Qategorîyên Civakî

Qategorîyên Civakî

Qategorîyên Civakî 

Ji civatokên mirovan yên ku di navbera wan de nêzîkatiyek fizikî tune, lê ji hêla civakî ve xwediyê taybetmendiyên hevpar in, qategorîyên civakî tê gotin. Her şexs, ji gellek hêlan ve bi şexsên din re, beyî ku bikevin tu têkiliyan û wan binasin, di heman qategorîyê de cîh digrin. Li gor temenên xwe zarok-xort-kal, li gor zayîna xwe jin-mêr, li gor karên ku pêk tînin karkir-memûr-cotkar, di qategorîyên xwe de cih digrin. 

Texlîdên Qategorîyên Civakî 

1- Çînên Civakî: Karkir, mamûr, cotkar, bazirgan û hwd. Ji hêla hatinî, şeklê jiyanê, pirsgirêk û xwestekên xwe ve, mirovên ku dişibin hevdu û qategorîyeke civakî pêk tînin. 

2- Hindikahîyên Civakî: Di civakekê de ji hêla sîyasî, aborî û çandî ve li gor civatokên serwer, ji ber cihêrengîyên xwe yên etnîkî û nîjadî, civatokên ku mafên wan kêm in. Taybetmendîya ku hindikayîyên civakî kifş dike, ne ew e ku ew ji hêla demografîk ve ‘hindikayî’ ne. 

3- Cemawerên Civakî: Cemawerên (Kîtleyên) civakî, ji wan mirovan pêk tê ku bala xwe didin heman tiştî, an jî bala wan li ser heman tiştî ye. Mînak: Ji heman şaxê sporê hez dikin, piştgirê heman şaxê sporê ne, li heman cure muzîkê guhdarî dikin, heman rojnameyê dixwînin û hwd.

Ali Gurdilî
info@felsefevan.org 

Çavkanî: Malpera Felsefevan

Bersivekê binivîsin