Pênase û Taybetmendiyên Zanista Civaknasiyê

Pênase û Taybetmendiyên Zanista Civaknasiyê

Pênase û Taybetmendiyên Zanista Civaknasi 

Mirov ji bo ku bikaribin bijîn û wek heyîneke civakî jiyana xwe bidomînin, pêdiviya wan bi mirovên din heye. Em ji wê hawirdora sosyal ya ku têkiliyên cihêreng yên mirovî, kom (grub) û saziyan di nav xwe de dihewî ne re dibêjin civak. Ji vê rasteqîniya sosyal ya ku ji jiyaneka hevpar ya mirovan pêk tê re jî, em dibêjin rasteqîniya sosyal. Babeta (mijara) civaknasiyê jî, ev rasteqîniya sosyal e. 

Li gor ilmê civaknasîyê/sosyolojiyê  

A- Mîna wek şexsan, pirsgirêkên grub, malbat û civakan jî hene û divê ku ew pirsgirêk li gorî pîvan, rê û rêbazên zanistî bêtin çareserkirin. B- Ne karê mirovên zanist e ku ew, destê xwe dirêjê nav bûyerên civakî bike û wan, di bin bandûrekê de bihêle. Ew çî û çawa bin, divê wisa bêtin lêkolîn û destnîşan kirin. Ango, ne karêkî zanistiye ku em bibêjin ev tişt divê wiha be, em ancax dikarin bibêjin ev tişt wiha ye. Civaknasî (Sosyolojî) girîngiyê dide dîrokê jî û guherînên civakî, bi rêbaza dîrokî dinirxîne. Di beşên sosyolojiyê yên mîna sosyolojiya ol, malbat, grubên biçûk, turîzm, exlaq, hiqûq, siyaset, perwerde, huner, wêje, bedenparêzî, muzîk, wextên betal (an vale), gund, bajar, aborî, zanayî û di sosyolojiya gelemper de, ji bona şirovekirinên bûyerên civakî û sosyal, rê û rêbazên zanistî bi kar tîne, di vê hewldana xwe de jî, serî li wan zanistên din jî dide. 

Taybetmendiyên Civaknasiyê/Sosylojiyê 

Mirov dikare behsa gellek taybetmendiyên civaknasî/sosyolojîyê bike. Lê yên sereke mirov dikare wiha wan bihejmêre: 

1- Tevdebûnî: Her zanista sosyal (civakî) li ser yek bûyereka ku di civakê de diqewime radiweste. Lê sosyolojî, li ser hevedudanîya hemû bûyerên civakî radiweste. 

2- Pevgihîştandin: Sosyolojî, encamên hemû zanistên sosyal digihîne hevdu (dike yek) û bi vî awayî digihêje encamê. 

3-Wanekîtî (Objektîfî): Sosyolojî, bi awayekî objektîf li ser bûyer û qewmînên civakî radiweste û li wan hûr dibe. Sosyolojî di dema pêkanîna vê yekê de, ji nirxdaraziyan dûr e. Ango, nesnel e. 

4- Sosyolojî ne zanisteka normatîf e. (Sosyolojî, delkan danayne): Sosyolojî di lêkolînên xwe de, bi tenê avahîya (bastûra) bûyerên civakî radixe holê. Delkên ku bi wan re têkildar in, danayne. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin