Pirtûka Felsefî ya ‘Hebûn û Mirov’ di nêz de derdikeve!

Pirtûka Felsefî ya ‘Hebûn û Mirov’ di nêz de derdikeve!

Pirtûka felsefî ya Orhanê Brahîm ya bi navê “Hebûn û Mirov” ji aliyê Weşanên SORAN dihête weşandin.

Li ser “Hebûn û Mirov”

Felsefe zimanê kûr û berfireh yê serenceya mirovbûyînê ye. Navbera herdû “Avên” mezin Firat û Diclê, ji ber vê yekê li ser dîroka zanist, felsefe û gelek olan de dewreke mezin û bineghîn dîtiye. Ji ramana Zarathustra heta Hegel, ji Babek Xuremdî heta Nîetzsche, ji Manî heta Mahatma Gandhî, ji baweriyên cûrbe cûr yên li welatê Kurdistanê heta dînên “semavî”; peyamber, feylesof, zanist û hûner-mendek tune ye, ku di serenceya xwe de behsa ziman, term û têgehên ku ji nav van herdu Avên Mezin derbas bûne û derketine rûyê dunyaye, behis nekin û bi wan re danûstan-dineke mejiyî û hestiyarî nekin.

Di dîroka felsefeyê de hizr û ramaneke serkeftî tune ye ku li Mezopotamya jorîn venegere û pê re dan û standineke bîrdoziyê neke. Hemî dînên “semavî” jî tê de, navbera herdu Avên Mezin ji rêwitiya aqil, ziman û felsefeya mirovayetiyê re mîna destpêkeke bi adan her dem wek av-zêyeke nahête xilaskirin maye û wê bimîne…
Madem wisa ye, gelo em hizir dikin, ku di navbera van her Avên Mezin de kîjan ziman qedîm bû, kîjan ziman heta îroyîn hatiye?

Bersiveke bê xîlav û kurt: Zimanê Kurdî û zaravên wî, ew qas…
Jiber vê yekê di dunyayê de hatiye dubendkirin ku hin ziman ji bo felsefeyê gelek mûsaît in, yek ji wan, heta belkî jî, yê li serî jî zimanê me ye, Kurdî ye.

Gelek ronakbîrên dunyayê di bizavên xwe yên felsefî de mecbûr mane ku bi zimanekî din binivîsîn. Jiber ku zimanê wan bixwe ji bo felsefe têrê nekiriye. Tirkî jî yek ji wan zimanan e ku bîzatîhî ronakbîrên wan, heta serokwezîr û serokkomarê wan bi xwe îqrar kirine ku zimanê Tirkî eslen ji bo bizaveke berfireh û zengîn ya felsefeyê têrê nekiriye û nake jî…

11873420_890042721043373_5579002531043172818_n

Em nabêjin, zimanê me zimanê felsefeyê ye; lê hemî bizavên felsefeyê û gelek feylesof bi vekirî yan jî bi îmaj, didin diyarkirin ku felsefe di navbera van her Avên Mezin de dest pê kiriye û yek ji zimanê bingehîn yê wê “navbera bi adan” jî zimanê me bûye.

Û eslen em dizanin ku zimanê me zimanekî xurt, zengîn, berfireh û felsefî ye. Lê em fedî dikin bêjin. Jiber ku berhemên me ew qas kêm in ku di vê fedîtiyê de em hinekî mafdar in jî.

Hebûn û Mirov, berhema bi nirx ya Orhanê Brahîm, yek ji wan bizavan e ku hêdî hêdî em dest bi fedîtiyê berdin û bi rûmetê ve binihêrin berbanga felsefeya dunyayê û bêjin, zimanê me jî zimanekî felsefî ye. Brahîm, hêviyeke mezin dide me, ku em dê di vê gotina xwe de mafdar derkevin.

Edîtoriya Weşanên Soran

Hebûn û Mirov
Orhanê Brahîm
© Orhanê Brahîm & Weşanên Soran

Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg design: Gazîn Onur Han
Weşanên Soran – 18
Felsefe – 3
Çapa 1.
2015-Berlîn
Çap û Girêdan: Concept Medienhaus

ISBN 978-3-945956-03-8

Bersivekê binivîsin