Raman, Pîrozî û Ol

Raman, Pîrozî û Ol

Raman, Pîrozî û Ol

Ji roja daketina ser rûyê erdê û heta roja me ya îroyîn, mirov her fikirîye. Li ser gerdûnê fikiriye, li ser dinyayê fikiriye, li ser xwezayê fikiriye, li ser jiyana xwe, li ser wateya jiyana civakî û hwd. fikiriye û hêjî difikire…

Fikirîn yek ji wan xebat û nîrxên mirovî ê hêja ye û bi vê yekê re mirov, ku ji heywanên cur be cur cihêreng dibin. Çimku bi tenê mirov dikare bi hêza xwe ya ramanê hemû gerdûnê, dinyayê, xwezayê û ta civakê jî biguherîne.

Hege fikirîna mirovî tunebûna, niha ne gengaz bû ku mirov behsa şaristaniya mirovî jî bike. Çimku fikirîn, wek hêza dahfdanê ye, wek motora pêşveçûnê ye. Bi saya fikirînê mirov li ser wateya wanekan (objeyan) difikire, wan dike lod, ji wan hindek wateyên nû derdixe û di encamê de fikirîn, dibe makîne, firoke, pirtûk û hwd.

Ji ber vê çendê jî, mirov tu carê ji hinekên din re nikare bibêje nefikire! An jî wek min bifikire! Ev gotin an qedexekirin, dawiya jiyana mirovî ye.

Mirov çawa ku xwarinê dixwin, avê vedixwin, radibin û rûdinên, wisa jî difikirin. Ev bûyer çawa tiştên xwazî bin, fikirîn jî ramanên cihêreng jî xwazî ye û heta mirov bi hêsanî dikare bibêje ku, tiştekî herî mirovî ye jî…

Dema ku mirov bi alîkariya bikar anîna dest û lingên xwe, bi hebûna xwe hesiya; wê demê pêdivî bi watedarkirina jiyanê kir. Ev ê pêdivîyê (hewcedariyê) wiha kir ku mirov, li wateya jiyana xwe bigere. Ez kî me, çî me, di xwezayê de hebûna min bi kêrî çî tê û hwd. Helbet mirov dikare bibêje ku di her heyamê de (serdemê de) bersivên mirov jî cihêreng bûn.

Lê dema ku mirovên pêşîn ê ku hê nû nû bi hebûna xwe û bi hêza fikirînê hisiyabû rastê hindek bûyerên xwezayî hat û hêza wî negihijte şirovekirina van bûyeran; wê demê rabû û li heyîneke bihêztir geriya ku, vê heyînê xwe li hemû hawirdora wî rapêçabû. Avê wî dixeniqand, agir wî dişewitand û bayê jî wî dikişkişand…

Li hember vê yekê mirovê pêşîn wiha fikirî ku heyînekî ji wî rasertir heye û xwe li hemû warên jiyanê rapêçaye û gerdûnê bi rê ve dibe. Mirovê pêşîn wiha fikirî ku ew jî perçeyekê vê heyînê ye û ger ew tunebe, ew jî bi serê xwe tenê nikare jiyana xwe bidomîne.

Ev ramana mirovî, di civakê de demeka dirêj berdewam kir û rojekî gihêjte radeya ka wiha ku bûn delk û zagonên civakî. Bûne perçeyeke jiyana mirovî, perestgehên yekemîn hatin avakirin, oldarên yekemîn di perestgehan de xwe bi cîh kirin û hêdî hêdî ol bû serdetsê hemû jiyana mirovî. Perestgehên wê demê jî, bûn banqeyên toxim û zadê, bûn saziyên alîkariyê, bûn xwarinxana feqîran hwd….

Heta dawiya heyama navîn (serdema navîn) vê rewşê kêm zêde wiha berdewam kir. Li ser navê bêolîtiyê an jî bi tawanbarkirina jirêderketinê, bi milyonan mirov di agirên sor de hatin şewitan, hatin sêdarekirin…Sedem çî bû? Sedem ew bû ku cuda difikirin…

Wateya gerdûnê û jiyanê, bo wan cuda bû…Lê piştî tevgerên ronesansê û şaxên wê reform û hûmanîzmê, mirov bi şexsiyeta xwe, bi şexsbûna xwe hisîyan. Ew êdî ne perçeyeke makroqosmosê bûn, ew bi xwe heyînek serbixwe bûn, şexs bûn, mîkroqozmos bûn…

Di encama vê pêşketinê de hemû nîrx û baweriyên mirovan hatin guherîn, mirovan wê tirs û şerma xwe ya mirovî (di filehtiyê de mirov ji zayîna xwe ve wek gunehkarekî tê dîtin û hemû jiyana xwe bo xwepakijkirinê derbas dike) ji ser xwe avêtin, li hember saziyên olî rabûn û heta ya Xwedê jî rexne kirin.

Lê helbet mirov nikare bibêje ku mirovan xwe wiha bi hêsanî gihandine vê qonaxê. Mirovên xwedîaqil û têgihiştî ên ku bi rêzaniya zanayî û zanistê tevdigeriyan, bedelên mezin dan. Ew ramana pêşîn ya ku di gelek serdeman de bibû alîkariya mirovan, êdî demeka wiha hatibû ku bibû astenga hemû xebatên mirovî ên afiraner.

Ev raman jî, ramana pîrozîyê ye.

Mirovan ji xwe re pîroziyan afirandin û hawirdorê wan bi sîtîrîyan pêçan û gotin ku “destdayîna wan qedexe ye. Bi dest, bi peyv û heta bi ramanê jî, destdayîna wan qedexe ye.”

Têkoşîna mirovan ya li hember ramanên pîroz jî, ji vê xalê der çû û wek hûn zanin, hêjî didome.

Hinek radibin û dibêjin: “Li ser vê babetê nefikire, nebêje, neke!”

Lewra pîrozî rexneyê qebûl nake û rasterast dixwaze ku rast were pejirandin. Rexne tune, bi tenê bi çavekî dadayî pejirandin heye û ne tu tişt…

Lê wek ku gelek zanyaran jî destnîşan kirine, çawa ku fikirîn xebateka mirovî ye; rexne jî xebateka mirovî ye û xwazî ye jî. Li wê dera ku raman hebe, fikirîn hebe, bêgav e ku wê rexne jî hebe. Nexwe tu guherîn pêk nayên û wê hemû tişt wiha sekinî bimînin… Ev e doxme, ev e doxmatîzm, ev e bi çavkorî pejirandin…

Helbet divê mirov vê yekê jî bibêje:

Dibe ku nêrîna mirovekî oldar û yekî ne oldar ji hevdu cihêreng bin. Ji xwe ev yek tiştekî xwezayî ye û tu kes nikare tiştekî jî ji vê yekê re bibêje. Kê/kî çî dixwaze dikare ji wî tiştî bawer bike, an jî neke. Lê mixabin, sed car mixabin; dema ku babet pîrozî ye, rewş diguhere.

Çimku ol ne tenê jiyana şexsî, an jî em bibêjin rê û rêzikên olî diafirîne, herweha rê û rêzikên civakî jî diafirîne û dixwaze ku hemû mirov jî li gor van rê û rêzikan tevbigerin. An na, ew kafir in. (Her olek jî, ên ku nebawermendên wê ne; wan bi kafirîyê sucdar dike.)

Çimku, her olek xwediyê taybetmendî û rê û rêzikên cuda ne; rabûn, rûniştin, dêlindêz, dûa, nimêj, rojî û heta Xwedayê wan jî cihêreng e. Çimku her olek dixwaze ku rasteqîniya xwe îsbat bike û ji bo vê yekê jî, çî ji destê wan hatiye kirine û dikin jî… Oldar jî dixwazin ku ola wan ya rasteqîn li hemû cîhanê serwer be û bibe rêveberê hemû jiyana civakî.

Di dawîyê de şerê oldarî dertê û em dibînin ku mal û milkên bawermendên cuda û heta jin, heywan û zarokên wan ên di pêçokê de jî têne talan kirin. Bi awayekî bêrehm û hov. Li ser çî? Li ser navê Xwedê… Lê kîjan Xwedê? Xwedayê dilovan an Xwedayê Cîhadê? Xwedayê ku hemû gerdûnê bi rê ve dibe, an ew Xwedayê ku hemû gerdûn e?

Min berê jî di çend gotarên xwe ên di netkurdê de bal kişandibû ser vê mijarê û li ser hindek xalan ramanên xwe vegotibû. Lê nûçûyeka netkurdê û şiroveyên hindek xwendevanên kurd ên odlar, bûn sedemê nivîsandina vê nivîsarê.

Ev nûçe jî (Xwe sipart modela pêxember ‘keçikek 1 salî jî dikare bizewice.’) bû.

Tiştê ku ez gelekî pê êşiyam ew bû ku, hindek xwendevanan rasterast heqeratê li hewdu kirine û ta radeya dijûnan (sîxefan) ji hevdu re tişt gotine.

Lê en ku bi hişkebaweriyeke li hember ramanên mirovên cuda radibin, ez dibêjim bila ew hinekî ramanên pêşiyên ola xwe bixwînin, ka wan çî gotine?

Ew ê rastê ramanên wiha werin ku, wê şaş û ecêbmayî bimînin û wê wiha bawer bikin ku ramanên wan, rasterast ji ol derketinek e. Lê em dizanin ku gelek mirovên zanyar û oldar, di serdema xwe de hatine qetilkirin, lê piştra rûmeta wan li wan hatiye wegerandin û heta gorên wan niha bûne ziyaretgah jî…

Di dawiyê de ez ê tiştekî din nebêjim, lê ên ku bixwazin ji kerema xwe re bila çav li wê nûçeya navborî ya netkurdê bigerînin, wê ew ê têbigihêjinê ka zordestiya olî çî ye, ka xweşdîtin çî ye, ka hesta empatîyê çî ye, ka rêzdarî çî ye… Heta radeyeke mirov dikare wek neynîka civaka me jî bibîne, ka em kurd çiqasê bi tolerans in!???

Ez wiha difikirim ku ol, di têkiliyên mirovî ên civakî de derketiye holê û bi beşdarbûna tirsê û hiş re jî, bûye malê hemû civakê. Ji bilî vê yekê ez niha ji tu tiştî bawer nakim û tu hêz jî, nikare tiştekî din, bi min bide bawer kirin… Lê ez ji hemû bawermendên din re jî, bi rûmet im. Ew rûmetê nîşanê vê ramana min didin an nadin, ew jî bi qîma xwe ne.

Kurdayetî jî, ez bawer nakim ku bi tenê (wek gotina hinekan) wê bi saya misilmantiyê bi pêş bikeve. (An jî bi saya oleke din) Hele hele balkêş e ku dibêjin, bi dijmanatiya ol têkoşîna kurdan nabe. Kê dibêje bila wiha pêk were nizanim? Lê mafê tu kesî jî tune ku vê yekê wek astengekî derxe pêşiya mirovên ne bawermend an jî bawerdên olên din.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com