Platon û Paradoksa Utopyayê (1)

Platon û Paradoksa Utopyayê (1)

PLATON Û PARADOKSA UTOPYAYÊ (1)   

ŞANO: Li gorî feraseta Platon mirovên baş, teqlîdên çîrokên ne baş ango teqlîdên azweriyên nebaş divê ne’y kirin ‘’Yanê li gorî platon divê tu teqlîdên başiyê wernegerîne ên nebaşiyê.’’ Ji ber vê yekê jî, di hemû şanoyan de mirovên nebaş cih digirin, mirovên kirêt, sûcdar, qesas ango çi mirovên nebaş heye dikeve dewsa mirovên qedirbilind, loma jî dibêje ev tiştekî şaş e. Bi gotineke din derhênerên şanoyan, çîn’ên jêr dixe dewsa ên deshilatdar (mirovê qedirbilind), ev jî rûmeta wan binpê dike. Loma jî Platon bi awayekî pesimist li şanoyê dinêre, ev jî nêrîna wî’y di der heqê hunerê derdixîne holê. Divê heke şanoyê bê’y leystin divê ji bilî lehengên baş-paqij gerek tukes nelîze…

MUZÎK: Divê musîka Lidia’yê û İonya’yê xemginiyê di xwe de dihebîne, loma jî gerek bê qedexekirin. Belam, musîka Dorîa’yê û Frigya’yê dibe, ji ber ku yek jê musîka mêrxasiyê û yek jî jê musîka wan nerm e…

TENDURÎSTÎ: Platon divê gerek mirov di şerdê-mercên dijwar de bên perwerdekirin, divê gerek mirov masî-goşt bixwin, wê çaxê hewcedariya wan ew ê ji bijîşkan çênebe. Divê ciwan heta temenekî ji tiştên kirêt-nebaş bên parastin, paşê weke cerribandinê ango mîna ezmûnekê wan di ezmûna nebaşiyê, azweriyê û tirsê de derbas bike, ango wan û van rewşan pêrgî hevdu bike. Dema di ezmûnê de derbas bûn şûnde ewçax ew ê têgihiştî bin. Yanê divê berî ku ciwan şerr bike, divê şerr bibîne.

ABORÎ: Platon di utopîa xwe de ji bo aboriyê komunîzmê pêşniyarî dike. Belam, ji bo piştgirvan-leşkaran vî tiştî dipejirîne. Divê teqez ev herdu celeb mal-milkên wan ên taybet gerek tune be, gerek vana di cihekî de bixwe-vexwin.. û bi gotinên devê mamostê xwe wiha ve-dibêje: Divê ger ez komunîzmê di malbata de li darxînim ew ê gelek xetereyan û şaşiyan bixwe’r bizeyîne. Li gorî vê ferasetê hemû malên zarok, jinan û hevalan hevbeş in ango hevpar in. Divê jin-mêr di heman perwerdeyê de bên perwerdekirin. Li gorî Platon divê jin-mêr:

Di Musîkê, werzişê û şerr de… hwd di heman perwerdeyê re derbas bibin-bibîne. Heger jin-mêr di heman perwerdeyê de biborin ew ê him jinê, him jî mêr bikin piştgirvanên baş, paşê dibêje ku jin-mêr binyada wan ew ê bibin yek, ango ji hêla anatomî, ji hêla fikirî, ji hêla tevgeran gelekî nêzî hevdu bibin. Belam, divê hin jin hene ji hêla felsefê, hin jî ji hêla şerrî-piştgirvaniyê de xurt in welew fêm dike. Li gorî Platonî, di zewacê de ferqa heywên însên namîne, ji ber ku di her warî de di utopia xwe komunîzmê dipejirîne. Ango jinek di heman demê a herkesî ye. Bi destûra dewletê zayendî pêk tê ango bê destûra zagonên dewletê kes nikare pevre şa bibin, zayendiyê pêk bîne. Ji ber ku di zagonê dewletê de bê destûrî zayendî nikare pêk were. Li gorî utopia Platon, divê berpirsyarê rêvebirya utopia-dewletê ji hay welidandina zarokan hebe. Heke zarok ji dêya xwe welidî, divê ew zarok ne dêya xwe, ne bavê xwe nas bike. Divê zarokên nexweşik ji çîna jêr bêhesibandin û wan biavîjin cihekî layiqî cihê wan…

Bi kurtasî di Utopîa Platonî de ensestî heye, ji ber ku zarok gava tên dinyê ne dêya xwe, ne birayê xwe’y biçûk-mezin, ne bavê xwe dinase-dibîne. Lê zarokên ku temenmezin giş dê-bavê yên zarokên temenbiçûk tên hesibandin. Li gorî Utopîa Platonî, têkiliya zayendiyê di navbera  dê-law, bav-keçê de qedexe ye. Lê li gorî feraseta Utopîa ev ne gengaz e.

Platon divê tenê rêveberê utopîa’yê-dewletê dikarin derewan bikin, ev ji bo wan taybetiyeke û herkes ne xwediyê vê taybetmendiyê ye. Platon bi awyekî erênî li vê rewşê dinêre…

DAD-Î: Li gorî Platon, divê herkes bi karê xwe mijûl bibe, ango kes pozê xwe di karê kes-ên din’r raneke wê çaxê edelate ew ê bo herkesî hebe. Divê herkes bi karê xwe mijul be, ev ya rast e, ya bi rûmet e û ya ehlaqî ye.

Platon dibêje, edalet seraba xwe ji zagonên sirûştê û mirovan werdigire, lê divê hêza herî xurt gerek di destê piştgirtvanan de be, ji ber ku di civakê de yê herî zana-zanyar in.

BAŞÎ welew NEBAŞÎ-EHLEQ: Li gor Thrasymachos ger bawerî hebe ango tu bawermend bî, wê çaxê başî jî di hundirê bawermendiyê de veşartiye yanê başî Xweda bi xwe ye. Wê çaxê başî di Xwedê de veşartiye. Gerek em bi a Xweda bikin, di rêya wî de bimeşin Di navbera Platon û Thrasymachos de cudatî çê dibe. Platon divê ger we dewlet eciband wê çaxê ew dewlet baş e, ger we neeciband wê çaxê nebaş e, yanê li gorî Platon başî-nebaşî di sînorê dewlet-teolojiyê dipêle. Ji ber ku car caran ev herdu têgeh gelek pirsgirêkan derdixîne holê. Loma jî têgeha ecibandin-başiyê guherbare li gor kes-a-n. Ya ku tê eciband dibe ku nebaş be, ya ku divê baş e, dibe ku kes neecibine. Hz Îsa, di roja hefta de divê ne ku mirov serê simbila genim jê bike, ango divê gerek mirov ji dijminê xwe jî nefret neke. Di vê gotina Îsa de başî heye welew tuneye ev tiştekî kirdeyî ye ango ne bireserî ye.

ÎDEA’YA PLATON

Di felsefeya Platon de bingehîn rasteqînî, dirûv-xuyabûnî û rûçik e (zahîr). Yê ku ewilî ev cûdahî daniye Parmenides e. Lê di rasteqinîyaPlaton li ser rawestiyaye, bingeha xwe li ser bena felsefeya Pythagorasî hildide jor, ji ber ku di felsefeya Pythagorasî de Teolojî heye. Di çavên Platon de mirov nikare bi vehesînên xwe, xwe bigihêjîne zanyariya heqîqî, ji ber ku zanyariya heqîqî der-vehesînî ye. Tiştên der-vehesînî jî mirov nikare têbigihêje ango mirov nikare fêm bike, ji ber ku razber e. Ango Ploton encamê tîne bi teolojiyê ve girêdide. Heraklîtosî digot ‘’Em him dikarin têkevin çemekî, him em nikarin ango digot hûn du caran nikarin xwe di çemekî de ve-bişon’’ Platon helwesta xwe’y zanyariyê li ser felsefeya Heraklîtos-Parmenidesî dirawestîne.

MANTIQ Û METAFIZÎK

Di Platon de hezkirina agahiyê tenê ne bi mentiqê-zanyariyê ye. Hezkirina Platon, hezkirina zanyariyê ye. Di Spînoza de jî hezkirin, hezkirina Xwedê ye, lê hezkirina Spînoza ya li hemberî Xwedê hezkirineke mentiqî ye, ango Spînoza bi awayekî hestwarî-fikrî ji Xwedê hez dike. Belam, Platon felsefeya xwe’y heqîqî li ser bena ‘’Rastiya binanî’’hildikîşîne. Platon vê binanî ya xwe jî li ser têgeha ‘’Jîrbûn-zîrekbûnê’’ disekine. Jîrtiyê jî dike du beşa, yek jê ‘’feraset e (fêm e)’’ ya din jî ‘’aqil e’’. Platon qedra herî mezin dide ‘’êqil’’ ji ber ku diyalektîkê di xwe de dihebîne, lê ‘’feraset-fêm li gorî bikaranîna matematîkê ye. Li gorî êqil hîna di astek jêr de ye, ango Platon êqil li ser ferasetê digire. Platon dibêje ku berê berê jîrîtiya dinyê tê fêm kirin-tê têgihiştin, ev têgihiştin ji dinyê tê veqetandin. Paşê jîritiyê-têgihiştinê dike du celeban. Lê Platon guh nade cûreyên têgihiştinê, ango paşguh dike. Ew guh dide jîritiyê û celebên jîritiyê, yanê pirtir li ser jîritiyê diraweste.

Platon, ji lebatên me herî pir qîmetê dide ‘’Çavî’’ dibêje çav naşibe lebatên din, ji ber ku ji bo ku çavî tiştan bibîne pêdiviya wî bi ronahiyê heye. Dinyaya îde’ayê a ku bireser bi xêra ronahiyê xwe nîşanî me dide yanê xuya dibe bi saya rojê ye em xêra rojê hemû bireseran dibînin loma ev jî dinyaya îde’ayê ye. Çavkaniya ronahiyê roj e. Roj jî rastiyê-başiyê di xwe de dihebîne ango nimandina rojê rastî-başî ye. Paşê ‘’Divê ruh weke çav e.’’ Platon dibêje, ên ku haya wan ji felsefeyê tune bin, dişibin yên ku di şikeftka de dijîn. Ji ber ku di şikeftka de paşiya van de guriya êgir û di pêşiya wan de jî dîwar heye, gava siya wan bi xêra êgir li ser dîwêr teşeyekî distine-digire. Wê çaxê ew dibêjin qey rastî ji vê siyê pêk tê. Lê ji ber azweriyên xwe dema ku derdikeve derveyî şikeftikê dinêre ku rastî ji siyê pêk nayê, ewçax fêm dike ku vehesînên mirov dikare mirov bixapîne. Bixwe dieesin, şiyar dibin, fêm dikin ku heta aniha bi siyê hatiye xapandin. 

Platon, felsefeya xwe pirtir li ser esasê ‘’Ruh, idea û êqil’’ bi cih kiriye. Li gorî Parmenides tenê îdea’yek heye, lê li gorî Platon gelek idea hene. Mînakin: Îdea’ya xweşikbûnê, başiyê û hwd. 

Çorê ARDA

28.07.16

Sûdegirtin: Dîroka Felsefeya Rojava, N, Bertrand Russell, weş, Say

Bersivekê binivîsin