Pirsgirêkên Felsefeya Zanistê

Pirsgirêkên Felsefeya Zanistê

Pirsgirêkên Felsefeya Zanistê| Ali Gurdilî

Mijara felsefeya zanistê, zanist e û armanca vê felsefeyê, têgihiştin û şirovekirin/ravekirina zanistê ye. Ev bineşaxa felsefeyê dixwaze ku bi wesf, rêbaz, avahiya zanistê ya menqtiqî û bi encamên zanistê bizanibe, lê bikole û wan raxe holê. Rabirdûya vê binaşaxê, mirov dikare bibeje ku pir ne kevin e. Lê fîlozofan di bin banê epîstemolojiyê (qurama zanayiyê) de li zanistê vekolane û ev bineşax, berê wek perçeyeke epîstemolojiyê  hatiye hesibandin. Felsefeya zanistê, wekî felsefeya zanayiyê, li hemû texlîdên zanayiyê venakole, bi tenê li zanayiya zanistî vedikole û dixwaze ku wesfên vê zanayiyê eşkere bike.  

Di destpêkê de divê em bibêjin ku felsefeya zanistê ji felsefeya zanistî cuda ye û gelek ferq di navbera wan de hene. Aligirên felsefeya zanistî, wiha diparêzin ku felsefeya wan (felsefeya zanistî) wekî sîstemên zanistî, rast û misoger e. Bêguman mirov dikare bibêje ku ramanên bi vî awayî, piştî pêşveçûna zanistê; xurttir bûne û angaştên bi vî rengî, ji pêşveçûna zanistê hêz wergirtine.

Baş e, wesfên Zanayiya zanistî çi ne gelo?

1- Zanayiya zanistî xwe dispêre aqil. Zanayiya zanistî bi awayekî teqez, xwe dispêre aqil û zanayiyeke amizgerê aqil e. Zanayiya zanistî çawa ku çavdêrî û ezmûnê bikar tîne; wisa jî zanayiyeke hevgirtî, sîstematîk û mantiqî ye. Herweha ev zanayî, ji nakokiyan dûr e û mirov dikare bibêje ku amizgerê nesneya xwe ye jî.

2- Zanayiya zanistî, xwe bi sînor dike û bi vî awayî qada xwe destnîşan dike. Zanist, berevajiya felsefeyê, qada ku wê lê bixebite destnîşan dike û babeta xwe jî, di nav sînorên kifş/diyar de dihêle. Herweha, zanist lêkolîn û dozîneyên (teorî, quram) xwe jî, li gor vê yekê pêk tîne. Wekî mînakekî: Fizîkzanekî ku bixwaze li ser cîhana fizikî lêkolînan bike, divê ku wisa serberdayî xwe bernede qada kîmya û biyolojiyê. Lê ev yek nayê wê maneyê ku dema pêwîst be, fizikzan dê bi kimyagerekî re nekeve hevkariyê.

3- Zanayiya zanistî, xwedîrêbaz e. Zanayiya zanistî, li gor rêbazekî/azîneyekî tê hilberandin. Ev rêbaz jî, çend gihanekan di hundirê xwe de diguncîne…

A- Pêkanîna Hîpotezê: Her xebateka zanistî, di derbarê mijara xwe de, hewcedarê hîpotezekî (rawêjekî) ye, ku ev hîpotez bikaribe were rastandin û bibe zanayiyek. Wek mînak: Leza ketina cisîman, li gor giraniya wan cihêrengiyeke nîşan dide û hwd.

B- Rastandin: Hîpoteza ku tê parastin û derketiye holê, bi rêya çavdêrî û ezmûnan, tê ceribandin. Bi vê yekê re jî, hewl didin ku hîpoteza li holê ye were rastandin. Hege encamên çewt derkevin, wê demê hîpotez tê nûkirin, an jî şert û mercên ezmûnê cardin têne sererastkirin.

Herweha hîpotezek dema ku dibe zagoneke zanistî jî, her dem tê ceribandin û encamên wê têne nîrxandin, ka çewtiyek pêk hatiye an na?

Wek mînak: Cisîmên ku xwediyê giraniyên cîhêreng in, di pergalek bêxwetêdan (bêlêketin- surtunmesîz) de, di zemanên cihêreng de terayê erdê dibin. (Divê em bala xwe baş bidinê ku ev zanayî li gor zanayiya jor, hatiye sererastkirin.)

C- Pêkanîna Dozîneyê/Pêkanîna Quramê: Hîpoteza ku hatiye pêşkêşkirin û encamên ku di dawiya rastandina wê hîpotezê de hatine bidestxistin, wisa tê kirin ku hemû bûyerên bi vî rengî biguncîne û bibe dozîneyek.

Dozîne hewl dide ku hemû bûyerên bi vî rengî şirove bike, ku ew bi rêya ezmûnê hê ne hatibin ceribandin jî. Dozîne, bi awayekî teqez ne rast in û dikarin werin pûçkirin. Wek mînak: Kopernîk di dozîneya xwe de, ku ev dozîne piştra bi navê Şoreşa Kopernîk hate bi nav kirin; ramana dinya navenda gerdûnê ye pûç kir û di dozîneya xwe de destnîşan kir ku Roj navenda gerdûnê ye. Lê em îro dizanin ku wek sîstema rojê, gelek sîstemên din jî, di gerdûnê de hene û dinya me jî, di nav sîstema rojê de ye.

D- Zagon: Zagona zanistî, derheqê mijarekî de rastiya teqez û naguher e. Dema ku dozîne û hîpotezên ku di nav wan dozîneyan de ne, bi tu awayî nikaribin werin pûçkirin; wê demê zagon dertêne holê. Wek mînak: Zagonên kêşanê yên Newton îro jî derbasdar in û li gor vê rewşê, mirov dikare bibêje ku dê wisa jî bimînin.

4- Zanayiya zanistî, zanayiyek nesnel (objektîf- heyberî, wanekî) e. Taybetmendiya herî girîng ya zanayiya zanistî, bêterefgiriya/neterfgiriya wê ye. Zanayiya zanistî, zanayiyek nesnel e û girêdayê nesneya xwe ye. Zanyar (mirovê zanist), dema ku li mijarek zanistî vedikole, berî her tiştî divê ew pêşdaraz, bawerî, nêrînên xwe yên şexsî û hwd. deyne aliyekî û wisa xwe nêzîkê babeta xwe bike.

Ev yek, ji aliyê etîka zanistî ve; tiştekî bivênevê ye. Zanyar, beriya her tiştî divê li bersiva pirsa ‘Çawa?’ bigere û bi awayekî bêteref, divê li bersiva vê pirsê bigere. Herweha encam çî be bila be, çawa be bila be; divê wisa jî werin pêşkêşkirin û pejirandin. Nabe ku zanyar li encamên li gor dilê xwe bigere, an jî li ser encaman bileyîze. Tiştekî bi vî rengî, derê etîka zanistî ye û tu carê nayê pejirandin. Ev yek, di heman demê de nîrxeka exlaqî ya zanyara ye jî.

5- Zanayiya zanistî xwe dispêre têkiliya sedem-encamê. Zanist, têkiliyên di navbera bûyeran de, li gor têkiliya sedem-encamê şirove dike. Ger em bizanibin ji du bûyeran kîjan sedem û kîjan encam e, wê demê pêbaweriya me ya di vê xalê de; wê zêdetir bibe û wê em ê bikaribin bi awayekî hêsantir wan biceribînin. Bi vê yekê jî, asta rasteqîniya (rastiya) wê zanayiya ku hatiye hilberandin, wê bilintir jî bibe. Lewra ev têkilî wiha dike ku zagonên serwer, yên ku bûyeran bi rê ve dibin, derkevin holê.

6- Zanayiya zanistî, li ser hev dicive û wisa jî bi pêş ve diçe. Zanist, di rastiya xwe de ew pêvajo ye ku bi mirov re dest pê kiriye. Mirovên pêşîn dema ku ji bo hêsankirina jiyana xwe navgînan çêdikirin, bi awayekî hişdar yan jî bêhiş, ji prensîbên zanistî sûd werdigirtin. Berfirehbûn û pêşveçûna zanistî ya ku em di roja me îroyîn de xwediyê wê ne, hê di wan rojan de dest pê kiriye, zanayî li ser hev kom bûye û xwe gihandiye ta roja me. Ango, zanyar her dem ji xebatên berê en zanistî sûd wergirtin û bi vê yekê, xebatên xwe xurttir û berfirehtir dikin. Ji ber vê yekê jî, zanyarek dema ku dest bi xebata xwe dike, hewce nabîne ku hemû zagon û xebatên berê cardin raçav bike, an jî cardin biceribîne. Ger vê yekê bixwaze jî, mirov nikare bibêje ku wê imrê wî/wê têra vê yekê bike. Wek mînak: Gerieke (1602- 1686) bi alîkariya kureyeka ji gogirdê (kukurdê-kewkurdê), jeneratora yekemîn îcad kiribû. Lê di dema pêkanîna vê yekê de, mirov dikare bibêje ku ew neçûye dema beriya zayînê; dema Thales û zagonên kêşanê ji nû ve neceribandiye. 

Di dewsa vê yekê de, ji xebatên Gilbert (1544- 1603) sûd wergirtiye û ji niqteya ku Gilbert heta wir hatibû berdewam kiriye. Gilbert pêderxistibû ku behreya/qabiliyeta kêşanê, di madeyên wek; çam, gogird û mistekê (benîştê daran, reçîne) de jî heye.

7- Zanayiya zanistî, bi encamên xwe re dibe zanayiyek gerdûnî. Encamên zanistî, tenê ne ji bo derekî (warekî), an zemanekî re ne. Ew ji bo hemû derî û demî ne. Encamên zanistî, li hemû deran dikarin werin rastandin û ev yek jî, wiha dike ku ev encam, bibin encamên gerdûnî. Wek mînak: Av, dema ku mirov agir bide binê; di 100 dereceyan de dikele. Ev encam, li Kurdistanê jî wiha ye û li Afrîqayê jî wiha ye. Axire, vê zanayiyê mirov dikare gelemper bike û bibêje ku av, li hemû dera dinyayê, di 100 dereceyan de dikele.

8- Zanayiya zanistî, hezr/texmîn dike. Rastiyên (rasteqîniyên- zanayîyên) zanistî, wiha dikin ku em hem ji bo paşerojê (siberojê- diwarojê) û hem jî ji bo pêşerojê (rabirduyê) texmînan bikin. Mesela hege em bi leza dinyayê bizanibin, wê demê em ê dikarin di vê babetê de çend texmînan bikin û leza dinyayê ya zivirînê, a piştî 10 salan jî hesab bikin. Hezr kirin, hem ji bo paşerojê û hem jî, ji bo pêşerojê dikare were bikaranîn.

Wek mînak: Bi salan, li nêzîkê girava Bermûdayê sedema terabûna firok û nokbûna keştiyan, nikaribûn werin şirovekirin. Lê hindek vekolanên dawî yên di vê babetê de, destnîşan dikin ku sedema vê bûyerê; dibe ku kevzeka (yosîneka) ku bi lez mezin dibe, be û hemû tiştên ku di deryayê de ne jî zû bi zû vedişêre be.

Ê baş e, zanist li kû dest pê kiriye?  

Zanist, ked û hilbera hevpar ya mirovahiyê ye û qurmên wê heta şaristaniyên serdestpêk diçe. Şaristaniyên serdestpêk, li keviyên çemê Dîcle, Ferat, Nîl, Îndûs û Ganjê, derketine holê. Li gorî daneyên dîrokî xebatên ewilî yên zanistî, Beriya Zayînê di salên 2000 an de, li Çîn û Hîndîstanê dest pê kirine. Ji vir jî, piştra xwe berdane Mezra Botan (Mezopotamya-Mesopotamia) û Misrê. Belam di vê dewrê de xebatên zanistî û xebatên olî (dînî) di nav hevdu de bûne. Yan jî mirov dikare bibêje ku xebatên zanistî, gelekî di bin bandora ol de ne.

Li Mezra Botan (mesopotamia), şaristaniya sumeriyan gelekî bipêş ve çûye. Sumeriyan di warê pezxweyîkirin û çandiniyê de, gellekî bipêş ve çûne, xişteya lêkdanê (tabloya carandinê) û hesabên qad (alan) û baresteyê (hacîm) afirandine û pêk anîne. Ya bazneyê (daîre, çember, tiqalik) dabeşê 360 dereceyan, ya seetekî dabeşê 60 daqîkeyan û ya daqîqeyeke jî dabeşê 60 saniyeyan kirine.

Li Misrê jî di warê tipê (tıp) de pêşveçûnên baş hatine dîtin. Xebatên zanistî yên ku di vê dewrê de ji layê van şaristaniyan ve hatine dîtin û bikaranîn, zêdetir ji bo bikaranîna jiyana rojane û ji bo sûdwergirtina mirovan bûn. Ango, di asta zanayİya teknîkî de mane. Çimku armanc ne têgihiştina gelemper ya gerdûnê bû, yan jî em bibêjin bi tenê ne ji bo bidestxistina zanayiyê bi xwe bû. Armanc hêsankirina jiyana rojane û berdewamkirina wê bû.

Şaşwaziya li hemberê xweza û gerdûnê û xwestina zanînê ya bi tenê ji bo zanînê (ne ku ji bo armancên pratîk, yan jî bo armancên rojane), ji aliyê pêşiyên yewnaniyan ve dest pê kiriye. Zanist, di destpêkê de di nav felsefeyê de (wek bineşaxekê felsefeyê) cîh girtine. Aristoteles felsefeyê wekî; ‘zanista gerdûnî ya ku hemû zanistan diguncîne.’ daye nasandin.

Di serdema navîn de li Ewropayê, nemaze di navbera sedsala 5 û 10 an de xebatên zanistî rawestiya ne, yên ku berê dihatin zanîn jî hatine jibîrkirin û hemû tişt, wiha hatiye xwestin ku bi hişkebaweriyan (dogmeyan) werin şirovekirin. Di dîrokê de, ji vê dewrê re; -Serdema Tarî- tê gotin.  

Di navbera sedsala 8 û 11 an de, li cîhanê îslamê bi saya wergerên yewnanî, sanskritî û suryanî, di warê zanistê de pêşveçûnek baş hatiye dîtin. Îbnî Sîna di warê tipê de, Harezmî di warê cebirê de, İbn-ul Heysen di warê fizîkê de, Birunî di warê matematîkê û trîgonometrîyê de,

Fahrettîn Razî di warê kîmyayê de û İbn-ul Nefîs jî di warê fizyolojiyê de xebatên baş pêk anîne.

Zanist û çanda îslamê, heta sedsala 14 an dewreka ronak û zindî jiya ye, di dawiya vê sedsalê de rawestiya ye û heta em dikarin bibêjin ku bi paş ve jî çûye. Li Ewropayê di destpêka sedsala 12 an de, mirovan zêdetir bala xwe dane xebatên zanistî.

Di vê sedsalê de li Ewropayê di xurtbûn û pêşveçûna xebatên zanistî de, bandora wergerên erebî gelekî mezin e. Çimku şaristaniya yewnan û ramanên filozofên girîng, li Ewropayê bi saya van wergeran hatine nasîn. Di serdema nû de ramana olî, hatiye terkandin, ramana zanistî bûye serwer û di zanistên xwezayê de pêşveçûn mezin pêk hatine. Kopernîk di astronomiyê de, di dewsa sîstema Batlamyus de, ku erdê wek navenda hemû tiştî didît, sîstemeka nû xurt kir ku di vê sîstemê de jî, Roj wekî navenda hemû tiştî tê dîtin. Ev xebata ku ji layê Kopernîk ve hate detpêkandin, ji aliyê Kepler û Galileo ve hatiye pêşvebirin. Van zanyarên navborî wiha xwestine ku tevgera cisîmên esmanî, bi awayekî matematîkî şirove bikin.

Bi saya xebatên Galileo yên derbarê fizîk, tevger û ketina serbest de, wiha kiriye ku bandora fizîka Arîstoteles ji holê rabe û fizîka nûjen dest pê bike. Galileo bi van xebatên xwe re jî, wek tê zanîn, pêşengiya Newton kiriye. Newton di warê matematîk, fizîk û astronomiyê de xebatên baş pêk aniye, di rêça Kopernîk, Kepler û Galileo de çûye û hemû tevgerên ku di gerdûnê de hene, bi awayekî matematîkî; bi zagona axkêşanê şirove kiriye. Ev pêşveçûna bi lez ya di zanistê de, babeta di zanistê de fikirîna zanistî û rêbazê aniye rojevê. Di sedsala 17 an de Francis Bacon, Rene Descartes û J.S. Mill, dilêrîna rêbazên nû xurt kirine.

F. Bacon, di berhema xwe ya bi navê ‘Organan a Nû’ de gotiye ku avahiya xwezayê encax bi rêbaza enduksiyonê (tumevarimê) dikare were zanîn û bi vî awayî rêbaza enduksîyonê, xurt kiriye.

Descartes ji xwe re modela matematîkê dipejirîne û rêbaza deduksiyonê (tumdengelimê) bikar tîne. Di sedsala 18 an de bi saya xebatên Lavoisier, zanista kîmyayê ya nûjen hatiye damezrandin. Bi saya xebatên zanyarên Galvanî û Volta jî, elektrîk hatiye dîtin.

Ji bo çî zanist bûye babeta felsefeyê?

1- Di sedsala 19 an de zanistên xwezayê û cîbicîkirinên zanistên xwezayê, di warê teknolojiyê de gavên xurt pêk anîn.

2- Pêşveçûnên ku pêk hatin, wiha kirin ku ramanwer û fîlozof, li ser babeta zanistê rawestin û bizanibin ka çi zanist e û çi ne zanist e?

3- Lêpirsînên derheqê zanistê de wiha kiriye ku zanist jî bibe mijara felsefeyê.

Berbiçûnên/nêzîkayîtêdanên derheqê zanistê de

A- Zanist hilberek e. (Berbiçûna kevneşopî)

B- Zanist çalakîyek e.

A- Berbiçûna Ku Zanistê Wekî Hilberekê Dibîne…

1- Di vê berbiçûnê de bi tenê hilberên zanistî girîng têne dîtin.

2- Li gor vê berbiçûnê, divê rêbaza zanistê, enduksiyon be.

3- Berhemên ku têne holê, ji pêşniyaran pêk tên, ku ev pêşniyar jî bi zimên têne derbirîn.

4- Di vê wateyê de zanist, dahûrandina pêşniyara ye.

5- Zanist û zanyar, bi tu awayî ne di bin bandora civakê de ne û zanyar dikarin di bin bandora civakê de nemînin.

6- Wezîfeya felsefeyê divê vekolandina têgehan û vekirina rêyên fikirînê be. Ji vê berbiçûnê re, pozitivîzma mentîqparêz jî tê gotin.

7- Zanist, hêdî hêdî (gav bi gav) bi pêşve diçe.

8- Rojekî dê zanist hemû pirsgirêkan, çareser bike.

9- Li ser rastandina pêşniyaran radiwestin.

Rastandin; karê esehîkirina/rastandina pêşniyaran ya bi rêya venêrînê (kontrolê) ye û bi du şeklan tê bikaranîn.

A– Rastandina rasterast-Rastandina yekser: Bi rêya çavdêriyan pêk tê. Mînak: Dar bi pêl e, pisîk bi napuşk e û hwd…

B– Rastandina nerasterast-Rastandina neyekser: Bi rêya hevûdudankirina pêşnİyarên ku hatine rastandin, bi yên ku ne hatine rastandin re tê afirandin. Mînak: Hesin, bi germê tê perçivîn, zêr bi germê tê perçivîn, Elemyon, bi germê te perçivîn; nexwe, hemû lajwerdek dema ku germ dibin, têne perçivîn. û hwd…

10- Hemû zanistên ku niha hene, divê di bin banê yek zanisteke de werin civandin û divê ev zanist jî, fizîka matematîkî be.

11- Nûnerên vê berbiçûnê yên sereke: H. Reichenbach, R. Carnap, K. Popper û C.G. Hempel in.

Rexneyên Ku Li Berbiçûna Kevnoşopî Hatine Kirin…

1- Çewt e ku mirov bibêje dê rojekî zanist hemû pirsgirêkan çareser bike. Lewra tiştê ku em bi wan nizanin (nenasbar in), bêsînor in.

2- Çewt e ku em hemû zanistan di bin banê fizîka matematîkî de bicivînin.

3- Rêbaza herî baş, ne rêbaza rastandinê ye.

4- Ne rast e ku zanist ji nêrîna zanyar ketumet nabe.

5- Ne rast e ku zanist li ser hevdu dicive û bi vî awayî bi pêşve diçe.

B- Berbiçûna Ku Zanistê Wek Çalakîyekê Dibîne.

1- Li gor vê berbiçûnê, her zanistek di warê kulturekê de tê holê û çalakiyeka zanyarên ku li vê derê dijîn e.

2- Nûnerê vê berbiçûnê yê sereke T.Kuhn û S.Toulmin e.

3- Li gor bîr û baweriya wan, zanist çalakî û karekî zêhnî ye.

4– Di pêvajoya vê çalakiyê de zanist, ji jiyana zanyar û ji şert û mercên civakî ketumet dibe.

5- Xebatên zanistî, bi temamî ne nesnel in.

6- Zanist ne statîk e, ew hêmanek e û her dem bi pêşve diçe.

7- T. Kuhn zanistê, bi têgeha Paradîgmayê şirove dike…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

05.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/berbicunen-derheqe-zaniste-de.html

3- http://www.felsefevan.org/ji-bo-ci-zanist-buye-babeta-felsefeye.html

4- http://www.felsefevan.org/kurteciroka-zaniste.html

5- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zaniste.html

Ev gotar, di malpera http//:www.Rewanbej.com de jî hatiye weşandin.  

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin