Profesor Bryan Magee

Profesor Bryan Magee

Profesor Bryan Magee

Profesor Bryan Magee; li Zaningeha Oxfordê di warên Dîrok, Felsefe, Siyaset û Ekonomiyê de perwerde bûye û serokatiya Oxford Unionê kiriye. Di sala 1956 an de ji bo ku bikaribe wekî nivîskarekî serbixwe bixebite, dev ji karê mamostetiya zaningehê berda. Piştra, di sala 1970 an de, mîna şêwirmendê felsefeyê vegeriya College Balliolê ya Oxfordê.

Di heman demê de di The Times ê de bi berdewamî nivîskariyê kir û xebatên xwe yên din yên di warê çapemeniyê de jî berdewam kir. Ji sala 1984 an ve, li London University, King’s College, History of Ideas ê mîna profesorê şêwirdar dixebite. Hinek ji berhemên wî ev in: Modern British PPhilosophy, Popper, The Philosophy of Schopenhaur û Confessions of a Philosopher. Du rêzefîlmên wî yên ku ji bo Televîzyona BBC amade kiribû, Men of Ideas û The Great Philosophers mîna pirtûkan hatin weşandin. Di sala 1979 an de, ji aliyê Royal Television Society ve bi madelyeya zîvê hate xelatkirin.  

Heta niha du pirtûkên wî yên din jî li zimanê tirkî hatine wergerandin. <Ramyarên Nû> û <Felsefeya Zanistê ya Karl Popper û Dozîneya wî ya Zanayiyê.> 

Werger: Ali Gurdilî

Çavkanî: Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost.  

Bersivekê binivîsin