Qelibî, Devşîrme Yan Jî Konversion

Qelibî, Devşîrme Yan Jî Konversion

Qelibî, Devşîrme Yan Jî Konversion 

Di nava kurda de, gelek caran peyva devşîrme tête bikaranîn. Lê di nava êzdiya de, li şûna vê peyvê; peyva qelibî, yan qulubî dihate bikaranîn. Çenku êzdiyan herî zêde ji destê qulubiyê xwe cor û cefa kişandine. Lewma jî herî zêde ji qulubiyê xwe acizbûn. Ji bilî wê jî êzdî, weke ol qulubandinê, yan konvesionê napajirînin. Ew di wê baweriyê de ne, çawa her giha li ser qurmê xwe şîn tê, mirov jî wûsa ne. Ji ber ku Xwedê wûsa jê hez kiriye, wûsa daye.

Guhertina zindî, guhertineke li dij zagonê suruştê ye. Her weha yê Xwedê ye. Lewma jî êzdî, afirandina Qantirê guneh dibînin. Her weha ji bo nebata jî ev derbas dibe. Ew di wê baweriyê de ne, divê her kes ji rêya xwe bizewice. Lewma divê êzdî ji êzdiya bizewice. Ew vê yekê weke zagoneke siruştî dibînin. Wûsa jî êzdî, qulubandine hin kesên ji olê din napejirînin. Ev nayê wateya helal û heramkirinê, ev yekane rêya, xwe bi xwe parastinê ye.

Ka em werin ser mijara xwe. Çend cûre qelibandina hene, ev dikare bi hûrgulî were vekolîn. Li gorî encamên ez gihiştimê, qulubandin bi olê re rû daye. Ji bilî êzdiya cihû jî qulubandinê napejirînin, ji bilî hin pîvanê nerm bûyî. Ji nebî Îsa bigire, ku wî ev bedela bi canê xwe daye. Her weha di seferê xaçparêzan de jî konversion erkek ji yê sereke bû. Mîsionertî karekî yê grêdayî dêr û saziyên olî ye heta niha jî. Bi hatina îslamê re, ev gihiştiye radeya herî bilind.

Ne tenê ol guheztin prosesa erebkirinê jî bi ola îslamê re rû daye. Ol guhertin jî ne bes bûye, yên ku qewmê xwe û malbata xwe qirkiriye pîroz tête dîtin. Û şertê ji yekî ku ola xwe bi guherîne, tenê çend peyvin. Şadeya olî ye. Lê yê herî zêde bikaraniye Osmanî ne. Osmaniya ev gihiştandin radeya herî bilind. Li ciyê ku gihiştinê dewşîrmeyek kirine paşa. Bi awakî pergalî, bi rêk û pêk anîn. Weke mînak dibistanê yenîçeriya. Yên ola xwe ne guherta nikaribûya bibûya paşa û siltan. Yê ola xwe ne guherta nikaribûya bibûya axa jî.

Ji gotina Husênê Qenco jî, ji bo ji siltanê osmaniya erka axatiyê bistîne ola xwe guhert. Lewma keçeka wî xwe ji qesrê avêt, li gorî hin çavkaniyê pêşiya. Li Kurdistanê ji ber ku, mîr û beg dewşîrmeyê olî bûn, lewma jî herî zêde êzdiya ji destê van axa û mîra dîtiye.

Mînaka herî balkêş mîrê bohta û mîrê kor yê rewandûzî ye. Çawa bajarê tirkiyê yên weke stanbolê û îzmîr berê bajarên xiristiyanan bûn û hatine qulibandin, wûsa jî mirovên li wira dijiyan jî hatine qulubandin. Mînaka herî zêde laz´in, laz yên herî dawî ola îslamê pejirandine, û gellek ji wan hê pak bi tirkî jî nizanin. Lê yê herî zêde dewletê û partiya regezperest diparêzin ew in. Dîroka osmaniya û ya tirkiyê tije mînakê qulubiya ne. Heta mirov dikare bi hêsanê bêje; dewleta tirkiyê ya qulubtiya ye. Lewma jî yên herî zalim û înkar ew dewşîrme ne. Ango li tirkiyê ji bo yek bibe mezinê dewletê divê; Ji tirkan bêhtri tirk, û mislmana jî bêhtir misilmanê sunî be.

Lewma jî ev bobelata Daişê jî, bi rêjeyeke zêde ji qulubiya pêktê. Ango; karê wan, ola wan, ne grînge. Heta gunekar û tewanbarê vê dunyayê be jî, gava têkeve nava refê daeşê, her tişt efû dibe. Ew dibe mirovekî nû. Weke ku nû ji dayika xwe re bûbe. Jixwe bi her hawî bi serdikeve, di jiyanê de û di mirinê de jî. Behişt tije keçikin û li benda wî ne.

Çanda devşîrmeyê olî û yê siyasî di nava kurda de jî heye, herî zêde di nava partiyê siyasî de ev yek pêk tê. Lê ya herî kambax ew e, ku heta niha bi hejmareke zêde, yên ji nav refê şervanên PKKê reviyane, û wan hevalê xwe dane dev û destê guran. Her weha li dij wan şer kirine. Weke Jîtem û kotrgerîlla.  Ji bilî yên ji bo kursiya xwe û nanê xwe bi devê dijminê kurda diaxivin. Lewma jî çiqasî dibin tirk, û tirkiya wan baş bibe ewqasî xwe serbilind dibînin. Ew dewleta ku navê ax, av, û hemû nirxên wî û wî bi xwe guhertiye û paşnavê pêşiyê tirka pêve kiriye rewa dibîne. Ew dewleta ku li ser tunebûna reseniyan ava bûye, rewa dibîn e. Lê bi qasî tête dîtin êdî girseya kurda li bakur, ev yek pejirandiye. Yên li ser navê kurda polîtîkayê jî dikin, di heman çarçovê de tevdigerin.

Biborin gotar dirêj bû, ev mijareke grîng û dirêj e bi hêviya ku ji layê hin kesên kêthatî vê ev mijarê bihûrgulî were vekolîn.

newafmiro@gmx.de

30.01.15

Bersivekê binivîsin