Ramana Yekîtiya Ewropayê û Senteza Tirk-Îslamî

Ramana Yekîtiya Ewropayê û Senteza Tirk-Îslamî

Ramana Yekîtiya Ewropayê û Senteza Tirk-Îslamî

Yekîtiya Ewropayê (AB, EU) çawa ku yekîtiyeke ekonomîk e wisa jî yekîtiyeke ramanî ye. Spartek û çavkaniyên ramana ewropayê jî ne tene ol yan jî nîjad in, kultureke kevnare û encama têkoşîneke mezin e. 

Baş e, çima dewleta tirk dixwaze (ya rast ew e ku ji dil naxwaze) bibe endamê vê yekîtiyê?

Ji ber ku Tirkiye dixwaze ekonomiya xwe xurt bike, rola xwe ya navnetewî bilindtir bike û ramana tirk-îslamî belav bike vê yekê dixwaze. Bêguman çawa ku em bi vê rastiyê dizanin, ewropî jî bi vê yekê baş dizanin û helwesta rayedarên dewleta tirk jî, qet samimî nabînin.

Ji ber vê yekê jî, îslamofobî û tirkofobiya ku li Ewropayê xwe daye der, gelek normal e. Çimkî ewropî baş dizanin ku hezar sal jî derbas bibin feraseta dewlet/civaka tirkan ya hegemonîk û zordest, dê nebe ramaneke ewropî.

Ali Gurdilî / 25.06.2016

Bersivekê binivîsin