsa ‘Heqîqet çî ye?’ dipirse û dixwaze ku heqîqet jî wekî ku di matematîk û geometrîyê de jî heye û hêsan e, ji ronahiya aqil derkeve holê. Lê Descartes di wê derdê de ye ku bingehekê peyda bike û hemû zanayîyan jî, li ser vê bingehê ava bike. Descartes dibêje ku ev bingeh bi saya ‘Rêbaza Şikber’ bi pêşnîyara ‘Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum’ re derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayîyê nake. Lewra mirov dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî bandora wî cinî ku Descartes qala wî dikir deye û bandor berdewam e.

Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîtana ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihata. Ev yek jî, ramana Xwedê ye. Ramana Xwedê ya teqûz, ji ber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê ji ber Xwedê ye. Heger ramana Xwedê li cem mirov bi tenê xeyalek bûna, wê demê ji ber ku mirov zîndiyek dawîndar e; wê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûna. Ev yek jî, rewşek nakok e.

Ê baş e Descartes çîma wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide? 

Lewra hege Descartes bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare ya Xwedê bifikire, wê demê wê di nav sînorên ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ de nemîne û wê demê ji bilî xwe, wê bikaribe nesneyên (wanekên) din jî bizanibe. Ango wê bikaribe derbasî cîhana wanekan jî bibe.

3- Bi fikra Xwedê, Descartes xwe ji wê rewşa neyînî ya ku şikê rê didayê xilas dike. Hege bi tenê bigotana ‘Difikirim, nexwe ez he me.’ wê ji şikê nikaribûna xwe rizgar bikirana û nikaribû derbasê cîhana wanekan bibe, derheqê wan de zanayîyan bidest bixe.

4- Wek gotina dawî em dikarin bibêjin Descartes wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê behreya (qabilîyeta) zanînê ye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin