Pêwendiyên ermenkî û kurdî yên zimên

Pêwendiyên ermenkî û kurdî yên zimên

Pêwendiyên ermenkî û kurdî yên zimên 

Amadekar: Têmûrê Xelîl 

Dîroka pêwendiyên herdu miletên binecî yên hindewropî, Ermeniyan û Kurdan, di hêla zimên de heta niha rind nehatiye lênihêrandinê û lêkolanê. Ermenî û Kurd di demên here kevnar de cînarên hev bûne. Lema jî gerekê zimanên wan herdem di nava danûsitendinê û jihevhildanê de bûyana. Ev pirsgirêk heta niha jî ne di kurdzaniyê de, ne jî di ermenîzaniyê de nehatiye azirûkirinê. Bona pirî-hindikî vê

kêmaniyê dagirin, em berê xwe bidine kurteçîroka zimanê ermenî.

Di cihanê de zimanê ermenî tê hesibandinê wek yek ji zimanên herî kevnar û zengîn. Di dîroka zimanzaniyê de bi kêmanî du hezar sal in ku ew ziman heye. 

Zimanê ermenî di nava malbata zimanên hindewropî de tê hesibandinê wek çiqilekî cuda û serbixwe. Ermenî (an jî ermenkî) ji aliyê zanyar û keşîşekî Ermeniyan yê wê demê herî bi nav û deng Mêsrop Maştos de sala 405an bûye zimanê nivîskî (an jî nivîsarkî). Tiştekî balkêş e, ku Mêsrop Maştos li hêla Mûşê, di gundê Hasêkasê de ji dayka xwe bûye. (Ew gund niha jî heye û navê wî Xasik e). Ew hîmdarê elfabaya

Ermeniyan wê demê karê xwe yê afirandariyê li Amedê, Ruhayê (Edesaya berê) û Samsata îro pêk aniye. 

Dîroka zimanê Ermeniyan pareveyî li ser 3 deman dibe: 

1. Grabar, yanî ermenkiya kevnar (sedsalên 5-11).

2. Ermenkiya Navîn (sedsalên 12-16).

3. Ermenkiya nû, yan jî aşxarhabar (ev ziman ku cimaeta sivîl pê diaxive). 

Du çiqilên vî zimanî hene: ermenkiya rojhilatê û ermenkiya rojavayê. Ev ziman ji sedsala 17an xuliqî û heta îro jî berdewam dike.

Pêşdaçûyîna zimanê ermenkî di her dewrekê de bi faktorên cî û wariyê, civakiyê û bikaranînê ve girêdayî bû. Di nava zimanzaniya Ermeniyan de fikirek heye, ku xên ji zimanê ermenkî yê kevnare yê lîtêratûrî, yanê zimanê nivîsarê, herwiha zimanekî Ermeniyan yê axaftina rojane jî hebûye, ango ji sedsala 5an girtî hinek zaravayên Ermeniyan yên ji hev cudabûyî hebûne.

Zimanê Ermeniyan yê kevnar (grabar) di sedsala 5an de xuliqiye wek zimanê xaçparêziyê yê resmî. Cûrê axaftina ermenkiya kevnar di nava dewranan de hatiye guhastin û gihîştiye dereceya ermenkiya îro. Koçberbûnên Ermeniyan yên bêhesab bûne sebeb, ku zimanê wan di nava sedsalan de ewqas guhêriye, ku îro grabar bûye zimanê kilîseyan û keşîştiya Ermeniyan. Ew ziman li Ermenîstana Roavayê û xwesma jî li Konstantînopolîsê (Stembolê) ma wek zimanê çapemeniyê, dêran û

dibistanan. Em nikarin bêjin ku ew zimanekî windabûyî ye. Wek mînak, kovara Yekîtiya Mxîtariyan ya li Vênêdîgê (Sûrb Xazar) heta roja îro jî bi grabarê tê weşandinê. Li hemû dêrên Ermeniyan îro jî dua û dirozgeyên xirîstiyaniyê bi grabarî têne qedandinê.

Izbata sereke, ku ev gotinên ku ezê raberî we bikim bi baweriya min ji zimanê ermenkî derbazî nava kurmancî bûne ew e, ku piraniya wan gotinan di zimanên miletên îranî de tunene. Çend gotin jî îranî ne, lê bi baweriya min pêşî Ermeniyan ji Îraniyan hildaye, dû re me ji Ermeniyan hildaye. Îzbateke dinê jî ew e, ku ew gotin ne di hemû herêmên Kurdistanê yên kurmancîaxêv de têne bikaranînê û piranî li

wan herêman têne bikaranînê, ku Ermenî berê piranî bûne. 

Anîzaz – Ji gotina ermenkî anîsvas e, ku tê maneya:

a) nifirlêkirî, naletlêkirî;

b) nesitirî, nerehet, xwedêjêsitendî.

Di ermenkî de sîstêma sewtên bêdeng yên sêrêz–sêderece heye, wek dz, ds, ss. Ango, gotina ermenkî anîsvas gerekê di kurdî de cûrê anîzaz bistenda. 

Andêr – Ev gotina ermenkî, ku tê maneya “bêxweyî” (an+têr), di kurmancî de jî bi eynî maneyê tê bikaranînê. 

Antêx – Agirê tendûrê yê sincirî. Ji ermenkî derbazî nava kurmancî bûye. 

Axçîk – Keçik, keç. 

Axpîn – Ji gotina ermenkî axb, ku tê maneya gemar. 

Bîbik – Di ermenkî de bîb e û bi maneya bîbik e. Di kurmancî de bîbik e, di soranî de bîbîle ye û tê maneya reşika çavan. 

Poşe – Ev gotina ermenkî tê maneya cengene (çengene), mitrib (mirtiv). Gotineke kurdî ya pêşiyan jî heye: ”Poşe nabe paşe”. 

Dêz – Yan jî ”cêz” li gelek herêmên Kurdistanê dewsa gotina kurdî lod bi kar tînin. 

Çortan – Ji gotinên ermenkî çor û tan hatiye, ku tên maneya hişk û dew. Bi kurdî keşk e. 

Çêrmûk – Di ermenkî de cêrmûk e û tê maneya çavkaniya ava germ, ava medenî. Ji gotina ermenkî cêrm hatiye, ku tê maneya germ. 

Çîrt – Di ermenkî de tsîrt e û tê maneya zîrça (gûyê) mirîşkan, an jî çivîkan, teyr û tûyan. 

Gizîk – (ji gotina ermenkî ktsîk). Di ermenkî û kurmancî de tê maneya gilok (giloka têlan). 

Horîk /xorîk – Di ermenkî de tê maneya cot. Kurmancîaxêvên çend warên Kurdistana Bakur û Ermenîstanê jî vê gotinê bi kar tînin. Ev gotin di kurmancî de ji bo herdu gayên pêşîn yên kotanê dibêjin. Di gotineke pêşiyan de: ”Ne dixwim virîka we, ne diajom horîka we”. 

Kêran – Ji gotina ermenkî gêran hatiye, ku tê maneya darê birî yê bê belg (pel) û çiqil. Piranî di avakirina xaniyan de tê bikaranînê, banê (arîk) xaniyan pê ava dikin. Ev gotin di herdu zimanan de jî bi eynî maneyê tê bikaranînê. 

Kêrr – Di ermenkî û kurmancî de tê maneya xwar, tewandî, wek kevanê. ‘Nukulê teyr kêrr e.’ 

Kirçom – qirçon: Ji gotina ermenkî krtsonk hatiye, ku tê maneya bermayên hestûyên kotî. Ev gotin jî ji krtsêla ermenkî tê, ku tê maneya kotin, geztin. 

Koşkar – Di ermenkî de koşkakar e û tê maneya soldirû. Ji gotinên ermenkî koşîk û kar tê. Koşîk tê maneya ‘sol’, kar jî ‘dirûn’. Herdu gotin bi hev re bûne koşkakar (koşîk + kar). 

Kartu – Ji gotina ermenkî kartû hatiye, ku tê maneya nanê ku çend rojan maye û hişk bûye, lê hela kefikî nebûye. 

Kirdnak – Di ermenkî de girdinak e. Li vir jî herfa ermenkî g di kurdî de bûye k, wek gêran–kêran û gêrandî–kêlendî. Ev gotin di herdu zimanan de jî tê eynî maneyê. 

Merek – Ji gotina ermenkî marag e, ku tê maneya kîlera gîha û kayê, ardûyê şewatê. Bi kurdî jê re kadîn jî dibêjin. 

Pûrt – Ji gotina ermenkî bûrd çêbûye. Di ermenkî de ev gotin tê maneya hirî. Di kurmancî de jî li hinek ciyan dewsa gotina hiriyê tê bikaranînê. Wek nimûne: pûrta devê, pûrta mirîşkan (‘Ezê te pûrte vekim’, ango ‘Ezê te birûçkînim’). 

Boç (ik) – Ev gotina ermenkî bi eynî maneyê di kurmancî û zazakî de jî heye. Bi kurdî ‘dûv’,’dêl’ jî dibêjin. 

Savar –Ji gotina ermenkî dzavar hatiye. Dzavar genimê kutayî ye. Gava dzavara ermenkî bibe xwerin, bi kurdî jê re savar dibêjin. 

Tixa – Kur, kurik 

Xaç – Xaça xaçparêzan e, ango xaça Îsa Pêxember e. Ev gotin ji ermenkî ketiye zimanên farisî û tirkî jî. 

Xapandin – Ji gotina ermenkî xabêl e. Di kurdî de gotinên xapînok, xapok jî hene, ku di herdu zimanan de jî tê eynî maneyê. 

Têmûrê XELÎL 

Çavkanî: KURMANCÎ- hejmar 41- Payîz 2007- Civîna Payîza 2007an

Bersivekê binivîsin