Qurama (Dozîneya) Zanistî

Qurama (Dozîneya) Zanistî

Qurama (Dozîneya) Zanistî   

Dozîneya zanistî, sîstema şirovekirina bûyer û têkiliyên ku di navbera bûyeran (kirûyan) de hene, ye.

1- Dozîne (Quram) zanayîyên me yên ku derheqê warekê de ne dicivîne, wan sîstematîze dike û dike tevahîyek serbixwe û sîstematîk, rêkûpêkiyek mentîqî digihîne wan.

2- Her dozîneyek, ji bo şirovekirina têkiliyên ku di warekî (qadekî) de têne afirandin e û ji ber vê yekê jî, bi sînor e. (xwediyê sînorekî ye.)

3- Bi awayekî deduksîyonî (tumdengelîmsel) tê derbirîn.

4- Quram (dozîne) bi rêya (navcîtîya) çend têgehan, hindek têkiliyên ku berê bi rêya çavdêrîyê hatine destnîşankirin, şirove dike û rê li têgihiştina wan têkiliyan vedike. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin