Rabindranath Tagore

Rabindranath Tagore

Ramanwerê hindîstanî (1861-1941). Wênesaz û muzîkjen. Nivîskar. Di dorhêleka zanyar de mezin bûye.  Li İngîlîstanê, hiqûq xwend. Di dema xwendekarîya xwe de bi wêjeyê eleqeder bû. Şano, roman, kurteçîrok û helbestan nivîsand. Helbestên wî gellek hatin ecibandin û şopandin. Piştî vegera welêt, dibistanekî ava dike. Dixwaze ku ramana hîndîstanê belav bike.

Di berhemên xwe de hezkirin, rûmet û dilovanîyê vedibêje. Berhemên wî yên hestyar, di nav girseya gel de gellekî belav dibin. Xelata Edebîyatê ya Nobelê sitand. Şovelyetîya ku ingilîzan dixwest bidinê qebûl nekir. Hindîstan, wê demê mêtingeha ingîlîzan bû û têkoşîna Gandî, berdewam dikir. Tagore, rêveberîya Gandî pejirand û li gor xwe, li ber xwe da. Li pey xwe berhemên girîng hiştin.

Çî gotiye Tagore?

1- Stêrk, ji şibandina şevçirayê natirsin.

2- Bi rawestina li keviya behrê û bi temaşekirina ava wê, hûn nikarin ji behrê derbas bibin.

3- Heke tu ji bo ku roj diçe ava hêsîran bibarînî, tu nikarî wê demê stêrkan bibînî.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin