Platon

Platon

Platon, Berê Zayînê di navbera salên 427- 347- an de jiyaye û ew bi xwe, şagirtekî Sokrates bû. Ev fîlozof, di cîhana îslamî de bi navê Eflatûn tê zanîn û naskirin. Platon hemû berhemên xwe, wek diyaloxên tîyatroyê nivîsandiye û hemû berhemên wî beyî ku winda bibin, gihêjtine dema me. Endamê malbateke esîlzade bû û baş hatibû perwerde kirin.

Di bîst (20) saliya xwe de bi naskirina mamosteyê xwe Sokrates re hewl dide felsefeyê û heta mirina Sokrates, heşt (8) salan dibe şagirtê wî. Li ser kuştina Sokrates, bi dilekî şikestî welatê  xwe terk dike û piştî donzdeh (12) salan, di çil (40) saliya xwe de vedigere welatê xwe. Di wan donzdeh (12) salan de li Megara, Misir, Sicîlya û li Îtalya başûr, geriya ye. Piştî hatina Atînayê, aqademîyekî ava dike, li wir ders dide şagirtan û dest bi nivîsandina berhemên xwe dike. 

Di dersan de rêbaza guftegoya dîyalektîkî bikar tîne û hewl dide da ku, eşqa zanayiyê fêrî şagirtan bike û wan mîna fîlozof û desthilatdaran, bigihîne. Ji ber vê çendê jî; di dersên xwe de giraniyê dide rewişt (exlaq, sinc, akar) û siyasetê. Tu carê, danasînên naguher nedaye şagirtên xwe û şagirtên wî li hemberê wî xwediyê yek berpirsiyariyekî bûne, ku ew jî lêgerîna rastiyê bûye. Di çêbûn û xurtbûna ramanên wî de ji bilî bandûra mamosteyê wî Sokrates, bandûra fîlozofên berê jî dixweyî.   

Wek mînak: Ji dazanîna Pythagoras, regezên Orpheosiyan sitandiye. Baweriya nemirinê, baweriya dinya din, hewl dana zilamên olî ên şîretkar, allegoriya şikeftê û rûmeta Matematîkê, mirov dikare di nava wan regezan de bihejmêre. Herweha bi alîkariya ramanên Parmanîdes bawer dike, ku rasteqînî bêdestpêk û bêwext e û divê ku, hemû guhartin, ji hêla mantîqê ve, wek xapînok werin pejirandin.

Bi felsefeya Herakleîtos re jî, wiha bawer dike ku her tişt diguherin. Mirov dikare bibêje ku, di nava fîlozofan de yên ku herî  zêde li ser têgeha baş an başiyê (rind, qenc) rawestiya ye Platon e.   

Berhemên wî yên sereke ev in:  

1-     Dewlet

2-     Gotûbêj (Diyalox)

3-     Yasa (Nomoî, Zagon)

4-     Parastina Sokratesî.   

Ji Gotinên Platon  

1- Fikirîn, axaftina giyan ya bi xwe re ye.

2–  Mirov, pîvana her tiştî ye.

3– Zanist û rastî, tu dibê qey baş in.

4-  Heta gihêtina rastiyê, gehînekên din vala ne.

5– Tiştên ku em dibêjin baş in, ji bo gel di zewqê de û ji bo kesên rewşenbîr jî, di ramanê de ne.

6- Tiştek çiqasî nêzîkê rastiyê be, wê ew hewçend ronahî be.

7- Yên mirov dixapînin, bi rastî jî çavên mirov diqemişînin.

8- Fîlozofî, zanîn û hêza aqil e. 

9– Divê fîlozof dewletê bixin destê xwe û bibin desthilatdar. Heta ku fîlozof nebin doliwger, derdên mirovan naqedin.

10– Her kes, wek fîlozof nayê dinyayê. Di nav mirovan de ji hezaran ancax fîlozofek dertê û ew jî, di civakê de kêm in.

11– Bi navgînên kêm, mirov nikare bigihêje pîvana rast. Lê belê, hindek mirov bi vê yekê zû qîma xwe tînin û lêkolînan, qet bi pêşve nabin.

12- Di bidestxistina tiştekî nebaş de, di zanîna tiştekî ku mirov nizanibe baş an xirabe de û di nezanîna tiştekî baş û delal de, ma tu berjewendî heye gelo?

13- Li hemberî rastî û bextemamiyê de gelekên wan, di xwiyakirinê de dimînin û ev xwiyakirinên kevnoşopî çiqasê vale bin jî, dîsa li pey wan diçin. Wan bi dest dixin, an wiha xwiya dikin. Lê li hemberî başiyê, tu kes bi xwiyakirinê razî nabe,li rastiyê digere û qîmet nade xwiyakirinê.

14- Heyîna ku başiyê anîye zayînê, roj e û wê ji bo xwe, wek himbeyeke afirandiye. Di dinya xwiyakirî de ji bo çav û nesneyên din roj çî be, di dinya têgehan de jî ji bo ramanên rind û tiştên ku têne hizir kirin, ew e.

15- Mirov dema ku li wan nesneyên ne bi tîrojên rojê, lê bi bi ronahiya şevê ronî dibin mêze dike; wê demê çav wan bi zorê dibîne. Wisa bawer dikin ku, kor in an çavê wan baş nabîne. Belam, dema ku mirov wan nesneyan bi şewqa rojê dibîne, wê demê çav wan bi eşkere dibîne û mirov wê demê fêhm dike ku, ne kor e.

16– Dema ku giyan awirên xwe li ser wan nesneyên ku rastî û heyîn wan ronahî dike digerîne, wê demê têdigihêje, dizane û bi temamî jê fêhm dike. Belam dema ku, nêrîna xwe li wan tiştên berdemî yên ku bergorn in û bi tarîyê re têne zayînê digerîne, wan bi nîvî û şîlo dibîne.  Ji xwiyakirineke, xwe diavêje yeke din û hew dikare aqlê xwe bixebitîne.

17– Ez vê yekê dibêjim ku ew kesên rastiyê tînin cîh, ne ji delaliya rastiyê, lê ji ber çarenînê, ew wiha dikin.

18- Ew zilamê ku bi terbiya (şerdeya) muzîkê hatibe perwerdekirin, wê ew zilam, herî zêde wê ji zilamê wilo xwedîaheng hez bike. Na, ku ne xwedîaheng be; wê jê hez neke.

19- Hege di giyana wan de kêmasî hebe; helbet wê ji wan hez neke. Na, hege kêmasî di laşê wan de be, wê qîma xwe pê bîne û wê jê hez bike.

20– A ku wesfê rastiyê dide tiştên nas û hêza zanînê dide zilamên zanyar; ez ê wê bi îdeaya baş bi nav bikim. Û hûn ê wisa lê bifikirin ku, ew sedemê zanistê ye.

21– Giyan, mîna çav e. Dema wan wanekên ku bi rastî û ronahiyê dibiriqin dibîne, têdigihêje wan û wan fêhm dike. Lewra, wê demê bi aqil hatiye ronahî kirin. Belam di şevereşa ku bûyîn û alozî têde desthilatdar e, bi tenê xwediyê baweriyekî ye. Li wê derê dinihêre û disekine. Carina dibe xwediyê vê baweriyê, carina jî dibe xwediyê wê baweriyê. Tu dibêkê, ne xwediyê aqil e.

22- Dinyaya xwiyakirî, bila bibe zîndana şikeftê û ew agirê ku şikeftê ronahî dike jî, bila bibe ronahiya rojê, ku ew jî li ser rûyê dixe. Ew kaşa ku diçe jor û ew delaliyên ku li jorê têne temaşe kirin jî, di nav dinya ya ramanan de, bila bibin hilkişîna giyan. Mirov, bi hêsanî dikare wî bibîne. Ji bo dîtina wî divê mirov bizanibe ku, li vê dinyayê hemû başî û delalî jê têtin. Fêhmkirina vê yekê, pêwîst e. Li dinya xwiyakirî yên ku, ronahiyê diafirîne jî ew e. Mirov ancax, piştî dîtina wî dikare di jiyana xwe ya hûndirî û ya devreyî de, aqilmendane tevbigere.

23-  Yên ku gihêjtine başiyê û tu carê naxwazin ku bi kar û barên mirovî mijûl bibin û dixwazin ku her dem di cihên xwe yên bilind de bimînin, ew ne mirovên belacewî ne û ev bûyer jî, ne bûyereke belacewî ye.

24- Di derheqê perwerdehiyê de gelek kes, xwediyê zanayiyên çewt in. Wisa dizanin ku, perwerdehî zanayiyê dixe giyana bêperwerde. Mîna, ku mirov hêza dîtinê bide çavên kor!

25– Wastîn û xew, dijminê şuxlê/karê mejî ne.

26– Li gorî berjewendiyên xwedîhêzan çî baş be, edalet ew e.

27– Kî/ kê xwedîerdem û rast be, ew bextewar e.

28- Kêmaqilî, ji du tiştan çêdibe; ji dînîtiyê û nezaniyê.

29-  Sê texlîd mirov hene; hezkerên zanayiyê, hezkerên namdariyê û hezkerên pereyan.

30– Berî afirîşê jî, geometrî hebû.

31– Biyaniyên geometriyê, nikarin bikevin hindirû.

 ‘Ev nivîs, li ser deriyê aqademiya Eflatûn/Platon hatiye nivîsandin.’

32- Heta mirov fêrî matematîkê nebe, mirov nikare bigihêje zanayiya rasteqîn.

33- Di kar de tiştê herî girîng, destpêk e.

34– Mirovên bêedalet, bêguman ji wan belangazên ku wê bêedaletiyê dikşînin rebentir in.

35– Erdem, hêza bidestxistina başiyê ye.

36- Axaftin, hunera bikaranîna aqlê mirovî ye.

37- Tîna zindebar, di ser de û ya bergorn jî, di sing de ye!

38- Tîn, zanayiyê ji heyîneke berê tîne. Ji vê rewşa tîn re, zanyarî tê gotin.

39– Tiştên ku naguher in, mirov bi aqil û hiş têdigihêje wan. Lê yên ku guhêrbar in jî, bi rawêjan.

40- Mêrên tirsonek û nerast, wê li dinya din bibin jin!

41-  Xwedê, zerengiyê daye tîn û laş, û di tîn de wan bi cîh kiriye. Dinyayê seranser kiriye afirîneke zindî, xwediyê tîn û zerengî.

42– Armanca roviyan ew e ku, xwarinê di laş de bigrin û rê, li ber xweriyê dadin.

43- Mirovekî ku bi tiştekî dizane, ji min re wiha tê ku ew têgihiştiye wî tiştî. Tiştê ku ez niha dibînim, ji bilî derka peyvê, ne tu tişt e.

44- Ew mirovên bawer dikin ku beyî zanayiya matematîkê mirov dikare fêrî ezmannasiyê bibe, ew xwediyê ramanên sivik û xwedîrawêj in. Ev mirov, wê veguherine çûkan û ew yên ne xwediyê felsefeyekî ne jî, wê veguherin mirovên hovên reş û wê yên gewc jî, veguherin masiyan.

45- Bihayek tenê heye, ku mirov dikare bi hemû tiştî re biguherîne. Bêguman ew jî  zanyarî ye.

46– Yên biaqil, diaxife. Lewra, ramanên wî yên gotinê hene. Yên gewc jî, diaxife. Lewra, wiha bawer dike ku ew jî bêgavê vegotina çend gotina ye.

47- Xwevegirtin, serfiraziya herî mezin e!

48– Nebaşiya herî mezin a pêşîn, niheqiya bêceza ye.

49- Xorto! Ji mirovên kal re dest hilnede. Dibe ku ew bavê te be!.

50– Ji bo zarokan ne li gorî hêgînên bavan, lê divê li gorî hêgînên wan kar werin dîtin.

51– Yên ku seranser dinasîne û li hev tîne, Xwedê ye! 

52– Hejmar, zanayî bi xwe ne û Xwedê berhemên xwe, her dem bi rêbazên geometrîk radixe ber çav an.

53– Xwe bikargerîne! Wê demê, wê tu ê ji bo kargerandina dinyayê; wê tu ê çêtir bihêz bî. 

54- Wêrekî; li hember xeterê, bikar anîna hiş û aqil e.

55- Yên ku di karê xwe de ne û pozê xwe naxin karên mirovên din, edalet di dilê wan de heye. 

56– Ne pêwîst e ku dawiya her tiştî, mirin be!

57- Hege mirov bi xwe bikaribe, ev bûyer; serfiraziya herî mezin e.

58– Bêrawestan ji nexweşiyê behs dikin û temenekî wiha dirêj dijîn ku, tu kes ji wan bawer nake. 

59– Mirovek hege ji dostên xwe zêdetir rûmetê bide pera û wiha jî were naskirin, ev şerma herî mezin e. 

60- Cîhê ku lê rêzdarî hebe, li wê derê tirs heye. Lê li wê dera ku tirs heye, her dem rêzdarî tune. 

61– Kesên desthilatdar, pêwîst e ji desthilatdariyê tu sûdê hêvî nekin û jê sûd wernegirin.

62- Tirsonekan, tu carê peykerên serfiraziyê ne çikandine. 

63- Kesên ku dikarin xirabiyê bikin û nakin û hemû temenê xwe ji bo rastiyê derbas dikin; hêjayê pesinandinê ne.

64– Xwestina xirabiyê, ji xwestina başiyê hêsantir e.

65- Derkên me bêewle ne. Ji ber vê yekê jî, azmayişên me, me şaş dikin.

66– Dema ku mirov dibe koleyê dildariyê, ji serbestiyê bêpar dimîne!

67- Feqirî, bihêzbûna artêşê an bêhêziya artêşê; civakan bi xeteriya şer re rûbirû dike!

68– Di civakê de, bingeha aştiyê di kûrahiya hûndirînên şexsan de ye. Aştiya civakî jî, bi bandêra (pergala) aborî ya civakî û hedariya hûndirîn ve girêdayî ye.

69– Bêpersiyarî û xwedîmafî, dibe ku ji çewtiyê çêtir bin.

70– Dema ku aqil jiyanê li hev tîne û dikargerîne, wê demê, mirov xwe bi hêz dibîne.

71– Yên ku nezanê îdarekirina xwe ne, ew nikarin hemwelatiyan îdare bikin.

72– Di zagonan de tiştê ku divê em lê bigerin, ev be: Gelo, ev zagon me digihînin erdemê yan na? 

73– Fîlozofên parastkar, pêwîst e bizivire şikeftê û di nav wan ên ku, roja rastiyê ne dîtine de bijî.

74- Sedemê ji çevketina felsefeyê ew e ku, yên pê mijûl in ne şayanê felsefeyê ne, ye. Yên pê mijûl in, divê ne pîçên wê; divê lawên wê yên xas bin.

75- Yên ku nikarin guftegoyeke bi rê ve bibin, an biyaniyê parastina ramanên xwe ne, tu carê ew nikarin bigihêjin zanayiyê.

76- Ew ên ku li dinya xwedayî temaşe kiribin, dema ku dadikevin nav jiyana mirovî, wê demê heyirî dimînin û dikevin rewşeke pêkenînê. Ji ber ku fêrî tariyê nebûne û di destpêkê de hemû tiştî şîlo dibînin. Li dadgehan û li wê derê vê derê, li ser riya rastiyê an li ser dengvedana wê, bikevin guftegoyan û bi wan ên ku tu carê rastiyê ne dîtibin re bikevin guftegoyan, wê demê wê hemû kes wan şermezar bike.

77- Kesekî ku aqlê wî li serê wî be, ew dizane ku, çav ji du tiştan çavkorî dibe. Yek, di dema ji ronahiyê derbasbûna tariyê de û ya din jî, ji tariyê derbasbûna ronahiyê de çê dibe. Wekî vê yekê, dema ku raman tiştekî bi zelalî nebîne, pêwîst e di dewsa kenê de, bifikire! Dibe ku, çav ji ber ku ji dinyayeke ronaktir tê û tênagihêje tarîyan, An ji nezaniyê digihêje ronahiyê û di wê demê de jî, ji çirisînê diqemişe û şîlo dibîne. Ya yekemîn, hêjayê pesinandinê ye û ya din jî, rewşeka xirab e. Çavek hege fêrî tariyê nebibe, tê wê wateyê ku ew ji dinyayeke ronak tê. Hege em pê bikenin, wê em ê bikevin rewşeka pêkenînê. Kena li ser ya din jî, mafê me ye. 

78– Di her giyanekê de hêza fêrbûnê û perçeyekî, ku bi bi kêrî vê yekê be heye. Çawa ku çav bixwaze ji tariyê bizivire ronahiyê, pêwîst e hemû laş xwe bizivirîne; wisa jî divê ku, ew perçeyê ku bi kêr tê jî bi temamiya giyan re rûyê xwe ji tiştên berdemî ba bide û divê rûyê xwe, bi hêla başiyê ve bizivirîne û li hêla herî ronak ya heyînê mêze bike…              

79- Perwerdehî ji bo ku hêza giyanê bi aliyê herî baş ve bizivirîne, rêyaka herî hêsan û ne şaş dibîne. Nexwe perwerdehî, ne ku hêza dîtinê dide giyanê. Lewra ew hêz, ji xwe di naveroka giyan de heye. Lê bi hêla xirab ve ziviriye. Hasilê, perwerdehî giyanê bi tenê bi hêleka qenc ve dizivirîne.

80– Hêza ramanê, hêzeke cuda ye û têde, çend tiştên Xwedayî hene. Ew hêz tu carê winda nabin, lê belê li gor hêla ku dane wê/ wî; an bikêr û bi kar e, an jî bêxêr û bi xisar e. Ka bala xwe bidin wan zilamên ku, em ji wan re dibêjin nijdevan. Bala xwe bidin wan ku ew mejiyên xwe çawa baş dikargerînin û tiştên ku li pey in, çawa baş dibînin? Awirtûj in, lê di bin fermana xirabiyê de ne. Ji ber vê yekê jî, çiqas ku awirtûj bin wê hewqas jî xirabiyên wan mezin bin.

81– Ji bo zanyariyê, wextekî betal (vale) pêwîst e. Wextên vale jî, li cem wan kesên ku ji bo jiyana xwe a rojane dixebitin, peyda nabe. Lê ew kesên ku xwedîyê amûratên cuda ne, an ew ên ku debara xwe bi alikariya dewletê pêk tînin, ew xwediyê wextên vale ne. Mirovên bêperwerde û nezan û ne jî, ew ên ku hemû imrê xwe di rêya zanayiyê de derbas dikin, nikarin dewletê bi rê ve bibin. Yên yekemîn, ji ber ku ne xwediyê mengîyekî ne, yên duyemîn jî, ji ber ku naxwazin xwe têkilî karê dewletê bikin; ew nikarin dewletê bi rê ve bibin. Lewra ew wiha bawer dikin ku, ew bi xwe gihêjtine mengiya xwe a herî bextewar.

82– Ev dinyaya ku em bi çavên xwe dibînin, şaşiyek e/dîwarê şikeftê ye. Ew mirovê ku bikaribe li wê ronahiya li pişt şaşiyan binihêre, ew zanyar e û çavên xwe yên sehekî, zivirandiye çavên aqlî.

83- Çawa ku di ezmannasiyê de tevgereke bi çav tê dîtin hebe, di  Armaniyayê de jî tevgereka ku bi guh tê bihistin heye. Ji vê sedemê jî, ezmannasî û armania  bira têne hesibandin.

84-  Ew ên ku bi armaniayê mijûl in, ji ber sedemê ku di wan dengên yekbûyî ên ku bi guh dikevin de li hejmaran digerin, ew dixapin. Belam tu carê, hilnakişin wanekên bilind û napirsin; gelo ka ew hejmarên birêzik kîjan in, an napirsin gelo cewaziya wan ji kû tê? Ev pirs ji bo mirovên, ku li delaliyê digerin bikêr e û ji bo yên ku li tiştekî din digerin jî, xebateka bêxêr e.

85- Mirov beyî ku serî li armaniayê bide û ku bixwaze bi tenê bi riya aqil hilika her tiştî bibîne û heta ku negihêje hilika başiyê raneweste û biceribîne, wê bigihêje dawiya dinya ya xwiyakirî, di vê dinya têgihiştî de.

86- Şaxên hunerê bi giştî, li ser bawerî û zewqên mirovan ranawestin. Bi tenê bi hilberandin, zehfkirin û bikaranîna wanekên xwezayî û çêkirî re têr dibin.

87- Şaxên zanistê, digihêjin yek şeqeka heyîna rasteqîn. Mîna Geometrî û hevriyên wê.

88- Ew zanayiya heyînê a ku şaxên hunerê bidest dixe, dişibe xewnekî. Lewra, heyînê di hemû ronahiya xwe de nabîne û pişta xwe, bi rawêjan girê dide û ji ber ku, nikarin bipeyîtînin, dest nadin wan. Heçku, dema ku em dest bi tiştekî nenas bikin, wê demê encam û baweriyên ku dertên holê, wê bi yên nederketî re weşartî bin. Em çiqasê ku wan bixin rêzekî jî, em tu carî nikarin bibêjin ku, em digihêjin zanistê.

89- Diyalektîka, bandev (qop) û taca zanistan e. Rêbaza diyalektîk yeko yeko, hemû rawêjan diavêje û digihêje heta hêmanê (prensîbê) bi xwe û li wê derê, bi awayekî zexm xwe girê dide. Ew bi tenê çavê rih (giyan) ji wê hariya dinyayê a ku têde girikî ye, rizgar dike û bi saya wan zanistên ku me jimart, berz dike.

90– Domanên zanayiyê; zanîn, deranîn, bawerî û rawêj in. Zanîn û deranîn; pêvajoya têgihiştinê, bawerî û rawêj jî, pêvajoya zennê ne.

91- Li hemberê hilika guhêrbar hilik çî be, li hemberê zenne; bawerî û li hemberê deranînê jî, rawêj ew e. 

92– Îdea ji hemû tiştên sehkirî, çêtir rasteqîn e û ev yek rastiyek tenê ye ku, mirov dikare li ser bifikire. Lewra mirov, bi tenê dikare li ser îdeayê bifikire. 

93- Heta ku mirovek îdeayê fêr nebe û wî ji tiştekî din cuda neke û nikaribe ji yekê din re qise bike û mîna wek lehengekî ku di şer de ye, xwe ji hemû astengiyan rizgar neke û delîlên  xwe ne li gor tiştên xwiyakirî; belam li gorî yên ku hene, ramanên ronahiyê dernexe holê û bi riyaka eqlî, ji hemû dijwariyan derbas nebe, ew tu carê nagihêje başiyê. Ku ew siya başiyê bi dest bixe jî, ev yek ne bi alikariya zanistê; lê bi zennê pêk tê. Ew jiyana ku li vê dinyayê dijî jî xewnek e û çavên wî, her dem li xew in. Dema ku diçe ser dilovaniya xwe jî, dikeve xewneka êdî kûr û diçe.

94- Mirovên ku bi felsefeyê mijûl bibin; pêwîst e ku, nekullin. Ango, divê ku di karekî de xebatkar û di ya din de, ne zexel bin. Wisa mirov hene ku hez ji jîmnastîkê, nêçîrê û her curên xebatê hez dikin. Lê, ji axaftinê û lêkolînê hez nakin û ji karên mejiyê xwe direvin. Ew ê berawajiya vê yekê jî, kullek (qop, seqet) têne hesibandin. 

95- Mirovên ku wê em ê wan li hemberê rastiyê kullek bihesibînin, ew bi zanetî derewan nabêjin û vê yekê, çepel dibînin. Ne ji xwe re û jî, ji hinekên din re vê yekê rind nabînin. Belam, dema ku ji nezaniyê derewan bibêjin jî, dengê xwe qet dernaxin û vê yekê, dipejirînin. Ji nezaniyê naqerixin û mîna barazên di heriyê de, xwe digevizînin û di nav nezaniya xwe de bextewar dijîn.

96- Li hemberê hêjahiyên mîna wek pîvan, mêrxasî û mezinahiyê, pêwîst e ku yên baş û yên ku ji zayîna xwe ve xirabûyî ne, ji hevdu werin hilbijartin. Nexwe, mirov û dewlet jî, dema ku li van hêjahiyan bigerin, wê mîna koran xwe bi destê pîçan, dostên xirab û desthilatdarên dewletê yên xirab ve berdin.

97-  Mirovên azad, divê mîna koleyan her tiştî fêr nebin. Tiştê ku bi destekarî bi laş tê kirin, dibe ku zererê wî ji laş re tune be. Lê tiştê ku bi destekarî dixinê serê mirovan, ew tişt di aqil de namînin. Divê ku, li zarokan zor neyêtî kirin. Divê perwerdehî, wek leyîstikek be. Bi vê yekê jî, di encamê de tu ê fêr bibî ku ew zarok, ji zayîna xwe ve xwediyê kîjan hêgînan e.

98– Divê rê li çêzgirtina xortan a ku ji bikar anîna dîalektîkê digrin, were girtin. Lewra dema ku ew digihêjin tahma dîalektîkê, wê demê pirole dibin û dîalektîkê, mîna leyîstokê dibînin. Piştra, ji bo ku hevdu derewîn derxin; mîna yên ku xwe xira dikin, xwe xira dikin. Hevûdu bi leyîstokên aqlê xwe dixapînin û mîna cewrikên kûçik, ji vê yekê zewq distînin. 

99– Ew fîlozofên ku wê werin ser karê dewletê, wê wan şerefên rojanê; wan ên ku hemû xelk îro li pey in, wê wan jêr bibînin. Wê ev fîlozof pêkanîna erkên xwe, wê ji hemû şerefan bilindtir bibînin. Lewra ev fîlozof, rastî û başiyê, ji hemû tiştî girîngtir dibînin û bi vê dîtina xwe re jî, wê ew di bin xizmeta gelê xwe de bin. Wê rastiyê şîn bikin û wê yasayên civakê, li hev bînin.

100– Ji zarokatiya xwe ve em gotinên pêşiyan yên ku, li ser rastiyê û bextemamiyê ne dizanin. Ev gotinên pêşiyan, mîna dê û bavan, mejiyên me dihecînin û em, fêrî guhdarî û rûmetgirtina wan dibin. Lê, gotinên wan yên ku ne di cîh de ne jî, hene; yên ku zewqê didin mirov, yên ku li gorî dilê me ne, yên balkêş..! Yên ku hinek jî xwedîaqil bin, guh nadin van. Mirov, divê guh nedin kesên seypesan; divê ku, mirov guh bidin yên ku dişibin dê û bavê mirov.

101- Heta ku fîlozof nebin Qral û desthilatdar, an jî; heta ku Qral û dotmîr, hêza felsefeyê û tînê bi dest nexin û wan pêxwasên beredayî yên fesad, ji welatên xwe neqewirînin, ne bajar ( dewleta bajarî) û ne jî, nîjada mirovan tu carê ji xirabiyan xilas nabe. Piştra, wê bi tenê dewleta me xwediyê mafê jiyanê be û wê derkeve ber ronahiyê.

102– Ji ber ku başî û rastî, bêdestpêk û bêdawî ne; dewleta herî baş jî ew e ku, ya li jor dişopîne û xwedî derfeta guherîneke herî kêm û pisporiyeka statîk e, ye. Ew dewlet dewleta herî baş e ku, doliwgerên wê ji başiya bêdestpêk û bêdawî, baş fêhm dikin.

103– Mirovê ku bixwaze bibe doliwgerê dewletê, pêwîst e ku başiyê rind bizanibe. Ev yek jî ancax, bi têgihiştin û rewîştê, pêk tê. Kesên ku ji perweriyeke wiha derbas nebibin û werin ser karê dewletê, ji çarenînê; wê vê yekê bi awayekî xirab bikar bînin.

104– Daxwaza laş a ku ji bo pêdiviya xwarinê, çavkaniya dilêşîyeke bêdawî ye. Ev daxwaz, li pêşiya lêgerîna heyîna rasteqîn jî, astengek e. Her cûre evîn, daxwaz û tirs; hestên berdemî yên vale ne û bodekiyan dixin dilê me. erweha, hêza me ya fikirînê jî ji me dûr dixin.                       

Şer, pevçûn û pevketin, ji kû derê dizên?Ji bo pêk anîna daxwaz û xwestekên laş, ji peran tê hezkirin û ji ber van astengiyan, ji bo lêgerîna felsefeyê, demeka me a vale, namîne.Ya herî dawî û xirab jî ew e ku, wextên me yên vale hebin jî, laş dev ji me bernade û qet, me rihet nahêle. Herweha, di lêkolînên me de jî diltengî û serêşê dide me û rê, li tevlîheviyan vedike. Em, şaş dibin û rastiyan nabînin. Dema ku em bixwazin bigihêjin zanayiya tiştên rast, berê her tiştî divê em xwe ji daxwazên laş, rizgar bikin.

Tîn, divê ji ber xwe ve û ji dilê xwe, têbigihêje hemû tiştan. Hasilê; wateya vê yekê ew e ku, em ê ancax piştî mirinê bigihêjin wê zanayiya ku em dixwazin û jê hez dikin. Lewra, dema ku tîn bi laş re ye û nikaribe bigihêje zanayiyê, wê demê ev tişt ancax piştî mirinê gengaz xwiya dike. Herweha, dema ku em xwe ji bodekî û harbûnên laş xwe rizgar bikin, wê demê em ê çêtir fêhm bikin ku pakijî û zelalî çiye.

Wê demê em ê şewqa ronahiyê ku, ew jî ji bilî şewqa rastiyê ne tu tişt e; li her derê bibînin û wê em ê pê bizanibin. Zelalî, xilasbûna tîn ya ji laş pêve çiye gelo?Ji vê rizgarî û jihevçûnê re, mirin tê gotin. Bi tenê fîlozofên rasteqîn, her dem li mirinê digerin!

 Mirovên azad, divê mîna koleyan her tiştî fêr nebin. Tiştê ku bi destekarî bi laş tê kirin, dibe ku zererê wî ji laş re tune be. Lê tiştê ku bi destekarî dixinê serê mirovan, ew tişt di aqil de namînin. Divê ku, li zarokan zor neyêtî kirin. Divê perwerdehî, wek leyîstikek be. Bi vê yekê jî, di encamê de tu ê fêr bibî ku ew zarok, ji zayîna xwe ve xwediyê kîjan hêgînan e.

Di Ramanên Platon De (Eflatûn) De Têgeha ‘Baş

Platon, ji wan lêkolînên Sokrates yên li ser babeta erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka Platon jî bextewarîparêz e. Lewra, li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon, li wê bextewariyê digere, ku ev yek armanceka mirov a xwezayî ye û dixwaze ku fêhm bike, ka ew çiye gelo? Platon, di diyaloxên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, da ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike. 

Li gor felsefeya Platon: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişte ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan, lê civakê dide ber çavê xwe. (civakê, ji xwe re wekî pîvaneke dibîne) Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Platon, ne behsa mirovekî gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike. 

Li gor nêrîna wî: Baş a herî bilind, ji tevlîheviya zanayî û kêfê pêk tê ku tevlîhevî jî, li gorî pîvana a spehî û rastiyê çêdibe. Erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih (giyan) e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirov çiqasê xwedîerdem be, hewqas azad e. Lewra, rihê mirovekî wiha; ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin. Ji ber ku aqlê wî serwer e; ew mirovekî/ka  xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û dilrihet (aram) e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, bêaheng û bêaram e.

Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha ‘Baş’ dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe. Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberê dilêrîna Sofîstan serhildanek e. Felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşê hatinê hatibû damezrandin. 

Mesela Protagoras wiha digot: ‘Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, wê tu ê ji roja ewilî ve bigoherî û wê tu ê baştir bibî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî. Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in: Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê… Ez ji bona yek tiştekî soz didim ku wê ez ê, wan mirovên azad bikim mirovên şehraza.’

Wekî ku xwiya dike; mirov dibîne ku Protagoras têgeha  BAŞ, hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî. 

“Pîvana hemû tiştî, mirov e. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin; ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wisa ne. Ji bona yên ku diqufilîn; ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.” 

Protagoras, bi van gotinên xwe re mirovan wek pîvana hemû tiştî dibîne û rê, li îzafiyetekê nirxî vedike. 

Heçî Platon e, ew di ‘Zagon-Yasaya’ xwe de dibêje:

“Pîvana hemû tiştî Xwedê ye.”  

Û bi vê ramana xwe re jî dixwaze xwe bigihîne mutleqîyeteka nirxî û aheng û dengeyekê (parseng) bigîhîne jiyana mirovan. 

Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû:    

“Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast e.”

Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku gotibû: “Hemû tişt di herk û bûyînekê de ne û diguherin.” 

Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje: “Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere tune û mirov nikare jê, tu zanayiyan bidest jî bixe.” 

Ji ber ku ew jî di dewreka tevlîhev de dijiya, ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûn; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku: “Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û bêhêviyekê min girt.”

Herçiqas, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku, li pişt wan tiştên guherînek ku herdem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; mînak an hilikek naguher heye. Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem wek xwe dimînin, datîne Îdea.   

Platon, wek heyîneke li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tiştekî herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû ew tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên an wan dinasin, ew kopyayên îdeayan in. Îdea, li gorî kopyayên xwe rasteqîn in. 

Lewra kopyayên Îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew tu carê naguhorin, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê Îdeayan de zanayiyan bidest bixin. 

Platon, di wê şibandina xwe ya şikeftê de wiha dibêje: “Yên ku hemû wanekan (nesneyan) ronî dike, îdeaya baş e.”

Îdeaya baş, çavkaniya wê ronahî û tava (roja) ku hemû wanekan ronî dike, ye û ew, çavkaniya hemû zanayî û heyînan e.

Platon dîsa dibêje ku: “Îdeaya baş, raserê hemû îdeayên din e.”

Platon, vê îdeayê di nava wê sînorên dinyaya ku mirov têdigihêjî de dibîne. Mirov, bi hêsanî nikare wê îdeayê bibîne. Ji bona dîtina wê, pêwist e mirov bizanibe ku hemû tiştên baş û delal, jê têtin. Di dinya xwiyakirî de ya ku ronahiyê diafirîne û belav dike, ev îdea ye. Di dinya têgihiştî de jî, rastî û têgihîn, jê têtin. Mirov, ancax piştî dîtina wê; dikarin di jiyana xwe ya hûndirîn û derveyî de, bi zanyarî tevbigerin. Piştra, Platon wê lêgerîna xwe ya başiyê didomîne. Ew têgeha ku ji aliyê hemû kesan ve, li ser navê başiyê lê tê gerîn û wekî miraza jiyanê tê dîtin.

Ew têgeha beyî ku bizanibin ew çiye, bi tenê girîngiya wê hîsdikin. Lewra, ew tiştekî herî bi nîrx, raser û baş e. Platon, di destpêkê de dev ji eslê têgeha baş berdide û hewl dide da ku beşeka vê têgehê, yeka ku gellekî dişibe wê an hevramaneka vê têgehê ye; ji me re vebêje. 

Li gor nêrîna wî:  Hin tiştên ku hene, ji xwe ew spehî (delal ) ne û ji xwe, baş in. Lê bi van tiştan re hin nesneyên din jî hene ku, ew jî xwediyê yek heyîneka naguher in. Yanê, xwediyê yek îdeayekê ne. “Gellekî tişt xwiya dikin, lê nayêtin têgihiştin. Lê Îdea, têne têgihiştin. Lê, ew xwiya nakin.”

Tiştên ku xwiya dikin, em wan bi hêza dîtinê dibînin. Çavên me çiqasê rind bibînin bila bibînin; ew tiştên ku xwiya dikin, ew çiqasê rengorengo bin bila bin; hege pergaleka sêyemîn tevlî kar nebe, çav wê wan nebînin û wê ew reng jî xwiya nekin. Ev pergal, şewq an jî roj (tav) e.

Platon, rojê wek tayê (eş) têgeha baş û beşeka wê dihesibîne.

“Ew tiştê ku ez dibêjim têgeha Baş aniye holê, ew roj e. Baş, rojê; ji bona xwe wek ta afirandiye.” 

Di vê dinya xwiyakirî de ji bona çav û wanekên xwiyakirî roj çî be, di wê dinyaya têgigihiştinê de jî BAŞ, ji bo raman û tiştên ku têne hizirîn, ew e. Tiştê ku rasteqîniya nesneyan dide wan û hêza zanînê dide mejiyê mirov, îdeaya Baş e. Ji hêla zanînê ve îdeaya baş, çavkaniya rasteqînî û zanistê ye.

‘Zanist û rasteqîn çiqasê delal bin bila bin, ji vê yekê bawer bike ku Baş, ji wan êdî raser e.’

Di dinyaya xwiyakirî de hizra nêzîkbûna şewqê û çavan, rast e. Lê, wan wekî rojê hesibandin çewt e. Mîna vê yekê, li dinyaya têgihiştinî de zanist û rasteqînê wekî ‘Baş’ dîtin çewt e. Cihê baş, bêguman raserê herduyan e û ji wan gellekî bilindtir e jî. Platon, têgeha baş mîna sedemê gerdûnê yên resen dibîne û vê têgehê, dike tiştekî mitleq. “BAŞ” a wî, di heman demê de maneyeka olî û razdar (mîstîk) jî distîne. Platon dibêje ku erdem, ne kit e; ew pirr e û ji bo her beşekê rih, erdemek heye. 

Ev erdem jî: 1- Sophia-Zanyarî 2– Andreîa-Mêrxasî 3– Sophrosyne-Pîvanetî 4-Dikaiosyne-Rastî 5-Osiotes-Xwedîolîtî ne. Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan (rih) e.

Mêrxasî, di demên xeternak an nexeternak û xweş an nexweş de; ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e. Pîvanîtî û rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin.

Platon rastiyê, erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne. Zanyarî, rastiya têgihanê ye.  Mêrxasî, rastiya dil e.  Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye. Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî (Sokratparêz), civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya mirovekî; lê ew li riya berxwîdariya civakê digere û çawa ku me berê vegot, gerûya (odaxa) vê exlaqê jî, îdeaya Baş e.

Felsefeya Zanayîyê Ya Platon

Platon di serdema pêşîn de yek ji wan fîlozofên girîng e û bi rêya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeka zexim ava bike.

Mirov dikare felsefeya Platon ya zanayîyê wiha şirove bike:

1- Platon wiha bawer dike ku zanayî, ji zayînê ve tê. Ango wiha bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne. Di vê baweriya xwe de nemaze ji nêrîna Sokrates ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî ji bo ramanên xwe wek bingeh hilbijartiye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyan (rih) berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din zivirîye dinyayê. Tiştên ku ji bîr kiriye jî, di dema jiyana wî de têne bîra wî.

3- Teorîya wî ya bîranînê, xwe disperê teorîya wî ya du cîhanan. Cîhana fizîkî ya ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp (qopî) e û texlîdê (qopîya) cîhana forma (îdea) ye. Form, şeklê herî baş (îdeal) ya heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor van forman afirandiye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopîyên dinyaya îdeaya (forma) ne.

4- Forma her heyînekî/kê heye. Heta forma heyînên razber (soyut) jî heye.

Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, ya başî û edaletê jî heye.

Hemû zindîyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê distînin û ji bo ku bikaribin bigihêjine wê, di nav hewl danê de ne.

5– cîhana îdeayan ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin.

Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hindek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî sûdmend in (ango, bi kêrî me têtin). Bi tenê bi saya aqil mirov dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan (forman).

6– Platon zanayîyê dike sê beş:

1- Zanayîya rast

2- Zanayîya çewt

3- Bawerî

Bawerî di navbera zanayîya rast û zanayîya çewt de ye. Zanayîya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayîya îdeayan, zanayîya forman) e û zanayîya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û bawerîya Platon tegihîna sehekî, zanayîyên çewt didin me. Cîhana sehekî, her dem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn. Em dikarin bo nesneyekî bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e an jî hişk e. Belam ev yekên ha, wesfên wê nesneyê ne û bi serê xwe wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî zanayîya rast, ji têgîhînê (algiyê) dernayê.

8– Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi rêya aqil û delîlên wê tê hilberandin.

Darazên bi vî rengî, zanayîyên forman (îdeayan) diguncînin. Herweha zanayî ne zanayîya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan ya tevahî ye.

Çend taybetmendiyên cîhana îdeayên Platon:

1- Bêdestpek û bêdawî (ezelî û ebedî) ye.

2- Mitleq e.

3– Raserî sehekên me ye.

4– Nayên guherîn.

5– Ne girêdayê demê ye.

6- Bi çavan nayê dîtin.

7– Bi aqil tê têgihiştin.

Felsefeya Heyînê Ya Platon

Li gorî Platon, du dinya hene. Dinya îdeayan û dinya sehekan. Îdea, heyînên esîl in; ezelî, ebedî, bêliv û naguher in. Ev heyîn, “îdea” bi tenê bi aqil têne têgihiştin. Îdea nimûneyên pêşîn, ên hemû tiştên ku li dinya sehekan hene, ne.  

Hemû tiştên ku li dinya sehekan in, girêdayê îdeaya ne. Li dinya sehekan, hemû tişt dimirin, bi mirin in. Mesela, mirov dimrin û ji holê radibin. Lê, îdeaya mirov; tu carê namire, ji holê ranabe û nayê guhertin. Hemû tiştên li hawirdor ên ku em wan dibînin, texlîdên “qopîyên” îdeayan in. Îdea, nayên guherîn. Lê texlîdên wan, herdem têne guhertin, ji holê radibin û ji celebên cismî ne…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin