Ramanên Bingehîn Yên Tevgera Empirisîzmê

Ramanên Bingehîn Yên Tevgera Empirisîzmê

Ramanên Bingehîn Yên Tevgera Empirisîzmê

Li cîhana Rojavayê tevgereke bandordar ya felsefeyê ye û wekî dijberê Rasyonalîzmê hatîye dîtin. Navê gellek fîlozofan di vê lodê de cîh bigre jî, fîlozofên sereke yên vê bizavê, John Locke û David Hume ne. John Locke û David Hume, du ezmûngerên Îngilîz in û du navên sereke ê ekola Ezmûngeriyê [Deneyparêzî- Empirîzm- Empirîsîzm] ne.

Du taybetmendiyên girîng yê empirîsîzmê hene:

1- Empirîzm, ji bo behskirina tiştekî, beriya her tiştî pêwîstî bi delîlan dibîne. Yanî divê dema ku em behsa tiştekî bikin, derheqê wê yekê de divê delîlên me hebin û ev delîl jî, divê ji ezmûnê/azmayîşê hatibin. Wekî mînakekî: Dema em ji ufoyan (seyareyên fezayî) behs bikin, divê ya me ufoyan dîtibe, ya jî divê me destê xwe dabe wan. Hege di vê babetê de azmayîşeka me tunebe, wê demê di vê babetê de divê em xeber nedin.

2- Ezmûngerî, rêbaza zanistê (ezmûnê) bikar tîne û vê yekê ji xwe re weke modeleke dibîne. Ji bo ku em bikaribin baweriya xwe bi tiştekê bînin, di destê me de divê delîlên me yên ku ji ezmûnê hatibin hebin.

Du taybetmendiyên ezmûngeriyê yên navborî, wiha kirine ku mirov di babeta zanayiyê de xwe bisînor bike. Lê wan zanayiyên ku ne ji ezmûnê tetin jî, wan wekî zanayiyên çewt, yan derezanayî daye nîşandan. Ev yek jî, aliyê sar yê ezmûngeriyê ye.

1- John Locke 1632-1704

John Locke, wekî damezranerê ezmûngeriya Îngilîz tê hesibandin û ramana Descartesî ya îdeyê ji bo ramanên xwe wekî bingeh hilbijartiye, ku îde tê wateya hemû tiştên ku mirov li ser difikire. Descartesî wiha pêbawerbû ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê van îdeya ne. Belam John Lockê ezmûnger, bi temamî li dijê vê ramanê bû. Li gor bîr û baweriya John Lock jî, mirov tu tiştî (îde, raman yan jî têgeh) ji zayîna xwe ve naynin. Di destpêka jiyanê de zêhn, bi rêya têgîhan û fikirînê zanayiyan bidest dixe.

1- John Locke, di navbera îde û azmayîşê de têkilîyeke dualî ava dike. Ya yekemîn: Zêhna mirov di destpêkê de wekî Lewheyeka Vale (Tabula Rasa) dest pê dike û her diçe (bi berfirehbûnê re) îdeyan bidest dixe. Ya duyemîn: Hemû tiştên, ku em pê dizanin ji azmayîşan têtin. Ji bo ku em bikaribin tiştekî weke zanayî bipejirînin, berîya her tiştî divê sedemên wê yekê yên ku ji azmayîşê têtin, hebin. Herweha divê teoriyên me yên zanistî jî, ji birêvebirinên aqlî yên razber zêdetir ji azamayîşan werin û xwe bispêrin azmayîşan.

2- Azmayîş, ji aliyê John Locke ve weke du beşan hatiye bikaranîn. Li alîyekî ezmûna derveyî/der, ku xwe dispêre pênc livokên me yên sehekî. Li aliyê din jî ezmûna hundûrîn heye, ku di vê yekê de jî îdeyên ku bi rêya ezmûna devreyî têne bidestxistin, têne bikaranîn. Li gor bîr û baweriya John Locke: Hemû zanayiyên me bi rêya pênc livokên me yên sehekî ne, ku bi rêya ezmûna derveyî têne bidestxistin. Dûra ev daneyên ku bi rêya sehekan têne bidesxistin (ku ev pêşniyarên sade/besîd in; weke zer, dirêj û tirş, ku wesfên yekemîn in) li hevdu têne girêdan û bi vî awayî îdeyên tevlîhev, têne hilberandin.

3- Joh Locke îdeyan dike du beşan…

A– îdeyên sade/basîd

B- Îdeyên tevlîhev

Îdeyên tevlîhev, bi rêya hevûdûdana îdeyên basîd têne hilberandin. Îdeyên basîd jî, bi rêya bandora nesneyan ku li ser sehekên me dihêlin, têne hilberandin. Îdeyên basîd gellekî vekirî ne, lê îdeyên tevlîhev gellekî berfireh/bergehdar in. Wekî mînakekî: Em derheqê nesneyeke de dibêjin ku ew zer e, tirş e, mezin e û hwd û em van têgehan, digihînin leymon û rojê. Bi vî awayî em dibêjin: ‘Leymon tirş e, yan jî tîrêjên rojê zer in.’ Û em xwe digihênin îdeyên kompleks.

4- John Locke li gor taybetmendiyên wan, dibêje îdeyên basîd xwediyê du wesfên cuda ne, ku ew jî   

A- Wesfên bingehîn/sereke, esas: wekî hejmar, şekil û tevgerê. 

B- Wesfên talî/wesfên di rêza duyem de: wekî deng, reng û têhm. 

Wesfên bingehîn, ji nesneyan têtin û hege ew tunebin, em nikarin têbigihêjin wan. Wek tirşbûna leymonê, ku em nikarin îdeya tirşê ji îdeya leymonê cuda bikin. Wesfên talî jî, li gor yê ku têdigihêjiyê diguhere. Mesela leymon di heman demê de zer e jî, lê li gor ronahiyê dikare bi rengekî cihêreng jî were têgihiştin.

5- John Locke wiha difikire ku nesne têne têgihîştin/îdraqkirin. Têgihiştin bi bandora nesneyan ku bi rêya wesfên xwe yên bingehîn û talî, bandûrê li me dikin, pêk tê. Îdeyên ku ji nesneyan têne têgihîştin, xwediyê wê hêze ne ku di zêhna mirovî de nesneyan temsîl bikin. Bi vî awayî îdeyên ku di zêhna me de hene, amizgerê nesneyên xwe ne û nûnerên, wan in.

6- Pejirandin yan jî nepejirandina îdeyan, amizgeriya wan an jî neamizgeriya wan; zanayiyê pêk tîne.

7- John Lock dibêje çar hêmanên ku zanayiyê derdixin holê hene:

1- Jevbûn: Veqetandina heyînekê ji heyîneka din û raxistina cihêrengiya wê ya holê. Mesela em dikarin bibêjin ku ‘dar’ eynî wekî xwe ye û ji ‘hesin’ cihêreng e.

2- Tekilî: Diyarkirina têkiliya di navbera du heyînan de. Mesela wekî diyarkirina têkiliya di navbera sêkoşe û çarkoşeyê de.

3- Girêdana bivênevê û hebûna bi hevre.

Ji bo pêkhatina îdeyeke tevlîhev, pêdivî bi gellek îdeyên hêsan/sade heye. Mesela îdeya televîzyonê. Em dizanin ku îdeya televîzyonê ji gelek îdeyên biçûk pêk tê, lê ew hemû bi hevdû re îdeya televîzyonê pêk tînin.

4- Hebûna rasteqînî: Divê îdeyek bi rastî jî nesneyeka ku heye, temsîl bike. Mesela dema em behsa darê bikin, divê ev têgeh di xwezayê de temsîla darê bike.

2- David Hume 1711-1776

David Hume jî navekî girîng ê ezmûngeriya îngilîz e û bi gumankeriya/şikberiya xwe navdar e. Nemaze bi regeza/prensîba sedemîtiyê, bandoreka mezin li ser fîlozofan hiştî ye. David Hume, xebatên Newton ji xwe re wek mînak hilbijartî ye. Hume, di destpêkê de xwestiye ku rêbaza xebitîna mejiyê mirovî fêr bibe û prensîbên xebîtîna mirovî destnîşan bike. Di babeta felsefeya zanayiyê de lêzêdekirina wî ya herî mezin, dahûrandina (analîz kirin, dewiyandin) wî ya li ser sedemîtiyê ye.  

David Hume di babetên zanayî û zanistî de, têgihîştibû ku ramana sedemîtiyê gellekî girîng e û xwedîroleke bingehîn e. Lê David Hume bi bi şik, nêzîkê vê yekê bûye. Lewra li gorî bîr û baweriya Hume, ramana sedemîtiyê di navbera du bûyeran de girêdanek bû û bi temamî, ji hînbûniyên me dihat. Lewra dema ku em di navbera du bûyerên ku li pey hevdu tên de girêdanek pêk bînin û em bûyera yekemîn wekî sedemê ya duyemîn bihesibînin; sedemê vê yekê, hînbûnî û azmayîşên me ne.

Li gorî baweriya Hume, em di navbera du bûyeran de ku li pey hev têtin; girêdaniyeke sedemîtîyê ava dikin. Wekî mînak: Her sibê roj hiltê û êvaran jî diçe ava. Herweha piştî rojê jî, şev tê. Ev yek wiha dike ku em di navbera wan de têkîliyekî sedemîtiyê ava dikin. Lê bingeha sedemîtiya di vir de, bi temamî psîkolojîk e, ji azmayişên me pêk tê û tiştekî ku dotira rojê jî, vê bûyerê sewgiran (garantî- temînat) bike tune.

Ev yek bi temamî encameka hînbûnî û hêviyên me ne. Li gor bîr û baweriya David Hume; hinek caran jî sedemê ramana (fikrê) sedemîtiyê, rêbaza enduksîyonê ye. Mesela dema ku em dersê xwe dişûxulin û em nescafeyeke vedixwin û vexwarina nescafeyê ji me re baş tê, di dawiyê de em digihêjin vê encamê: ‘vexwarina nescafeyê di dema dersşixulînê de, ji mirovî re baş tê.’  

Ango di dema dersşuxulînê de sedemê baştêgihiştina me, nescafe ye. Lê li gorî Hume, ev tiştekî xapînok e û tu sedemîtiyek di vê têkiliyê de tune. Vê yekê em li vê têkiliyê bar dikin û rêbaza enduksîyonê jî, herdem encamên rast nadin me. Herweha, David Hume baweriya xwe bi azmayîşên me yên sehekî aniye û wiha bawer kiriye ku, divê zanayiyên me ji azmayîşên me yên sehekî werin.

Belam, em pê dizanin ku ramana sedemîtiyê ji azmayîşên me nayên û em nikarin wan biceribînin.Çimku, em nikarin di nav azmayîşên xwe de sedemîtiyê bihewînin. Ji ber vê çendê jî sedemîtî, bi temamî hînbûnîyek e mirovî ye…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

29.03.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/empirisizm-deneyparezi-ezmungeri-empirizm-2.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin