Pirsname
Pirsname / Bersivên Ali Gurdilî
1- Peyva ku herî jê hez dikî?
Aştî û aramî
2- Van rojan tu li kîjan stranî guhdarî dikî?
Mem Ararat (Zana û Andok)
3- Ji bo te nirxa herî pîroz çi ye?
Mirov
4- Tu ji bo çi dijî?
Ji bo xwe dijîm.
5- Ji kurdan re ya ewil çi lazim e?
Xweşdîtin û hemhestyarî
6- Tu dikarî bi sê peyvan xwe vebêjî?
Dilsozî, nefsbiçûkî û xweşdîtin
7- Kîjan slogan jiyana te ya felsefî xulase dike?
Ji bo cîhanek çaktir xebat û tolerans
8- Egîdê te kî ye?
Rehmetiyê bavê min Ebdilezîzê Eliyê Silo ye.
9- Tu dixwazî li ku derê bijî?
Li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan.
10- Kîjan pirtûkê dixwînî?
Melayê Cizirî. Felsefî ve Tasavvufî Görüşleri. Yrd. Doç. Dr. M. Nesim Doru. Weşanên Nûbiharê.
11- Tu dixwazî kîjan karî/pêşeyî nekî?
Cerdevanî
12- Çi te kelecan dike?/ …
13- Çi kelecana te kêm dike, dikuje?
Tênegihiştin.
14- Kêmasiya kurdan a herî mezin çi ye?
Hevkarî û yekîtî
15- Axaftina bi kîjan zimanî te kêfxweşî dike?
Zimanê Kurdî
16- Riste/beyt an çarîna herî bi wate ya ku tu jê hez dikî?
‘Qermiçokên di rûyên me de, wekî êşên welatê me ne. Kûr, lal û nenas in; wekî ku li benda dîtin, zanîn û naskirinê bin.’
17- Xewna bextewariya te çi ye?
Li Kurdistana Azad dersdariya beşa Felsefeyê, bi Zimanê Kurdî.
18- Kîjan stran halê te yî rûhî te dîne ziman?
Strana Şivan Perwer ya ‘Xanima min.’
19- Paşeroj/raborî ji bo te tê çi wateyê?
Têgihiştin û tecrube.
Te dixwest ku tu bibî xwedî kîjan qabiliyeta sirûştî?
Dengbêjî
Ali Gurdilî kî ye?
Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966 an de li bajarê Sêrtê, li navçeya Gurdilan/Misircê hatiye dinyayê. Piştî ku di sala 1980 an bi hemû malbata xwe re koçê bajarê Îzmîrê dibe, dikeve Zaningeha Ege, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj, Felsefevan, Xwenas û Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyeyê dijî, mamostetiya beşa felsefeyê dike û bavê du zaroka ye. Xwedî û berpirsiyarê malpera felsefeyê ya www.felsefevan.org ê û xwedî û edîtorê Kovara Felsefevan e.
Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin.
1- Dengê Felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006
2- Rewîtiyeke Zanistî – Weşanên Doz – Gulan 2007
3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. Stenbol 2015
4- Destpêka Felsefeyê- Weşanên Soran. 2015
5- Antolojiya Feylesofan. Alî Gurdilî. Weşanên Soran. 2015
Çavkanî: http://candname.com/