Prodîkos

Prodîkos

Prodîkos an jî, Prodicus. Berî Zayînê di navbera salên 465-399 an de jiyaye. Fîlozofê humanîst û sofîst ê yewnan. Yek ji wan ramanwerê beriya dema Sokrates e. Prodîkos, ji girava Keosê bi wezîfeya nûnertiyê hatiye Atînayê û li Atînayê wezîfeya mamostetî û axaftvaniyê kiriye. Prodîkos (Prodicus) girîngiyê daye etîkê. Di ramanên wî de hêleka pesimîst hebû û bi nêrîneke giştî, êş û azara jiyanê vedigot. Theramenes, Euripides û Îsokrates, şagirtên wî bûn. Di diyaloxên xwe de Platon tinazên xwe pê dike û Arîstophanes jî di şanoyên de kenê xwe pê dike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin