Rastî û Kesayetî

Rastî û Kesayetî

Xwezî her însan bi rastîya xwe tevbigera. Mixabin mirov ne welê ne. Ji ber ku mirov bi kesayetîya xwe re nakok e û nikare bi rastîya xwe re tevbigere. Her însan xudanê du sexsîyete û ji du kesayetîyan pêk tê. Kesayetî a hundirî û kesayetî a ji derveyê xwe pêk tê. Beşa hundirî rastîya mirovan e, lê kesayetîya mirovan a ku li derveyê xwe şanovanî ye. Li cem hin kesan, sexsîyeta şanovanî zêdeye û her tim bi rola xwe ê civakî re mijûlin û dixwazin kesayetîyên xwe ê derve bikarbînin. Li cem wan quretî û pozbilîndî pir e û her tim dixwazin xwe bidin pêş û tinazê xwe û henekê xwe bi yên din re dikin. ji ber ku ewana bi kesyatîyên xwe ê hindurî re gelek nakok in û rastîya xwe xef dikin û ji rastîyên xwe dûr dikevin.

Hin kes jî bi kesayetîya xwe ê hindurî re mijûlin. Li cem wan quretî û pozbilîndî kêm e û ew naxwazin tim bibin lîstikvanê kesayetîyê xwe û hewl didin ku di navbera hindur û derve xwe re lihevhatî bin û bi du kesayetîya xwe re ahengdar bin.

Sultan Arslan 

26.05.2016

Bersivekê binivîsin