Dawî...

Destpêk > Felsefe > Qelîştekên Edebiyat û Felsefeyê

Qelîştekên Edebiyat û Felsefeyê
Parvebike!

Qelîştekên di Navbera  Edebiyat û Felsefeyê de

Têkiliya edebiyat û felsefeyê, mîna têkiliya bahrê û masiya ye.

Çorê Arda

    Edebiyat çi ye? Ev pirs bi xwe felsefîk e. Ji ber ku felsefe kana xwe ji pirsê digire,wekî em dizanin ku Sokrates bi vî awayî  felsefeya xwe ava kiriye, ango pirsîn -vepirsîn-bersivandin, bi gotineke din  rêbaz-metoda  Sokratîk, loma jî feylesofên herî mezin jî zarok tên hesibandin. Di edebiyat û di felsefeyê de têkiliyeke kevn ji berê de heye, her çiqas di hin waran de jihevdu cûda bin jî, lê bê hevdu nabin, mîna masî û bahrê ne. Belê felsefe tiştekî zanistî ye û rasyonalîst e, lê edebiyat bêtir kana xwe ji hestan, hiş, binheş, derhişiyan û ji gelek tiştên din digre, ango bêtir gelemperî ye. Edebiyat qahpikek e, carinan realîstîk e, carinan felsefîk e carinan sûrealîstîk e, carinan romantîk e, carinan oryantalîstîk e, carinan mîstîk e, carinan rasyonalîst e, carinan dadîstîke û carinan jî mîna Derrîda xerakirin û avakirineke nû ye. Esil li gorî Derrîda, ne xerakirine  di navbera felsefê û edebiyatê de cihekî digere, her çiqas Derrîda felsefefanûsek xuya bibe jî talî bi felsefeya xwe’y  ‘Dekonstruktivîzm’ê de edebiyata wî xwediyê roleke mezin e. Derrîda wekî nivîskarên edebiyata Major; Mallarme, Poe, Melville, Joyce, Celan, Baudelaire, Ponge, Genet, Blanchot,  Kafka, Proust û nivîskarên edebiyata Mînor Jos Joliet  bi kitekit rexneya xwendina wan kirine.

Li gor Derrîda van nivîskaran binyada teorîk a edebiyatê û felsefeyê bingeheke qeydkirine û avakirine, heke van edebiyatvanan bingeheke avakiribe, hewce nake em bêjin têkiliya edebiyatê bi psîkanalîzmê û mîtolojiyê re heye ji ber ku ev nivîskaran him di metnên xwe de, di nivîsên xwe de psîkanalîzm, mîtolojî û felsefe heta hûn bibêje honandine heta ramyarî jî tê de hatinen  hûnandin. Wê çaxê em dikarin bêjin edebiyat welew felsefe him avahiyeke û him neavahiyeke tenê ye, ango stûnê avahiyê ji felsefê, mîtolojî, psîkanalîzmê ,civaknasî û bi ramyariyê ve girêdayî ne. Heke stûnekî wê kêm be ewçax di edebiyatê de ango di avahiya edebiyatê de gelek tişt ew ê rijî bimînin, gelek çîrokên mîtolojîk, Oedîpûs, Elektra, Sisyphos û hwd bûne mijarê felsefeyê, edebiyatê û psîkanalîzmê.

Loma jî bêhevdu avahî bilind nabe, wekî em dizanin Sartre bi romanên xwe û bi şanoyên xwe mohra xwe him li navenda edebiyatê, felsefê û ramyariyê kutaye, heman tişt bo Sartre jî derbasdar e, bi gotineke din edebiyat welew felsefe dareke guliyên wê di navhevdu de ne. Belê bo avahiyê stûn giştik lazim e, belam piştre helbet her yek vediguhere odeyekê, lê dîsa jî ode giştik di hundirê avahiyekê de ne ango ode giştik bi hevdu re têkîldar in. Êdî em werin ser Derrîda. Derrîda berî hertiştî xwe tim wekî feylesofekî dihesiband, bêguman jixwe feylesof e, lê di nivîsên Derrîda de edebiyat li her derê ye, navê wî û felsefeya edebiya wî ‘Dekonstruktivîzm’ bi hevdu re  hatine lehîmkirin, ango bûne du perçeyên ji hevdu.Ev felsefeya wî  ji serî de  bi edebiyatê ve têkîldar e. Di nivîsên xwe de gelek têgehên dijberî hevdu mîna Aqil/Xweza, Jin/Mêr, Eynî/Dîtir (ê-a din), Gotin/Nivîs, Hundir/Derveyî, Jiyan/Mirin  û Rûmet/Îxanet  honandiye. Derrîda, Şêwaza ku heta niha  rûniştehî  a ku jê’r dibêjin  saziya ecêb edebiyat û  a ku asayî tê hesibandin  felsefeyê  diguherîne, lê Derrîda tim dudilî dimîne, tûcarî ne edebiyat terikandiye û ne jî felsefeyê terikandiye.

A ku Dekonstruktivîzma Derrîda mijûl dike, tiştê  ku  derveyî  wê/î  ye  an jî  ê/a din e. Derrîda di Dekonstruktivîzmê de ên ku tên derveyîkirin welew  dibin yekî/e din  dixwaze jê re cihokekê veke. Loma jî Derrîda bo ku cihokekê veke  xwe di qelîştekên an jî xwe di derzên sazîbûna re radike. Lewma felsefeya Dekonstruktivîzmê bi awayekî din dîsa  Dekonstruktivîzmê diqerîne. Bi hêsanî jî em dikarin bêjin ev ne helwesteke xerakirinê ye û ne jî  li hemberî  felsefeyê ye. Berovajî wê  rêyekê ji felsefeya din re vedike, welew a ku ne felsefe ye, jê re rêyekê ava dike. Li gorî Derrîda edebiyat;  paradigmaya ewilî  weke holeke cûda dibîne, dibêje di destpêkê de, ango di serî de felsefe edebiyatê derdixe derveyî xwe, loma jî derveyî felsefê ê/a din edebiyat, li hemberî  felsefê  û têgehên wê – Heqîqet/Sewirandin û Lîteral/Fîguratîfê dameziriye, Derrîda him di edebiyatê de têgeheke nû pêktîne, him jî di felsefeyê de –Edeb’ê- dixe cihekî bingehîn, ango di hemêza felsefeyê de dihone, bi vî hawî xwe tinasekirin dide, felsefeyê bi Dekonstruktivîzmê xera dike welew binyada wê dihelweşîne- dihejîne. Lê Derrîda dibêje min tucarî  edebiyat û felsefeyê, li bin guhê hevdu nexistin yanê min felsefe danexistiye asta edebiyatê.

Heke  felsefe vepirsîna ziman  û zanyariyê be, heman tişt bo edebiyat û ezmûngeriya zimanê edebiyatê jî derbasdar e. Him edebiyat û him jî felsefe zorê dide a negengazî. Derrîda dibêje ku ji berê de, aniha û hêna jî xeyaleke min î nivîsê heye, ev xeyala min ji berê bêtir bêhêvî ye, di hundirê cuherê vê xeyala nivîsê de ne edebiyat ne jî felsefe gerek hebe, helbet ez tenê vêya xeyal nakim. Bi gotineke din a Derrîda; Saziyeke berî wê tune û neafirî ango –Xewneke berî sazîbûna saziyekê- Gerek berî vê sazî tu sazî li darneketibin ango saziyeke wenî gerek tunebe û wiha axaftina xwe berdewam dike; him di edebiyatê û him jî di felsefeyê de lêkolîpirsînên  xwe li ser  têgehên nivîsên pergalîk ên ku heyî -mevcût-, mimesîs, teolojî û nimandin hwd divepirsîne.

Derrîda derveyî felsefê  û edebiyatê ango li qiraxa wê, belam ne  ji wê dûr û ne jî nêzî wê,yanê ne tam edebiyat, ne tam felsefe bi gotina Derrîda ‘Performansên performatîf.’ Derrîda di cihoka navbera felsefê û edebiyatê de li rêyekê digere, divê him di navbera wan de  têkiliyeke  cihoka wan hebe, him jî ewqasî cihokê wan jihevdu dûr bin. Ango him saziyeke nû, him jî têkîldarî edebiyatê û felsefê be. Wekî Richard Beardsworth dibêje ku Derrîda dixwaze di navbera felsefê û edebiyatê de valahiyekê (uzameke) nû veke, di pêvajoya metnan de, di navbera  rasteqîniyê û honakan-badekan de, di navbera dirôkê û nîgaş-hêmayan de, asta cudahiyên  kewneşopî  derbas dike, holeke nû û lêkonerî  vedike. Çawa ku Derrida Gotin/Nivîs bi hêsanî serobino nekiribe, bi heman teknîkê  dixwaze  di felsefê/edebiyatê de jî  wilo pratîze bike. Lê ev nayê mahneya mudaxeleya felsefeyê.

Li gorî Derrîda nivîs him li hemberî metafizîkê xweragirî dike, him jî li ber bayê wê dikeve. Loma jî di bin bandora aheyî-mevcûta îluzyonê dikeve û nivîs vediguhere gotinê: Nivîskarek di kitêbekê de tune ye, encax nivîs vê tunebûnê tim werdigerîne hebûnê, tim bo tevahiyekê diqîre. Jixwe nivîs, koka nivîsê û veşartina kokê ye, dema ku nivîs ji koka xwe vediqete, nivîs li dû şopa vê kokê ye. Wê çaxê Ontolojî û ziman tevlîhevbûneke uzamî ye, ev uzam jî nivîsa uzamê ye. Edebiyat jî vê potansîyela ziman û ontolojiyê derdixe holê, edebiyat zimanekî pirhêlî ye. Derrîda wenî angaşte dike ku felsefe celebeke nivîsî ye û bi vî hawî guhê Paul Valery diolandîne. Paul Valery dibêje felsefe ji ber ku berhemeke nivîsî ye, loma jî  bi awayekî bireser guliyekî edebiyatê ye. Ji ber vê yekê jî felsefe ne pirr dûrî helbestê ye, divê em gengaz dimînin ku bicîbikin. Derrîda jî dibêje felsefe di pêvajoya dîrokê de destpêka fikirandina helbestê ye. Wextê ku Derrîda vî tiştî dibêje qala enerjiyên asê dike, qala enerjiyên edebî ên di bin tehdeya felsefê de ye, ango felsefe enerjiyên edebî û enerjiyên asê di bin tehdebûna xwe de dihêle, wê çaxê felsefe dikeve bin tesîra edebiyatê û metaforan bikartîne û di bin bandora estetîka edebiyatê de dimîne ew çax statuya xwe’y edebî jî wenda nake.

Derrîda di derheqê –Heqîqetê- de hêmayeke navdar a Nietzsche deng vedidîne: Heqîqet çi ye? Artêşa etarên metaforan, metanomiyan antropomorfizman e, pişre jî bi awayekî helbestî û retorîk xemilandine, mezinkirine û veguheztin e, heqîqet piştî şixulandinek demek dirêj vediguhere kanoneke hişk, a ku girêdayî yekitiya têkiliyên însên ên netewî. Heqîqet  jibîrkirina îluzyonên  îluzyona ye. Heqîqet metaforên firidî ye û hêzên vehesînên xwe  wenda kiriye; êdî wêneyên li ser dirav jê çû ye, êdî ne dirav e, tenê alaveke ku hesinî ye.

Ev jî di felsefeyê de ji azweriya yekwatebûnê dizê. Belam, metafor di serî de pirhejmar e. Di Derrîda de, metafor bo ku ji hêla felsefeyê  ê/a din cihekî veke, ango lêgerîna hêla felsefê a din edebiyat. Derrîda hela felsefryê a ku edebiyate derdixe holê, jixwe Derrîda felseeyfê wekî celebeke edebî dixwîne, nivîsên felsefeyê him zanyarîbûn û him jî performatîf e. Têkiliya nivîsên felsefeyê  bi metnên din yên heterojen re heye, di avakirina van metnan de xwedîrol e. Derrîda nivîsê, ne tenê pêvajoya mijara felsefeyê yan jî alava fikrê, di heman demê de pragma, pragsîs, çalakî û bi dîtineke  têgihiştina şêweyek performansî  nederbasdarkiriye. Dijberiya di navbera heqîqet û rastnivîsa edebî  binyada wê xerakiriye ango hilweşandiye. Di dîroka metafizîka rojava de ji serî de li dijberî sewirandina honakê ye, ango sewirandina heqîqeta felsefê dijberî honakê ye. Li gor vê ferasetê heqîqet û honak hene.

Belam Derrîda, wêdetirî heqîqeta felsefeyê, ango wêdetirî  rasteqîn-honak û rastî-xeletiyê digere. Loma jî bi sewirandineke azwerî dijberiya xwerû a di navbera  heqîqeta ewilîbûna felsefê û honaka edebî dekonstruktîze dike- binyada wê dihelweşîne. Derrîda dibêje gerek ezmûna edebiyatê berê me bi heqîqeta sînorên têgehan veke, û derfeteke wilo binasîne: ‘Heqîqeteke ê/a heqîqeta din’ ewcax çima werê mîsyoneke giranbûha dide ser milê edebiyatê, edebiyat çi ye? Tucarî bersiveke têrkirî nehate bersivandin, wekî Attridge diyar dike; ev pirs piştî Platon û Arîsto  şûnde di dîroka rojava de tim hatiye vepirsîn. Lê berî her tiştî ev ne pirseke edebî ye, pirseke felsefî ye. Loma jî edebiyat çi ye bi pirseke wenî erzan an jî ji rêzê nayê famkirin.

Her çiqas edebiyat zaqonên Platon vepirsî be jî û xwestiye ji cî bileqîne, lê heta Malllerme jî ev pêknehatiye. Di xwendinên Derrîda de zagonên leystikên-şanoyên Mallerme û zagonên Platon û Arîsto tên binpêkirin. Derrîda wateyê, gotinê û navê ku piştgiriyê dide felsefê ên ku bi rêzikên retorîk, zimanê şixulandina kevneşopî û ji girêdayînên zagonên nimanî vediqete. Metnên Mallerme têmakirin û şêwazekirin nake, dramatîze dike. Lê ji veqetandina qeware-qalibên metafizîkî nayê wê wateyê ku ji zagonên metafizîkê veqetiyaye. Nexwe pêkhatinên zagonên nû heman pirsgirêkê di xwe dihewîne,loma jî derrîda  wiha dibêje; heke Mallerme nîşaneke qetandinê be, hêna jî neqetandine, dubarekirineke û vê çalakiya duhêlî mentiqek nû bix we re tîne, ango keşifkirina mentiqa nû ye. Ji ber vê yekê jî Derrîda, Mallerme dixwîne metnên wî şîrove dike û vê duhêlî ya wî a çalakî berovajî dike, bi gotineke din serobin dike, ji hev dixe, a ku pêvajoya heqîqetê re birêxistî dike, têgeha mîmesîsê bi telmîh-xirpxîrpandinê  serobin dike.

Derrîda dibêje ku; dixwaze bila heqîqeta felsefê welew hêmayên-badekên edebiyatê  be talî Derrîda berê xwe bi secereya-nijada koka wan vedike. Bi kurtasî  Derrîda him edebiyatvanek e û him jî feylesofek e, lê her çiqas wekî feylosof xuya bibejî bêtir edebiyatvanekî qerrase dixuye û meyla wî li ser edebiyatê zêde xuya dibe, jixwe bizava wî ya nû mîna estetika-spehiya Pablo Pîcasso a ku rûneştehî ango a ku  heyî serobin kiriye.

Pablo Pîcasso jî  di bizava kubîzma xwe de estetîkê serobin kir, ango hemû estetîk deforme û stîlîze dikir û derdiket derveyî estetîka heyî, demêg edebiyat, huner, mîtos, psîkanalîzm, ramyarî, mîmarî-endezyarî û felsefe, giştik bi hevdu girêdayî ne. Bi gotineke din vana her yek gulîyekî darê ne, lê talî giştik li ser koka darê hildikişin jor, belam a ku giştikî pirtir di  dava xwe de xwedî dike qeneata min de edebiyat e. Jiber ku edebiyat bêtir pirhêlî ye. Mînak di romanên leystikên û helbestên van nivîskar, şanoger û helbestvanan de: Samul Beckett, Proust, Fernando Pessoa, Shakespeare ,Dante, voltaîre, Geothe, Melayê Cizirî, Feqiyê Teyran, Babe Tahirê Uryan û Xanî û hwd  de rengên felsefe û edebiyatê di xwede xwedî dikin. Mînak gava di hin gotarên Samul em dixwînin tim li hemberî me feylesof derdikeve, welew ên Proust de jî wilo ne, ewcax gava ku navê van feylesofan an jî gotinên wan di nava metnê xwe de honandibe, tu felsefe nizanibe an jî têkiliya te bi felsefeyê re tunebe, tê çawa metnê binirxîne, rexne bike û şîrove bike, helbet bi têgihiştinê belkî heta radeyekê mere xwe bigihêjîne, lê tim ew ê kêm bimîne.

Loma jî bo edebiyateke famkirina pirhêl û rexnekirina pirhêl, nirxandina pirhêl û şîrovekirinan pirhêl, divê  em felsefeya zanistî û ramanî  bizanibin, wekî me got ew jî stûnekî avahiyê ye, şaxekî darê ye.

Ez ê piçekî jî qala  Feqiyê Teyran, Melayê Cizirî, Xanî û Babe Tahirê Uryan bikim. Helbet di helbestên wan de ez ê li ser têgehên wan ên giring bisekinim. Jixwe di têgehên wan ên girîng de ango ên taybet de  huner, mîtos, felsefe, edebiyat, nûranî û psîkanlîzm jî hene. Belam hema tenê wilo di ser de ez ê qala wan bikim. Wekî em dizanin ku çawa feylesofê Grekî Tahales li ser xwezayê rawestiyaye, Feqî jî wilo li ser xwezayê rawestiyaye, herdu jî feylesofên xwezayê ne û bi feresata felsefeya xwe, li ser  têgaha ‘Av’ê rawestiyane; dibêjin ku kana hertiştî av e û ji avê dizê. Lê Feqî helbestvan e,  helbesta xwe  jî  li ser bingeha xwezayê diafirîne.

Di Melayê Cizîrî de jî  Tegeha ‘Agir’ gelekî girîng e, ew jî xwezakolî dixuye, belam yên wan  pirrtir pirhêlevîn in, a Xanî pirhêlî ye. Ji ber ku di berhema wî ya Mem û Zîn’ê de kevneşopî, eşq  û hwd gelekî cî girtine, helbet him helbestvan in û him jî edebiyatvan û xwedaparêzên entelektûel in. Babe Tahirê Uryan bavê helbestê, bavê helbesta eşqê ye. Helbet meriv dikare gelek tiştên din jî bibêje, lê  min xwest bi kurtasî be jî ez qala têkiliya edebiyat û felsefeyê bikim. Heke em têkevin kitekitan, ne dawî tê û ne binî xuya dibe, ango mîna behrê ye.

Çorê  ARDA

20.08.2015

Sûdegirtin: Kirinên Edebiyatê, Nivîskar û Feylesof: Jacques Derrîda, Weşanên Otonom, Werger: Mukadder Erkan û Alî Utku

Heke çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye. 


Nûkirina Dawî : 27 Jan 2016 11:19

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)