Piştî Mirina Xellac

Piştî Mirina Xellac

Piştî Mirina Xellac 

Piştî kuştina wî, dixwazin hemû berhemên wî ji holê rakin û bi vê armancê, ji pirtûkxaneyan hemû berhemên wî têne derxistin û weşandina wan jî, tê qedexekirin. Piştî mirina wî, yên ku bi awayekî eşkere şîna wî girtine; zanayê hedîsan hambelî Îbnî Ata û destûrmendê sarayê, Nasrî ye. Dema ku Hallac bi kafiriyê tê sucdarkirin, Îbnî Ata dibêje: “Ew zilamekî bêguneh û sitembar e.”

Nasrî jî, bi xêra piştgiriya diya xelîfe dibêje ku: “Ew ji dîn ne zivirî ye û bi misilmaniya xwe hatiye kuştin.”

Nasrî, ji bona wî Quran daye xwendandin. “ Fakihên ” hambelî duayan xwendine û sedeqe dane hevalên wî yên li girtîgehê, piştra ku ew hemû bûbûne aligirên Hallac.

Piştî demekî Nasrî, keça Hallac û kurê wî ku hê jî di girtîgehê de bûn, ji wir derdixe.   

Di nav leşkerên Nasrî yên Kurd û Tirk de serhildanek dest pê dike, lê piştra biryara xwe diguherînin û dev ji serhildanê berdidin.

Di ola misilmaniyê de xewnek heye,ku jêre “Îstihare” tê gotin.

Tiştên ku tê meraqkirin, dua li ser wî tiştî tê xwendin û bi ramana wî babetî radizên.

Di xew de li ser wê babeta ku meraq kiribûn, xewnan dibînin û zanayî tên girtin.

Li gorî rîwayetan: piştî mirina wî gellek kes bi vê armancê ketiye xewa “Îstihareyê. ”

Li gorî vegotinekê: Îbnî Khafîf  piştî ku ji serdana Hallac ya ji girtîgehê dizivire, rastê şêxekî sûfîyan dibe. Şêxê sûfîyan jêre wiha dibêje: “Min xewnek dît û di xewna min de, Xwedê bi min re axifî. Min ji Xwedê pirs kir û min got ku, ya Rebê alemê te çima aqîbetekê wiha layîqê Hallac dît?”

Li gorî vegotina şêx, Xwedê wiha bersiv daye: “Me ji xefiyên xwe, bi tenê yek nîşanê wî da! E wî jî, li ser hesabê xwe vê yekê ji mirovan re vegot. Me jî wiha kir.”

Xewneka mîna vê xewnê, Şhiblî jî dîtiye. Dema ku Şhiblî di xewna xwe de, ji Xwedê lawlawê kiriye vê bersivê sitandiye:  “Bedêla dîtina delaliya me, ji bona hezkerên me xwîn e!”   

Piştî mirina Hallac, li Horasanê serhildanek dest pê kiriye. Navenda serhildanê bajarê “Talakan” bûye û serokê serhildanê bi navê Şakir Bîn Ehmed zilamek bûye. Ev mirov di xortaniya xwe de li cem Hallac  maye û piştî hatina Horasanê, li wir bicih bûye.

Li ber çavê wî: Hallac mirovekî pêngavker û mizgîndarê qiyametê bû. Û xwedî murwetekê efsanewî bû.

Şakir; ji Quranê bêrawest ayeta XVIII- an dixwîne û bang li xelkê dike. Lewra ew wisa bawer dike ku qiyamet gellek nêzîk e.

Wek tê zanîn: di vê ayetê de heftên razayî hene û wisa tê bawerkirin ku wê ew, berê qiyametê hişyar bibin. Heftên razayî, şahîdên edaletê ne. Serokê serhildanê Şakir Bîn Ehmed piştî ku tê Bexdayê, tê xeniqandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 59- 60

Ev nîvîsar, beşa 12 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Berhem: Eser.

Şîn: Matem, yas.

Sitembar: Mazlum. Kendisine zulüm edilen.

Xwendandin: Okutmak.

Serhildan: Başkaldırmak, isyan etmek.

Bedêl: Bedel.

Pêngavker: Atılımcı, ileriye doğru yönelen.

Mizgîndar: Müjdeci. Müjde ulaştıran.

Heftên razayî: Yedi uyuyanlar.

Bersivekê binivîsin