Pragmatîzm û Nûnerên wê yên Sereke

Pragmatîzm û Nûnerên wê yên Sereke

Pragmatîzm û Nûnerên wê yên Sereke| Alî Gurdilî

Di dîroka felsefeyê de, Pragmatîzm ango Feydexwazî/Sûdegerî li USA ê wekî ekoleke fermî hatiye dîtin. Damezranerê ekola feydexwaziyê Charles Sander Pierce (1839-1914) ye. Li gorî nêrîna Pierce pêşniyarên metafizîkî, pirsên bêçareser diguncînin. Belam pirsgirêkekê rasteqîn, divê bikaribe were çareserkirin. Pierce jî wekî pozîtîvîstan, li ser wateya pêşniyaran rawestiya ye.

Li gor bîr û baweriya Pierce, du wateyên pêşniyaran hene…

1- Wateya wan ya zimanî

2- Wateya wan ya psîkolojîk.

Pêşniyara ‘Zilamekî ku di destê wî de bivirek hebû, nêzîkê malê dibû.’ dibe ku li cem mirovan hestên cihêreng biafirîne. Ango, yek dikare bitirse, yekî din jî dikare bimeraq li benda encamê raweste û hwd. Ev yek wateya psîkolojîk, ya pêşniyarê ye. Di heman demê de hemû kes bi wateya bivir, mal û nêzîkayiyê dizanin, ku ev yek jî wateya zimanî ya pêşnîyarê ye.  

Pierce têgeha ‘pragma’ û ‘ezmûnê’ di heman wateyê de bikar tîne. Ango ji bo ku pêşniyarek bikaribe bibe watedar, divê ev pêşniyar aîdê cîhana me ya ezmûnê be. Pêşniyareka ku were pêyîtandin, watedar e û hege nikaribe were peyîtandin jî, ew bêwate ye.  

William James jî, nûnerekî din ê pragmatîzmê ye û li gor baweriya wî: ‘Nîşana rastiya pêşniyareke, bikarhatina wê ye.’

Teorî û quram, du alavên me ne û bi kêrî çareserkirina pirsgirêkan têtin. 

Rastiya wan, di vê xalê de (gelo ew bi kêrî me tên an nayêtin) dertê holê. Bi kurtasî li gor Jamesî, pîvana rastiya zanayiyekî bikarhatina wê ye. Ango hege zanayiyek bi kêrî me were ew rast e, na hege bi kêrî me neyê, ew ne rast e.

Wekî mînakekî: Dema ku em zanayiya ‘aspirîn ji bo serêşê baş e.’ bikar bînin û aspirîneke vexwin û ev zanayî bi kêrî me were, ango êşa serê me deyne; li gor pragmatîzmê ev zanayî rast e.

Nûnerekî din ê pragmatîzmê jî, John Dewey e. Li gor nêrîna Dewey nêrîna klasîk; ‘a ku tê zanîn û a ku dizane, çewt e.’ Zêhna/hişê mirovî jî perçeyekî xwezayê ye û di nava wê de ye. Bidestxistina zanayiyê, dema ku mirov rastê pirsgirêkekê tê dest pê dike û bi çareserkirina pirsgirêkê re jî, digihêje dawiyê.

Di dawiyê de, mirovî dikare bibêje ku ji bo vê tevgerê; teoriya ku bi kêrî çareserkirina pirsgirêkekê bibe, rast e û ya ku bi kêrî çareserkirinê neyê jî, çewt e. Hege zikê we birçî be û zanayiyên we bi kêrî terkirina zikê we yê birçî werin, ew zanayî rast in…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

02.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/pragmatizm-feydexwazi-sudegeri.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

 

Bersivekê binivîsin