Plotinos (203-270)

Plotinos (203-270)

Ramawerê ku bi eslê xwe cihû ye. Nûplatonperest e. Li gor bawerîya wî heyîna rasteqîn ‘yek’ e. Ji ‘yekê’ jî, ‘nous’ ango, aqil dertê. Ji vî aqilî, ‘rihê gerdûnê’ der diçe. Madde jî, ji rihê gerdûnê derketiye. Ji van pêkhatinan (zêdebûnan) re peydabûna heyînan an jî çêbûna heyînan (tûrûm-türüm) tê gotin.

Sê heyînên pêşîn (yekemîn) ancax bi aqil dikarin werin têgihiştin. Yê ku yek e, kî ye? Helbet, xwedê. Mirov, bi rêya bilindkirin û pakijiya rihê xwe, hildikişin ya/yê ku ‘yek’ e. Mirov ji bo ku bikaribin vê yekê pêk bînin, divê ku ew çavê dilê xwe vebikin. Mirovê ku çavê dilê wî vekiriye, ew têdigihêje ku hemû tişt ji yekê der çûne û deng vedane.

Sîstema wî, hebekî tevlîhev e.

Ramanên Plotinos yên bi vî rengî, mirov dikare bibêje ku bandûreka mezin li ser tevgerên mistîk yên Rojhilat û Rojavayî kirine. Farabî, Îbnî Sîna û fîlozofên wekî Îbnî Rûşt, teorîya tûrûmê (çêbûna bivênevê ya heyînan ji heyîna yek) jê wergirtine. Wisa tê parastin ku di bingeha tesewufa îslamê de jî, ev raman heye. Lê sûfîyên misilman, bi şîdet û bi nerazîbûn, li dijê vê angaştê derdikevin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin