Pirsgirêkên Bingehîn Yên Epîstemolojiyê

Pirsgirêkên Bingehîn Yên Epîstemolojiyê

Pirsgirêkên Bingehîn yên Epîstemolojiyê 

Berê, dema ku me pênaseya/danasîna zanayiyê dabû, me gotibû ku ew girêdan û hilberek e û di dawiya/encama têkiliya wanek/nesne û kirdeyê (ozneyê) de dertê holê. Epîstemolojî ango felsefeya zanayiyê jî, wekî bineşaxeke felsefeyê; lêgerîna vê girêdanê/têkiliyê ji xwe re kiriye armanc û li vê girêdanê dikole.

Felsefeya zanayiyê, li bersiva pirsên wekî…

1- Cudatiya ku di navbera wanek û kirdeyê de heye, gelo ev cudatiyeke meşrû ye, yan na?

2- Gelo, bi rastî jî zanayî heye yan na?

3- Bi rastî jî, zanayî dikare zanayiya wanek/nesneyan bide me, yan na?

4- Gelo, bi rastî jî mirov dikare behsa zanayiyê bike, yan na? û hwd. digere û dixwaze ku van bersivan bibîne.

Herweha li peyvên wek rastî, misogerî, aşkeratî/xipxuyatî, ezmûn, aqil û zêhnê vedikole û dixwaze ku wan di vê gurzê de bi awayekî rast raxe holê. Felsefeya zanayiyê (Epîstemolojî) wekî bineşaxeke felsefeyê, di dewra nûjen (modern) de derketiye holê. Çimku ji dema derketina holê ya felsefeyê, heta dawiya Serdema Navîn jî, zanayî; wek pirsgirêkê ne hatiye dîtin.

Fîlozofan, heyînê ji xwe re wek mijar hilbijartine û zanayiyê jî, wekî tiştekî ku amade ye (hazir e) dîtine. Hebûn yan jî tunebûna zanayiyê; yan jî derfeta gihêjtina zanayiyê, ji wan re nebûye pirsgirêkek û li serê nesekinîne. Çimku pêzanîna tiştekî; bi saya ol, irf û adetan, yan jî bi mîtosan dihate şirovekirin û ev yek, ji bo wan weke bingeheke meşrû bû jî. Wekî mînakekî: Hege fîlozofekî di Serdema Navîn de bigotana ku, <Xwedê, yeko yeko dikare bi hemû nesneyan bizanibe.> bê guman, wî dikaribû di pirtûkên pîroz de ji vê gotina xwe re bingehekê bidîtana û bi ramanên civakê re, li hev bihatana. Lê di serdema nûjen/modern de ev dîmen, bi temamî hate guherîn. Bi taybetî fîlozof û zanistnasên wek Kepler, Kopernîk û Descartes; bi kêmbûna bandûra ol re, zanayiyê ji xwe re kirin pirsgirêkekî.

Êdî ew zemînên (ol, mîtolojî, irf û adetên civakê û hwd.) ku wekî meşrûiyeta zanayiyê dihatin dîtin, hêdî hêdî diheliyan û di dawiyê de jî, ji holê radibûn. Aqil, hedî hêdî dibû tekane desthilatdar û vê yekê jî, pirsgirêkên wekê xipxuyatî, misogerî û rastandinê, bi xwe re anî û ev têgehên navborî, di qada felsefeyê de bûne pirsgirêkên eşkere.  

Pirsgirêkên Bingehîn Yên Felsefeya Zanayiyê

Dema ku aqil û zanistê, ketin dewsa hemû cure desthilatiyan, çend pirsên wekî li jêrê; ketin rojeva felsefeyê…

1- Gelo zanayî gengaz e, yan na?

2- Dema em behsa zanayiya tişteke dikin, gelo mebesta me çi ye?

3- Em ê çawa pê bizanibin (an jî pê derxin) ka pêzanîna tiştên ku em dibêjin <em pê zanin.> , rast e yan na?

4- Gelo, aqil dikare bigihêje zanayiya nesneyan, yan na? Hege sînorekî zanîna nesneyan hebe, gelo ev sînor/krîter çi ne?

5- Ger zanayiya rast hebe, gelo sînorên wê çi ne?

Epîstemolojiya (felsefeya zanayîyê) ku pirsên bi vî rengî ji xwe re dike pirsgirêk, ji hevûdudana peyvên episteme <zanayî> û logosê <zanist> pêk tê û di wateya <felsefeya zanayiyê> de ye.

Wateya peyva epîstemeyê jî, ew zanayi ye ku mirov nikare tu gumanan jê bike, zanayiyeke xipxuya û misoger e. Ev peyv (epîsteme), bi taybetî ji aliyê Platon/Eflatûn ve hatiye bikaranîn.

Platon, wekî zanayiya ku di matematîk û geometriyê de heye; di lêgerîna zanayiyeke xipxuya û misoger de bû û di pêvajoyê de, vê peyvê bikar anîye ku ev zanayî jî; ji aliyê aqil ve tê pejirandin û li derveyê xeletiya sehekên me ye. Platon peyva epistemeyê, ji peyva gumanê (doxayê) serbixwe ditiye û wiha jî, bikar anîye. Platon peyva epîstemeyê, di rêya lêgerîna zanayiyek rast û misoger de; wek zanayiyên matematîk û geometriyê ku nikarin ji layê aqil ve werin înkarkirin û ji şaşnîşandana sehekan xwe rizgar kirine, derxistiye pêş.

Nexwe, hê ji destpêkê ve misogerî armaceka felsefeyê bû, ku dixwest xwe bigihîne wê. Bêguman, lêgerîna misogeriyê jî, bi xwe re pirsa <ma gelo zanayiyên ne misoger jî hene?> aniye aqilê mirovan. Ango, guman/şik li ser kar e. Platon û gelek fîlozofên ku piştî Platon hatine, xwestine ku xwe bigihînin misogeriyê. Lê mirovî dikare bi hêsanî bibêje ku bidestxistina zanayiya misoger û xipxuya, karekî gelek zehmet e. Lewra di mijarên gerdûn, exlaq, heyîn, hunerê û hwd. de, hilberandina zanayiyan, pirr ne hêsan e.

Zanayiyên ku di van mijaran de têne hilberandin, ne gengaz e ku bi ezmûn û çavdêriyan, werin ceribandin. Lewra ev zanayî, zanayiyên razber/nedîtbar (soyut) in. Lê di jiyana me ya rojane de hindek zanayiyên me hene û em dizanin ku ew bi kêrî me têtin û kêrdar/sûdemend in. Wekî mînakekî: Em pê dizanin ku em sîsikekê dara hinarê li bostanê xwe biçînin û têra wê av bidinê, wê jê dareka hinaran derkeve. Lê hevalekî me dikare bibêje ku <gelo hûn ji kû dizanin ku ev dar, dara hinarê ye?> û <gelo hûn dizanin ku hilika dara hinarê çi ye?> û gelek pirsên bi vî rengî, ji me bike û em jî dikarin heta hetayê nehêlin ku ew li tehma hinarên me binêre.

Lê di dîroka felsefeyê de mirov dikarê bibêje ku gelek mirovên wekî hevalê me hene û gelek pirsên bi vî rengî pirs kirine. Ji van mirovan re ‘Gumanber’ (Şikber- Septîk) hatiye gotin.

Hindek mirov jî derketine holê û hewl dane ku bikaribin bersivên pirsên gumanberan bidin û ji wan re jî ‘Dogmatîk’ hatiye gotin. Dogmatîkparêzan jî, tu carê ji hebûna zanayiya misoger gumanê nekirine û hewl dane ku hebûna zanayiya misoger û rast bipeyîtînin.

Di peyîtandina vê yekê de carina serî li aqil dane, carinan li Ezmûnê/deneyê û carinan jî serî li ferasetê (sezgî, pêhesî) dane. Ev mirovên navborî (Dogmatîk) bi tenê ji bo ku bidestxistina zanayiyê gengaz dîtine, bi vî navî hatine binavkirin. Mirovên Dogmatîk xwe di nav tevgerên ramanî Yên wekÎ Rasyonalîzm (Aqilparêzî), Empîrîzm (Ezmûngerî), Fenomenolojî (Hilikparêzî) û hwd. de îfade kirine. Di dawiyê de mirovî dikare bibêje ku pirsgirêka sereke ya felsefeya zanayîyê, pirsgirêka hebûn yan jî tunebûna zanayiyê ye.

Zanayî Gengaz e Gelo?

Hebûn yan jî tunebûna zanayiyê, pirsgirêka herî bingehîn ya felsefeya zanayiyê (bilgîyê) ye. Ji dema Georgîas ve Septîk dibêjin mirov nikare bi heyînê bizanibe û di destê wan de derziyeka tûj, balonên Dogmatîkan diteqînin. Derheqê hebûn û tunebûna zanayiyê de fîlozof bûne du beş: Yên gumanber û yên Dogmatîk. Herçiqas yên Gumanber di dîroka felsefeyê de ne xwediyê roleka mezin bin jî, hebûna xwe her dem dane hisandin û ji bo bersivandina pirsên wan, tevgerên nû Yên felsefeyê derketine holê.

1- Gumanparêzî (Fîlozofên Gumanber)

Yên gumanber (şikber- septîk) wiha diparêzin ku zanayî ne gengaz e. Ya rasttir wiha diparêzin ku kirde (suje-ozne) nikare têkilî cîhana wanekan (nesneyan) bibe û derheqê hilika wan de zanayiyan bi dest bixe. Ji ber vê çendê jî, wiha bawer dikin ku bidestxistina zanayiya misoger, ne gengaz e. Yên gumanber bi vê helwesta xwe re wiha dikin ku em ji bîr û baweriyên xwe yên misoger/rast jî gumanan dikin. Lewra ew ji hemû tiştî, mesela ji cîhana fizikî ya der û ji hebûna mirovên ku weke me difikirin gumanê dikin. Ev yek her çiqas wek nîşana nexweşiyeke psîkolojîk were dîtin jî, divê ew helwesta gumanberan baş were têgihêjtin.

Ê baş e mirovên gumanber çima û ji çi gumanê dikin?

Di navbera gumana gumanberparêz û ya me de, ku em vê gumanê di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin; cihêrengiyeke mezin heye.

Ji kerema xwe re bala xwe bidin van pêşnîyarên li jêrê…

1- Li fezayê hebûna zindîyên din, bi guman e.

2- Derheqê başiya tevgera mirovan ya peredayîna parsekan de, ez di gumanê de me.

3- Ez derheqê tevgera ku berjewendiyên hemû kesî diparêze de, di gumanê de me.

Dema ku em bala xwe didin wan, em dibinin ku pêşniyara yekemîn nerastiyeke nîşan dide. Ya duyemîn jî bêbaweriyeke nîşanê me dide. Lê ya sêyemîn, derheqê sedemên ku pêşniyarê pêk anîne de gumaneke tîne zimên. Pêşniyara yekemîn û ya duyemîn, gumanên ku em di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin vedibêjin. Lê di pêşniyara sêyemîn de, gumaneke felsefîk xwe dide der.

Nexwe dema ku behsa gumanê tê kirin, fîlozof vê yekê fêhm dikin.

Ji bo bawerîpêanîn û zanîna tişteke, têrnekirina pîvanên ku têne pêşkêşkirin. Ev yek, <gumana (şika) felsefî> ye. Felsefevan, dema ku gumankirin tê gotin, tiştekî gelek razber/soyut fêhm dikin.

Dema ku ew dibêjin ez gumanê dikim, dixwazin bibêjin ku sedemên pêşkêşkirina pêşniyarê, têra pêşkêşkirina wê nakin û ne besî rastandina wê ne.

Ê baş e, gelo sedem çi bûn ku yên gumanber wiha ketine gumanan?

Li hemberî angaştên gumanparêzan, ku gotine ne gengaz e mirov xwe bigihêne zanayiyên rast; dogamtîkan jî hewl dane ku hebûn û hilberandina zanayiya rast îsbat bikin. Di warê hilberandina zanayiyê de hindek fîlozofan weke bingeheke ya aqil dîtine, hinekan gotiye ku zanayî encax bi saya ferasetê dikare werin bidestxistin, hinekan girîngiya ezmûnê derxistine pêş û hinekan jî kirûyê/olguyê wek bingeheke sereke dîtine û bi vê helwesta xwe re jî, xwestine ku rê li ber gumanên gumanparêzan bigirin. Lêbelê gumanparêzan bi şik xwe nêzîkê van babetan kirine û gotine ku derheqê zanayiyê de çavkaniyek zexim tune.

Li Gor Gumanparêzan Çavkaniyên Gumanê

1- Guhêrbariya (veguhestokiya) azmayîş û pêhesiyên mirovî.

2- Pênebaweriya pêşniyarên zanistî yên ku têne pêşkêşkirin.

3- Dîmanetiya (îzafîtiya, rolatîfiya) ku ji guhêrbariya hemû tiştan tê.

4- Guhêrbariya bêrawest ya heyînan.

5- Di dema hilberandina zanayiyê de, pirbûna rêbazên ku aqil wan bikar tîne.  

Dubentiya heyînê ku ji destpêka felsefeyê ve hebûna xwe diparêze û ligel hemû veguhêranan, wekî xwe dimîne, her dem bûye pirsgirêkeka felsefeyê. Hinek fîlozofên wekî Herakleîtos wiha bawer kirine ku heyîn her dem tê guhêrin û wek xwe namîne. Ger ev yek rast were pejirandin, wê demê derheqê heyînên ku her dem diguhêrin de hilberandina zanayiyab, dê gellekî dijwar be. Gumanparêz jî, ji vê xalê sûd werdigirin. Ger wisa be û ku heyîn her dem biguhere, wê demê zanayiyên derheqê wan de jî, dê her dem biguherin. Herweha zanayiya mayende, misoger û gerdûnî, tune.

Ji hêla din ve jî em heyînê, encax li gor hêza/têgihêjtina sehekên xwe dizanin. Mesela dema em kevirekî didine destê xwe, em pê derdixin ku ew hişk e, bi dîtine em dizanin ku pelên daran, şîn in û hwd. Lê dema ku em li bin şewqaka floresanê rawestin, wê demê dê işlikê me yê xemrî (mor), wê wekî şîneka vekirî xwiya bike. Nexwe, sehekên me derheqê heyînekê de dikarin zanayiyên cihêreng hilberînin. Di vê rewşê de derheqê heyînê de wê pêhesiyên me jî, guhêrbar bin.

Li hemberî gumanparêzan kelehên herî zexim, yek aqil e û ya din jî ezmûn e. Gumanparêz di babeta hilberandina zanayiyê de, aqil bêhêz dibînin. Lewra aqil, zanayiyên ku ji pêhesî û sehekan tên bi kar tîne û wiha dişuxule. Ger sehek û pêhesiyên me guhêrban bin, wê demê gengaz e ku aqil jî çewtiyan bike û zanayiyên çewt hilberîne. Ji ber vê çendê hêza aqil jî têrê nake ku zanayiyan hilberîne. Li hember gumanên gumanparêzan zanayiya ku herî bi xwe bawer e, zanayiya zanistî ye.

Zanayiya zanistî ji ber rêbazên xwe yên ku bi kar tîne, ku ew jî çavdêrî û ezmûn e; xwediyê hîm û wesfên taybet e. Ji ber ku hem bi awayê teorîk û hem jî bi awayê pratîk dikare were peyîtandin, cureyê vê zanayiyê pêbawer kiriye.

Mesela pêşniyara <Ji bilindahiyeke kevirê ku terayê xwarê bibe, bi lezeka diyar dadikeve xwarê.> di teoriyê de, bi zagona axkêşanê û di pratîkê de jî bi rêya ceribandinê, dikare were peyîtandin. Lê pêşveçûnên dawî yên zanistî, wiha kir ku angaştên gumanparêzan zêdetir û xurttir bû. Çewtderketina zanayiyên zanistî yên ku di pêşerojê/rabirdûyê de bi rêbazeke rast hatibûn hilberandin û şirovekirin, neewlebûna vê zanayiyê jî derxist holê. Mesela di pêşerojê de astronomiya Batlamyûs, wiha diyar kiribû ku dinya rast e. Lê di serdema nû de zanistzanên wek Galîleo, Kepler û Kopernîk, gotin ku dinya me gilover e û vê yekê peyîtandin jî.

Di paşerojê de wiha dihat bawerkirin ku atom dabeş nabe û perçê herî biçûk, ê maddeyê ye. Lê niha heta bêdawiyê jî, atom dikare were dabeş kirin û di warê çekên kimyewî de jî tê bikaranîn.

Zanista ku heta dema Francis Bacon rêbaza deduksiyonê bikar dianî, piştra; rêbaza enduksiyonê hilbijart û bikar anî. Ev hemû berfirehbûn û pêşveçûnên di zanistê de, wiha peyîtandin ku zanayiya zanistî jî, dikare were guherîn û pûç jî derkeve.

Cureyên Gumanparêziyê çi ne gelo?

Di dîroka felsefeyê de çend cureyên gumanparêziyê hatiye dîtin. Hinekan, gumanê weke armancekî û hinekan jî weke alav, rêbaz û helwestekî, gumanê bikar anîne û wiha jî pejirandine.

Cureyên Gumanparêziyê jî ev in:

1- Şikparêzên/Gumanparêzên Pirole

Çavkaniya vê şikparêziyê, sedemên exlaqî ne. Fîlozofên di vê lodê de, li rêya aramiya giyanê û bextewariya wê, digeriyan. Bi taybetî jî Pyrrhon û şagirdê wî Tîmon, di lêgerînek wiha de bûn. Piştra di Aqademiya Platon de Arkesilaos û di dewra Romayê de Ainesidemos, wekî gumanparêzên sereke têne hesibandin.

Mirov dikare pêşniyarên fîlozofên gumanparêz yên pirole wiha rêz bike…

1- ji ber ku xwezaya her mirovekî ji hevdu cuda ye, dîtinên me yên derheqê tiştan de jî; wê cihêreng bin. Mesela mirovekê ku zerekî dibe, hemû tiştî zer dibîne.

2- Dîsa ji ber ku xwezaya mirovan ji hevdu cuda ye, têgihiştinên me jî cihêreng in. Ji ber vê çendê jî, em ne xwediyê raman, hest û çavdêriyên hevpar in.

3- Derheqê wanekan/nesneyan de, hestên me ne wek hev in. Mesela dibe ku hinekên me telefonên mobîlan estetîk bibînin û hinekên me jî, dikarin wan estetîk nebînin.

4- Ji ber rewşa (şert û mercên) mirovên ku têdigihêjê (çav lê digerîne), wanek dikarin cihêreng werin têgihiştin. Mesela dema mirov di xew de ye, wanek ji mirovan re cihêreng xwiya dikin.

5- Rewşa nesneyan, nêzîkatî û dûrbûna wan û şert û mercên cîhê ku ew lê ne, dikarin çavdêriyên me biguherînin. Mesela dema ku em bi roj ampûla odeya xwe vedikin, ji me re wiha tê ku ew tu şewqê nade odeya me. Dîsa dema ku mirov li bilindahîyekî mirovan mêze dike, ji mirov re wiha têk u mirov biçûcik in. Dîsa carinan dema ku em di deryayê de keştiyeka bi rêya xwe ve diçe dibînin, em dibêjin qey ew rawestiya ye.  

6- Nesafîya (nearîtiya) sehekên me. Mesela di odeyeka germ de gelekî bêhn ji biharetê, tê. Lê di odeyeka sar de, biharet hewqas bêhn nadin.  

7- Guhêrbariya wesfan, ku carinan girêdayê çendaniyê (nîcelîkê) diguherin. Mesela bi serê xwe tenê jehr, dikare mirovan bikûje. Lê bi hinek teamên din re, jehr dibe derman.

8- Nezaniya mirovan ya derheqê nesneyan de, ku her dem em wan bi gurza têkîliyekê dinirxînin û bi vê yekê; em ji naskirina wan ya bi serê xwe, dûr dikevin.

9- Berhêlîkirina têgîhanên me, ku sedemê vê yekê jî, jiyana me ya civakî ye. Em hemû di bin bandora irf, adet, perwerde û ola civaka xwe de ne û ji ber vê çendê jî, em dibin xwediyê gelek hînbûniyan. Ji ber ku em Rojê her dem dibînin, em bala xwe nadinê. Lê dema ku em dûvstêrkekê dibînin, di cîh de bala me dikşîne. Em gelekî qîymetê didin yên ku kêm in. Lê ji ber ku pir in, em carinan qiymetê nadin yên xwe.

2- Rolativîzm (Dîmanatî – Îzafîtî)

Rolativîzm şeklekî gumanparêziyê (şikparêziyê) ye û mirov dikare bibêje ku xwe di bin kirasekî din de nîşanê me dide. Di dîrokê de yekemîn car ji alîyê Sofîstan ve hatiye derbirîn, ku Protagoras serpereştiya wan dikir. Li gor bîr û baweriya Protagoras; cîhana nesneyan, her dem diguhere û di nav guherînekê de ye. Ji ber vê yekê zanayiyên ku bi rêya sehekan têne bidestxistin, ne zanayiyên resen in, zanayiyên demî (demborî, muweqet) ne û sehekên me, nikarin yên sereqet (domdar) û mayende, nîşanê me bidin. Nexwe, encax tiştekî ku ne ji sehekên me (pêhesiyên me) were dikare rast be. Di vê xalê de aqil, ji sehekan rasertir e. Lê aqil jî, berdewama sehekên me ye. Lewra dema sehek têne guherîn, aqil jî zanayiyên ku her dem têne guherîn derdixe holê. Ji ber vê çendê jî zanayî, biguman e. Protagoras, ji vê xalê dest pê kiriye û gotiye ku <Pîvana hemû tiştî, mirov in.>

Di vê pêşnîyarê de mirov ne wekî qategorîyeke, lê yeko yeko wek mirov têne hesibandin. Lewra hemû kes, ancax dikare bi pêhesiyên (sehek) xwe bizanibe. Tiştê ku tê hîskirin, ji bo yê ku hîs dike heye. Hege di sehekên wî de tune be, ew tişt tune.

Hege wiha be, wê demê çend xalên girîng jê der diçin:

1- Rast, tiştê ku mirov dibîne, dihise û hîs dike, ye.

2- Çiqasî mirov hebin, hewqas jî heqîqet hene.

3- Prensîbên gerdûnî yên ku ji aliyê hemû mirovan ve têne pejirandin, tune ne.

4- Di warê zanayî, exlaq û hwd. de rastiyeka misoger tune.

5- Şexs, pîvana heqîqet û başiyê ne.

6- Ji bilî pêhesîyên şexsî, mirov nikare çavdêrîya tu tiştî bike.

3- Şikparêziya Ku Wekî Helwestekî Hatiye Dîtin

Fîlozofê sereke yê ku şikê (gumanê) wekî helwestekî bikar aniye, Sokrates e. Wekî tê zanîn Sokrates mamosteyê Platon/Eflatûn e û axlebî li ser babetên exlaqê, rawestiya ye. Lê ji ber ku exlaqdariyê (sincdarî, rewiştdarî) bi erdemê ve û erdemdariyê jî, bi zanayiyê ve girê daye, ji hêla felsefeya zanayiyê ve fîlozofekî girîng e. Berhêmên Sokrates nê gihêjtine heta roja me û em dizanin ku, wî nedivîsand. Ew zêdetir bi diyalogên xwe tê nasîn û bi vê yekê jî, navdar e. Li kuçe û kolanên Atînayê digeriya û bi giregirên bajêr re li ser erdem, zanayî, wêrekî û li ser babatên exlaqî, dikete guftegoyan. Ramanên wî yên derheqê van babetan de di Dîyalogên Platon de cîh girtine û bi vî awayî gihêjtine heta roja me.

Sokrates di nav Sofîstan de mezin bûye û perwerdeya xwe ya felsefî ji wan sitandiye. Wek tê zanîn Sofîstan wiha diparast ku zanayî ne gengaz e, lê Sokrates hewl dida xwe ku di babeta fêhmkirina mirov de, xwe bigihêjîne spartekeke tevayî/tumelî. Li gor nêrîna Sofîstan mirov, pîvana hemû tiştî bû. Sokrates jî di rêyeka ku dişibe ya Sofîstan de dimeşe û wiha bawer dike ku derheqê xweza, heyîn û matematîkê de mirov nikare bi tu tiştî bizanibe. Di dawiyê de, di vê babetê de dev ji xebatên xwe berdide.

Sokrates dibêje: <Ez bi yek tiştekî tenê dizanim, ew jî ew e ku ez bi tu tiştî nizanim.> û vê pêşniyarê, ji xwe re wek bingehekî hildibijêre. Ev pêşniyar di naveroka xwe de hem îroniyê û hem jî şikê/gumanê dihewîne. Bi awayê diyologên xwe bi girêgirên Atînayê yên ku digotin em xwediyê zanayiyê ne, dide zanîn ku di rastiyê de ew bi tu tiştî nizanin.

Bi rêya vê rêbazê, nezaniya yên li hemberê xwe nîşan daye û xwestiye ku bibêje, ez hê bi tiştekî nizanim. Ji ber vê çendê jî mirov dikare bibêje ku Soktates di derheqê xweza, gerdûn û heyînê de wiha bawer dike ku mirov nikare xwe bigihêjîne zanayiyê. Herweha wiha parastiye ku mirov dikare ya xwe bike babeta zanînê û derbasî asteka bilind ya exlaqê bibe. Lê li hêla din jî em dizanin ku Soktates gotiye ku mirov nikare tiştekî fêrî mirovan bike, mirov dikare ancax tiştên ku ew zanin bînê hişê/bîra wan. Ango, gotiye ku mirov ji zayîna xwe ve xwediyê zanayiyê ne. Bi vê hewlwesta xwe re jî, di hindek babetan de wek ‘Rasyonalîstekî Dogmatîk’ hatiye bi nav kirin. Di hêman demê de wek hîmdarê rêbaza Mayotîkê/Danwelidandinê jî tê zanîn, ku ev rêbaz di felsefeyê de jî wek rêbazekê felsefî jî tê pejirandin.

4- Wek Rêbazekî Şikparêzî (Rêbaza Şikber)

Li hemberî şika şikparêzan ku baweriya xwe bi zanayiya rast nedianîn, hindek fîlozofan xwestine ku şikê wek rêbazekî bikar bînin û bi vî awayî (bi vê rêbazê) xwe bighînin zanayiya rast. Ji van hewl danan yek ya Xezaliyê/Gazaliyê fîlozofê îslamê ye û ya din jî, ya Descartes e. Ev herdu fîlozof herçiqas di demên cuda de jiya bin jî, dîsa heman rêbazê (şikê, wek rêbazekî) bikar anîne.

1- Îmamê Xezalî

Xezalî di destpêkê de ji bo ku bikaribe xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, li hemû texlîdên zanayiyê vekola ye. Xezalî li hemû mezheb, agirperest, ateîst û li ramanên fîlozofan vekola ye û xwestiye ku spartek û bingeha angaşt û ramanên wan, baş fêr bibe. Lê her dem derheqê rastiya wan de, di gumanê de bû. Axirê bi xêra vê yekê, beyî ku di bin bandora fikrekî de bimîne; ramanên xwe diparast. Herweha wiha bawer dikir ku divê mirov bi çavê tu kesî li dinyayê mêze neke û wan texlîd neke. Ji ber vê yekê jî texlîdkirina fikran, wek xirabiyeka mezin dihesiband.

Li gorî nêrîna Xezalî divabû du tişt pêk bihatana

1- Destnîşankirina bingeha zanayiya misoger û rast.

2- Peyîtandina vê zanayiyê ku rasterast nesneya xwe vedibêje.

Ji bo hilberandina zanayiya rast û misoger, di destpêkê de prensîbên têgîhan û sehekên me û prensîbên fikirînê yên bivênevê, divê werin destnîşankirin. Lê di dawiyê de dibêje ku sehek û têgîhanên me, xapînok in û dikarin her dem me bixapînin.

Ji ber ku ne ewle ne, dikarin eqlê mirov jî bixapînin. Ji bo vê çendê jî, dibe ku dadgerekî cuda, yekî ku serwerê sehek û têgîhanên me be derkeve holê. Xezalî ji fikrekî wiha dest pê dike û behsa beradayîbûna vê dinyayê dike. Herweha dibêje ku ev dinya me ya ku em têde dijîn, xewn û xeyalek e û piştî mirinê, dibe ku em hemû wanekên li cîhanê ji rewşa wan ya niha cihêreng bibînin. Dibe ku ji bandêra dem û cîh ya niha, rasteqîniyeke din jî hebe. Û mirov bi alîkariya hişê xwe ya ku di asteka cihêreng de ye, dikare vê siûdê bidest bixe.

2- Şika Metodîk: Descartes

Rêbaza şikê ya ku Descartes ew bikaranî ye, li Ewropa û li hemû dinyayê, ramana nûjen xistiye bin bandora xwe û bûye rêbazeke baş ya hilberandina zanayiyê.

Descartes wiha digot…  

1- Em bibêjin ku ez di xewnekî de me û cinekî ku dikare hemû tiştî bike, min dixapîne. Mesela em bibêjin ku ew wanekan/nesneyan bi awayekî cihêreng nîşanê min dide. Encax ez di xewn de bim jî, wiha bifikirim ku ez ji layê cinekî ve tême xapandin jî; yê ku tê xapandin û nesneyan cihêreng dibîne jî, dîsa ez im.”

2- Şikkirin/gumankirin, pêhisîn û tirsîn û gelek tiştên din, fikirîn e. Hege şikkirin, fikirîn be û yê ku di şikê de ye jî ez im; difikirim, nexwe ez he me.- Cogito ergo sum.  

Descartes berî her tiştî dixwest ku xwe bigihîne bingeheke zexim û bi vî awayî, xwe ji hemû gumanan xilas bike. Hege hebûna min ji şikê/gumanê dûr be, ramanên min yên ku ez wan tînim zimên; dê ji gumanê dûr bin. Lewra, ji ber ku dê ew jî ji hebûna min der biçin, wê ne gumanbar bin. Li gor Descartesî; bi vî awayî gengaz e ku mirov xwe bigihîne zanayiya rast û misoger, wekî zanayiya matematîkî.

2- Dogmatîkên Epîstemîk

Li hemberî gumanên gumanparêzan, ku baweriya xwe bi zanayiya rast û misoger naynin, dogmatîk wiha bawer dikin ku mirovî dikare xwe bigihîne zanayiya rast û misoger. Ji van fîlozof û ramanweran re jî, ‘Dogmatîkên Epîstemîk’ tê gotin. Herçiqas ji hevdu rêbazên cihêreng bikar anîbin jî, armanca wan ya hevpar ew e ku rêya gihêjtina zanayiya rast nîşanê me bidin.  

Dogmatîkên Epîstemîk, wekî serwerên dîroka felsefeyê ne û bi tevgerên wekî Rasyonalîzm, Empirîzm, Krîtîsîzm, Pozitivîzm, Felsefeya Analîtîk, Entuitisyonîzm, Pragmatîzm, Fenomenolojî, Îdealîzm û Realîzmê, ramanên xwe îfade kirine. Herçiqas hejmara fîlozofên şikparêz/gumanparêz kêm be jî, mentîqa wan ya ku parastine, şopên gellekî kûr li pişt xwe hiştine û bi vê helwesta xwe re, rê li tevgerên cihêreng yên ku baweriya xwe bi zanayiyê anîne û xwestine ku vê yekê nîşanê me bidin, vekirine…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

27.03.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-zanayiye-epistemoloji.html

3- http://www.felsefevan.org/taybetmendiyen-sika-metodik-ya-descartes.html

4- http://www.felsefevan.org/weki-rebazeki-sikparezi-rebaza-sikber.html

5- http://www.felsefevan.org/wek-helwesteki-sikparezisokratesi.html

6- http://www.felsefevan.org/rolativizm-dimanati-izafiti-2.html

7- http://www.felsefevan.org/sikparezen-gumanparezen-pirole.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin