Di Mîtolojiya Yewnan de Poseîdon

Di Mîtolojiya Yewnan de Poseîdon

Di Mîtolojiya Yewnan de Poseîdonê Xwedayê Behrê û Zelzeleyê

Poseîdon Xwedayê derya û zelzeleyê ye, birayê Zeus e. Li gor mîtolojiya yewnan poseîdon, di qesra di bin behrê de dijî, lê her dem li çiyayê Olîmposê jî tê dîtin û ji malbata Xwedayan, venaqete. Bi keça Okeanos ya biçûk re zewicî ye. Herçiqas ew serwerê behran be jî, ê ku hesp diyariyê mirovan kiriye; Poseîdon e. Ji ber vê yekê jî, wek bavê siwariyê tê bi bîr anîn. Ji bilî hespan, bi gayan re jî peywendîdar e. Xwedayê bahoz û avê ye. Poseîdon, her dem  li ser rûyê deryayê; bi tirimbêla xwe ya zêrîn digere. Çemên di bin erdê de jî, di nav sînorên welatê wî de ne. Hadesê birayê wî, serwerê welatê mirîyan e. Xwedayê dewlemendiyê ye û Xwedayê madenên di bin erdê de ye. Bi kotekiya Zeus û Demeterê û bi fermana Zeus, her sal Persephoneya jina xwe dişeyne cem diya wê; ser rûyê erdê. Bi vî awayî Persephoneya sembola dirextan, (riwekan) di demên herî bi bereket ê axê de; li ser rûyê erdê dimîne.  Hades, Xwedayekî bêrehm; lê rastgo ye. Herçiqas tevgerên hêwilnak nîşan bide jî, tiştên xirab nake.

Poseîdon Rojekî Wiha Deng Li Zeus Dike: 

‘Şervanekî mezin e Zeus, ez pê dizanim,

Lê ez nizanim ev çî tişt e, ku ew min biçûk dibîne?

Ne ez jî wek wî me, kîye gelo, ma ê ku serê min bitewîne ew e?

Rheayê, Zeus anî dinyayê; ya min û Hadesê serwerê miriyan,  

Dinya bû sê perçeyan, her yek ji me; me para xwe jê wergirt,

Behra bi kef bû para min, ku ez li wir rûnim. 

Azmana bi ewr jî bû para Zeus.

Lê di axê û Olîmposê de para herkesî heye,

Ji ber vê yekê, ez li gorî dilê Zeus najîm,

Hege hêza wî hebe, bila ew rûnê li ser para xwe, li welatê xwe,

Bila min metirsîne bi destên xwe û bila min nemerd nîşan nede.’

Ali Gurdilî  

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin