Platon û Teoriya wî ya Îdeayan
Platon û Teoriya wî ya Îdeayan
Platon gotiye ku du cîhan hene: Cîhana îdeayan û ya xwiyakirî, ango cîhana qelp. Hemû heyînên ku li dinyayê hene, ew qopiyên heyînên resenî/îdeaya ne, hêz û hebûnatiya xwe jî, ji wan digrin. Lewma jî, cîhana resen û mayende, cîhana îdeaya ye. Heyînên ku di cîhana îdeayan de cih digrin, naguherin, mirin ji wan re tune û ji holê re ranabin. Ango, eternal in. Ev dîtina wî ya xweser, çavkaniya/binyada hemû felsefeya wî ye. Ango, hemû felsefeya xwe, li ser vê ramana xwe ya xweser ava kiriye.
Mesela wiha gotiye:
* Tevgera herî baş ya ehlaqî ew e ku ber bi <îdeaya baş> ve diqeside. (Felsefeya wî ya Ehlaqê)
* Heyînên rasteqîn, îdea ne û yên ku li dinyayê xwiya dikin jî, qopî/qelp in. (Felsefeya wî ya Heyînê)
* Şagird beriya hemû tiştan, bi rêbazên/awayên diyalektîkî divê îdeayan fêr bibin. (Felsefeya wî ya Perwerdehiyê)
* Huner, texlîdkirina texlîda ye. Lew re, cîhana der texlîd e û hunermend jî, texlîdan texlîd dike. (Felsefeya wî ya Hunerê)
* Zanayiya rast, zanayiya îdeaya ye. (Felsefeya wî ya Zanayiyê) û hwd.
Ev nêrîna wî ya xweser ya du cîhanan û ramanên mamosteyê wî Sokrates, ku berê asîmanan nîşan dabû û gotibû ku <jiyana me ya esasî/resenî li wir e.> wekî mizginiya olên yekxwedayî hatine/têne qebûlkirin.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
10.12.2014