Pênase û Taybetmendîyên Sazîya Malbatê
Pênase û Taybetmendîyên Sazîya Malbatê
Koma civakî ya ku endamên wê pismamê hevdu ne, girêdayîha wan ji xwînê/pismamtîyê tê û li hember hevdu xwedîyê maf û berpirsiyarîya ne. Malbat, bi rêya zewacê tê damezrandin.
Fonksîyonên Malbatê Yên Sereke
1- Bi saya malbatê, nîjada mirov berdewam dike.
2- Pêdivîyên endamên xwe yên ekonomîk bi cîh tîne.
3- Endamên xwe perwerde dike. Çanda civakê, di nav malbatê de tê fêrbûn.
4- Şexs, tevgerên mînak yên ku civak wan dixwazin, di civakê de fêr dibin û bi vî awayî, civakîbûnê fêr dibin.
5- Malbat, çanda civakê vediguhezîne nifşên nû.
6- Malbat, piştgirîya hestî (dilinî) dide endamên xwe. Ango şexs pêdivîyên xwe yên hezkirin, şewat û xweşdîtinê, ji malbata xwe fêr dibin.
Texlîdên Malbatê
1- Malbata Mezin (Malbata Kevneşopî): Gurzên malbatê bihêz in û gellek nifş, li cem hevdu (di malekî de, xanîyekî de) dijîn. Girêdanîya irf, adet û kevneşopan, bihêz e û bingehîn e. Axlebî, li civakên çandinîyê û li civakên ku bi pêşve neçû ne de tê dîtin. Di hinek civakan de, xwe dispêre pismamtîya bav û di hinekan de jî, xwe dispêre pismamtiya dê.
Du Texlîdên Malbata Mezin Hene
a) Malbata Daykanî (Maderşahî, Anaerkîl): Di vê cure malbatê de desthilatdarîya malbatê tune. Pismamên dê, hemû bi hevre dijîn. Serpereştê malê, birayê mezin yê dê ye. Têkilîya hiqûqî û civakî ya zarokan, bi bav re tune. Hemû tişt malên hevpar yê malbatê ne. Statûya jinê, bilind e. Di vê cure malbatê de egzogamî/derezewacî heye. Pismamên dê, nikarin bi hevdu re bizewicin.
b) Malbata Bavkanî (Pederşahî, Babaerkîl): Guherînên ku di jiyana ekonomîk de pêk hatine, rê li bilindbûna statûya mêran vekiriye. Sazûmana hiqûqî ya bav, serwer e.
Sê Texlîdên Bavkanîyê Hene
a) Malbata Bav: Pismamtî, hem ji bav û hem jî ji dê, derbasê zarokan dibe û dê û bav, bi hevdu re rûdinên. Li rojavayê, ji vê cure malbatê re ‘Malbata Germen’ tê gotin. Bav, jina bav, zarokên zewicî yên mêr, keçên ku hê ne zewicî ne û ji koleyan, pêk tê.
b) Zadruga (Malbata Bav Ya Ku Dabeş Nabe): Pismamtî, ji bav tê. Tu heqê, dê û bav, li ser zarokan tune. Zarok, yên malbatê ne. Serpereştê malbatê, bavê herî kal (pîro) e. Hemû tişt, malê hevpar yê malbatê ye.
c) Malbata Patrîarkal (Pederşahî): Desthilatdarîya teqez ya bav, serwer e. Bav, desthilatdarîya xwe ji ol digre û wezîfeya wî, berdewamkirina ocaxa malbatê ye, ku ji alîyê bav û kalan ve hatiye damezrandin. Armanc, çêkirin û mezinkirina zarokên mêr e. Desthilatdarîya bav, li ser jina xwe û zarokan, gellekî mezin e û her cure mafê wî heye, ku bi gellek jinan re jî bizewice.
2) Malbata Biçûk (Malbata Nûjen, Malbata Modern)
1- Ji, jin û mêr û zarokên nezewicandî pêk tê.
2- Wekhevîya jin û mêran heye.
3- Bi pîşesazîbûnê re derketiye holê.
4- Xwe dispêre rê û rêzikên hiqûqî.
5- Zewac û hev berdan, bi destê dewletê pêk tê.
6- Ev cure malbat, malbateka laîq e. Ne li gor rêzikên olî, li gor rêzikên hiqûqî tê avakirin.
7- Ne yekîneyeka hilberandinê ye. Yekîneyeka serfkarîyê ye.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.