Pêvajoya Bêdawî Ya Peresanê

Pêvajoya Bêdawî Ya Peresanê

Pêvajoya Bêdawî Ya Peresanê 

Li gor destnîşankirinên îro ku li gor asta zanistê ya îroyîn û derfetên teknolojîk hatine diyarkirin, di gerdûnê de ji sed mîlyaran zêdetir ezmangirav (galaksî) hene. 

Li ezmangirava kakişînê (samanyolûyê) jî ku rojgera me jî têde ye; dîsa hatiye peyîtandin ku ji sed mîlyaran zêdetir stêrk hene. Di vekolanên çavdêrxaneyan de hatiye dîtin ku li fezayê, pêwrên (nebûlayên) nû nû pêk tên, teqîna stêrkan û qulikên reş têne destnîşankirin û di asteka qozmîk de û bi awayekî gîrgîn, peresan tê çavdêrîkirin. 

Zanista ezmannasîyê/astronomîyê ku van yekan bi me dide zanîn, wekî mijûlahîyeka mirovî ya herî kevnare; îro jî coşeka bêhemta dide vekolanên zanistî yên hemdem û şaxêka gellekî pêşveçûyî ye. Zanayîyên ku di sedsala dawî de hatine bidestxistin, bûne sedema guherîna ramanên me yên derheqê madde, vejen (enerjî), pêkhatina dinyayê û afirîşê. 

Hebûna ‘Gerdûna Qozmîk’ ji bilî hişbaweran, ji alîyê hemû kesan ve hatiye pejirandin. Teorîya Charles Darwîn ya ‘Peresanê’ li Tirkiyeyê jî bûye sedema minaqeşeyên mezin û li gor zanayîyên hemdem minaqeşekirina vê teorîyê, mecbûrîyeteka zanistî ye. 

Zanayîyên me yên derheqê ‘Maqrokozmos’ (Gerdûna Maqro) û ‘Mîkrokozmos’ (Gerdûna Mîskoskopîk) de yên berîya dused salan ku wê demê teorîya Darwîn hatibû pêşkêşkirin, li gor zanayîyên dema me; di asteka cihêreng de bûn. 

Bi taybetî jî di derheqê vekolandina fosîlên di kûrahîya bin erdê de, gellekî tengasî/zehmetî dihatin kişandin. Di wextên pêş de jî pêşveçûna di zanistên arkelojî, paleontolojî (fosîlzanî) û antropolojîyê û dîtina (keşfa) radyoaktîvîteyê, bi awayekî misoger rê li destnîşankirina temenê fosîlan û nirxandina daneyan, vekiriye. 

Di roja me de temenê jêmayên fosîl û mayîyên din, bi pirranî bi rêya bikaranîna qarbona radyoaktîv an jî bi potasyûma radyoaktîv tê destnîşankirin. Rojgera me jî, wiha tê fikirîn ku berîya Çar mîlyar û nîv salan çêbûye. 

Jêmayên zindîyên pêşîn yên di tebeqeyên herî binî yên erdê de, aîdê kevza (alg) behrê ne û temenê wan, nêzîkê sê (3) mîlyar salan kevin e. Ber bi tebeqeyên jorîn ve, jêmayên din yên ku ji dewra nêzîk in, hatine dîtin. 

Mesela temenê jêmayên dînozoran, sed, sed û pêncî salan kevin e. Jêmayên homînîdên (mirovokîyên) pêşîn jî, encax du mîlyon salan kevin in. Jêmayên Homo Sapiensê jî ku wekî nîjada mirovên îro tê hesibandin, xwe digihîne pêncî hezar salan berîya roja me. 

Di bin ronahîya van zanayîyan de, em nikarin bibêjin ku hemû zindî bi derbekî de û di demekî de çêbûne. Ji xwe ev yek jî, ji aliyê nebawermendên peresanê ve tê vegotin. Belam ev raman, bi rasteqînîyên ku hatine destnîşankirin re dikeve nakokîyê. 

Hege hemû celeb zindî bi carekî çêbûbûna, wê demê divabû em di hemû tebeqeyên erdê de rastê fosîl û jêmayên hemû celeb zindîyan bihatana. Delîlekî berdewamîya peresanê yeka din jî, di tipê de bikaranîna dermanên antîbîyotîk in. 

Wek tê zanîn antîbîyotîk, li hemberê mîkroorganîzmayên ku rê li nexweşîyan vedikin tê bikaranîn. Piştî bikaranîna antîbîyotîkê, heta demekî antîbîyotîk berxwedana laş bilindtir dike. Lê piştî demekî antîbîyotîk bandûr û hêza xwe winda dike û laş, carekê din nexweş dikeve. 

Hatiye destnîşankirin ku sedema vê yekê, derketina holê ya celebên nû ye, ku li hember antîbîyotîkan xwediyê hêzeka mezintir ya berxwedanê ne. Ev yek, delîlekî zanistî yê peresanê ê vekirî û eşkere ye û destnîşan dike ku kirûya peresanê, bi awayekî sereqet didome. 

Di roja me ya îroyîn de, nexweşîyên wek AİDS û şevba berazan jî, ji van celeb mîkroorganîzmaya ne û hatine peresîn. Hemû vekolanên zanistî ku xwe dispêrin rêbazên hemdem nîşanê me didin ku peresana xwezayê ne tenê li ser rûyê erdê, di asteka qozmîka peresanî de li hemû fezayê heye û bi rêya ketumetbûn û veguhêrîna madde û vejenê, pêk tê. 

Ligel daneyên zanistî hevqas xurtin jî, hinek naxwazin ku bawerîya xwe bi van rastiyan bînin. Ev yek, encax dikare bibe helwesta mirovên ku rasteqînîyan dilewitînin û ji vê yekê jî, berjewendîyên şexsî bidest dixin. 

Wekî hemû cîhanê li welatê me jî (li Tirkiyeyê) jî girseyên gel, bi perwerdehîyeka paşverû û hişkbawerîyan, têne berhêlîkirin.

Ji bo rêvebirineka hêsan yên ku dilêrîna ummet û ebdîtîyê xurt dikin, yên ku her dem li dijê zanist û hunerê derdikevin in. Di van welatan de yên ku li dijê vê zordestiyê jî derdikevin, her dem zanyar û hunermend in. 

Di tu dema dîrokê de ne hatiye dîtin ku civakek dev ji zanist û hunerê berdabe û digel vê yekê bi pêş ketibe. Ne hatiye dîtin ku ew civak ji hêla şaristanîyê ve xwe bilind kiribe. Rêveberîyên ku xwe dispêrin darêzorê û raserîya hêza tunekirinê, tu carê nikarin bibin rêveberîyên mayende û berhemên delîlên şaristaniyê li pişt xwe bihêlin. 

Berhemên ku niha kitêbxane û muzexaneyan tijî kirine, hemû ji şaristaniyên ku rûmetê nîşanê huner û zanistê dane, mane. Divê tu carî neyê ji bîr kirin ku di civakan de zanist û huner ya serbest hene, yan jî tune nin. 

Prof. Dr. Abidin KUMBASAR 

Çavkanîyên Gotarê 

1- Darwin, C. Kokê Celeban. Weşanên. 1984.

2- Kaufmann, W. J. Peresana Gerdûnê û Çêbûna Stêrkan. Weş. Arkadaş. 1979.

3- Silk, J. Kurtedîroka Gerdûnê. Weşanên TUBİTAK 1997.

4- Hoagland, M.B., Kokên Jiyanê. Weşanên TUBİTAK. 2003.

5- Ditfurth, Hoimar Von., Şeva Bêdeng Ya Dînozoran. Weşanên Alan. 1990 

Werger: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Bersivekê binivîsin