Ramana Xwedê di Felsefeya Descartes de

Ramana Xwedê di Felsefeya Descartes de

Ramana Xwedê di Felsefeya Descartes de

Descartes dibêje ku ew bingeha ku lê digeriya bi saya <Rêbaza Şikber> û bi pêşniyara <Difikirim, nexwe ez he me- Cogito ergo sum> derketiye holê. Encax bi tenê hebûnatî, têra misogeri û zelaliya zanayiyê nake.

Lewra mirov dema ku difikire, ev yek tê wê wateyê ku hê jî di bin bandora wî cinî ku Descartesî qala wî dikir, de ye û bandor berdewam e. Nexwe divabû ku Descartes di nav ramanên xwe de tiştekî wiha bidîta ku bi awayekî eşkere ev yek ji dereka din bihatana. Ev yek jî, ramana Xwedê ye.

Ramana Xwedê ya teqûz, jiber ku ne hilbereka ramanên wî ye, ev yek tê wê wateyê ku pêzanîna Xwedê, bi tenê jiber Xwedê ye. Heger ramana Xwedê li cem mirovî bi tenê xeyalek bûya, wê demê ji ber ku mirov zîndiyek dawîndar e; dê ramana Xwedê jî ramanek dawîndar bûya. Ev yek jî, rewşeke nakok e.

Ê baş e Descartesî çima wisa xwe bi ramana Xwedê ve girê dide?

Lewra heke Descartesî bikaribe bipeyîtîne ku mirov dikare li Xwedê bifikire, wê demê dê di nav sînorên <Difikirim, nexwe ez he me.> de nemîne û wê demê ji bilî xwe, dê bikaribe bi nesneyên/wanekên din jî bizanibe. Ango, dê bikaribe derbasî cîhana nesneyan/wanekan jî bibe.

Bi fikra Xwedê, Descartesî xwe ji wê rewşa neyînî a ku şikê/gumanê rê didayê, rizgar dike. Heke bi tenê bigota <Difikirim, nexwe ez he me.> wê demê nikaribû ji şikê xwe rizgar bike û derbasî cîhana nesneyan bibe, derheqê wan de zanayiyan bidest bixe.

Hasilê: Descartesî wiha bawer kiriye ku mirov ji zayîna xwe ve, xwediyê behreya (qabilîyeta) zanînê ne.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com

07.12.2015

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsên di malperê de, qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin