Platon û Paradoksa Utopîaya’yê (2)

Platon û Paradoksa Utopîaya’yê (2)

PLATON Û PARADOKSA UTOPÎAYA’YÊ (2)

DI PLATON DE TEORIYA NEMIRTIYÊ

       Dema Sokretes li benda qesasê xwe disekine, qesasê wî jê’r dibêje were ser rêya rastiyê, ji vê şaşiya xwe vegere, heke tu ji vê şaşiya xwe vegerî, tu, zarok ,hevsera xwe û welatê te.. hwd ew ê biçin bihûştê ango hûn ê biçin bihûştê, lê sokratetes edaletê derdixîne pêşiya malbata xwe, ango dibêje’’ Berê edalet paşê malbata min û yên din…’’ Piştî wan gotinên qesês, Sokrates dîsa wiha ve-dibêje: ’’Di guhên min de mîna dengê flûta di guhê yekî razber de deng bide wilo dibêjim qey dengê nihurandinekê dibihîzim’’ piştî vê ve-gotina xwe’y îronîk, xwe amedeyî ne-mirinê dike, dizane êdî mirin bo wî berpirsyariyeke. Destên wî li ber dost-heval û jina wî vedikin, paşê dest axaftina xwe’y berî ne-mirinê dike, dinêre jina wî’ xemgîne û digirî û gotinê wî dibire, ji bo ku axaftinên wî nêy birîn, Sokrates jina xwe derdixîne derve…

     Li gorî Sokrates mirin veqetandina ‘’Ruh’’ û ‘’Laş’’ e. Di vir de felsefeya Platon derdikeve pêşiya mirovî, ango rasteqîn-xuyabûnî, îdea-bireser, aqil-vehesîn û ruh-laş(beden) derdikeve holê, platon dibêje ên ewilî(têgehên yekemîn) ji ên duyan çêtir in-baştir in. Loma Platon ne-mirintiyê bi awayekî metafizîkî dibîne-dinêre…

                                    ZEWAC

       Li gorî Platon nezewicandin tiştekî pirr bi qîmet û nirxdar e ango qedirbilindî ye, lê tucarî zewac rexne nekiriye û şermezar nekiriye, lê li hember zewacê ye, lê yê ku dizewicin jî bi awayekî neyînî lê nemêzandiye…

                                 RUH-LAŞ (BEDEN)

       Sokrates, ne li hember vexwarinê bû, belam li hember ecibandina vexwarinê dirawestiya, vexwarin tiştek e, ecibandin tiştekî din e. Sokrates, dibêje hezkirin ne bi dirûv e ango hezkirin ji alavên ku em li xwe dipêçin-dijdîne-li xwe dikin nayê-nazê tenê kilifêkî xapînok e, hezkirina heqîqî-resen jidilî dizê, ji ruh dizê, yanê hezkirin di hundirê ruh de veşartiye, hezkirin ne di laş-bedenê de ye, di ruhî de ye. Sedema hemû şerr, pevçûn û herban ji bo piçek laşî-bedenê ye. Ji ber vê yekê ‘’Ruh’’ girîng e. Platon dibêje ji ber xwestek-daxwaziyên bedenê, hêsîrbûna bedenê, hezkirina diravan herb diafirin, lê divê dirav bo bedenê hewcedar e. Marx, jî tevlî vê fikra Platon dibe, ango heta radeyekê divê bo laş-bedenê gerek dirav hebe. Pythagoras û Sokrates li ser ruh-laş wiha dibêjin: Pythagoras: ‘’ Gava ku Lîr bişikê awaz dimîne?’’ Sokrates jî dibêje awaz(ezgî) tiştekî tevlîhev e, lê ‘’Ruh’’ tiştekî xav e(Sade ye) di vê gengeşiya li ser awaz û muzîkê de Pythagoras, Sokrates û Platon li ser têgehên ‘’Ruh-Bedenê’’ dirawestin.

                               ZAYÎNA DINYÊ – QOSMOSÊ

       Timaesî, Stêrknasên ji ekola Pythagorisiyane, divê berî ku mirov bên dinyê, dinya wiha bû; çîroka dinyê wiha vediçirokîne: Tiştê ku qet naguhere bi jirîtiya mirov û aqlê mirov, lê tiştê ku diguhere bi hînbûnê-banînê tên têgihiştin. Ji ber ku dinya tê vehesîn, loma dinya nabe abadîn- yekemînî, ji terefê Xweda ve hatiye afirandin. Divê Xweda dinya ji bê nîzambûnê ango ji bê dîsîplînê, dîsîplînek, nîzambûnek afirandiye, yanê beriya Xweda hertiş tevlîhev û bênîzam bûye, mîna şivanê bê pez bûye. Ji ber vê yekê dinyaya-îdea’ya Platonî, ne dinyayeke nû ye. Dinyaya wî ji hîçbûnekê neafiriye, Platon dinyaya xwe ji tiştên heyî ye afirandiye. Alîkariya wî alavan kiriye ango ji bireseran sûde wergirtiye, bi vî awayî ji xwe’r pergalek afirandiye. Xweda, ruh xistiye laşî û bi vî awayî Xweda mirov kiriye yekî-e bi ruh-jîr-ruhber. Timaeos, dibêje dinya kureyeke û ji çar elemantan pêk tê agir, av, hewa û ax(erd) e, van elementan timî di pîvanekê de ne. Gava Xweda dinya afirand ji hemû elementan sûde wergirt, xweda berê ruh û paşê jî laş afirandiye. Ruh, ya ku nayê hûrhûrîkirin-dabeşkirin.Yên ku bê perçekirin-dabeşkirin, yên damezirandinî ye.

                                       KOKA DEMÊ

       Xweda dît ku ji afirandina dinya wî de liv-jîn heye ango tevger heye, kêfa wê-î hate, ji ber vê sedemê nêta xwe xera kir ku tiştekî-xeyalekê dilive-dileqe biafirîne. Xweda biryar da ku dinyayeke bêdawî-abadîn-ya ewilî biafirîne. Piştî ku ezman pergalkirin da şûnde ezman xiste nîzamekê, ya ku abadîn û ya ewilî xeyal dikir ango ezman jî livandina wê li gorî hejmarekê pergalkirin da, lê a ewilî-abadîn jî li gorî tevgerekê û li gorî tifakekê tevdilive loma jî em ji vê tevger-tifakê jî dibêjin ‘’Dem.’’ Berî vê xeyalê şev-roj tunebûn, êdî tevgerek-livandineke abadîn-ewilî hebûn. Dem-ezman di heman wextê de hebûyî û bo ku mirov arîtmetîka heywên bizanibin roj afirandine. Ger şev-roj nedana pê hevdu ango hevdu neşopanda, hejmar pêk nedihat. Çi çaxa roj, şev, meh-sal derketin holê ewçax zanîna hejmarê derket holê, ev bûyer bû sedema em fêrî demê bibe, ango em bi demê esiyan. Bi gotineke din têgihiştina demê bi mirov re ava bû. Ev jî bi xêra dî-tinê ye. Bi tevahî ji bilî dinyê çar celebên heywên hene: Xwedayan, çûkan(çivîkan), masiyan û heywanên bejî… Xweda pirrtir agir in ango agir, temsilkirina Xwedayan tê pejirandin. Timaeosî, pir li ser dibetî-îhtîmalê rawestiyaye timî yekî şikdar bûye. Timaeosî, dibêje Xweda ji bo her stêrkekê ruhek afirandiye û wiha berdewam dike, van ruhan jî vehesîn, hez, tirs û beeecandinê di xwe de dihebîne. Xweda dibêje min hin ruhin şandin rûzemînê, hinek şandinê hîvê, hinek şandine gerstêrkan û hinek jî min şandine stêrkan, bo ku xweda laşekî bide wan ango damezerandina-afirandina laşê wan min bera xwedayan da…

                             DINYA ENDAZEYEKE (GEOMETRÎYEKE)

      Timaeosî, dibêje esil makên-elementên dinyê ne agir, hewa, av û erd(ax) e. Divê dinya ji sêqoziyan-sêqoşeyan pêk tên. Gava Xweda deq-xal afirand ji van herdu sêqoziyan sûde wergirtine ango elementên me ji van hersê sêqoziyan zayî ye.

                                          DU RUH

      Piştî hin gengeşiyan-nîqaşan Tîmaeosî dibêje, di mirovî de du ruh hene, yek jê Xweda ye, yê din jî ji terefî Xwedê hatiye afirandin. Ji van ruhan(tîn) jê yek xwediyê nemirtiyê ye, yê din jî dimire, ango yek abadîn e, yê din ne abadîn e. Ruhê ku ne xwediyê nemirtiyê ye, pirtir li ser xwestek-daxwazên xwe, xwe hildidin. Li gorî Xwedayan vana li gorî Rasyonalîteyê xwe tevnalivînin, pirtir Îrrasyonelîst tevdigerin.

                      DI PLATON DE ZANAYÎ (AGAHÎ) Û TÊGIH (ALGI)

      Di feraseta Platon de, agahî bi vehesînan nayê fêmkirin-têgihiştin. Yên ku bi awayekî Ampirîk li zanînê dinêre, zanayîyê-agahiyê tîne li ser bena vehesînê dirawestîne, ango kevirê zanayîyê li ser neqeba vehesînê lê dike-dihone. Platon dibêje wê çaxê, 2+2=4 e, ev pêşniyazkirin, agahiyeke rasteqîn e. Li gorî Platon a rast ev e, yanê razberî ye, ji ber ku vehesîn tûcarî nikarin agahiyên rasteqîn nîşanî me bidin.

                              MIROV PÎVANA HER TİŞTÎ YE

       Pratagorasî wiha ve-dibêje: ‘’Mirov, pîvana her tiştî ye’’

Sokrates jî vê gotina xwe li gorî ya Pratagorasî dihûne û wiha ve-dibêje: ‘’ Tiştek ji min re çawa xuya bibe, wilo ye, ji we’r jî çawa xuya bibe ji we’r jî wilo ye.’’ Ango têgiştina herkesî ew ê li gorî dîtîna wî-ê,xwe be. Wê çaxê têgihiştin dibe ku biguhere, her çiqas ya-ê ku li hemberî me eynî tişt be jî, di têgihiştinê de ew ê ji hev cuda be. Di vir de Sokrates dîtina(Doktorîna) Pratagorasî û a Heraklîtosî li ser qorekî heman benê lê dike. Platon dibêje hûn dikarin ji bo bireserên vehesînî, van tiştan bêjin, lê ji bo bireserên agahiyan naa! Loma jî çewt dibîne.

       Li gorî Heraklîtosî, bireser-vehesînên mirov timî diguhere, bi vê guhertinê têgihiştina mirov jî timî diguhere ango bi xwe’r diguherîne. Sokrates di derheqê têgihiştinê de wiha digot: Dema ku ez bi hişê xwe bim, şerab bi min şêrîn tê, belam gava ku serxweşbim bi min tehl tê. Ev tê vê wateyê, yê ku diguhere bixwe dibe sedema guhertina têgihiştinê jî, ango têgihiştinê jî bixwe’r diguherîne. Gava Pratagoras dibêje ‘’Mirov pîvana her tiştî ye’’ qala têgihiştin-zanebûnê dike. Dibêje tukes ji tu kesê-n din ne zanatir e-in û têgihiştintir e-in. Ango kes ji keseke-î din ne zanatir e-in an jî tu dad ji dadeke din bêtir ne rasteqîntire-in.

Platon dibêje, her tişt bi hiş(bîr)ê mirov dikare bigihêje agahiyê, ne ku mirov dikare xwe bi vehesînên xwe bigihêjînê agahiyê. Yanê agahî-têgihiştin bi hiş(bîrê) ava dibe, ne ku mirov bi vehesînên xwe, xwe digihijîne agahiyan, ji ber ku bireser di fikr-ramanan de veşartiye ango bireser di hundirê fikrê de raza ne, di hundirê ramanê de şipya sekinine. Têgihiştin tiştekî derûnî-fîzyolojîk e, ji vî tiştî re dibêjim ‘’Dada Têgihiştinê’’ bi xêra vê dada têgihiştinê em xwe digihêjînin ‘’Dada Agahiyê’’ ango bi saya dada têgihiştinê dada agahiyê diafire. Pratagorasî dibêje ku: Heger mirov bifikire, wê çaxê mirov pîvana her tiştî ye. Di têgihiştinê de, her mirov di têgihiştina xwe de bêsînor e-in. Belam, yên Xewnan dibînin, yên Dîn jî têgihiştina wan weke têgihiştina me ye. Tenê carinan di hin xewnên wan de, car caran jî di hin tevgerên wan de û carinan jî di hin girêdan û rewşên wan ên awarte de mirov wan napejirîne wekî din heman tişt e. 

      Talî hemû feylesofê vê serdemê bingeha xwe li ser lêgerîna xwezayê, lêgerîna Xweda-yan û lêgerîna jiyanê, dinyê, qosmos û hwd… lê carinan xwestine bi êqil, carinan xwestine bi têgihiştinê, carinan xwestine bi vehesînên xwe û car caran jî xwestine xwe bi hiş bigihêjîne heqîqetê, talî hemû têgih pev re girêdayîne, hemû têgih di laşekî de ye ew laş yên mirovî ye.

Çorê ARDA

05.08.16

Sûdegirtin: Dîroka Felsefeya Rojava, N, Bertrand Russell, weş, Say

Bersivekê binivîsin