Pênase, Unsûr û Taybetmendiyên Dewletê

Pênase, Unsûr û Taybetmendiyên Dewletê

Pênase, Unsûr û Taybetmendiyên Dewletê 

Danasîna Dewletê: Dewlet, sazîya herî mezin û çalak ya civakî ye. Ji alîyê mirovên ku girêdayê desthilatdarîyeka raser in ve, li ser axaka ku sînorên wê diyar in hatiye avakirin. Dewlet, sazûman û serwerîya civakê, li hember civakên din diparêze û xwedîyê yekîtîyek hiqûqî û sîyasî ye. Dewlet, piştî ku mirov li ser axê bi cîh bûne û di navbera wan de têkilîyeka rêveberîyê dest pê kiriye, derketiye holê. Di civakên hoveber de, ji ber ku navendeka hêza serpereştîyê (rêveberîyê) û desthilatdarîyeka sîyasî tunebû, dewlet derneketîye holê. Di eşîretan de ku yekemîn civaka bicîhbûyî ne, prototîpa dewletê derketiye holê. Li bajaran jî, bi hemû sazîyên xwe yên bingehîn û erkên xwe re, dewlet derketiye holê. [Dewleta bajarî] 

Unsûrên Dewletê 

a) Gel: Civatoka mirovan ya ku li hawirdorê desthilatdarîyeka sîyasî top bûne. 

b) Welat: Axa ku demeka dirêj, gel li ser jiya ye. 

c) Serwerî: Desthilatdarîya sîyasî ya ku li ser axa gel, serwerîya gel temsîl dike. Ev hêz, ji alîyê hiqûmetê ve tê bikaranîn. 

Taybetmendîyên Dewletê 

1- Dewlet sazîya herî mezin, birêxistî û çalak ya civakî ye, ku berdewamî û sazûmana civakê diparêze. 

2– Serwerîya xwe, bi rêya bikaranîna sê wezîfeyan pêk tîne. Ev wezîfe jî rêvebirin (yürütme), zagonçêkirin (yasama) û darazdanî (yargı) ye.

3- Dewlet li hember xeterîyên ji hindûr û der, dikare hêzeka ku xwe dispêre darêzorê bikar bîne. 

4- Dewlet bi nêzîkayîtêdaneka sazgêr; ji hêla sosyo-kulturî, sîyasî, edalet, perwerdehî, pirsgirêkên hawirdorî û hwd. ve, jiyana civakî qontrol dike. 

5- Dewlet, têkilîyên sazîyan sererast dike. 

6- Endametîya şexsan ya dewletê, tiştekî bivênevê ye û ev endametî bi rêya gurza hemwelatîbûnê pêk tê. Mafê hemwelatîbûnê dema ku rewş rê didin, bi biryara rêvebirinê tê bidestxistin, an jî windakirin. 

Texlîdên Dewletê 

Li Gor Avahîya Xwe Ya Hindûrîn Dewlet 

a) Yek (Unîter) Dewlet: Di vê cure dewletê de, gel girêdayê desthîlatdarîyeka navendî ye û li her devera welat, heman zagon derbasdar in. Mînak: Surî, Yewnanîstan, Tirkiye, Fransa û hwd. 

b) Dewleta Federal: Di nav dewletekî de, gellek dewlet hene û her yek li gor avahîya xwe, xwedîyê zagon û livokên zagonçêkirinê ne. Di karên xwe yên navxweyî de azad, lê di karên derveyî de girêdayê dewleta navendî (mezin) in, ku bi hevdu re wê pêk anîne. Ev cure dewlet, ji gellek dewletên federal pêk tê. Mînak: USA, Îraq, Germanya, Federasyona Rusyayê û hwd. 

Li Gor Têkilîyên Dewlet û Ol 

a) Dewleta Teokratîk: Di vê cure dewletê de desthîlatdarîya sîyasî, li gor esasên olî pêk hatiye û zagon, xwe dispêrin çavkanîyên olî. 

b) Dewleta Laîq: Di vê cure dewletê de, kar û barên dewletê (zagonçêkirin, birêvebirin û darazdanîn) ji ol cuda ne û jê hatine veqetandin. 

Taybetmendîyên Dewleta Laîq 

1- Oleka fermî ya vê dewletê tune.

2- Dewlet ewlekarîya serbestîyên mirovan yên wek bawerî, îbadet, hilbijatina ol û hwd. dike.

3- Hiqûq, ne li ser unsûrên olî; li ser zagonên aqlî û şert û mercên hemdem yên jiyanê hatiye damezrandin.

4- Di dewleta laîq de, di pêşîya her tiştî de perwerdehî, piştra jî malbat, huner, zanist, ekonomî û jiyana rojane; ne li ser esasên olî, li gor pêdivîyên hemdem û şaristanîyê, têne sererastkirin û birêvebirin. 

Li Gor Awayê Serwerîyê Dewlet 

a) Dewleta Otokratîk: Di vê curedewletê de, erkên bingehîn yên dewletê (zagonçêkirin, birêvebirin û darazdanîn) di destê yek mirovekî/kê ye (monarşî) an jî destê komekê/zumreyekê (olîgarşî) de ye. 

b) Dewleta Demokratîk: Hêza zagonçêkirin, rêvebirin û darazdanînê, di destên livokên cuda de ye. Ji vê yekê re, ‘Cudahîya Hêzan’ tê gotin. Gel, bi îradeya xwe ya azad nûneran hildibijêre û dişeyne parlamentoyê. Di dewleta demokratîk de, hêza darazdanînê (yargı) serbixwe ye û hemû kesayetîyan yên şexsî, di bin parastina dewletê de ye. Dewleta demokratîk, li gor prensîba ‘wekhevîyê’ rê ji bikaranîna maf û azadîyên şexsî re vedike û wan diparêze. 

Dewleta demokratîk, di heman demê de dewleta sosyal e jî. 

Dewleta sosyal ew dewlet e ku li hember zagonan, wekhevîya hemwelatîyên xwe diparêze û maf û azadiyên wan yên bingehîn, di bin parastina dewletê de ne. Dewleta demokratîk, li gor prensîbên bingehîn yên demokrasîyê şekil digre û bi vî awayî, erka xwe bidest dixe. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin