Plotinos

Plotinos

Heyîna rasteqîn <yek> e. Ji <yekê> jî, <nous> ango, aqil dertê. Ji wî aqilî jî, <rihê gerdûnê> der diçe. Made jî, ji rihê gerdûnê derketiye. Sê heyînên pêşîn encax bi aqil dikarin werin têgihiştin. Yê ku yek e, kî ye? Helbet, xwedê.   

Mirov, bi rêya bilindkirin û pakijiya rihê xwe, hildikişin yê ku <yek> e. Mirov ji bo ku bikaribin vê yekê pêk bînin, divê ku ew çavê dilê xwe vekin. Mirovê ku çavê dilê wî vekiriye, ew têdigihêje ku hemû tişt ji yekê der çûne û deng vedane.   

Plotinos – 203-270 | Fîlozofê Platonperest     

Têbinî: Ramanên Plotinos yên bi vî rengî, mirov dikare bibêje ku bandûreka mezin li ser tevgerên mistîk yên Rojhilat û Rojavayî kirine. Farabî, Îbnî Sîna û fîlozofên wekî Îbnî Rûşt, teorîya tûrûmê [çêbûna bivênevê ya heyînan ji heyîna yeke] jê wergirtine. Wisa tê parastin ku di bingeha tesewufa îslamê de jî, ev raman heye. Lê sûfîyên misilman, bi şîdet û bi nerazîbûn, li dijê vê angaştê derdikevin. 

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin