Pênase û Taybetmendiyên Komên Civakî

Pênase û Taybetmendiyên Komên Civakî

Pênase û Taybetmendiyên Komên Civakî 

Kom/Grûb: Ji civatokên mirovan yên ku ji zêdetirên mirovekî pêk tên û ji bo pêkanîna armancekê têne cem hevdu re, komên (grûbên) civakî tê gotin. Jiyana civakî ya mirovan, bi beşdarîya koman û cibicîanîna rolên ku koma wan dide wan pêk tê. Girêdayê kesayetîya wan ya civakî, hejmara komên ku şexs endamê wan in, diguhere. Ango, kêm an zêde dibe. 

Taybetmendiyên Komên Civakî 

1- Her grûbek (komek) li gor avahîya xwe, xwediyê armancek xweser e. 

2- Kom, rê li pêkanîna pêdîvîyên şexsan vedikin, ku şexs van pêdivîyan bi serê xwe tenê nikarin pêkbînin. 

3- Kom, rê li pêkanîna hesta aîdîyetê ya şexsan vedike û vê hestê, xurt dike. 

4- Grûb (kom) rê li civakîbûna şexsan vedike û şexs, di nav grûbê de digihêjin kesayetîya xwe ya civakî. 

5- Bi saya grûbê, endamên grûbê digihêjine hişeka hevpar. 

6- Endamên grûbê, bi saya karbeşîyê, bi hevdu re fêrî karkirinê dibin. 

7- Kom, statû û rolekî didin endamên xwe. 

8- Bi saya grûbê, endamên grûbê hestên xwe yên alîkarîya hevdukirinê û piştevanîyê, xurttir dikin. Grûb, di navbera şexsan de rê li nêzîkatîya sosyal (kohezyonê) vedike. 

9- Her grûb li gor avahîya xwe, xwediyê norm û nirxa ye. Grûb, bi rêya van norm û nirxan, tevgerên endamên xwe qontrol dike. 

Li Gor H. Cooley Jî Grûb/Kom… 

H. Cooley, wesfa têkilîyên civakî wek bingehekê dibîne û bi vî awayî koman, dike du beş… 

1) Grûbên Bingehîn (Yekemînî)

2) Grûbên Talî (Duyemînî) 

1- Grûbên Bingehîn (Yekemînî): Di nav şexsan de têkilîyên jidil, rûbirû û nêzîk têne dîtin. Di navbera endaman de pismamtî, hogirî û hezkirin heye. Di navbera endamên komê de, nêzîkatîyeke sosyal xwe dide der. 

2- Grûbên Talî (Duyemînî): Li gor bingeha fermîyetê pêk tên. Berjewendiyên şexsî girîng têne dîtin û di navbera endaman de têkilîyên aqilane yên ku xwe spartine normên nivîskî, têne dîtin. 

Li Gor F. Tonnies, Grûb/Kom 

1- Cemeet (Civatok, Qomûnîte)

2- Cemîyet (Civak, Sosyete) 

Taybetmendiyên Cemeet û Cemîyetê 

1- Di cemeetan de têkilîyên hilberandinê, li gor kevneşopî û çandinîyê têne birêvebirin ku ev têkilîyên berîya sanayîyê ne. Belam di cemîyetan de têkilîyên hilberandinê yên ku bi sanayîbûnê re berfireh dibin, serwer e.

2- Piştevanîya civakî, di cemeetan de xurttir e. Lê di cemîyetan de, piştevanîyeka ku hêza xwe ji peymanan digre û xwe dispêre hîmên formel, serwer e.

3- Di cemeetan de, dilêrîna malhebûnê hevpar e. Lê di cemîyetan de malhebûna (mulkîyeta) şexsî heye.

4- Di cemeetan de berjewendiyên hevpar, di cemîyetê de berjewendiyên şexsî li pêş in.

5- Li cem şexsên ku endamê cemeetan in hesta ‘Em’, lê li cem şexsên ku endamên cemîyeta ne jî, hesta ‘Ez’ li pêş e.

6- Di destnîşankirin, qontrol û berhêlîkirina cemeetan de normên devkî (irf, adet û rêzikên exlaqê) û di yên cemîyetan de jî normên nivîskî (makezagon, zagon, rêzikname, rêzname û hwd.) xwedî bandûr in.

7- Cemeet, ji moda û îdeolojîyan re dadayî ne û di vê yekê de dilêrîneka bawerhişk nîşan didin. Lê cemîyet di vî warî de vekirî, xweşbîn û nûjenxwaz in. 

Li Gor E. Durkheim Grûb (Kom) Du Texlîd in 

Durkheim li gor piştavanîya civakî koman dabeşandiye 

1- Grûbên Ku Piştevanîya Mekanîk Nîşan Didin: Di civakên ku bi pêş neketine yên berîya dewra sanayîyê de û di civakên ku jiyaneka kevneşopî didomînin de tê dîtin. Mirov, di karên ku dişibine hevdu de kar dikin. Di pirsgirêkeka grûbî de hemû endam, piştevanîya hevdu dikin. Zibare (îmece) ji bo vê curepiştevanîyê, mînakek baş e.

2- Grûbên Ku Piştevanîya Organîk Nîşan Didin: Ev curepiştevanî, di civakên pîşesazîbûyî de tê dîtin ku ev civak jî, civakên pêşketî ne. Çavkanîya vê piştevanîyê jî, zêdebûna nifûsê û cihêrengbûna kar e. Şexşên ku kar û hilberandineka cihêreng dikin, ne tenê pêdivîyên xwe, pêdivîyên mirovên din jî hildibirînin. Ji ber vê yekê jî, bi hevdu re dikevine nav piştevanîyeka aqilane. Mînak: Di amadekirina karê derxistina kovarekî de nivîskar, rêveberîya kovarê, çapxane û belavkarê kovarê, bi hevdu re dikevine nav karbeşîyekê û kovar, bi vî rengî çap dibe.

Civatokên Ku Ne Xwedîyê Wesfa Grûbê Ne

Hinek civatokên mirovan, ne xwedîyê wesfa grûbê ne. Ango, wek grûb nayêtin dîtin û hesibandin.

Mirov dikare wan jî bike du beş 

1- Girseyên Civakî: Di navbera girseya şexsan de, nêzîkatîyeke fizikî heye. Lê, mirov nikare bibêje ku ew di nav têkîliyeke civakî (sosyal) de ne. Lewra, ew bi tenê ji ber çend sedemên cihêreng hatine cem hevdu… 

Girse: Yığın

Civatok: Topluluk 

Texlîdên Girseyên Civakî 

A- Elaletên (Qelebalixên) Ji Rêzê: Ev cure girse, ji bo demeka kurt pêk tê û di navbera mirovan de, bi tenê ji hêla fizikî ve nêzîkatiyek heye. Mînak: Mirovên ku li rawestgehê li benda otobosê ne, mirovên ku li benda pêketina şewqên trafîqê ne. 

Elalet: Kalabalık 

B- Elaletên Çalak: Elaletên ku di encama kişkişkirin û navtêdanê pêk hatine û êrîşkar in. Mînak: Yên ku beşdarê pevçûn û tevgereka wêrankirinê dibin û hwd. 

C- Temaşevan û Guhdarvan: Girseyên civakî yên ku bi armanca maç, şano, konser, sînema, sîrk û konferansekê hatine cem hevdu. 

D- Elaletên Xwepêşandanê: Civatokên ku dixwazin bi rêya protesto, mitîng, grev û boyqotê, dengê xwe bilind bikin… 

E- Civatokên Dêlindêzan: Civatokên mirovan yên ku ji bo cenaze, cejn, bîranîn û şahîyeke, hatine cem hevdu. 

2- Qategorîyên Civakî: Ji civatokên mirovan yên ku di navbera wan de nêzîkatiyek fizikî tune, lê ji hêla civakî ve xwediyê taybetmendiyên hevpar in, qategorîyên civakî tê gotin. Her şexs, ji gellek hêlan ve bi şexsên din re, beyî ku bikevin tu têkiliyan û wan binasin, di heman qategorîyê de cîh digrin. Li gor temenên xwe zarok-xort-kal, li gor zayîna xwe jin-mêr, li gor karên ku pêk tînin karkir-memûr-cotkar, di qategorîyên xwe de cih digrin. 

Texlîdên Qategorîyên Civakî 

A- Çînên Civakî: Karkir, mamûr, cotkar, bazirgan û hwd. Ji hêla hatinî, şeklê jiyanê, pirsgirêk û xwestekên xwe ve, mirovên ku dişibin hevdu û qategorîyeke civakî pêk tînin. 

B- Hindikahîyên Civakî: Di civakekê de ji hêla sîyasî, aborî û çandî ve li gor civatokên serwer, ji ber cihêrengîyên xwe yên etnîkî û nîjadî, civatokên ku mafên wan kêm in. Taybetmendîya ku hindikayîyên civakî kifş dike, ne ew e ku ew ji hêla demografîk ve ‘hindikayî’ ne. 

C- Cemawerên Civakî: Cemawerên (Kîtleyên) civakî, ji wan mirovan pêk tê ku bala xwe didin heman tiştî, an jî bala wan li ser heman tiştî ye. Mînak: Ji heman şaxê sporê hez dikin, piştgirê heman şaxê sporê ne, li heman cure muzîqê guhdarî dikin, heman rojnameyê dixwînin û hwd. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin