Pragmatîzm [Feydexwazî, Sûdegerî]

Pragmatîzm [Feydexwazî, Sûdegerî]

Pragmatîzm [Feydexwazî, Sûdegerî]     

Pragmatîzm ango feydexwazî (faydacilik), wekî ekoleke fermî ya USA yê tê dîtin. Damezranerê ekola feydexwazîyê Charles Sander Pierce (1839-1914) ye. Li gor nêrîna Pierce pêşniyarên metafizîk, pirsên bêçareser diguncînin. Lê pirsgirêkekê rasteqîn divê bikaribe were çareser kirin. Pierce jî wek pozîtîvîstan, li ser wateya pêşnîyaran radiweste.

Li gor bîr û bawerîya Pierce, du wateyên pêşniyaran hene.

1- Wateya wan ya zimanî

2- Wateya wan ya psîkolojîk.

Pêşniyara ‘Zilamekî ku di destê wî de bivirek hebû, nêzîkê malê dibû.’ dibe ku li cem mirovan hestên cihêreng biafirîne. (Yek dikare bitirse, yekî din jî dikare bi meraq li benda encamê raweste û hwd.) Ev yek wateya psîkolojîk ya pêşnîyarê ye. Di heman demê de hemû kes bi wateya bivir, mal û nêzîkayiyê dizanin, ku ev jî wateya zimanî ya pêşnîyarê ye. Pierce têgeha ‘pragma’ û ‘ezmûnîyê’ di heman wateyê de bikar tîne. Ango ji bo ku pêşnîyarek bikaribe bibe watedar, divê ev pêşnîyar aîdê cîhana me ya ezmûnê be. Pêşniyareka ku were pêyîtandin, watedar e û hege nikaribe were peyîtandin, ew bêwate ye.

William James jî nûnerekî din ê pragmatîzmê ye û li gor bawerîya wî: ‘Nîşana rastiya pêşniyareke, bikarhatina wê ye.’

Teorî û quram, du alavên me ne û bi kêrî çareserkirina pirsgirêkan têtin. Rastiya wan di vê xalê de (bi kêrî me tên an nayêtin) dertê holê. Bi kurtasî li gor James, pîvana rastiya zanayîyekê (bilgî) bikarhatina wê ye. Ango hege zanayîyek bi kêrî me were ew rast e, na hege bi kêrî me neyê, ew ne rast e. Wek mînak: Dema ku em zanayîya ‘aspirîn ji bo serêşê baş e.’ bikar bînin û aspirîneke vexwin û ev zanayî bi kêrî me were, ango êşa serê me deyne; li gor pragmatîzmê ev zanayî rast e.

Nûnerekî din ê pragmatîzmê jî, John Dewey e. Li gor nêrîna Dewey klasîknêrîna; ya/yê ku tê zanîn û ya/yê ku dizane, çewt e. Zêhna (hişê) mirov jî perçeyekî xwezayê ye û di nava wê de ye. Bidestxistina zanayîyê, dema ku mirov rastê pirsgirêkekê tê dest pê dike û bi çareserkirina pirsgirêkê re jî digihêje dawîyê. Teorîya ku bi kêrî çareserkirina pirsgirêkekê bibe, rast e û ya ku bi kêrî çareserkirinê neyê, çewt e. Hege zikê we birçî be û zanayîyên we bi kêrî terkirina zikê we yê birçî werin, ew zanayî rast in. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin