Raseriya Hiqûqê

Raseriya Hiqûqê

Raseriya Hiqûqê

      Raser an jî raserî tê wateya tişta ku li ser tiştekî din re be, her wiha tişteke li ser wan tiştên din re be, ango hakimî, serdestî, li jorî, bilindbûnî. Raseriya hiqûqê an jî serdestiya hiqûqê, bi awayekî giştî di civatekî de an jî di welatekî de cih û berfirehî û bilindahiya rayeya hiqûqê derdibire. Bi taybetî jî mirov dikare bêje raseriya hiqûqê ya li hember dewlet û yên ku rayeya hikumetê di destê wan de ye nîşan dide. Ev têgeh di nav parastina Platonî de bi awayek sergirtî derbas bûye [1], lê ya rast cara yekem bi awayek vekirî ji aliyê Arîsto ve bi vî awayî hatiye bikaranîn: ‘Divê hiqûq birêve bibe (hikm bike).’

Têgeha raseriya hiqûqê, piştî pêvajoya dîrokî ya ewropayê ya li hember monarşî, feodalîzm, û rewşa dêran a xweyîmtiyaz girîng bûye. Raseriya hiqûqê, her wiha dîsa tê wateya ku her hemwelatî dikare bibe muxetabê hiqûqê. Ango nabe ku tu kes xweyîmtiyaz be. Ev raman bi taybetî tê vê wateyê ku her rêvebir bin hiqûqê re ye, tu kes û tu sazî ne ser hiqûqê re ye (wek mînak dêr, qiral, mîr, şêx…)

Di gel ku ev têgeh ji aliyê siyasetmedar, dadger û akademîsyenan ve pir tê bikaranîn jî tê gotin ku fêmkirina wê pir dijwar e. Bi awayek têgehî raseriya hiqûqê di nav du nêzikayiyan de tê derbirîn: şêweparêz û bingehî (serekeyî). Li gor nêzikahiya yekem ango şêweparêzê, di gel ku ew dada di nava têgeha hiqûqê de girîng e, ya diyarker rêzik û qanûn in.

Di vê nêzikahiyê de ji dadê bêhtir rêzik û qanûn li pêş in. Li dijî vê di nêzikahiya bingehî (an jî sereke) de, ya bingeh û asas dad e û mesele ji rêzik û qanûnan dibûre, ji dil lêpirsîna pêkhatin an jî pêknehatina dadê (û mafê) ye. Nêzikahiya ku îro tê qebûlkirin jî, ji dil raserî an jî serdestiya hiqûqê (maf/dad) ye. Nêzikahiya rêzikparêz û şêweparêz nayê qebûlkirin, li pêşber van tê derketin.

Pêvajoya Dîrokî ya Têgeha Raseriya Hiqûqê

Di Yewnana Antîk De Mirov dikare dîroka vê têgehê heta pirtûka Arîsto ya bi navê “Polîtîka”yê bibe. Di vê berhemê ev derbirîn derbas dibe. [2]: “Divê hiqûq birêve bibe.” Têgeha raseriya hiqûqê bi yewnana antîk re destpê dike û bi pêvajoya dîrokî re li ewropayê li dijî çînên xweyimtiyaz xwe pêşde biriye. Li Yewnana Antîk nêzikahiya “Rêvebirina herî baş, rêvebirina di destê zilamên herî baş de ye.” hebû, li gel vê jî tê gotin ji parastina ku Platon kirî derketiye[1]. Platon wilê hêvî dike ku ev civata “zilamên herî baş” a di vê pênaseyê de li gor qanûnan tevbigerin. Vê hesta xwe bi van gotinan vedibêje: “Hiqûq û desthilatek bikeve rikberî û rû bi rû bibin, hilweşandina dewletê ne dûr e. Lê heke hiqûq hakimê dewletê be û heke dewlet jî segê hiqûqê be di vê rewşê de hêviyek heye. Mirov dikarin ser bi tehma wê pîrozkirina Xwedê li dewletê barandî ve bibin.” [3]

Di Îslamê de ev têgeh bi vî awayî tam di sedsala 17. de ketiye nav çavkaniyên Îslamî û hatiye nivîsîn ku hiqûq ji xelîfeyî rasertir/serdesttir e. Lê hinek ji alimên Îslamê vê têgehê heta hin hedîsên dewra Mihemed Pêxember jî dibin. Wek mînak, derbirînek di xutbeya xatirxwestinê de heye: “Ez du tiştan ji we re dihêlim, heta ku hûn li gor van bin hûn ji rê dernakevin, kêm û bêqîmet nabin; Pirtûka Xweda Qur’an û Sinet.” Ev derbirîn wilê dide der ku Qur’an û sinet bingeha hiqûqa Îslamê ne û rêzikên Xwedayî yên di Qur’an û Sinetê de tên vegotin jî raseriya wan û serdestiya wan derdibirîne. Dîsa di van derbirînên li jêr de xuya dike ku têgeha raseriya hiqûqê di rojên pêşîn ên îslamê de jî heye:

“Wisa nîn e; bi Xwedayê te sond dixwim! Heya ew di wan tekoşînên, ku di nava wan da reh daye, ji bona berevaniya te neyên cem te, ku tu di nava wan de (bi dadî) berevanî bikî, paşê ew ji wê berevanîya te kirî, di dilê xwe de jî qet tu xeyîdîn û dudilî jî xweyî nekin û heya ew bi hemûtî xwe nesipêrin te, ew nabine bawerger.” (Sûreya Nîsa. Ayeta 65) “Kî piştî tehde lê hatkirin, heqê xwe bistîne, êdî li dijî wî/wê tu rêyên din dernakevin.” (Sûreya Şûra. Ayeta 41.) “Gelî bawermendan! Heke li dijî we bixwe, li dijî dê û bavê we û nasên we jî be ji bo dad/edalet li ser piyan bisekine ji bo Xwedê, şahidiyê bi dirûstî bikin. Ew ên ku hûn ji bo wan şahidiyê dikin bila zengîn be an jî bila xizan be, Xweda hê bêhtir nêzîkî wan e. Nedin dû hestên xwe û ji rêya edaletê dernekevin…” (Sûreya Nîsa. Ayeta 135.)

Di Serdema Nûjen De Ev têgeh cara pêşîn di ferhenga Oxfordê de sala 1500’an de derbas dibe. [4] Her wiha ev têgeh sala 1610’an ji aliyê Qiral Jamesê I. ve di kamarayên lordan de hatiye bikaranîn. (*kamara: li ingilîstanê navê dîwanên qanûnçêkirinê bû) Ev derbirîna Qiral Jamesê I. bi vî awayî ye: “Bi rêveberiya Qiraltî, bavikên esîl, qiral û qiralîçeyên Majesteyî re dilşadî û azadî pêk hatiye, gelek sedemên vê yên cuda cuda hene, di navbera van sedeman de sedema herî balkêş û rûmetdar û binirx û ser wê’re tunetir rêvebirin û pêşîkêşî’ya bi alîkariya raseriyeke teqez a hiqûqê ye. Di vê rêbazê de maf hem yên serekan hem jî yên endaman e û maf ne yên hikumeteke nezelal in.” [5]

Wateya Wê ya Di Roja Me De Di roja me de di gel ku sepandinên ciyawaz hene, raseriya hiqûqê yek ji pîvana welatekê “baş tê rêvebirin” e û li ser vê rêgezên bingehîn ên li ser wan lihevhatîn hene. Wek mînak, ji aliyê Bankaya Cîhanê ve di Nîşanameya Rêveberiyan a Navnetewî de pênaseya raseriya hiqûqê bi vî awayî ye: “Raseriya hiqûqê, niçikeke rêzikên civakî ye û peymaneke ji aliyê civakê ve ji bo bikaranîna hêzê ya polîs û dadgehan hatî çêkirine.” [6] Dewleteke raseriya hiqûqê bipejirîne, ji rêvebirina wê re ‘nomocracy’ tê gotin.

Di Yewnana Antîk de peyva ‘nomos’ tê wateya hiqûqê û peyva ‘kratos’ jî tê wateya hêzê. Ango ev peyv di vê wateyê de ye; hêza hiqûqê an jî bi rewşa rojane raseriya hiqûqê. Sepanên DYE’yê Li Emerîkayê Serokê Emerîkayê, dadgeha bilind (supreme court) û hemû endamên kongreya Emerîkayê jî di nav de, hemû karmendên dewletê jî di nav de divê Destûra Bingehîn a Emerîkayê bipejirînin û divê li ser her tiştî re bigirin. Ji bo vê ev kesên têkildar divê sond bixwin û ev sond nîşana serdestî û raseriya hiqûqê ya li ser herkesî re ye.

Her wiha, hikumeta federal, bi şertê ku ne li dijî mafên takekesî yên di destûra bingehîn de hatî rêzkirin, di qanûnçêkirinê de mafê wê yê teqdîrê heye. Heke qanûn li dijî wan mafên takekesî be, darizandin dikare têkilayiyê bi metna wê qanûnê bike.

Rênas Xendekî

09.01.2015

Çavkanî:

[1] David Clarke, “The many meanings of the rule of law” in Kanishka Jayasuriya, ed., Law, Capitalism and Power in Asia (New York: Routledge, 1998)

[2] Aristotle, Politics 3.16

[3] Cooper, John et al. Complete Works By Plato, page 1402 (Hackett Publishing, 1997).

[4] Oxford English Dictionary (OED), “Rule of Law.

[5] Hallam, Henry. The Constitutional History of England, Volume 1, page 441 (1827).

[6] Kaufman, Daniel et al. “Governance Matters VI: Governance Indicators for 1996-2006, World Bank Policy Research Working Paper No. 4280” (July 2007).

*Vikipedi, gotara “hukukun üstünlüğü”

*Tefsîra hin ayetan ji programa Quran-Qurmanci a google play store’yê.

Çavkaniya malperê neye nîşandin, bi tu awayan nabe ku nivîs werin wergitin.

Bersivekê binivîsin