Pêşdîtin û Raman

Pêşdîtin û Raman

Pêşdîtin Çawa Bandûrê Li Ramanên Me Dikin?

Çalakiya ku ji bo pêkanîna tiştekî pêdivî pê heye, bandorê li tiştê ku em li ser difikirin û têdigihêjin, dike. Bi gotineke din, sedema em naxwazin têkevin bin barekî zor û zehmet, û wê barê giran hilbigirin, ne ev e ku em mirovekî teral in, bes bi tenê ji ber ku mêjiyê me rê li ber me digire û me dixapîne, ye. Lêkolîner Nobuhiro Hagura wiha dibêje; “Mêjiyê me bi me dide zanîn û pê re jî me dixapîne ku guliyên darê yên li jêr, guliyên bi mêwe yên herî temizî/gihîştî ne, û me dîsa vedît ku pêşdîtinên li ser çalakiyê, ne tenê bandorê li ser şêl û pêla mirov, her wiha veguherandina ramanên me yên ku em tiştin dibînin jî, pêk tîne.” Lêkolînerên University College London (UCL), ji bo pêkanîna lêkolîna xwe bi 52 kesên bi dilê xwe beşdarî lêkolînê bûne, xebitîne. Her kesê ku beşdarê lêkolînê bûye, dikaribûn bi du destikên ku bi kompîtorê ve girêdayîbûn, dîtinên xwe vebêjin. Vegotina dîtin û nêrînên kesê beşdar bûyî, ji her du destikan yan bi çerixandina destika milê rastê yan jî bi çerixandina destika milê çepê pêk dihat. Dema lêkolîner li her du destikan yek, li hemberê destika din giran dikirin û çerixandina wê destika giran zehmet dibû, didîtin ku di mêjiyê kesên beşdar bûyî de, hin çalakiyên cihêreng rû didan, û kesên beşdar her çiqas nerast be jî, bi hêsanî û bi awayeke alîgirî xwe digihandin destika sivik û diçerixandin. Di vê xalê de tiştê balkêş û girîng ev e ku haya kesên beşdarê lêkolînê bûne, ji giraniya ku li destikan dihat barkirin, tunebû. Mêjiyê kesên beşdarê lêkolîne bûne, bi awayeke xweger (otomatîk), adebtasyona xwe li hember giraniyên ku li ser destikan dihatin zêdekirin, pêk dianî. Hagura wiha berdewam dike; “Dema me ji kesên beşdar daxwaz kir ku destikan neçerixînin û di şûna wê de bi devkî bersivên xwe bidin, tiştek veneguherî û kesên beşdar dîsa jî aliyê destika sivik destnîşan dikirin. Destnîşankirina destikan bi awayeke xweber pêk dihat.

Metîn Eser

Çavkanî: IPS /26.02.2017 

Bersivekê binivîsin