Perwerdehiya Li Bexçeyê Zarokan

Perwerdehiya Li Bexçeyê Zarokan

Perwerdehiya Li Bexçeyê Zarokan

Li Danîmarkayê û herwiha a ku ez pê dizanim, li piranîya welatê Ewrûpayê jî gava zarok dibin yek salî, piştre diçin baxçê zarokan. Li baxçê zarokan hemû rojên xwe derbas dikin û ji alîyê pedagogan ve tên perwerde kirin.
Di despêka perwerdeyî de û heta mezin dibin jî gelek nirxên girîng fêr dibin û jîyana wan êdî bi wan nirxan re dibe beşek jîyana wan a pêşerojê jî.

Nirxên girîng ku fêr dibin;

Bi xwe bawer bike,
Guhdarî bike,
Gotinê xwe bêje û rasterast bêje,
Eger xweşa te neçe, bêje na an jî erê,
Gava tu diaxivî, bi wan re biaxive û li çavê wan binêre û biaxive,
Gotina yekî di nêvî de nebire,
Berdewam xweşbîn be,
Çareserîyan bigere,
Hurmetkar be,
Ji yekî hema nestîne, jê bipirse ka tu dikarî û eger ewana bidin te û nedin te jî qebûl bike û divê herdu jî xweşa te biçe,
Fehmber be, têgihîştî be û ji yên din re xweşbîn be,
Wextê xwe de biçe û wextê xwe de here,

Bi derober ê xwe re têkildar be, bi wan re kar bike,
Bi hev re biryar bide,
Berdewam tiştên nû re vekirî be û fêr bibe,
Tiştê ku tu dikî hez bike û tu çi dixwazî wîya bike,

Welhasil, mirov dikare wan xalan dirêj bike û bike û hemû nirxên ku min bi rêzkirîye girîng in li ser wan gelek zanyarî çêbûye û bi sedan pirtûk li ser wan xalan hatine çapkirin.

Pegagog û dê bav bi hev re kar dikin û projeyan bi hev re peyda dikin ji bo rêvebirina baxçê zarokan. Her ev proseye ku dibe beşek jîyana civakê û civak bi van nirxan re mezin dibe.
Bi hev re karkirin û bi hev re biryar dayîn êdî dibe çandeke jîyana demokrasîyê.

Sultan Arslan

18.11.2016

Bersivekê binivîsin