Pisîkên Jîr û Zîrek

Pisîkên Jîr û Zîrek

Zanyar ji lêkolînên xwe yên berê vedîtibûn ku kûtî/kûçik bi bîra xwe yê bêemsal ajalên jîr û zîrek bûn. Zanyarên Japonyayî bi lêkolîna xwe ya nû peyitandina jîr û zîrektiya pisîng/pisîkê jî pêk anîn, lewre pisîng jî bi qasî kûtiyê jîr û zîrek in. Zanyarên Japonyayî yên ji Zanîngeha Kyotoyê dema xebatên xwe li ser mêjiyê pisingî pêk dihînin, dibînin ku mêjiyê pisîngê weke mêjiyê kûtiyê xwediyê “bîra semantîk/epîzodîk” e, bi gotineke din pisîng bûyerên girîng û taybet yên weke pîrozkirina roja ji dayikbûnê, pevçûn, dawet û dîlanê an jî roja mirinê jibîr nakin.

Em mirov jî xwediyê bîra semantîk in û bi gelemperî dema em dixwazin li ser bîranîn û bûyerên girîng bifikirin û bîranînên xwe ji nû vejînin, serî li bîra semantîk didin. Zanyar destnîşan dikin ku pisîng weke mirov bi heman awayê serî li bîra semantîk didin. Pisîng dema dixwazin li ser xwarina xweş ya roja duho an pêr xwaribûn, an jî mêvanê ku çawa bi wê şa bibû, bifikirin, berê xwe didin bîra semantîk. Helbet divê em vê yekê jî jibîr nekin, çawa em û her mirov xwediyê bîra semantîk a taybet e, pisîng jî xwediyê bîra semantîk a taybet e, lewre dema mirov li ser bîranînên xwe yên roja ji dayikbûnê difikirin û pê re jî pê şa dibin, dibe ku pisîng jî li ser wê rojê bifikirin, lêbelê ji ber qerebalixî û qêrînên mirov yên wê rojê qet kêfxweş nebe û bitirse.

Derûnnas Saho Takagî û hevalên wî xebatên xwe li ser mêjiyê 49 pisîngan pêk anîne û di encama xebatên xwe de bidest xistine ku dema pisîng lêgerîna li xwarinên bitahm û xweş yên berê xwaribûn, pêk dianîn, bê qisûr û kêmasî dizanibûn ku li kuderê xwarina bitahm û xweş xwaribûn. Dîsa dema xwarina xwe dixwarin, bibîr dianîn ku dema xwarin xwaribûn çiqas kêfxweş û pê şa bibûn.

Takagî wiha dibêje; “Em vê gavê ji encamên lêkolînê piştrast in ku pisîng jî car caran bi bîra semantîk bîranînên xwe yên kevn ji nû ve vedijînin û dibe ku pisîng vê çalakiyê bi awayeke biaqilane birêve dibin. Lêkolîna me bi taybetî ji bîranînên pisîngan yên ji demên kurt bûn, pêk dihat û divê em xebatên xwe li ser bîranînên demên dirêj jî pêk bihînin.”

Li gel vê pisîng di hin testên din de jî bi awayeke baş û rast karê xwe pêk anîne. Pisîng di pêderxistina deng, reng û rûçikê xwediyê xwe de pirr serkeftî bûne.

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 27.01.2017 

Bersivekê binivîsin