Pêvajoya Biryargirtinê û Di Wê Dewrê De Asûna Xanedanê

Pêvajoya Biryargirtinê û Di Wê Dewrê De Asûna Xanedanê

Pêvajoya Biryargirtinê û Di Wê Dewrê De Asûna Xanedanê  

Di destpêka sala 309- an (mîladî 922) de, ango piştî heşt (8) sal sucdarkirina Hallac, dem hatibû domana biryargirtina mirina wî.

Bawerhişkê wezîr Hamd, girêdayê fraksiyonekê veşartî ya şîî bû. Ji bona hilweşîna dewleta sûnnî, ji bona wî hemû rê heq bûn. Ev mirov û yên mîna wî, xwediyê erkên girîng bûn û bi awayê “makyavelîstan” ji bona têkçûyina sazûmana civakê, çî ji destê wan dihat dikirin.    

Lê ew koma ku Îbnî Îsa girêdayê wê bû, ji bona selamet û parastina dewletê, çî ji destê wan dihat dikirin. Alîkarî bi feqîr û belengazan re dikirin û ji bona xaçperestan (filehan) jî, di berbiçûnekê baş, yekê tijîhest de bûn.

Ji bona xwarina perên (diravên) xezîneyê, xanedan li pey deq û dolaba bû. Ji alîyekî ve jî, ji aliyê wezîr Hamd û zilamên wî ve xezîne dihate talankirin. Û Îbnî Îsa, di têkoşîna li hemberê wan de hatibû kuştin.

Di jiyana dewlemendan de, adetên li dijê  xwezayê dest pê kiribû. Lewra, ji bona êsîran, navtêdana şer dikirin. Ji bilî vê yekê, biha kedê erzan bibû û heqê mirovên xebatkar dihate xwarin. Heçku Îslam, di esasê xwe de û ji hilika xwe ve, li hemberî vê xirabûnê bû.     

Hallac jî, van bûyêran rexne dikir…

Li gor nêrîna wî: “Beyî ku mirov li hember pûtan têkoşînê bike, divê ku mirov xirabiyên xwe yên hûndirîn pakij bike û ev yek, êdî girîng e. Lewra, berê her tiştî divê ku em azweriyên xwe ji holê rakin. ”   

Îbnî Îsa, ji sedema piştgiriya Hallac hatibû kuştin.

Ji bona wan hafizên ku Quranê ji ber kirine û qet bi hilika wê nizanin, ji bona wan dest avêtina van mijaran, bêguman kafirî ye. Lewra ew çavnebariya ku ji nezaniyê tê, ew bi vê yekê didewsînin û zimandirêjiya xelkê dikirin. Lewra, ji ber ku kelama Xwedê ji ber dizanin, ew xwe alim dihesibînin.

Hestên xelîfe yên ku ji bona wezîr Hamd  dibihist, tevlîhev bûn. Lewra wezîr  Hamd doliwgerekê nebaş û mirovekî bêrehm bû, lê bieqil bû.

Xelîfe di sala 309- an di meha newrozê de, desthilatekê mezin da wezîr Hamd  û li hember vê yekê jî sedûpêncîhezar (150.000) dînarên ku xerc kiribû, bi wezîr da erêkirin.

Wezîrê kal Îbnî Furat, ji zaroktiya xelîfe ve li serê xwediyê bandûrekê mezin bû û xelîfe her rojên pêşemban, diçû ziyareta wî.

Du kurên xelîfe û diya wî jî, di wê demê de li pey deq û dolaban bûn.

Di pergalakê wiha de, biryar dihate birrîn û di dema domkirina mehkemeyê de serhildana “Hambeliyan” hatibû dewsandin. Bi vê yekê jî, pirsgirêka Îbnî Ata  ji holê hatibû rakirin.   

Sûfî şahîd bûn û ji bona şahîdiyê, bang li serokê wan Cineyd hatibû kirin. Li mehkemeyê, Cineyd nameyên Hallac yên ku ji Şakir Bîn Ehmed re şandibû, teslîmê mehkemeyê dike. Di vê nameyê de, Hallac qala zeximkirina kâbeya manewî kiriye û gotiye ku, em mecbûrê parastina zanyariyê ne.

Dîsa di vê nameyê de dibêje ku: “Mirovên secde dikin yên bawermendên rasteqîn, bi hêla zanyarî û dilînê ve diqesidin.”

Hallac berê jî di gotar û nivîsên xwe de li ser girîngiya hicê rawestiyabû, lê ji bona wî hica esas û ya rasteqîn, ji bona têgiheştina dilîna Xwedê û ji bona pêkhatina vê yekê xebat bû.

Ev baweriya Hallac, ji bona bawermendên sûnniyên bawerhişk û ji bona alîgirên şîayê yên fanatîk, bêguman ji bilî kafiriyê ne tu tişt bû.

Di doza yekemîn ya di sala 301- an de, Ebû Emer qazî bûye. Di vê dozê de, alîgirê tevgera “zahirî” Îbnî Davûd dibêje: “Pêwîst e ku, Hallac ji layê ehlê sinetê ve bêtî cezakirin.”

Li ser vê gotina wî, şafî Îbnî Sureyîç li hember vê gotinê radiweste û dibêje ku; “ Yên ku dixwazin bi riya dil bigihêjin Xwedê, tu kes nikare wan bi “Fıkıhê” û bi eqil, sucdar bike. Ev yek ne gengaz e.”

Di vê doza yekemîn de, qazî Ebû Emer di vê niqtê de piştgiriya Îbnî Sureyîç dike û dibêje ku: “Bi riya dil daxwaza gehêjtina Xwedê, mafê wan e.”

Mixabin di mehkemeya duyemîn de (ya ku piştî ya yekemîn heşt (8) salan dest pê kiribû) ramanên qazî Ebû Emer, ne wek yên berê bûn. Ramanên wî, êdî li dijê Hallac bûn. Lewra, Hallac êdî ne mirovekî basîd yên ol bû û xelkê gellek jê hez dikir.

Bi vê yekê re jî, Hallac Ji bona dewlet û desthilatê, xeternak dihate dîtin.

Di pêşiya biryarbirrînê de, ji endama heyeta mehkemeyê Ebû Emer tê ba wezîr Hamd  û ji lênûsên mirîdên Hallac çend rêzan dixwîne. Îsmaîl Îbnî Zancî jî dest diavêje xwendina lênûsan.

Di lênûsekê din de jî, li ser mijara hicê çend dîtinên Hallac hebû ne. Wisa lê hatiye nivîsandin ku mirov neçe hicê, an hêza mirov ne besê çûne be; mirov wê demê dikare bi awayekî sembolîk jî vê seramoniya hicê pêk bîne. Û têrkirina feqîr û belengazan jî, vê xêrê dide mirov.

Dema ku Ebû Emer bi van nivîsan dibihise, gellekê aciz dibe. Kaxiz û pênûsekê dixwaze û fermana kuştina Hallac li ser dinivîse û piştra dibêje ku: “Rijandina xwîna wî helal e!”

Û piştra, tajang li Hallac dike û jêre dibê ku: “ Tu mirovekî derewkarî.”

Hallac  ji dibêje ku: “Xwîna min, ji we re haram e. Ez di riya Xwedê û îmanê de me, baweriya min jî îslam e.”  

Li lênûsên Hallac yên din wisa hatiye nivîsandin ku, mirov li mala xwe jî dikare seramoniya hicê pêk bîne û ne ferze, ku mirov here hicê.  

Li gorî baweriyên Bektaşiyan û Elewiyên li Enedolê dijîn; çûna hicê ne pêwîst e. Dibe ku ev bawerî ji nêrînên Hallac ketumet bibe û di bin bandûra vê nêrînê de mabe!

Ji bona Hallac tiştê herî girîng, paqijî û zelaliya dil bû…

Piştî gengeşiya hicê, biryara mirina Hallac tê sitandin.

Axaftina Hallac ya li ser biryarê balkêş e: “Baweriya min îslam e, ez mîna îsmaîlî, karmat û şîîyên fanatîk sinnetê navêjim aliyekê û ne alîgirê sahabeyan im. Ez mîna wek şîîyan Kâbê jî xira nakim û serdana îmam, naxim dewsa kâbeyê û vê yekê jî napejirînim.”

Dixweyî ku Hallac, îslam e û şîayê napejirîne. Jixwe ji xortaniya xwe ve, bi alîgirên şîayê re her dem pev diçû.

Biryar tê birrîn û bi destê Îbnî Zancî, ji xelîfe re tê şandin. Xelîfe erêkirina biryara kuştina Hallac, nêzîkê du- sê rojan diewiqîne û biryarê tasdîq nake. Di wê gavê de, diya xelîfe li hemberê vê biryarê radiweste, lê wezîr Hamd dibêje ku: “Hege ev mirov neyê kuştin, wê ew ê hemû sazûmana “Fıkıhê” hilweşîne. ”

Bi vê gotina xwe re jî, ji bona erêkirina kuştina Hallac wan razî dike.

Di fermana xelîfe de lêxistina hazar (1000) qirbacî û piştra jêkirina serê wî hatiye nivîsîn. Lê piştra, ceza hatiye girankirin û guherandin. Fermana qirbackirinê, jêkirina dest û lingên wî û piştra jî biryara şewitandina wî lê hatiye zêdekirin. Di pêşiya şewitandinê de serê wî hatiyê jêkirin û di nav gel de, hatiye gerandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Rrof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 53- 54- 55

Ev nîvîsar, beşa 9 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Asûn: Konum

Biryargirtin: Karar almak. Bir davayı, bir sorunu sonuca bağlamak.

Hilweşîn: Yıkım, yıkmak işi.

Belengaz: Zavallı, acınacak durumda olan.

Têkoşîn: Mücadele.

Dewlemend: Zengin.

Xweza: Doğa

Ked: Emek.

Azwerî: İhtiras, aşırı istek.

Çavnebarî: Kıskançlık.

Hest: Duygu.

Desthilat: Otorite.

Pergal: Ortam.

Erêkirin: Onaylamak. Bir şeyi doğru ve uygun bulmak.

Gengaz: Olanak, imkan, olabilirlik.

Lênûs: Defter.

Pênûs: Kalem.

Tajang: Hakaret. Aşağılama. Onur kırma, onura dokunma.

Derewkar: Yalancı. Yalan söylemeyi huy edinen.

Gengeşî: Müzakere. Bir konuyla ilgili görüşme.

Sazûman: Sistem.

Awiqandin: Geciktirmek.

Bersivekê binivîsin