Qanûn Çi Ye û Qanûn Bi Kêrî Çi Tên?

Qanûn Çi Ye û Qanûn Bi Kêrî Çi Tên?

Qanûn Çi Ye û Qanûn Bi Kêrî Çi Tên? 

Qanûn ji bo jiyana civakî rêzikên pêwîst in. Gava mirov ango insan hatin ba hev û bi hev re dest bi jiyanê kirin ji bo pêkanîna aşitî û rêkûpêkiyê qanûn çêkirine. Qanûn sînorên azadiya herkesî diyar dike û bi vî awayî nahêle mirov zirar û ziyanê bidin hev; qanûn mirovan û mal û milkên wan diparêzin. 

Di her dewletî de ji bo ewlehiyê, ji bo ev qanûn bi rêkûpêkî bi rê ve biçin polîs an jî asayîş [ing û fr: police] pêwîst e. Peywira van polîsan pêkanîna rêzdariya qanûnan e. Dadgeh jî kesên bêrêzî li qanûnan kirî ango qanûn bin pê kirî didarizîne û yên tawanbar ceza dike. Bi piranî li welatan, destûrên bingehîn ên qanûnên bingehîn dihewîne, hene. Li welatên demokratîk qanûnên nû, ji parlementoya ‘ji nûnerên gel pêk tê’ dertên. Ji vê parlementoyê re dezgeha qanûndanînê tê gotin. 

Bi awayekî giştî mirov dikare qanûnan di nav du koman de bicivîne. Qanûnên têkildarî hiqûqa şarwerî (medenî) rêkûpêkiyên di mijarên wek deyndarî, zewicîn û paşmak (mîras) de ne. Qanûnên têkildarî tawanên wek dizî û kuştin jî dikevin nav sînorên hiqûqa cezayê. Ji bilî van rêzikên hiqûqê yên navnetewî û qanûnên leşkerî jî hene. 

Rênas Xendekî

20.02.2015

Bersivekê binivîsin